Stranbêja kurd xelateke navneteweyî stand

Hamburg (Rûdaw) – Stranbêja kurd Baran xelata navneteweyî ya “Big Apple Music”ê wergirt.

Stranbêja kurda j Rojhilatê Kurdistanê Baran ji Rûdawê re diyar kir, ji bo ku wê xelata Big Apple Musicê standiye gelekî  kêfxweş bûye û herwiha ew dê ji niha pê de zêdetir ser kare xwe bixebite.

Baran ji bo xelata wergirtî got, xewna wê ya herî mezin hat cih.

Xelata Big Apple Music ku li bajarê Hamburga Almanyayê tê dayîn, piranî ji bo hunermendên di cihanê de serkeftî yên ji Rojhilatana Navîn tê diyar kirin.

Hunermenda kurd beriya niha jî xelata “Stranbeja Ciwan a Herî Baş” standibû.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev