Bo çi li ser zemînê şer (xerabî) heye

L. Tolstoy

Weliyê Xwedê, li daristanê dijiya, cinawer jê neditirsiyan. Ew û cinawer bi hev re diaxivîn û ji hev tê digihiştin.

Carekê weliyê Xwedê li bin darê palda. Li ser heman darê qijak, kevok, mar û ayil ciyên xwe girtin ji bo binivin. Li ser babetê: Bo çi li ser rûyê zemînê şer heye? Gengeşê di nav wan de dest pê kir:

Qijakê got:

-Şerê li se rûyê erdê ji ber birçîbûnê ye. Dema tu têr dixwî, li ser şaxê darê rûdinêyî û ji xwe re dikî qij-qij, her tişt bi xweşî û başiyê tête dîtin û bi xwe re kêf xweş dibî. Lê belê hema rojekê birçî dibî, her tişt li hawîrdorê dil dixelîne û heta tu naxwazî ruhnaya xwedayî binerî. Û her dem xwestek bi yekî re çê bibe, ji ciyekî bifire ciyekî din. Lê ku tu goşt bibinî, hîn bêtir dil radibe û tux we davêjê, bêyî ku tu bizanibî çi, çî ye. Û carna weha dibe ku dar û keviran davêjin te, her tu li ser beretê dibînî, li gel ku li hawîrdorê jî gur û she hene. Ji xwe, ji ber birçîbûnê, gelek ji birayên me winda dibin. Ji ber vê çendê, ez dibêjim xerabî ji ber birçîbûnê ye.

Kevokê got:

– Bi ya min xerabî ne ji ber birçîbûnê ye, lê xerabî hemû ji ber evînê ye. Heger her yek ji me bi tena xwe bijîya, wê arîşên me kêm bûna. Yek bi tena xwe bijî, ne kembaxî ye, lê her em cot dijîn. Û kengî dil bikevî hevala xwe aramî namîne, ji ber ku her dem tu mitala wê dikî, ji xwe re dibêjî: -Ew têr e, yan ciyê wê germ e yan sar e? Hema ew ji cem te bifire û biçe devereke din, tu mitala wê dikî, lê ku bi yekcarî winda bibe, êdî tu cî ji bo xwe nabînî û dikevî pirsê bixwe re: Gelo bazekî ew ji xwe re biriye? Aya xelkê ew girtiye? Ji bo dîtina wê, bi xwe difire û tu li wê digerî û bi xwe jî dikevî metirsiyê, çi ji ber bazan û çi ji ber xelkê ve. Lê ku veger jê re nemabe û tu bi xwe jî dikevî windabûnê: Tu nema dixwî û ne jî vedixwî, tenê digerî û digerî. Çend ji me, ji ber vê yekê têk çûne! Na, ez dibêjim xerabî ne ji ber birçîbûnê ye, lê ji ber evînê ye .

Marî got :

-Na, xirabî ne ji ber birçîbûnê û ne jî ji ber evînê ye. Lê xerabî ji ber kerbê ye. Heger em bi aşitî bi hev re bijiyan û xerabî bi hev re nekira, wê her tişt ji bo me bi xweşî bûya. Lê ku hema tiştek ne li gora xwesteka te be, kerb te digre, êdî her tişt dibe bi xerabî û tu jî dikevî hizrê, bi çi şêweyî kerba xwe bi serê yekî bînî. Û jê û pê ve dil nema bi kesî dişewite û tu weha tore dibî, heta bi xwe jî dikevî nav tirafa mirinê. Loma jî, ez dibêjim, hemû xerabî ji ser rûyî erdê ji ber kerbê ye.

Ayîl got:

– Na, xerabî li dunyayê ne ji ber kerbê ye û ne jî ji ber evîn û birçîbûnî ye, lê xerabî ji ber tirsê ye. Heger yek bikaribe netirse, ewê her tişt jî ji bo wî bi başî be. Lingên me çendikîne, hiner jî, di me de geleke, lê em ji ber cinawerekî biçuk bi struhan xwe diparêzin û ji ber yên mezin em direvin. Erê, çawa be, nabe yek bitirse.

Lê ku xiş-xiş ji daristanê têt, hema tu bi xwe jî dikevî tirsê û diricifî. Ji ber tirsê, dilê te weha lê dide, tu dibêjî, ewê ji sînga te derê û bi giyanê te re bifire. Carna keroşkek di ber te re dibeze, yan jî çûkek difire û yan jî şaxek ji darê dişkê, tu hizir dikî ku cinawerek bi ser te ve têt. Pirê caran tu ditirsî û direvî û heta tu nizanî tê bi ku de biçî, tu bi xwe jî li bin guhê tiştekî dikevî û bi xwe tu tê kuştin. Ji ber tirsê tu bi çavekî dinivî û ji ber bihîstinê tu ditirsî. Aramî nîne. Hemû xerabî, tenê ji ber tirsê ye.

Îca weliyê Xwedê got :

– Xerabî ne ji ber birçîbûnê ye, ne jî ji ber evîn, kerb û tirsê ye. Lê hemû belayên me ji ber laşê me ne. Birçîbûn, evîn, kerb û tirs hemû ji laşên me der tên.

Wergera ji rûsî: Bavê Nazê

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev