L. Tolstoy

Baz û dîk

Baz hogirî xwediyê xwe bûbû û gazî wî dikir, difiriya û dihat ser destê wî, lê dîk ji xwediyê xwe direviya û dikir qij-qij dema ber bi wî ve dihatin. Baz ji dîk re got: Di we dîkan de, spasûdarî nîne, weha xwiyaye ku tuximê we yê kola ye. Hûn tenê dema birçî dibin têne cem xwediyê xwe. Lê em, gelo ji ber ku em ne ji balindên kedî ne, hêz di me de pir e û ji hemûyan bêtir em dikarin bi lez bifirin, lê em ji merovan narivin û em bi xwe jî diçin ser destên wan.

Dîk lê vegerand:

– Hun ji xelkê narevin ji ber ku we tucarî bazekî biraştî nedîtiye, lê em, di navbera demekê û demekê de, dîkên biraştî dibînin.

Wezîr Abdul

Li cem şahê Îranê wezîr Abdul hebû û gelekî rastîgo bû. Dema ew bi rê diçû cem şahî, li bajêr gel bi serhildanê radibû. Û çawa wan wezîr dît, rê li ber girtin, hesp rawestandin û gef lê xwarin: -Heger ew bi ya wan neke, ewê wî bikujin. Heta yekî ji wan weha cege bir xwe, destê xwe avêt rîyê wî û kişand.

Dema wezîr berdan, ew çû cem şahî û jê xwest ew ji gel re bibe alîkar û neda xwiyakirin çi pê kirin.

Beyaniya roja din, yê dukançî hate cem wezîrî. Wezîr jê pirsî, ew çi dixwaze. Ewî got: -Ez hatime bêjim te, ew kesê te êşandiye kî ye. Ew cîranê me ye, nave wî Egîm e. Bişîne pey wî û wî ceze bike.

Wezîr yê dukançî bi rê kir û hinart pey Negîmî. Negîm texmîn kir ku hinekan muxbirî lê kiriye, ji ber vê çendê, bi tirs hate cem wezîrî, bi hatina xwe xwe avêt ber lingên wî.

Wezîr ew rakir û jê re got: Ne ji ber vê yekê min şandiye pey te. Cîranê te ne baş e, ew li mikur hat, haj jê hebe! Xweda li gel te be!

Hind û îngilîzî

Hindiyan di şer de gencekî îngilîzî dîl girtin, bi darê ve girêdan û xwestin wî bikujin. Hindiyekê kal ber bi wan ve hat û got:

Nekujin, wî bidin min.

Ew dane wî.

Hindiyê kal wê ji darê vekir, ew anî kepira xwe, xwarin dayê û nivand.

Beyaniya ya dinî rojê, yê hindî ji yê îngilîzî xwest ew bide pey wî. Ew demeke dirêj çûn û kengî wan nêzîkayî li kampa îngilîzî kirin, kalê hindî got:

-Yên we kurê min kuştin, min jî tu qurtal kir. Biçe cem xelkê xwe û me bikujin.

Yê îngilîzî matmayî ma û got:

-Ji bo çi tu henekê xwe bi min dikî ? Ez pê dizanim yên me kurê te kuştin, tu jî zû bi zû min bikuj.

Îca kalê hindî jê re got:

Dema xwestin te bikujin, kurê min hate bîra min û dilê min bi te şewitî. Ez heneka nakim, biçe cem hevalên xwe û me bikujin, heger hûn bixwazin.

Yê hindî yê îngilîzî berda.

Du heval

Du heval di nav daristanê re diçûn, ji nişka ve hirç bi ser wan ve hat. Yek reviya, çû ser darê û xwe veşart, yê din jî li ser rê ma, tiştek di destê wî de nema, ji bilî xwe bavêje ser erdê û xwe li mirîtî deyne.

Hirç hate ser û rûyê wî bêhn kir û texmîn kir ku ew miriye, ji ber vê çendê ew bêhn kir, ew hişt û çû. Bi çûyîna hirçê, yê li ser darê daket û bi ken pirsî:

-Hirçê çi di guhê te de got?

-Ewî got, ew kesên hevalên xwe di metirsiyê de dihêlin û diçin, ne başin.

Wergera ji rûsî: Bavê Nazê

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev