Akadêmîk Hovsêp Orbêlî

Di pirsa lêkolîna ziman, dîrok, wêje û çanda kurdî de zanyarên ermenî karekî berbiçav kirine. Ji sedsalîyên navîn dest pê kirî ew mijûlî pirsên kurdnasîyê bûne û kesên wek nivîskar û ronakbirê ermenîyayî bi nav û deng Xaçatûr Abovyan, kompozîtor û sazbendîzan Komîtas, rojhilatnasê bi nav û deng Hovsêp Orbêlî di dîroka kurdnasîyê de cîhê xwe, yê hêja girtine.

Rojhilatnasê bi nav û deng, yekemîn prêzîdêntê Akadêmîya Ermenistanêye Zanîyarîyê, Hovsêp Orbêlî dostekî gelê kurdî dilsoz bû, pêsewitîkî çanda kurdî êgin.

Hivsêp Abgarovîç Orbêlî sala 1887 an li bajarê Kûtayîsî (Gurcistan) di malbeteke torin, (arîstokrat) de ji dayîk bûye. (Rehên malbeta wan digihîjne malbeta mîrên Artsrûnî ye bi nav û deng.). Ew sala 1911 an xwendina xwe ye bilind li zanîngeha S. Pêtêrbûrgê, fakûlta Dîrok û fîlologîyê temam dike û hema li wê fakûltêtê jî dest bi karê mamostatîyê dike û sala 1914 an dibe profêsor. Hê salên xwendkarîyê ew bi N. Mar re beşdarî kolanên serbajarê Ermenistana sedsalîyên navîn, Anî dibe.

  1. Orbêlî êdî di salên xortanîya xwe de mijûlî pirsên kurdnasîyê dibe. Sala 1911 a, ji bo lêgerîna zaravê ermenîyayî devera Moksê, Akadêmîya Rûsîya, ya Zanîyarî H. Orbêlîyê xort dişîne wîlayêta Wan ê. Ew dor pênc hevtîya nimûnê zarav û zargotina (folklor) ermenîya berev dike, malûmatîyê ser netewenasîya (êtnografîya) ermenîyên deverê dinvîse. Lê zûtirkê ew di nav zaravê ermenîyên Moksê de rastî ewqas gotinên kurdî tê û yekşivêtîke usan di nav teherê peyvandina kurda û ermenîyan de dibîne, wekî tê ser wê bawarîyê ku lêkolîna zarav, zargotin û deba gelên navçê gerek bi hev re bê kirin. Paşê jî mîna mamostê xwe N. Mar, H. Orbêlî jî tê digihîje, wekî lêgerîna kurdan wê gelek pirsên dîrok, ziman û çanda gelên Rojhilata Nêzîk û Pişkavkazê ronî bike. Lewma jî Nisana sala 1912 an ew dîsan vedigere Moksê û vê carê dibe mêvanê Murtula beg, qaymeqaymê navça Moksê. Di der heqê Murtula beg de H. Orbêlî dinvîse, wekî mirovekî zane û têgihîştî bû, di gelek pirsan de xudanê bîr û bawerîyên pêsverû bû, piştovanê dostîya kurda û ermenîya. Di rojnivîsa xwe ya wan salan de, H. Orbêlî dinvîse, wekî dem û dezgê mala Murtule begê avropî bûn, di oda wî de tenê hingê bi tirkî dipeyivîn, gava di nav mêvanan de mamûrên tirk hebûn.

Cîhe bê gotin, wekî dema gelkujîya ermenîyaye sala 1915 an kurdên Moksê bi seroketîya Murtula beg nehîştin ermenîyên deverê bêne qir kirinê.

  1. Orbêlî dema mêvandarîya li Moksê mijûlî pirsên rêzimana kurdî dibe, ferhengeke kurdî-rûsî çê dike û gelek nimûnên zargotina kurdî ji xelkê cîh dinvîse, ku di nav wan de perçekî ji “Mem û Zin” ê ji heye.

Zaneyê jêhatî û dilsoz tragêdîya gelê kurdî ji alîyê dîrokê de ji bîra kirî, zû texmîn kir. Wî dît, wekî pêşberî wî gelekî xwedîyê çandeke dewlemend e. Lê tragêdîya wî gelî, çawan H. Orbêlî bi xwe wê dûarojê binvişe, di wê de bû, ku lawên wê yên here baş, nebi navê kurda, lê bi navê tirka, ereba, farsa, ecema û ermenîya dîroka rojhilatê xemilandine.

Kurdnasa bi nav û deng Margarîta Rûdênko di gotareke xwe de dinvîse, ku H. Orbêlî ji wan re digot, wekî pirseke kurdnasîyêyê giring jî ew e, ku wan mirovên bi nav û deng, zanîyar, nivîskar, hunermend û pêşewitîyên çandê, ku di dînê de bi mavê gelên mayîn hatine nas kirin, dîsan vegerînin hembêza gelê kurd.

Ji bo lêkolîna ziman û zargotina kurdan, sala 1927 an H. Orbêlî diçe nav kurdên Ermenistanê, navça Axbaranê û li wir gelek nimûnên zargotina kurdî berev dike. Di nav wan nimûnan de şaxên destanên “Mem û Zîn” û “Leylê û Mecnûn” jî hebûn.

Sala 1914 an, gava bi pêşnîyara N. Mar H. Orbêlî li zanîngeha S. Peterbûrgê dibe mamostayê zimanê kurdî, ew krêstomatîya (berevoka têkstên kurdî) amade dike. Hema wan salan jî ew bi pêşnîyarîya Ebdulrezaq Bedirxan û spartina Akadêmîya Rûsya, ya Zanîyarîyê, dest bi karê amade kirina alfabeya zimanê kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî dike. Lê dest pê bûna Cenga Cihanîyêye Yekemîn îmkanê nade wî ku wî karî bigihîne serî.

Destpêka sedsalîya XX li Kurdistanê û mêropolan çend komelên kurda tên damezirandin, yên ku dixwestin xwendin û zanebûnê di nav gelê kurd de belav bikin û bi wê rê kurda ji rewşa tarîtîyê û zelûlîyê derxin. Komeleke usaye bi navê “Gîhandin” sala 1913 an nonerê xwe Ebdûl Rezaq Bedirxan ji bo amade kirina alfebaya kurdîye nû dişîne S. Pêtêrbûrgê. Bi gotina H. Orbêlî Ebdull Rezaq Bedirxan mirovekî xwendî û têgihîştî bû, wî gelekî baş zimanên fransî, tirkî û farsî zanibûn. Wî bi xwe re ew qeyd û çîdar anîbûn S. Pêtêrbûrgê, ku bi wan ew di girtîgehê Tirkîyê de xwedî dikirin. Ji bo wan qeyd û çidaran wî digot, wekî gelê kurd gişk bi qeyd û çîdarên usan zîndan kirî ye.

Bi birîyara wezareta rûsîya ya Karê der, Akadêmîya Zanîyarîyê pirsa sazkirina alfabeya kurdî dispêre H. Orbêlî. H. Orbêlî ser bingeha tîpên rûsî û ermenî alfabekê saz dike, lê dawîyê tê ser wê bawerîyê, wekî ji bo zimanê kurdî alfabeya baştir wê ser bingeha tîpên latînî be. Hema bi pêşnîyara H. Orbêlî bû, wekî Erebê Şemo û Isahak Moragûlov sala 1928 an alfabeya kurdî ser bingeha tîpên latînî amade dikin.

Çawan zanîyarekî mezin û dilsoz H. Orbêlî di berhemên xwe de gelek caran di der heqê wê rola mezin de nivîsîye, ya ku gelê kurd di dîroka gelên Asîya Nêzîk de lîstîye.

Li Yekîtîya Sovyêtê H. Orbêlî zanyarê yekemîn bû, ku “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî bilind nirxand. Wî di berhemên xwe de navê Ehmedê Xanî dadanî rex navên mezintirîn şayîrên Rojhilata Navîn, Fîrdowsî û Rûstavêlî.

  1. Orbêlî di pirsa amade kirina kadroyên kudnasîyê de jî karekî hêja kirîye. Hela hê sala 1928 an gava Komîtêya Navendî, Ya Partîya Ermenistanêye Komûnîst kome xortên kurd ji bo xwendinê dişîne Lênîngradê, ew gelekî alî wan dike û dibe mamostayê wan, yê zimanê kurdîyî yekemîn.

Salên Cenga Cihanîyê ye Duyemîn, gava ew prêzîdêntê Akadêmîya Ermenistanêye Zanîyarîyê bû, li Ermenistanê ji bo pêşveçuna kurdnasîyê îmkan tên saz kirin.

Sala 1955 an H. Orbêlî dibe serokê beşa Lênîngradê, ya Instîtûta Rojhilatnasîyê. Ew ji înstîtûtên zanîyarîyê ye cihê kurdnasan berev dike dor xwe û sala 1959 an beşa kurdnasîyê bi navê Kabînêta Kurdnasîyê vedike. Berê ew bi xwe dibe serokê wê, lê piştî çend heyva wê seroktîyê dispêre Qanatê Kurdo.

Hovsêp Orbêlî sala 1961 ê ji dinîya ronik koç kir. Rojhilatmas û kurdnasê mezin, dostê gelê kurdî dilsoz, tu caran zanebûn û êginaya xwe nehêvişand ji bo bi pêş ve birina kurdnasîyê li Yekîtîya Sovyêtê, ji bo amade kirina kadroyên kurdnase jêhatî.

Tosinê Reşîd

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev