Mêrikê feqîr û gur

Hebû tunebû, mêrikekî feqîr hebû… Dibêjin ev mêrikê feqîr pir kar dikir, lê têr nan nadixwar. Sibê heta êvarê dixebitî, ne mala wî hebû, ne halê wî hebû… Rojekê ji rojan rabû û got:

Emirê min na tu emir e… halê min ne tu hal e. Ez herim ba Xwedê û çend pirsa lê bikim. Bira Xwedê ji min ra bêje ez çima di vî halî da me? Yan bira Xwedê emirê min bîne sêrî… yan bira rihê min bistîne…emirê min ne tu emir e.

Got û ket ser rê û çû. Pir çû, hindik çû… Xwedê zane. Lê rojekê di rê da rastî gurê birçî hat. Gur jê pirsî:

Evdê Xwedê, tu di ku da diçî, çima wusa melûl î?

Mêrikê Faqîr got:

Brayê gur, ez ber bi Xwedê diçim ji bo çend pirsan lê bikim. Dixwazim wekî Xwedê min ra bêje, ez çima di vî halî da me? Sibe hetanî êvarê kar dikim, lê ne min mal e, na min hal e…ne jî zikê têr nan dixwim.

Gur gotê:

Tu rast dibêjî. Wekî te dît, pirsa min jî jê bîke – bêje gurakî birçî serê çîyayê jorîn heye, duxwe-naxwe têr naxwe. Ev çi hesab e? Ezê kîngê têr li rûbarê dinyayê bigerim?

Mêrikê feqîr got:

Ser çava, birayê gur, ezê pirsa te jî ji Xwedê bikim.

Got û dîsa ket ser rê. Pir çû, hindik çû… gihîşte gundekî. Wi gundî da kesek ne mabû. Lê ber dîwarekî keçka delal runiştibû û gore çêdikir.

Keçika delal got:

Evdê Xwedê, tu çawa derketî ser van rîya, ku da diçî, çima wusa melûl î?

Mêrikê feqîr got:

Keçka delal, ez ber bi Xwedê diçim ji bo çend pirsan lê bikim. Dixwazim wekî Xwedê min ra bêje, ez çima vî halî da me? Sibê hetanî êvarê kar dikim, lê ne min mal e, na min hal e…ne jî zikê têr nan duxwim.

Keçka delal got:

Wekî te dît, pirsa min jî jê bîke. Bê keçikeke delal bi tena serê xwe gundekî da dimîne… bi dest-pêşe, nav û namûs e…wê heta kengî tenê bimîne? Bira Xwedê min ra mêrekî bişîne, ez jî herim bi bextê xwe şa bim.

Mêrikê feqîr got:

Ser çava, Keçka delal, ezê pirsa te jî jî Xwedê bikim.

Got û dîsa ket ser rê. Pir çû hindik çû, wastîya û bin darekê rûnişt. Darê bi wê ra xeberda:
Evda Xwedê, tu çawa derketî ser van rîya, kuda diçî, çima wisa melûl î?

Mêrikê Feqîr got:

Darê, ez ber bi Xwedê diçim ji bo çend pirsan lê bikim. Dixwazim wakî Xwedê min ra bêje, ez çima vî halî da me? Sibê hetanî êvarê kar dikim, lê ne min mal e, ne min hal e… ne jî zikê têr nan duxwim.

Darê got:

Wekî te Xwedê dît, pirsa min jî bike, bê darek serê rê heye, ev çend sal e sêv ser darê nagihijin, pêlê wê zû diweşin. Ev çi hesab a? Ezê bikaribim sêva ser xwa sor kim?

Mêrikê feqîr got:

Ser çava, dara serê rê, ezê pirsa te jî jî Xwedê bikim.

Got û dîsa ket ser rê. Pir çu, hindik çu… û rojekê gihişte ber dîwana Xwedê, çok da û got:
Xwedê, az hatim pirsa ji te bikim. Emirê min ne tu emir e…halê min ne tu hal e. Sibê hetanî êvarê kar dikim, lê ne min mal e, ne min hal e… Ez sibê heta êvarê dixebitim, lê zikê têr nan naxwim. Xwedê …tu bêje ez çima vî halî da me? Yan emirê min bîne sêrî… yan rihê min bistîne… Emirê min ne tu emir e, roja min ne tu roj e…

Xwedê lê guhdarî kir û pêra xeberda:

Evdê Xwedê, vegere warê xwe wê rê va, kîjan tu hatî û ezê emirê te bînîm sêrî.

Mêrikê Feqîr lê pirsî:

Xwedê, le ez ji keçka delal, dara serê rê û gurê birçî ra çe bejîm?

Xwedê got:

Keçka delal ra bêje, wekî yekî rêwî hat gundê wera darbas bu û got – “Keçka dalal, min ra bibe kevanî” – wê bigihîje mirazê xwa. Dara sêva ra bêja binê tamarê (reh) wê da zêr û zîv hene di sandoqê da, wekî yekî rêwî hat û kola, darxist, darê weke berê sêva bide. Lê ji gurê birçî ra bêje, wekî rastî merîkî ker û bêaqil hat, bira wî jî buxwe. We têr be û qet birçî nabe.

Xwedê got û ber çavê wî wunda bû.

Mêrikê Faqîr ket ser re û çû , gihişte dara sêva û got:

Dara sêva, ez lez im, rûnanim, lê Xwedê got, yekî rêwî hat, zêr û zîvê bin tamarê te da kola û derxist, tê weke berê şîn bibî û sêva bidî.

Dara sêva got:

Xortê dalal, lez nekeve,warê bikole wan zêr-zîva derxe, ez gune me, tu jî dewlemend bî û tê min jî xelaskî ji mirinê.

Mêrikê Feqîr got:

Na welle! Xwedê min ra bextekî mayîn soz daye, ez zû herim bigihîjim warê xwe û bextê xwe.

Got û dîsa ket ser rê, gihişte wî gundî, dît ew Keçka delal li hîvîya wî ye. Got: -Keçka delal, ez lez im, runanêm, lê Xwedê got, yekî rêwî hat gundê we ra derbas bû û got – “Keçka delal, min ra bibe kevanî” – te bigihîjî mirazê xwe.

Keçka delal got:

Xortê delal, lez nekeve, tu min ra bêje, ez te ra bivim kevanî.

Mêrê feqîr got:

Na welle! Xwedê min ra bextekî mayîn soz daye, ez zu herim bigihîjim warê xwe û bextê xwe.

Got û dîsa ket ser rê. Pir çu, hindik çu, dît wê serê çiyayê jorin gurê birçî dike gazî:
-Evdê Xwedê, te min ra çi xeberê baş anî?

Mêrikê feqîr got:

Birayê gur, ez lez im, rûnanêm…

Gure birçî got:

Na, welle, tuyê rûnêyî û min ra bejî te çe kir, te kî dît, Xwedê çi gote te?

Gurê birçî û mêrikê feqîr runiştin û wî jê ra got, çawa rê da rastî dara sêva û keçka delal hat. Got Xwedê çi got wana ra. Gur bihîst û lê pirsî:

Evdê Xwedê, ma te Kaçka delal xwe ra ne kire kevanî, ma te zêr û zîvê bin darê da ne kola, çima?

Mêrikê feqîr got:

Na welle! Xwedê min ra bextekî mayîn soz daye, ez zû herim bigihîjim bextê xwe.

Û da xwa weki here. Gur got:

Runê, Evdê Xwedê, lez nekeve… Lê te ne got Xwedê min ra çi got?

Xwedê te ra got, wekî rastî mêrekî ker û bêaqil hatî – buxwe, tê têr bî û qe emirê xwe da birçî nabî.

Gurê birçî got:

Eêê, Evdê Xwedê, ezê yekî ji te kertir û beaqiltir ku bibînim? Tu ketî destê min, ezê te jî bixwim – got û xwar….
Berevkar: Xanima Elî

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev