Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Lêv Tolstoy – ”Piştî şahîyê”

-Va hûn dibêjin, ku meriv nikare xwe bi xwe fêm bike ka çi baş e, çi xirab e, ango sebebê her tiştî dorûberên merivan e û biryara her tiştî ew dorûber dide. Lê ez di wê bawerîyê da me ku her tişt bi bûyeran va girêdayî ye. Va ez li ser xwe bêjim.

Îvan Vasîlevîçê ji alîyê me hemûyan da hezkirî piştî sohbeta di navbera me da fikira xwe bi vî cûreyî bi ser hev da anî. Fikira tevbûyên sohbetê ew bû, ku bona pêşketina her kesî, lazim e wan şertan biguhêzin, ku meriv tê da dijîn. Tu kesî negotibû ku meriv nikare bi xwe fam bike ka çi baş e, çi xirab e, lê di xeysetê Îvan Vasîlevîç da hebû, ku di nav sohbeta geşbûyî da xwe bi xwe bersîva fikira xwe bide, ku di dema sohbetê da dixuliqîn û bona îzbatkirina fikrên xwe ji jîyana xwe nimûne dianî. Gelek caran ew fikrên xwe usa bi hewas û hijmekar, ji dil şirove dikir, ku ji bîr dikir, ka çima wî ew nimûneya xwe dianî meydanê.

Wî vê carê jî usa kir.

-Ez derheqa xwe da bêjim. Ne dorûber, lê tiştekî din tesîr li ser temamîya jîyana min kirîye.

-Çi tesîr kirîye?- me jê pirs kir.

-Ê, ew meseleyeke dirêj e. Bona hûn min fam bikin, divê ez dûr û dirêj şirove bikim.

-De ka ji me ra dûr û dirêj şirove bike.

Îvan Vasîlevîç kûr û dûr fikirî, serê xwe bir û anî.

-Belê,- wî got. -Temamîya jîyana min di nav şevekê de, ya rasttir berbangekê da guherî.

-De bêje, ka çi qewimî?

-Ew yek qewimî, ku ez wê rojê bengî bûm. Ez gelek caran bengî bûbûm, lê bengîbûna vê carê di ser yên berî wê ra bû. Ew di zû da qewimîye; êdî keçên wê çûne mêran. Navê wê B… bû, belê, Varênka B…,- Îvan Vasîlevîç paşnavê wê jî got. Ew di pêncî salîyê da jî gelek bedew bû. Lê di ciwanîyê de, dema hijdeh salî bû, bedeweke mîna horî û perîyan bû: bejineke bilind û talyanî lê bû, meşa wê mîna meşa sûravêlkan bû, mirov heyr û hijmekar bû lê binihêrîya. Bejineke şîşmanî lê bû, dema rêveçûnê serê xwe hinekî bi ser patika xwe da mêl dikir, te digot qey bi awakî din nikare; û wê yekê bi bedewî û bejinbildaya wê ra tevayî xemileke kaw û rewşeke kubar dida wê. Û eger em di ser van hemûyan da wê yekê jî zêde bikin, ku tim ken li ser lêvan bû, qaşên çavên wê tim diçûrisîn, tu kes wê nikaribûya bi bedewîya wê canika nazik ra biketa lecê.

-Îvan Vasîlevîç çi xweş dike!

-Ê, ez çawa jî şirove bikim, nikarim usa bêjim, ku hûn derc bikin ka ew yek çawa bûye. Lê em wê jî bihêline alîkî: ew tiştê ez dixwezim ji we ra bêjim, di salên çilî da qewimîye. Wî çaxî ez di ûnîvêrsîtêtekê da xwendekar bûm. Ez nizanim, baş e an xirab e, lê wê gavê di ûnîvêrsîtêta me da tu komikên dervayî xwendinê tunebûn. Em xort bûn, me rojên xwe bê xem û xerêq derbaz dikirin: me dixwend û em şa dibûn. Ez yekî kêfxweş û netebitî bûm; û di ser da jî dewlemend bûm. Mehîneke min hebû, ez bi canikan ra lê siyar dibûm, me berê xwe dida çiya û banîyan (di wan deman da xizek tune bûn), min bi xortan ra kêf dikir (di wan deman da me ji bilî şampanyayê, tu mey venedixwar; eger pere tunebûya, me tiştek jî venedixwar, lê hebûya jî me vodka venedixwar, wek ku îro vedixwin). Ji her tiştî pirtir min lezet ji şevan û şahîyan didît. Ez rind direqisîm û di husnê dinê da jî ne eblû bûm.

-Îcar pelepistûkîyan neke,- ji guhdaran yekî gotina wî birî. -Em ne îro te nas dikin. Tu ne tenê ne eblû bûyî, lê usa bedew bûyî, ku wek dibêjin, xelkê tu bi tilîyan nîşanî hev dida.

-De bira usa be, ez bedew bûm. Lê gotinên min ne derheqa wê yekê da ne. Lê derheqa wê da ne, ku ez di wan rojên bengîbûnê da, roja dawî ya cejna Maslênîsayê* bûme mêvanê kupkupekî wan deman, ku kalekî dewlemend û bi nan û xwê bû. Wî ez vexwendibûm şahîyê. Xanima wî, ku mîna wî dilpak û qenc bû û dêrekî qedîfe yê kaw lê, kofîyeke bi xişira û kevirên dur û cewahir va xemilandî li sêrî, bi sîng û berê pimpoxî ve, ku min tenê di portrêya Yêlîzavêta Pêtrovnayê* da dîtibû, di pêşîya min da hat. Şahî bê qusûr bû: odeyeke mezin bi komikên stranbêjan, sazbendan ve, ku di wan deman da bi nav û deng bûn, bûfêyeke bedew bi şampanyayên cûre-cûre va. Min ji şampanyayê gelek hiz dikir, lê pir venedixwar, ji ber ku bê vexwarin jî ez ji evînê serxweş bûm. Ez ewqas direqisîm, ku ji hal diketim û qidûmên min sist dibûn. Min tu reqasek bernedida, çiqas firsend biketa min, ez bi Varênkayê ra direqisîm. Wê dêrekî sipî li xwe kiribû, kembereke di rengê gulê da dabû nava xwe, lepikên sipî yên ji çermê xas kiribûne destên xwe, ku hew mabû bigihîştana enîşkê. Dema reqasa Mazûrkayê, bi min ra li hev nehat ez bi wê ra bireqisim. Heta ez çûm bal delak, vegerîyam, mihandiz Anîsîmov, ku mirovekî kirêt bû, ew dawetî reqasê kiribû. Ez heta niha jî nikarim wî bibaxşînim. Lê min ew reqas berneda. Min almaneke bedew dawet kir û pê ra reqisîm. Min ji berê da ew nas dikir û wextekê min çav berdabû wê. Lê di dema reqasê da ez tu caran pê ra nepeyivîm, min lê nedinihêrî, bala min tenê li bedewa bejinşîşmanî bû, ku dêrekî sipî li xwe kiribû û kembereke di rengê gulê da dabû nava xwe. Wextê vedibeşirî, gupik diketine sûretê wê yê nazik, ji çavên wê yên ji şabûnê şilbûyî nazikayî û dilpakî dibarîn. Ne tenê min, hemûyan li wê dinihêrî û lezet jê didîtin, him mêr, him jî jin bi wê heyirî mabûn, bêy ku texmîn bikin, ku wê bi bedewîya xwe va zora bedewîya yên din dibir. Ew usa kaw û kubar bû, ku mirovan bê hemdî xwe demeke dirêj lê dinihêrî û nikaribûn rûyê xwe jê biguhêzin.

Rastî ev e, ez ser wê bawerîyê me, ku wê reqasê ez ne bi wê re, lê bi Varênkayê ra reqisîm. Piştî wê reqasê Varênka ji serîkî odeyê, bêy ku tevlihev bibe, berê xwe da min û hat. Ez bê hemdî xwe rabûm, bêy ku li benda daweta wê bim, ber bi wê çûm. Wê bi kenê xwe yê beşerxweş razîbûna xwe da min, ku ez bi ser va çûm ew dixwaze bi min ra bireqise. Gava em nêzîkî hev bûn, wê destê xwe dirêjî min nekir, tenê milên xwe bir û anî û wek nîşana heyflêanînê û berxweketinê, beşereke xweş hate wê. Di dema reqasê da ji şabûnê te digot qey ez difirim û bîna wê jî te digot qey diçikîya û bi kenekî xweş ji min ra got: “Encore”*.

Ez ewqas li ser hev reqisîm, ku min ji bedena xwe texmîn nedikir.

-Te çawa jê texmîn nedikir. Ez di wê bawerîyê da me, ku te baş jî texmîn dikir, dema te nava wê hemêz dikir. Te ne tenê bedena xwe, lê te ya wê jî texmîn dikir,- mêvanekî got.

Îvan Vasîlevîç soromoro bû, serê xwe kire ber xwe û hema bêje kire qîrîn:

-Hûn nûnerên xortanîya niha ne. Hûn ji bilî bedenê tu tiştî texmîn nakin. Di dema me da ne usa bû. Min çiqas zef ji wê hiz dikir, ewqas bedena wê texmîn nedikir. Hûn niha çav berdidine lingên jinan, dixwazin ji gûzekê jortir bibînin, hûn cilên hizkirîyên xwe diêxin. Ber çavên min, wek ku Alphonse Karr* digot, nivîskarekî baş bû, cilên jinan di rengê tûnc da bûn. Me ne ku cilên wan diêxistin, lê me mîna lawê Nuh yê qenc, hewl dida cîyên tazîbûyî bigirin. Ê, ez çi jî bêjim, ji xwe hûn fam nakin…

-Guh nedine wî. Êdî çi dikarî bêjî?- yekî ji me got.

-Belê, ji gişkan zehftir ez bi wê ra reqisîm û min texmîn ne kir ka wext çawa derbaz bû. Sazbend usa westîyayî bûn, ku hema bêje eynî miqam lê dixistin, mêr û jinên sere jî li odeya ku şahî lê derbaz dibû, tevizî didane xwe, radibûn, li benda şîvê disekinîn, carinan bi lez û bez bi vir da, wê da diçûn û dihatin, tişt dibirin û dianîn. Şev dibuhurî, nêzîkî seheta sisîyan bû. Min dixwest ji deqîqeyên dawî jî karê ketama. Min careke din ew dawet kir; û em hema bêje cara sedî reqisîn.

-Gelo tuyê piştî şîvê jî bi min ra bireqisî?- Min jê ra got û ew bire cîyê wê.

-Lê çawa, eger berî te yekî din min dawet neke,- wê bi beşereke xweş got.

-Wê demê ez ê li ber xwe bikevim,- min got û baweşîngeke sipî dirêjî wê kir.

-Han ev jî bira ji we ra be, ji bo ber xwe nekevî,- wê got û perrekî baweşîngê jê derxist û da min.

Min ew perr hilda û min tenê dikaribû bi beşera xwe şabûna xwe ya bê hed û hesab dîyar bikira û razîbûna xwe bida wê. Ez ne tenê şad û razî bûm, lê ez bextewar bûm, ez ketime nava gêjgerînka batinî, ez ne ez bûm, te digot qey ez ne ji vê dinyayê me, yên ku xirabîyê nizanin û dikarin tenê qencîyê bikin. Min ew perr kire hundurê lepikê xwe û di cîyê xwe da bûme risas, ez nikaribûm ji wê bi dûr biketama.

-Hela mêze bike, bavo dixwaze bi min ra bireqise,- wê gote min û bavê xwe nîşanî min da, ku serhing bû û bi malxwêya malê û xanimên mayîn ra tevayî li ber dêrî sekinîbû.

-Varênka, bi vir da were,- me dengê malxwêya malê bihîst, ku gustîleke bi qaşê almastê kiribû tilîya xwe.

Varênka ber bi dêrî çû û min jî da dû.

-Usa bike, ku bavo hinekî bi we ra bimeşe, ma chere* Ji bo Xwedê, Pyotr Vasîlevîç,- malxwê berbirî serhing bû.

Bavê Varênkayê kalekî gelekî bedew, bejin bilind û yekî şidiyayî bû. Sûretê wî xumur bû mîna sêvên Şefranî, simêlên wî yên sipî digihîştine heta cênîkê û ew jî wek qîza xwe bi sebir, nazik bû, timê ken li ber lêvan bû. Ordên û mêdalyayên pêsîrê xemileke kaw û rewşeke bedew didane wî. Ew di ordîyê da di qulixeke bilind da bû.

Gava em gihîştine ber dêrî, serhing daweta me qebûl nekir, got ku di hêla reqasê da ew xam bûye, lê dîsa jî bi devekî ken xencera xwe ji ber qayîşa xwe derxist, da xortekî li kêleka xwe, yê ku xizmetî wî dikir, lepikên ji çermê nerm kirin destên xwe, “her tişt divê bi qanûnê be”, got û destê qîza xwe girt, hinekî reqisî û li benda teqila reqasê ma.

Sazbendan miqamê Mazûrkayê lê xistin, wî dest pê kir kete qamê reqasê, lingên xwe hey nerm û çapik û çeleng li erdê dixistin, hey bi heyecan û heytehol hinekî banz dida, xwe hil diavît û di wê odeya mezin da te digot cî têra wî nake. Bedena Varênkayê ya nazik ber bedena bavê ne tiştek bû, wê jî bi teqila bavê ra lingên xwe yên mîna berfê nerm û nazik bi vir de, bi wê da dibirin û dianîn. Hemû haziran bala xwe didane her hejeke wan. Min ne tenê bi heyr û hijmekar, lê bi şabûneke nebînayî, bi dilekî baristan li wan dinihêrî. Xwasma solên wî yên saqdirêj li min xweş dihatin, ku ne di modê da bûn, lê min li tu ciyan yên usa bedew û nerm nedîtibûn. Usa xuya bû ku soldirûyekî bi taybetî ew sol ji bo wî dirûtibûn. “Ji bo ku cilên baş li keça xwe bike, ew solên di modeyê da ji xwe ra nakire, lê dide dirûnê”, ez fikirîm û xasma goreyên wî gelek sade bûn. Usa xuya bû, ku ew wextekê baş direqisî, lê niha ji ya xwe ketibû û qudûm jî di çokan da nemabûn. Lê dîsa jî ew du fitilan baş reqisî. Lê gava êdî westîya bû, ji nişkê va ser lingekî mêl bû, li ser çokan ket, lê qîzê ku hinekî kenîya û hewil da fîstanê xwe rast bike, ku ji ketina bavê ra tevayî ji çoka bilind bûbû û renê wê xuya dibûn, xwe şaş nekir, reqasa xwe ya bi bavê ra berdewam kir, û haziran destên xwe li hev xistin. Ew bi zorekî rabû ser xwe, qîza xwe bi nermî hemêz kir, enîya wê maç kir, ew anî bal min û ser wê fikirê bû, ku ez ê jî bi wê ra bireqisim. Min jê ra got, ku xortê wê ne ez im.

-Hesab yek e, derbaz bin, niha hûn bi wê ra ne,- wî got, hinekî vebişirî û şûrê xwe kire kalên.

Çawa ku ji şûşa avê pêşî niqitkeke avê dirije, paşê temamîya avê, usa jî evîna min ku di dilê min da, di hindava Varênkayê da, fûr dida, ji dîlîtîyê aza bû û xwe da der. Wê demê min bi evîna xwe temamîya dinyayê hemêz kir. Min him ji malxwêya malê hiz kir, him mêrê wê, him xizmetkarên wê, him jî Anîsîmovê mihandiz, ku berê ew li ber çavên min mîna marekî reş bû. Wan deman xasma kêfa min gelekî bi bavê wê ra dihat, ku solên saqdirêj yên sade pê kiribûn û beşera wî gelekî mîna beşera qîza wî bû.

Reqasa Mazûrka xilas bû, û xwedîyên malê mêvanan dawetî ser texte kirin bona şîvê bixwin, lê serhing B. got ku wê şîvê nexwe, ji ber ku wê sibê zû rabe û xatirê xwe ji xwedîyên malê xwest. Çirkîn li dilê min hat, min digot qey dê wê jî bi xwe ra bibin, lê ew bi diya xwe ra ma.

Piştî şîvê ez bi wê ra dîsa reqisîm û berî reqasê min digot qey ez gelekî bextewar im, lê ew bextewarî her diçû zêde dibû. Me derheqa evînê da tu tişt nedigot. Min ne ji wê û ne jî ji xwe nedipirsî, ka ew ji min hiz dike. Ew yek têra min dikir, ku ez ji wê hiz dikim. Û ez tenê ji tiştekî ditirsîyam, ku ji nişkê va tiştek li ser rêya bextewarîya min bibe asteng.

Gava ez hatim malê, min kincên xwe êxistin, ku razêm, min texmîn kir ku xewa min qet nayê. Di destê min da perrê ji baweşînga wê û lepikekî wê bû, ku wê dabû min, gava ber bi faytonê diçû, ku siwar be û min pêşî diya wê lê siwar kir, paşê jî ew. Min li wan tiştên ku wê dabûn min dinihêrî û min nikaribû çavên xwe jê bi dûr bixim, ew dihate ber çavên min, gava wê dixwast ji du camêran yekî hilbijêre, belkî jî difikirî, gelo ez layîqî wê me; û dengê wê dilê min xweş dikir, gava wê digot: “Kubarî ye? Erê?” û bi dilekî şa destên xwe dirêjî min dike, an jî gava li ser şîvê qedeha şampaynê ber bi lêvên xwe dibe û di bin çavan ra bi kenekî hinkûfî dilsotinê dinihêre ku dil û hinavên merivan tevlihev dike. Lê ji hemûyan pirtir ez wê bi bavê wê ra dibînim, gava ew bi meşa sûravêlkê li dor wî diçe û tê û bi kubarî û bi şahî li kesên li wir hazir mêze dike, ku gişk jî di heyra wê da nin. Û ez bê hemdî xwe difikirim, ku ew herdu wekî hev û mîna hev bextewar in.

Wî çaxî ez bi birayê xwe yê rehmetî ra dimam. Kêfa birayê min bi jîyana bi heyecan nedihat, ew nediçû şahîyan, hertim li ser têma xwe ya doktorîyê kar dikir û ez dibêm wî rast jî dikir. Wê rojê ew razayî bû. Min dîna xwe dida wî, ku serê xwe kiribû nava balgîyê xwe, nîvê serî ji bin lihêfê xuya dikir û gunehê min li wî dihat, ku wî derheqa wê bextewarîyê da nizanibû û min nikaribû wê bextewarîya ku min li ser xwe texmîn dikir, jê ra bigota, dilê xwe li ber wî vekira. Xulamekî me, Pêtrûşka mûm di dest da hat û xwest alî min bike, da ku ez cilên xwe darda bikim, lê min razîbûna xwe da wî û gotê, ku here. Porên serê wî gijgijî bûn, reng lê çûbû, lê ez wê rojê ewqas bextewar bûm, ku min ê tu tiştek, ku ne bi dilê min bûya, texmîn nekira. Ez li ser pozikên solan, hêdî û bi fesal derbazî odeya xwe bûm, ku ji nişkê va wî şîyar nekim û li ser cî û nivînan rûniştim. Belê, ez usa bextewar bûm, ku xew û xewn ber serê min ra derbaz nedibûn. Di wê odeyê da bîna min teng dibû, belkî jî ji germê bû. Ez bi fesal derketim eywangehê, min potê xwe avête navmilên xwe û derketim der ve.

Saet hema bêje pêncê şevê bû, ku ez ji şahîyê derketim. Heta gihîştime mal, hinekî li malê rûniştim, du sehet jî derbaz bûn, ango dema ez ji mal derketim, êdî kew ketibû sibê, berbang bû. Hewayeke usa bû, ku hinkûfî wê cejina xaçparêzan ya bi nav û deng bû, ku jê ra digotin Maslênîsa. Xunavê ew dorûber hildabû, mijeke firk bajar kiribû bin perê xwe, berfa li ser riya ku bûbû şilope, ji hemû banan dilop dikir. Wî çaxî B. qeraxê bajêr da dima, rex deşteke mezin, ku alîkî wê meydana bona ger û seyranê bû, alîkî din jî Înstîtûta ji bo jinan bû. Ez ji şiverêya rex malê derbaz bûm, derketime ser riya mezin. Li wir peya û merivên li ser xizekên bi daran va barkirî rastî hev dihatin. Hespên faytonan, ku serê xwe yê ji baranê şilbûyî hil dikirin, hemalên palan li piştê, ku bi solên saqdirêj ve, xwe bi wan faytonan va digîhandin bona qismetekî bi dest bixin, ew malên li ser wê kûçeyê, ku di mija sibê da gelek bilind xuya dibûn; ev hemû nêzîkî dilê min bûn.

Gava ez gihîştime deştê, ku mala wan li wir bû, min dît, li cîyê ku milet berevî ser hev bûbû bona seyranê, ji dûr va tiştekî reşî ejdeha xuya dibe û ji wir dengê fîqê û defê tê. Dilê min digot, ku ew divê sazbendîya Mazûrkayê be. Lê ew sazbendîyeke din bû, sazbendîyeke usa, ku hema bêje ruh tê da tunebû.

“Gelo ev çi ye?” ez fikirîm û min da nav deştê, xwe li dengê wê sazbendîyê girt û çûm. Ez hema bêje sed gavî çûm, min texmîn kir, ku di nav wê mijê da ez gelek merivên bi kincên reş dibînim. Min got qey ew esker in. “Welle, ez î rast im”, ez fikirîm û min bi hedadekî potê ji postê terewilekî lê, ku di dest da tiştek hebû û rêberîya min dikir, ranêzîkayî li cîyê wê şaynetîya bi heytehol kir. Eskerên bi çekên reş bi du cêrgan, himberî hev sekinîbûn, sîlihên xwe danîbûne ser pozika solên xwe û ji cîyên xwe nedileqîyan. Li paş wan deholvan û bilûrvan sekinîbûn û bê navbirî wî miqamê bê ruh lê dixistin.

-Gelo ew çi dikin? – Min ji hedad pirsî, ku kîp li rex min sekinîbû.

-Yekî teter ceza dikin, ku ji dîlîtîyê revîye,- hedad bi dilekî kovan got û bala xwe da dawîya cêrgeyê.

Min jî bala xwe da wêderê û tiştek bala min kişand: di nav cêrgan da tiştek, ku meriv saw lê digirt, ber bi min va dihat. Tiştê ku ber bi min va dihat, merivekî hetanî navê tazî bû, ku du eskeran rêberîya wî dikirin û ew usa bi sîlihên xwe va girê dabûn, ku wî nikaribû xwe bilipitanda. Li rex wan ra zapitekî bilind, bi çekên eskerîyê va diçû. Ji rêveçûyîna wî te digot qey erd diheje, wî çapik û çeleng lingên xwe li erdê bi şepe dixist. Bi min va usa xuya bû, ku bejin û bal û rêveçûyîna wî bi min ra nas e. Yê cezakirî ji derbên ku ji herdu alîyan li ser wî da dibarîyan, bi temamîya bedena xwe va xwe bi vî alî, wî alî va dibir û dianî, xwe dilipitand, dixwest xwe ji dîlîtîyê xilaz bike. Ew hey ber bi min va dihat, hey bi paş da diçû, dişewişî û hew mabû biketa. Wî çaxî zapit ketine bin milên wî û ew bi paş da vekişandin. Li rex wî zapitekî bejin bilind û çeleng bi gavên qeşeng diçû. Ew bavê wê bû, bi sûretên şefranî û simêlên mîna berfê sîs.

Di dema her derbxwerinê da yê gunehkar mirûzê xwe tirş dikir û berê xwe dida alîyê, ku derb li wî diketin, diranên xwe li wan diçirikandin, hertim di ber xwe da dikire miremir û herdem eynî xeber digotin. Gava ew gelekî nêzîkî min bû, min ew xeberên wî zelal bihîstin. Zarê wî nedigerîya ew xeber bigotana, ew bi zorê ji devê wî derdiketin: “Heyran, bibaxşînin. Heyran, qisûrê menêrin”. Lê wan nedibaxşand û gava ew bi meşê nêzîkî min bûn, min dît, ku eskerê pêşberî min sekinî bi awakî berk gavek pêş da hat û qamçîya destê xwe di hewê da bir û anî, kire fîtînî û derbeke usa zexm li pişta yê teter xist, ku agir ji ber çavên wî pekîyan. Yê teter xwe xirûşî wan kir, lê zapitan ew girt û derbeke usa ji alîyê din jî lê xistin. Û ew dîdem çend caran li ser hev dubare kir. Serhing li rex wî diçû û dihat, hey serê xwe dikire ber xwe, li solên xwe dinihêrî, hey bala xwe dida yê gunehkar, hewayeke xurt hulmeyî xwe dikir, gepê wî ji hewayê dibûne gupik û wê hewayê bi hemdî xwe ji ber lêvên xwe berdida. Gava cêrga eskeran ji wî cîyî ra derbaz bû, ku ez lê sekinîbûm, çavên min bi demeke kurt li pişta yê gunehkar ket. Li ber çavên min reşevehat. Ew tiştê min dît, şil bû, di nav gelek rengan da rengê sor pirtir bû, tiştekî sêr bû û min bawer nekir, ku ew bedena merivekî ye.

-Xwedê bê hewara te,- hedadê li rex min got.

Cêrga eskeran ji me bi dûr diket, ew kesê gunehkar weke berê ji herdu alîyan derb dixwarin, qamçî usa dişelpandine pişta wî, ku gunehê kafiran bi wî dihat û weke berê ew nikaribû li ser pîyan bisekine û weke berê esker li ber dengê defê û fîqê çapik û çeleng dimeşîyan, weke berê ew serhing bi bejina xwe ya tîtalî di rex yê gunehkar ra diçû. Ji nişkê va serhing sekinî û bi lez ber bi eskerekî va çû.

-Ez ê ruhê te derxim, ez ê bela te bidim,- min dengê wî yê bi hêrs bihîst.- Tu yê pakî lêbixî an na?

Û min bi çavên serê xwe dît, ku wî çawa bi kulmên xwe yên zexim li ser û çavên eskerê bejinkurt, tirsîyayî dixist, ji ber ku wî ne gelekî bi hêz qamçîyê xwe li ser pişta teterê ji xûnê mewicî dadiweşand.

-Ka qamçîyên teze bidin!- Wî kire gazî û li min nihêrî. Usa da xuyakirin ku min nas nake, çavên xwe li min cinû kirin û pişta xwe da min. Ez usa tevlihev bûm, ku min nizanibû li kîjan alî binihêrim, min digot qey min gunehkarîyeke mezin kirîye. Min serê xwe kire ber xwe û bi lez berê xwe da ber bi mal. Di rê da hey dengên defê û fîqê di guhên min da dikirine zingîn, hey gotinên: “Birano, bibaxşînine min” li min tesele dibûn, hey dengê serhing yê bi hêrs û bi xwe bawer dikete guhê min, ku dikire gazî: “Tuyê bi pakî lêbixî an na?” Ji wan dîdeman te digot qey barek li ser dilê min e, ez ji hal ketibûm û mehdê min usa li hev dixist, min digot qey ez ê niha vereşim. Nayê bîra min, ku ez çawa gihîştime mal û ketime nava nivînan. Hema çevên min diçûne ser hev, dîsa ew deng diketine guhê min, ew dîdem di ber çevên min ra derbaz dibûn û ez vediciniqîm.

“Usa xuya ye, ku ew tiştên usa zane, ku ez nizanim, ez derheqa serhing da weha fikirîm. Eger min ew tiştê ku wî zanibû, bizanibûya, min ê ew tişt fam bikira, ku min ewqas wext li ber çavên xwe dît û wê ewqas ez neêşandama”. Lê ez çiqas fikirîm, min rê ji rêya dernexist û min nikaribû fam bikira ka serhing çi zane. Van mitalan nedihîşt ez di xew ra herim, ji ber wê jî min berê xwe da mala hevalekî, bi wî ra têr mey vexwar û nêzîkî êvarê, gava hatim malê, çevên min çûne ser hev û ez ketim xewa hingorê.

Hûn çi difikirin, hûn dibêjin qey ez li ser wê bawerîyê me, ku tiştên min dîtî tiştên beredayî û bê mahne ne? Na welle, ne usa ye. “Eger ew kar usa bi ciddî dihate kirinê û her kes li ser wê bawerîyê bû, ku ew yek divê bê kirinê, tê wê maneyê, ku ew tiştekî usa zanibûn, ku min nizanibû”,- ez difikirîm û min hewl dida pê bihesim. Lê min çiqas hewl dida, min tê dernexist. Lê ji ber ku min nizanibû, min nikaribû di eskerîyê da meşq bikira û ne tenê neçûme eskerîyê, lê hela di ser da jî min karekî ku nêzîkî karê eskerîyê be, nekir. Loma jî, wek hûn dibînin, ez bi kêrî tiştekî nehatim.

-Belê, wê yekê em zanin, ku tu bi kêrî tiştekî ne hatî,- yekî ji me got. -Ya baş ew e, bêje ka çiqas meriv di rûyê te da wek te bi kêrî tiştekî nehatin?

-De îcar tu hîlekarîya dikî,- Îvan Vasîlyêvîç bi hêrs got.

-Lê çi bi evînê qewimî?- me pirsî.

-Evîn? Ji wê rojê da evîna min her çû xeyîrî. Gava ken li ber devê wê diket û diketime nava mitalên kûr û dûr, wî çaxî serhingê li meydanê dihate ber çevên min û ez yekser qudûmşikestî dibûm, ji ber wê yekê jî min û evîna xwe wek berê zû bi zû hevdu nedidît û em ji hev sar dibûn. Û evîna me usa serê xwe danî ax û berên sar. A da îcar texmîn bikin, ku temamîya jîyana merivekî çawa dikare ji tiştekî biguhêre. Lê hûn dibêjin… û wî xeberdana xwe bi ser hev da anî.

Têmûrê Xelîl ji rûsî wergerandîye kurdî

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev