Bîranîneke Qanatê Kurdo di derheqa Hovsêp Orbêlî de

Sala 1928 an Komîta Navendî, ya Partîya Komûnîste Ermenistanê, bi pêşnîyara Erebê Şemo komek xortên kurd, ji bo xwendinê, dişîne Lênîngradê. Qanatê Kurdo jî di nav wê komê de bûye.

Havîna sala 1962 an ez li Lênîngradê mêvanê Qanatê Kurdo bûm. Em car-carna bi êvaran derdiketin gerê. Dema wan gera Qanatê Kurdo bûyarên balkêş bîr danîn û wan bîranîna giringîya gera me ji bo min hê mezin dikir.

Carekê jî wî bîranîneke bi akadêmîk Hovsêp Orbêlî re girêdayî glî kir.

Gava koma ji heyşt xortên kurd li Lênîngradê dest bi xwendinê dike, mamostayê wan î zimanê kurdî, Hovsêp Orbêli dibe. Qanatê Kurdo bîr tîne, wekî carekê dema dersê, xwendikar di nav hev de dipeyivin û guh nadin mamostaê xwe, H. Orbêli. H. Orbêlî hers dibe, kulma xwe masê dixe û dibêje: “Baş hay ji xwe hebin, di tamarê min de jî xwîna kurda dikşe.” Xwendevan gişk li çavên hev dinhêrin û dengê xwe nakin.

Min ji Qanatê Kurdo pirsî: “Lê we paşê jê pirs nekir ka ew xwîna kurda di tamarê H. Orbêlî de ji ku tê?” Qanatê Kurdo got, wekî hingê şerm kiriye bipirse, paşê jî ji bîra kirîye ew yek.

Çend sal berê li Yêrêvanê mûzêxana ‘Birayên Orbêlî’ vekirin. Orbêlî sê bira bûn; Rubên, Hovsêp û Lêvon. Hersê jî zanîyarên bi nav û deng bûn.

Gava du sal berê êz çûme wê mûzêyê, bîranîna Qanatê Kurdo kete bîra min û min xwest ji xwe re zelal bikim, ka xwîna kurdi di tamarên Hovsêp Orbêlî de ji ku tê? Min berê êdî zanibû, wekî ji alê bavê de ew ji malbeta mîrên ermenîya Artsrûnî bûne, dima ez ji alê dê de koka wî bigerim. Û rastî jî di alê dê de xwîna kurda hebûye; dayka wî, Varvara, ji malbeta mîrên Çepildirêj (Dolgorûkî), malbeta herdu birayên bi nav û deng, Zakarîya û Îvanê bûye, ku bi eslê xwe kurdên êzdî bûne.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev