«XORTANÎ Û YEXTIYARλ

Di rojên havînî yên xweş de, Deryaya Reş bê pêjine.

Gemî, ji serî heya binî, bi xelk û barên wan dagirtî bû. Gera di deriyayê de bi çûn û ha-tina xwe, ji Qirimê, Kavkazê û Beravên Anadolê heya Konstantîniyê, rê gelekî dikşîne.

Germa tavê, esîmanê şîn û deryaya pembayî, lîmanên mişt xelk, rawestandinên bê etlayî, bi qêrîna alîkarê komîtan ku digirt ser her deverê; ber bi min ve, ser bi xwe ve, ber bi min ve, ser bi xwe ve û dîsa bêdengî û çûyîna bê lez, li ber qont[…] çiyayên ji germê peritî ku di mija rojê de winda dibûn. Di qawîşên klasa yekê de, hênike, vala ye, paqije û firehe… Di dereceyên kêm de, ji rêwiyên wek kêriyan teng û gemare. Ew li tenişta motorê germe nêzî bêxêrîka xwarinê ya bi bêhn, di bin zincîrên yakorê de, li ser baniyê gemiyê û refikan ciyê xwe girtibûn. Li vir, geh hilma nexweş difûriya, geh jî sora bayê germ û xweş radibû. Û geh jî yan hênik bû yan jî ne xweş bû. Lê her tim bi pêlan re ê bi taybetî di gemiyê de ku bi bayê nuh ê deryayê tevlihev dibû. Li vir, jin û mûjîkên rûsî ne, ûkraînî çi jin û çi zilam keşîşên afonî ne, kurd, corcî û yûnanî ne… Kurd tam miletekî hove. Ji sibehê heya êvarê radikevin. Corcî jî geh distrên  û geh jî zû-zû govendê dikin, bi sivikayî xwe diqevêzin û bi nazdarî bûçikên xwe berdidin, di nav koma xelkê de bi qitikî, fena avjêniyê bikin, dimeşin, destên xwe li hev dixin û dibêjin, taş-taş, taş-taş! Li cem oldarên rûsî ku berê xwe dane Fîlîstînê bi berdewamî çayê tê vexwarin. Rûsekî mûjîk ku milên wî fena dali-qandî bin û rîha wî ya zer û tenik bi porê nexe-lekî, bi dengekî bilind, încîl dixwend. Bi awirên dijwar yên jineke aza ku bi gomlekeke sor bû ya ku porê xwe bi kitaneke tenik û kesk girêdayî bû bi tena xwe cî li kêleka mitbexê girtibû li wî mûjîkî temaşe dikir. Li rawesteka Trabzonê, ge-mî pir sekinî. Ez jî daketim û li ber beravê ji xwe re geriyam. Dema ez vegeriyam min dît, hofkek kurdan bi qerpolkên û çek ku mezinê wan dabû pêşiya wan ku bi mêrdewana gemiyê ve hildik-şiyan. Kalo bi gewdê xwe girs bû, cudakî sipî û kumekî pakistanî li serê wî bû. Newqa wî ya zirav, bi qayîşek zîv xemilandî, girêdayî bû. Kurdên rêwî yên bi me re, ku wek keriyekî pez mexel hatibû, bi hatina kalo rabûn ser piya, cî jê re vala û fireh kirin. Peyayên wî, cî bi kulavan nuxumandin û balîf raqifandin hev. Kalo, xwe bi meznayî berda ser ciyê jê re raxistî. Riya kalo wek berfê sipî bû, lê dêmê wî wek nanê genimî ji ber rojê qemirî bû. Çavên wî yên mezin û hingivînî, ne weke adetê çirûsk ji wan diçûn.

Ez ber bi wî ve çûm, rûniştim, min got «selam» û bi rûsî jê pirsî:

– Ji Kavkazê ye?

Ewî jî, bi rûsî, bi dil pakî li min vegerand:

– Ez benî, hîn dûrtir. Em kurdin.

– Bi kuda diçî?

Ewî bi nefsek biçûk, lê bi şanazî bersiv da:

– Ez diçim Stenbolê. Diçim cem padîşah bi xwe. Ez diyarî û hemdiya xwe bi xwe re ji padîşah re dibim. Heft qamçiyan. Heft kurên min, kurên hemû ev bûn, padîşah ew şandin şer. Û hemû di şer de hatin kuştin. Heft carî jî padîşah ez bilind kirim.

Yûnanekî çeleng ku cixare di nav tiliyan de bû û di ser me re rawestiyayî bû, bi mixabinî kire; niçe-niç. Çakêtekî gewr, yelekekî sipî, pantlonekî rasasî ku li gora modê bû, lê bûn. Qunderak ku ji terefekî xwe bi bişkok bû di nigan de bû. Ewî serê xwe hejand û got:

– Weha kal û bi tena xwe ma.

Mirovê kal lê nerî û got:

– Tu çi bêhişî! Tê kal bibî, lê ezê tu carî kal nebim. Tu li ser meymûnê dizanî?

Xortê çeleng ji xwe ne ewle bişirî û pirsî:

– Li ser kîjan meymûnê?

– Dêmek bibihîze!

– Tu dizanî ku Xwedê erd û esîman çê kir?

– Erê, ez dizanim.

– Dûre Xwedê însan xuleqand û jê re got: Însano, tu yê sî salî li ser rûyê erdê bijî. Tê bifikire ku Xwedê her tişt ji bo te afirandiye û ji bo te amade kiriye. Tu bi vê yekê razî ye? Însan jî fikirî: Jiyaneke weha xweş û temeneke kurt! Wey, çi hindike!

– Tu dibihîze? – Kalo pirsî.

– Dibihîzim, – çelengo bersîv da.

– Dûre Xwedê ker afirand û jê re got: Tê bi kurtan bî, tê bi xwircik û bar bî, wê xelk li te siwar bin û biziqitînin te. Tu bi sî salî razî ye? Lê belê ker ziriya, giriya û ji Xwedê pirsî: Çima wiqas? Xwedo! Panzdeh sal ji min re bese. Însan got: Xwedo, van salan ji pehra kerê bavêj ser temenê min. Û Xwedê weha kir. Tê vê yekê emrê însan dibe 45 sal.

Kalo li çelengo nerî û pirsî:

– Ev ji însan re baş bû ne weha ye?

Çelengo bûyî ku mebesta kalo fam bike, bersîva xwe da:

– Ne xerab bû.

– Dûre Xwedê kûçik çê kir û sî sal da wî jî. Xwedê ji kûçik re got: Tê her tim xeydokî û har bî û nobedariya mala xwediyê mala xwe bikî, tê baweriyê bi xerîba neyne, tê bireyê û wê şev xew nekevin çavên te. Tu dizanî, kûçik jî ji ber vê yekê zûriya û got: Nîvê vî temenî ji min re bese! Û careke din însan ji Xwedê doz kir. Û vî nêvî jî bavêje ser emrê min! Û Xwedê dîsa ev nîv da wî. Êdî temenê mirov dibe çiqas?

Çelengo bi medxweşî bersîv da:

– Dibe şêst sal.

– Lê Xwedê dûre, meymûn xulaqand. Sî sal da wê û got: Tu yê bêyî xebat û ked bijî, lê wê dêmê te pir kirêt be. Wê serê te keçel be û rûyê te bi qermîçok û bêyî buruh be. Wê her kes bixwaze li te binere, wê her kes jî bi te bikene.

Yê çeleng pirsî:

– Û wê jî, ev temen nexwest û doza nêvî kir?

Kalo qalûna nargîlê, ji destê kurdê ku nêzî wî bû girt û got:

– Ew jî, bi temenê xwe qayîl nebû û dîsa însan ji xwe re xwest.

Kalo dîsa xwe dirêj kir, bê deng li deve-rekê li ber xwe nerî û bêyî berê xwe bide kesî got:

– Însan, bi temenê xwe yê sî salî bi însanî dijî. Ew dixwe, vedixwe, di şeran de şer dike, hez ji jin û keçan dike. Lê panzdeh salên kerê, kar dike û mal dijivîne. Û 15 salên kûçik, ew xeydokî dibe, dibeze xelkê û malê xwe diparêze. Û dûre, gava ew kal dibe, ew fena meymûnê kirêt dibe. Û hemû serê xwe dihejînin û henekên xwe bi yextiyariya wî dikin. Ev hemû wê bi te re derbas bibin. – Kalo bi pêkenîn ji çelengo re got.

– Lê çima ne bi te re? – Yê çeleng pirsî.

– Bi min re, na.

– Îca, çima?

Kalo bi bawerî got:

– Yên weke min kêm in. Min ne keritî û ne jî kûçkanî kiriye. Îca ezê çima meymûntiyê bikim? Vêga ezê çima bibim kal?»

Werger ji zimanê Rûsî

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev