Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Hevpeyvîn bi Dr. Eskerê Boyik re

Hevpeyvîn bi Dr. Eskerê Boyik re

Hevpeyvîn bi Dr. Eskerê Boyik re

Dr. Eskerê Boyik yek ji wan nivîskarên Sovyêta berê ye. Bi salane ked û xilmeteke hêja daye wêje û peyva kurdî. Yek ji nivîskarê çalak e ku bi salan bi awayekî bêrawest bi hizr û nêrînê xwe di xilmeta Kurd û Kurdistanê û her weha di ya ola Êzdî de ye. Mamoste ez di serî de li ser navê malpera Felsefevan, spasiya cenabê te dikim, ku cenabê te dema xwe ji bo me terxan kiriye. Ka em hinekî berê xwe û guhê xwe bidin peyvên mamoste Esker û wî ji nêzîk ve binasin.

Newaf Mîro: Ji bo we Eskerê Boyik kî ye?

Eskerê Boyik:

Ew ne şêx e, ne pîr e,

Ne axa ye, ne mîr e,

Ne jî serok eşîr e…

Xulamekî gelê xwe

Şayîrekî feqîr e.

Para wana nav-nîşan,

Dirav, kêf-eşq û xelat,

Para wî jî-zehmetî,

Xulamtî û xebat…

Newaf Mîro: Çend dîmen û bîranînên zaroktiya xwe hûn dikarin bi me re parve bikin?

Eskerê Boyik: Dema zarotiya min salne pir dijwer bûn. Sala herb navbera Welatê Sovêtê û Almaniya Hîtlêriyê da dest pê bû ez ji dayîk bûme. Zilamê gundê me, bawarkî payê pirê biribûn pêșenya șêr. Ji wan gelek venegeryan. Ji mala me bavê min, du apê min jî pêșeniya șêr bûn. Apekî min venegeriya. Bavê min, ku dema șêr hêsîr ketibû, ji pey șêr ra sirgûnî Sîbîrê kirin, tek ji pey mirina Stalîn ra vegeriya.

Ez êdî 12 salî bûm. Dayîk û pîrkên me digriyan, rîspiya  cixare li pey cixarê dikșandin ku derdê undayên xweye giran di nav dûyê cixarê da bifetisînin. Sonda me zaroka <Riya bavê min> bû. Zarotîke tazî-birçî lê xweș bû. Mêrg-çîmanê çiyayê Elegeza bedew, kanî, cew û avên wêye sar, qûç, newal û gelî mala me bûn. Xwerina me biharê heta payîzê pincara çolê bû. Lîstikên meye nava berfa zivistanê, kulîlkê havînê, evjenya nav avên cewên zelal, berx û berodan, pezbir û beranberdan jiyana min da demên here xweș bûn, ku tucar nayên ji bîrkirin…

Newaf Mîro: Mamoste Esker tu dikarî berhemên xwe û keda xwe bi kurtî bi me bidî nasîn?

Eskerê Boyik: Heta niha ev berhemên min yên edebî wek pirtûk hatine weșendin:

1. ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966;30 rû (krîlî)

2. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975, 62 rû. (krîlî)

3. KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979; 150 rû

4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980. (krîlî)

5. MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989; 80 rû.

6. TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987; 78 rû (kirîlî)

7. KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî-,kurdî, Stokoholm,1990; 150 rû.

8. LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991; 220 rû (kirîlî)

9. DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997;79 rû.

10. ODA ÇÎROKAN  1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. 70 rû.

11. KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998; 285 rû.

12. GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002; 60 rû.

13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004; 139 rû

14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004; 112 rû.

16. Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, 2004; 425 rû.

15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006; 288 rû.

17. Xezeb; roman; beşa dudan, weşena Deng, 2008; 327 rû.

18. Ez kilameke melûlim, helbest, weşena Deng, 2009; 168 rû.

19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011

20. Bahoz, roman, weşena AVÊSTA  2011, 108 rû.

21. Çanda Kurdên Sovêtê, Lêkolîn, bîranîn, 2012; 560 rû.

22. Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, çapa duda, weşena Han, 2013; 425 rû.

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev