Tosinê Reşîd – ”Feqîr û pirtûk”

Tosinê Reşîd – ”Feqîr û pirtûk”

Destpêka payîza sala 1892 an bû, hê rast nîveka Îlona wê salê. Lê Gelîyê Lalişê hê jî bi xeml û xêza havînê nitirandî bû. Cî-cîna belgên dara rengê xwe guhastibûn, lê ew jî qey bêjî ji bo bedewîya gerdûnê hê belû bikin.

Gelîyê Lalişê benda şayê bû; benda Cejna Cemayê, benda hatina hecîyan bû û ji bo wê şayê xemla nuhbûka wergirtibû.

Ev jî yek ji mezintirîn daxwazên dilê her êzdîkî bû, wekî dema Cejna Cemayê Lalişa Nûranî zîyaret bike, ber nîşangehên xas û bavçakên êzdîyan pante bide, bi ava Kanîya Sipî xwe mor bike. Wekî beratan bi xwe re bibe mal.

Hevt roj, hevt şevan Gelîyê Lalişê di vê cihanê da, dibû cihaneke mayî, cihaneke batinî.

Û Gelîyê Lalişê xwe ji bo cejnê amade dikir.

Lê ev gişk sê roj berê bû.

Roma Reşe rûtik kingê hiştîye êzdî çavên xwe vekin, wekî niha bihêle. Kuştinê, talanan, wêran kirinê bi sedsalan didomand. Lê niha ji bo siltan Ebdûl Hemîdê Xwînxwar ev jî êdî têrê ne dikir; êzdî bibûna kelemê çavên wî û wî niha tenê nemana êzdîyan dixwest.

Împêratorîya Osmanîyê cara çendan li êzdîyan dihat xezevê, cara çendan fermana serê êzdîya radikir!

“Kî xwast bibe misilman, bira bibe, kî nexwest, gerek bê kuştin. Li seranser Împêratorîya Osmanîyê gerek êzdî nemînin, heta peyva êzdî jî gerek ji rûbarê dinê bê hildan.”

Di fermanê de usan jî nivîsar bû, wekî êzdî berê misilman bûne û divêt dîsan vegerin ser ola xwe kevn.

Ev bû birîyara siltanê Împêratorîya Osmanîyê Ebdûl Hemîd II û wî pêkanîna vê birîyarê spartibû fermandarê Mûsilê, Omer Wehbî paşa.

Paşê Mûsilê berê gazî serokên êzdîya kir, birine dîwana xwe. Wî ji wan re fermana siltan da xwendin û xwest wekî ji navê mîlîyonek sed hezar êzdîyên Împêratorîya Osmanîyê ji siltan Ebdûl Hemîd II re namê binvîsin, ku ew dibin misilman.

Lê êzdîya nexwest. Wan digot, wekî ew çawan berê misilman bûne, wekî ola wan çend hezar sal berî îslamê hebûye. Paşê jî kal û bavên wan bi hezarsalan ber xwe dabûn, bi seda hezaran bibûn cangorî, lê dîsan jî dest ji ola xwe nekişandibûn.

Û êzdîya nexwest dest ji ola xwe bikşînin.

Ji rîspîyên êzdîya yek hema li wir, ber çavê gişkan, bi lêdanê kuştin. Lê kuştinê jî çare nekir.

Omer Wehbî paşa benda berxwedana wa nîn bû. Ew bi hêrs ji cîhê xwe rabû, bêyî ku berê xwe bide êzdîyan, ji nav diranan re got:

“De hûnê bibînin, ez ê usan bînim serê we, wekî heta kurê-kura bê gotin.” Got û ji hundur derket.

Wî hema roja dû re artêşa paşê Mûsilê, bi fermandarîya kurê xwe, Assêm bêy, şande ser êzdîyên Şêxanê. Berî rêketinê ji eskeran re gotin, wekî kuştin û talan kirina êzdîyan xêr e, derê buhuştê ber wan vedike. Hemîn çi wan talan kir, para mezin ya wan e.

Di tamarên eskeran de xwîna bapîrên wan, koçerên berîyên Asîya Navîn hişîyar bibû, wana niha tenê kuştin û talan kirin dixwest. Nolî canegê ji bîna xwînê sewdeser bibin, dixwestin her jîndarî bikujin, her şênîyê wêran bikin…

…Gava kuştin û wêran kirina deverê qedandin, vê carê hatin ser Lalişa Nûranî.

Assêm bêy pêşîya eskerê xwe dihat. Serê kalemêrekî bi rû û gulîyên çîl-qerqaş serê rima wî ve bû. Wî ew wek alekê bilind girtibû û pêşîya eskerê xwe dihat.

Li Sûka Merîfetê ew ji hespê peya bû, serê kalemêr bi rimê ve da pişmêrekî xwe, wekî bibe dayne ser dîwarekî bilind. Serê wî hinekî ber de çend gava bi pêş ve çû, qey bêjî difikirî ka ji çi dest pê bike. Paşê ser milê xwe zivirî û emir kir:

“Li vê derê kuçkekî mezin vêxin. A, wan darê han bibirin, bînin.” Wî darê zergûzê nîşanî eskerên xwe kirin.

Darên zerguzê, ku bi belgên wan xerqe û kulik reng dikirin, birîn û bi êzingên wan li Sûka Merîfetê kuçkekî mezin vêxistin. Seva agir baş pê bigre bizrê zeytûnê, ku ji bo çirayên pîroz bû, ji Mergehê derxistin anîn û ser darên ter de kirin. Gava agir pê xistin, alavê bi carekê ve xwe avête êzingan û hilkişîya jor.

Feqîr Neqaş şûneke dûr rawestîya bû, çavên xwe nîv girti bûn û hema usan pite-pita wî bû; wî di ber xwe de ‘Diroze’ digot.

Çavên wî reş û mezin bûn, birûyên wî six. Di bejnê de nîvçe bû, lê bi dest û pê, ser hev de kutayî. Baqe simêlê palikî, ku tu caran dest pê nektibû, ber bêvla beranî bû. Porê wî dirêj, ku bi çend gulîya vegirtî bû, ser navmilê de dihat xwar. Dêmê wî ber tava havînê qimilî bû. Ser dêmê wî, alê rastê dexmeke kûr ji derba şûra hebû.

Niha wî herdu destên xwe kiribûn kulm û bi kêleka xwe ve guvaştibûn. Tenê car-caran destê xweyî raste nêzîkî devê xwe dikir û devzendkê xerqe bi lêvên xwe ve diguvaşt.

Û ‘Diroze’ digot!

Ew ji vê dinê hilatibû, wî zanibû, ev ê bên û herin, evdê ser reşin. Hê ka rastîya Xwedê ji bo wan dîyar bibe. Ew xalifîyên Xwedê hê gelekî ji heqîqetê dûrin.

Û wî “Diroze digot”;

“Şemsê êzdîyano,

Milkê mêrano…”

Benî adem di jîyana xwe de çi bêjî nake, lê tişt nabe, roja gişkan wê bê. Gişkê rojekê ber mîrê xwe bersiva kirinên xwe bidin, çi baş, çi xirab.

“Ez wê kim ro hatîye erşan e,

Ez wê kim ro hatîye erşan e,

Hilatîye manga giran e,

Nûr û nedera Şêşims,

Ji erşa daye masîyê binê berane”.

Ew niha difikirî ka gîyana Omer Wehbî paşa wê ber çi lawirî de bê. Ew ku gîyana vî zalimî ber mirovan de nayê, tu guman tune bû. Û ser zarê wî ‘Diroze’ bû;

“Navê te mîr e, navê te mîr e,

Ezîzê min navê te mîre,

Şêşimsê min navê te mîr e…”

Wî di bîra xwe de yek bi yek lawir bîr dianîn û gîyana Omer Wehbî paşa hêjayî tu lawirekî nedît. Dilê wî seva lawiran diêşîya.

Û Omer Wehbî paşa kurê xwe şandibû ser êzdîyên Şêxanê.

Kur ji bavê zalimtir bû. Eskerên wî ketine gundên êzdîyan. Çi kuştin, çi wêran kirin, çi talan kirin, niha jî xelk bi zor berev kirine, ka wê çi tiştê ne bînayî û ne dîtî bînin serê wan.

Assêm bêy, kurê Omer Wehbî paşa, destê xwe yê çepê dabû piş xwe, dor agir diçû dihat û emir dikir. Wî zû-zû bi destê rastê simêlê xwe ba didan. Dêmê wî teherekî şidîyayî bû, qey bêjî bûyarên ew niha bi pêk tîne, kirinên wî, ji bo jîyana wî gişkî giring bûn.

Assêm bêy zalimîya bavê xwe dîtibû û niha ne dixwast ji bavê daxwe. Wî dixwest nav û dengê wî derkeve, wî dixwest nav û dengê wî seranser împêratorîyê belav bibe.

Û li wê împêratorîya ser zilm û zorê, ser kuştin û wêran kirinê hatibû ava kirin, te tenê bi zalimîya xwe karibû nav qazanc bikira.

Niha jî wî emir kiribû, wekî gorên xasê êzdîya bikolin, hestûyên wan derxin û bînin ber çavên êzdîya bavêjne nav agir, bişewitînin.

Niha jî dora mirîyan bû!

Feqîr Neqaş ‘Diroze” digot.

“Ya rebî, xatra pîrê Memê Şivan, Gavanê Zerza,

Pîra Fat, Xatûna Ferxa,

Qere Şêx Mendê Ferxa kî.

Xatra wan mêra û wan meleka kî…”

Assêm bey dû re qey bêjî ji çûyîn, hatinê westîya, hinekî ji kuçik dûr ket û cîhekî rûnişt.

Wî bi serbilindî li agir dinhêrî. Roj bi dilê wî bû; eskerên wî zêdeyî çarsed êzdî kuştibûn, agir berî malên wan dabûn. Bi fermana wî bestûyê girvanê gişkan dirandibûn.

“Divêt tu nîşaneke êzdîyatîyê li rûbarê dinê nemîne!

De bira bizanibin, ka Assêm bêy çi mêr e. Pey roja îro re nav û dengê wî wê seranser împêratorîyê belav bibe, wê heta bigihîje siltan Ebdul Hemîd jî!”

Wî planên mayî jî avîtibûn; wê niha gor û nîşangehên xasên êzdîya gişkan ber çavên wan wêran bike, hest, pestê xasên wan ber çavên wan bişewitîne.

Paşê jî…

Paşê jî wê Lalişa Nûranî bike tekîya dewrêşên misilman!

Vê bawarîya dawî dilê wî gelekî şa dikir. Tu kesî berî wî ev yek ne kirîye. Cara yekemîn Assam bêy wê pîroztirîn parêstgeha êzdîya bike tekîya dewrêşên misilman.

“Êzdîyê mayî jî bira ji derda xwe bikujin!” Wî qure-qure ber xwe de got.

Îcar bavê çiqwes şa bibe, gava vê plana wî bibihê. Wê ber gişkan gazîke bal xwe, serê wî bi pêsîra xwe ve biguvêşe û enîya wî paç bike. Ev bûyar wê seva bavê jî bibe serbilindî. Çawan jî hebe, wê ji siltan Ebdûl Hemîd re bêjin, wekî Assêm bêy kurê Omer Wehbî paşa ye.

Wî ev daxwaza dilê xwe hê ji tu kesî re negotibû. Û niha di bîra xwe de digot û xwe bi xwe şa dibû.

Ew di nav van mitalan de bû, gava ofîsêrek nêzîkî wî bû.

“Ez benî, gava li gundekî me agir berî xanîya dida û em nêzîkî malkê bûn, xortekî xurcek di dêst de bi lez ji mal derket, xwe bi carekê re avête ser pişta hespê û xwest bireve. Lê tiving di dest min de bû û min dest xwe de gulle berî hespê da. Hesp ket, lê tiştek sîyar nehat. Wî xurc hilda û da pala fêza gund. Lê du sîyaran da pey, ew kuştin, xurcî jî anîn. Di xurcê de tenê ev pirtûk bû.” Wî got û pêceka di dest xwe de dirêjî Assêm bêy kir.

Feqîr Neqaş pêçek nas kir û wî zanibû, wekî kurê wî êdî kuştî ye. Kur heta bîn ber de hebûya wê pirtûk neda destên wan.

Şêweyekî xwîdaneke sar ser re avît. “Gelo ev bêbavê niha çi bike?” Di cî da çila bibû, te xencer lêxista çilke xwîn jê ne diçû.

Assêm bêy pêçeka sore ji qumaşê zêrbenî vekir, pirtûk ji nav derxist, carekê duda di destê xwe de wergerand, çend perên wê vekirin, lê nihêrî. Paşê pirtûk dîsan girt û bê xem dirêjî ofîsêr kir.

“Bavêje nav agir.”

Ofîsêr pirtûk ji destê Assêm bêy hilda û ber bi agir çû.

Feqîr Neqaş bi carekê ve vecêniqî. ‘Na, tenê ne ev yek’.

Ew pirtûk bi destê Melek Şîxisin hatibû nivîsar. Kirîyameta Xwedê bi Melek Şîxisin re hebû, ew xweyê qelemê bû û di vê pirtûkê de gotinên Xwedê bûn. Hevtê hevt govek bavên feqîr Neqaş ew pirtûk parastibûn; ji avê, ji agir, ji fermanên mîran, paşan, şah û siltanan. Hê tu cara destê bîyanîya wê pirtûka pîroz ne ketibû. Îcar çiqwesan di rihîna vê pirtûkê de serê xwe dabûn. Û niha wê bavêjne nav agir? Ew ne tiştê bûyînê bû. Û feqîr Neqaş derkete pêşîya ofîsêr û zarî bû.

“Ez benî, ew gotina Xwedê e, nabe tu bavêjî nav agir, guneh e.” Wî got û destê xwe dirêjî pirtûkê kir.

Ofîsêr qamçîkî zexm kişande dêmê wî. Wî destê xwe yê çepê da ber çavên xwe, destê rastê dîsan dirêjî pirtûkê kir. Vê carê eskerekî bi qundaxa tivingê heta wî hebû da hêta feqîr, ya rastê. Feqîr Neqaş hinekî şewişî, paşê nolî simla dirûtî ji jor de hate xwar.

Pirtûk avîtine nav agir. Feqîr Neqaş ji cîh rabû, çiqwas jî dilukumî, lê xwe gîhande kuçik, gav da nav agir û pirtûk di dêst de derket.

Pirtûka bi çerm rûkirî agir hê jî pê ne ketibû.

Agir cî-cîna kincê feqîr girtibû, lê xema wî nîn bû, wî pirtûk bi sîngê xwe ve guvaşt û xwest bireve. Lê du eskera xwe pê ra gîhand, girtîn, anîn bal Assêm bêy, bi zor ber wî dane ser çoka û bendê bûn, ka qumandarê wan wê çi emir bike.

Assêm bêy bi xwe nêzîk bû û bêyî tiştekî bêje, pihîneke zexm da defa sîngê feqîr. Feqîr ket, lê hê jî pirtûk bi sîngê xwe ve guvaşti bû. Assêm bêy vê carê mîna dîna destên wî, milên wî, lingên wî, serê wî hate pihîna. Pê ra jî digot, “Han ji te re, han ji te re!” Lê feqîr Neqaş hê jî pirtûk ji dest xwe bernedida. Eskera bi zor pirtûk ji destê wî derxistin û dane Assêm bêy. Assêm bêy vê carê bi xwe nêzîkî kuçik bû, beşereke qelp ser lêva, êzdîyên berevkirî nihêrî, paşê teherekî bêxem û tewekelî pirtûk avête nav agir. Demeke pir kurt agir nihêrî, paşê pişta xwe dayê û çû cîhekî dûr rûnişt.

Feqîr Neqaş bi lez ji cîyê xwe rabû, pişta xwe girtî, şêwekî ji êşê kûz bûyî, dîsan xwe avête nav agir û pirtûk derxist.

Vê carê çend eskera xwe gîhandinê, dane ber qundaxê tivingan, kulm û pihînan. Dîsan pirtûk ji destê wî derxistin û avêtine nav kûra agir.

Agir çiqwas diçû gur dibû, fire dibû. Niha alavê êdî xwe davît ber pere esmanan.

Feqîr Neqaş vê carê êdî hêdîka ji cîyê ketî rabû, serê xwe bilind kir, di dilê xwe da du’a kir û hêdî, hêdî ber bi kuçkê agir çû.

Ew êdî lez ne diket. Wî zanibû êdî dereng namîne. Raste rast gav da nav kûra agir, pişta xwe rast kir, serê xwe bilind kir û rawestîya. Lê ber alavê taba xwe ne anî, serê xwe hinekî mêl kir û milê xwe yê rastê da ber çavên xwe. Paşê bi teherekî xwe civande ser hev û di cîh de qincilî.

Zarîn kete nav êzdîya. Jina li xwe xist. Paşê ji nişka va hey li vir, hey li wir qewalan dest bi qewla ‘Seremêrgê’ kir. Dengên mayî gişk bi carekê ve temirîn.

Koma qewalan ew ber bi xweyê wî verê dikir!

Deng çiqwas çûn, zêde bûn. Demek hat qey bêjî gelîyê Lalişê bi kubra qewlê tijî bû.

“Dengê wan bidine birînê.” Assêm bêy kire qîrîn. Esker ketine nav xelkê, ser wan de diqujîyan, tivingê xwe nav hewê de agir dikirin, bi qamçîya xelkê dixistin. Lê kesên diketin jê dîsan qewl digotin.

Assêm bêy bi xwe nav xelkê ket; mêr, jin, zar, kal û pîr nedinhêrî, çep û rast xelk dida ber qamçîya. Lê demek hat, qey bêjî westîya, emir kir hespê wî bînin. Hespê sîyar bû û ajot.

Lezekê pêş de ewravî bû, ewrên reş û giran rûyê royê girtibûn.

Lê ji nişka ve ewir ji hev qelişîn û Şems nedîr da.

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev