Alêksandr Pûşkîn -“Bager”

Li warê Nênarodovo merivekî bi navê Gavrîl Pêtrovîç dijî. Keçeke wî ya 17 salî heye, navê wê Marîya Gavrîlovna ye. Gelek xwezgînîyên wê hene, lê ew li ser leşkerekî feqîr – Vladîmîr bengî dibe. Ew jî li wî xweş tê, û ewana biryar dikin bi dizî nîşanîya xwe bikin û paşê xwe bavêjine ber dest û pîyên dê û bavên xwe. Herduyên bengî planekê amade dikin, ku gorî wê filan rojê Marîya Gavrîlovna gerekê piştî şîvê xwe nexweş bavêje û here bal xwe. Di rastîyê da ew gerekê ji derê piştê va derketa, bi xizeka ji berê da hazirkirî berê xwe bida gundê cînar – Jadrînoyê û dergîstîyê wê gerekê li dêra wir li benda wî bûya. Ew roj tê.

Lê çi hate serê dergîstîyê wê?

Vladîmîr bi dijwarî bi keşîş û şahidan ra ziman dibîne. Ewî got, ku xizekên biçûk daynine ser zînê hespekî. Û yek bêy destkêş berê hespê da Jadrînoyê, ku Marîya Gavrîlovna dergîstîya wî gerekê piştî sehetekê-dudan bihata wir. Rê ji wî ra nas bû û gerekê di nava 20 deqeyan da bigihîşta wir.

Lê hema Vladîmîr gihîşte deştê, ji nişkêva bayekî qalim rabû û fizildûmaneke wisa lê qelibî, ku ewî tu tiştek ne didît. Di nava deqeyekê da rê bi berfê va hate nixamtin; dor û ber di nava toz û dûmanê da ma û di nav tozê da kulîyên berfê dipekîyan; di navbera erd û ezman da ferq nemabû. Vladîmîr ketibû deştê û belasebeb hewil dida careke din derkeve ser rê; hespê wî xwe winda kir, kete nava şepeyên berfê; xizekên ser hespê pekîyan. Vladîmîr hewil dida riya xwe şaş neke. Bi wî va wisa xuya dibû, ku nîv sehetek derbaz bûye, lê ew hela ne gihîştîye besta Jadrînoyê jî. Weke deh deqe jî derbaz bû; hela best xuya ne dibûn. Vladîmîr bi deştê ra diçû, ku çel û kortên mezin lê hebûn. Bagerê venedikir, ezman sayî ne dibû. Hesp îdî diwestîya û Vladîmîr di nav xûdanê da mabû, ew jî wê demê, ku nîvê bejina wî di berfê da bû. Ji nişkêva texmîn kir, ku xwe li riya ne rast girtîye, xalifîye. Vladîmîr sekinî: kete nava mitaleyan, fikirî, anî bîra xwe, bi ser va çû, ku gerekê ser milê rastê ra biçûya. Berê xwe da milê rastê. Hespê wî dilikumî, bi dijwarî diçû. Ew îdî sehetekê zêdetir bû, ku di rê da bû. Jardîno gerekê ne dûr bûya. Lê ew diçû, hey diçû, lê dawîya deştê ne dihat. Li her cîyan şepeyên berfê bûn; her deqe xizek ji ser pişta hespê dişiqitîn, diketin, ewî carek din dida ser zînê hespê. Wext dibuhurî; Vladîmîr îdî pir aciz bûbû û ber xwe diket.

Ji nişkêva texmîn kir, ku reşayî xuya dibe. Vladîmîr berê xwe da wira. Dema ranzîkayî li reşayê kir, rastî delavekê hat. Ewî şikirîya xwe ji Xwedê anî, fikirî, ku îdî nêzîk bûye. Ew li rex delavê va çû, bi hêvîya, ku wê ji delavê derbaz be û destxweda bikeve ser rê: Jadrîno hema li piş wê bû. Zûtirekê ewî texmîn kir, ku derketîye ser rê. Darên li wir, yên ji zivistanê tazîbûyî ew war tarî kiribûn. Li vir bayê nikaribû zirar bida wan; rê hilû û şimşat bû; hesp ser xwe da hat, û Vladîmîr hinekî rehet bû, bîna wî hate ber.

Ew dibezîya, her dibezîya, lê Jadrîno xuya ne dikir; dawîya delavê jî ne dihat. Vladîmîr bi zendegirtin texmîn kir, ku ketîye nava daristaneke nenas. Ewî xwe şaş kir. Ewî dît, ku ji dûr va gundek xuya dibe, ku tê da çar an pênc mal hene. Vladîmîr berê xwe da wir. Dema gihîşte malika pêşin, ji hespê hate xwarê, hate ber dêrî û li pencerê xist. “Gelo Jadrîno ji vir dûr e? ” – “Ne gelekî, deh vêrst jî tune”. Piştî bersîveke ha, Vladîmîr li serê xwe xist û di cî da bû risas, mîna merivê, ku cezayê mirinê jê ra derketîye. Kalê malê rêberek da wî.

Dîkan bang dida û îdî dinya sayî bû, dema em gihîştine Jadrînoyê. Dêr girtî bû.

Lê gelo Marîya di çi halî da ne? Ew vedigere mala xwe, dê û bavê wê tiştekî texmîn nakin, ew dikeve nava rewşeke giran, ber pesinan dipeyîve, derheqa evîna xwe da dike piste-pist. Dê û bav biryar dikin dernekevine dijî zewaca wan: “xuya ye qedera Marîya Gavrîlovnayê ha ye, çi ku di enîya merivan da nivîsar e, nikarî biguhêrî; feqîrî kêmanî nîne û gerekê ne ku bi dewlemend ra bijî, lê bi meriv ra û her wekî din”.

Ewana leşker dişînin, ku bêje wan ew ji bo zewaca wan razî ne.

Lê nameyeke xemgînîyê distînin, ku tê da hatibû nivîsar: îdî wê lingên wî li mala wan nekeve. Zûtirekê ew diçe leşkerîyê û li wir tê kuştinê.

Marîya Gavrîlovna bîranîna wî bi serbilindî diparêze: pirtûkên, ku ewî hedya dabûyê, helbestên, ku ji bo wê hatibûn nivîsar û tu xortekî din qebûl nake.

Serhingekî genc û berbihêr bi navê Bûrmîn tê wî warî. Ew li Marîya Gavrîlovnayê gelekî xweş tê û ew jî li wî xweş tê. Lê pêşnîyaran nake.

Û carekê Bûrmîn li ser buhurê rastî Marîya Gavrîlovnayê tê, ku pirtûkek di destan da bû û fîstanekî sipî li xwe kiribû. Bûrmîn got, ku ew di zû da li bendê bû firsendek jê ra saz bibe, ku ew dilê xwe ber wê veke û hîvî kir deqeyekê guh bide wî. Marîya Gavrîlovnayê pirtûk girt û çavên wê digotin, ku ew razî ye û guhdar dike.

(Bûrmîn): “Ez ji we hiz dikim, Bûrmîn got, ez ji we gelekî hiz dikim… ” “Min wek herdem bêfesalî kir, lê ez hela gerekê sozê xwe yê giran pêk bînim, ez gerekê sureke mezin ber te vekim û astengeke, ku nayê çareserkirin, daynime di navbera me da…”

(Marîya Gavrîlovna): “Ew herdem jî hebûye, ez tu caran jî nikaribûme bibime xanima we…”

(Bûrmîn): “Belê, zanim, zanim, ku hûn wextekê bengî bûne, lê mirinê ne hîşt tu bi mirazê xwe şa bibî û sê salan tengezar bûyî… Marîya Gavrîlovna nazik û berbihêr! Ez merivekî bedbext im… ez zewicî me!”

Ez zewicî me, eva sala çaran e, ku zewicî me û nizanim, ka jina min kê ye, ew li ku ye, û ka gerekê ez rojek ji rojan rastî wê bêm!

(Marîya Gavrîlovna): Hûn çi dibêjin? – ew pir ecêb e! Berdewam bikin; ezê paşê serhatîya xwe bêjim… lê hûn ji kerema xwe berdewam bikin.

(Bûrmîn): Di destpêka sala 1812an ez bi lez diçûme Vîlnûyê, ku alaya me li wir bû. Dema ez êvareke dereng hatime hêwirgehê, ango stasyonê, min sipartin da warê hespên min tundurust bikin, bona ew rehet bin. Ji nişkêva hawîrdor bû bager, him nobedar, him jî barkêş ji min ra gotin xwe paş bixe, neçe. Min bi a wan kir, lê nerehetîyekê ez hingavtim, ewê tabetî ne dida min; bi min va wisa xuya bû, ku yek min de`f dide. Bager kêm ne dibû; min îdî nikaribû ber xwe bida, min emir kir carek din hespên min hazir bikin û ez ketime nava bagerê. Bi vî awahî em ketine nava gêjgerîngekê. Bager kêm ne dibû; min ji dûr va şemdanek dît û xwe li wê girt. Em hatine gundekî; li dêra gund ronahî dişuxulî. Dora dêrê hatibû sûrkirin, li rex sûrê çend xizek danîbûn; li dor wê meriv diçûn û dihatin. “Werine vira, werine vira”, çend kesan got. Min ji rêberê xwe ra got nêzîk be. “Ka bêje, tu li ku bûyî, ku dereng mayî?,- yekî gote min, bûk xeriqîye; keşîş nizane çi bike; em hazir bûn paşda vegerin. De ka zû derkeve”. Ez kerr û lal ji xizekê derketim û ketime dêrê, di destê min da du-sê mûmên kêmronahî hebûn. Keçik li ser kursîya kuncekî tarî ya li rex dêrê rûniştibû. Yeke dinê bi vîskîyê bedena wê miz dida. “Şikir ji Xwedê ra, ewê got, ku hûn hatine. Hindik mabû xanimê bikujin”. Keşîşê kal nêzîkî min bû û pirsî: “Hûnê fermanê bidin bona destpê bikin?”. “Destpê bikin, destpê bikin, keşîşê min”, min tevlihevbûyî bersîv da. Keçikê rakirin. Bi min va wisa xuya bû, ku ew ne yeke kêmaqil e… ez li rex wê sekinîm; keşîş bi lez diket; sê mêr û sitî ber dilê bûkê da dihatin û tevaya guhdarîya wan tenê li ser wê bû. Em nîşan kirin. “Hevdu maç bikin,- ji me ra gotin. Xanima min sûretê xwe yê betreng ber bi min anî. Min dixwest ew maç bikira… Ewê kire qarîn: “Na, eva ne ew e, ne ew e!” û bi xwe va çû. Haziran bi çavên tirsîyayî li min nihêrîn. Min berê xwe guhast, bêy ku rastî tu astengekê bêm, ji dêrî derketim, ber bi mihîna xwe çûm û min got: “Em herin”.

(Marîya Gavrîlovna): Hela vê ecêbê! – û hûn nizanin, ka çi hate serê jina we ya belengaz?

(Bûrmîn): Ez nizanim, ez nizanim navê wî gundî çi bû, li ku ez hatime nîşankirin; ne di bîra min da ne ka ez ji kîjan stasyonê çûm. Wan deman min zêde giringî nedida emelê xwe yê gunehkar û gava ez ji dêrê çûm, ketime xewê û berbanga rojtira dinê li stasyona sisîyan hişyar bûm. Xizmetkarê min, ku wî çaxî bi min ra bû, di rêwîtîyê da wefat bû, ji ber wê jî tu firsendeke min tune wê keçikê bibînim, ku min wisa bêwijdanî hîşt û çûm û ew niha belkî di rewşeke here xirab da ne.

(Marîya Gavrîlovna): Wey Xwedêyo, wey Xwedêyo! – ew hûn bûn!? Û hûn min nas nakin?

Reng li Bûrmîn çû… û xwe avîte ber pîyên wê.

Têmûrê Xelîl ji rûsî wergerandîye kurdî

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev