Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

RÛPÊLEKÎ GEŞ JI DÎROKA ÇAPEMENÎYA KURDÎ

RÛPÊLEKÎ GEŞ JI DÎROKA ÇAPEMENÎYA KURDÎ

Şorişa Oktobrê û damezirandina dewleta Sovêtê hinek rê pêşîya kêmenetewên Împêratorîya Rûsîyaye berê vekirin. Çendek mafên wan, bi taybetî mafên çandeyî, bi yasayê hatin parastin.

Wê demê kurd li çar komarên Yekîtîya Sovêt diman: Ermenistan, Gurcistan, Azerbacan û Tûrkmênistan. Di destpêkê de li van komaran gişkan mafên kurdan hatin nas kirin. Li Azerbacanê, ku kurd li devereke kivş bi sedsalan diman û ew dever bi navê Kurdistanê bû, ji bo kurdan navçeke otonomî hate damezirandin.

Eger piştî salên rêprêsîya desthilata Stalîn (1937-38) li Azerbacanê û Tûrkmênistanê kurd ji mafê xwe bêpar hîştin, heta navê kurd jî ji meydanê hate rakirin, li Gurcistanê jî çiqwes jî ew maf nedihatin binpê kirin, lê dîsan jî heta nîveka salên 70-emîn ji bo kurdan tu tîşt ne dihate kirin.

Lê li Ermenistan rewş bi şêweyekî mayîn bû û ev yek sebebên wê hebûn.

Dema damezirandina Komara Ermenistana Sovêtîyê, li wir hema bêjî tenê kurdên êzdî diman. Bi dîrokî pêwendîyên êzdîyan û ermenîyan baş bûne, li gelek deveran ew di nav hev de jîne.

Sala cenga cihanîye Yekemîn êzdî jî neçar bûn bi ermenîyan re koçber bibin û piranîya wan li Ermenistana îroyîn bi cîh dibin.

Li qewxa Serdarabadê (24 Gulanê, sala 1918 an), ji bo rawestandina êrişa artêşa tirkan, 700 sîyarên Cangîr axa roleke gelek mezin lîstin.

Ev gişk bûne bingeh, wekî hukumat û gelê ermenî bi çavekî dostane li êzdîyan binhêre û ji bo bi pêşvebirina çanda wan gavne hêja bavêje. Ji wan gavan yek jî weşandina rojnama “Rya teze” bû.

Yekemîn hejmara rojnama “Rya teze” 25 ê Adarê, sala 1930 î, li bajarê Yêrêvanê çap bûye. Rojname bi tîpên latînî, bi elfaba Erebê Şemo û Îsahak Marogulov amade kiribû, çap dibû. Ew yekemîn rojnama kurdî bû ku bi elfeba ser bingeha tîpên latînî dihat weşandin.

Wan salan rojnama “Rya teze” organa wezareta komara Ermenistanê ye Ronahîyê bû.

Rojnama “Riya Teze” di nav rojnamên kurdî de ya lape temendirêj e; bi navbirîya 17 salan, ew ji sala 1930 î heta rojên me tê çap kirin.

Bê guman armanca çap kirina rojnamê bi zimanê kurdî, berî gişkî, di nav kurdên Yekîtîya Sovêt de belavkirina sîyaseta Partîya Komûnîst û dewleta Sovêtê bû. Heta ji hev berdana Yekîtîya Sovêt jî, ev yek ma armanca rojnamê ye sereke.

Destpêka salên 1930-emîn, çiqwes jî çendek rewşenbîrên kurde nûgihîştî hebûn, lê dîsan jî tecrûba wane rojnamevanîyê kêm bû û di destpêkê de rewşenbîrên ermenîyaye kurdîaxiv Hraçya Koçar, Harûtyûn Mikirtîçhyan û Gevork Parîs karê berpirsîyarîya rojnama “Rya teze” hildidin ser milên xwe. Ev hersê kes, bi taybetî Hraçya Koçar, dostên gelê kurdî ji dil bûn.

Cîhe em bîr bînin, wekî wan salan piranîya mamostayên dibistanên kurdî jî ermenîyên ji Bakûra Kurdistanê bûn, ku kurdî baş zanibûn.

Ji sala 1934 an heta 1937 an Cerdoê Gênco berpirsîyarîya rojnama “Rya teze” dike.

Rojnamê bilî propaganda sîyaseta partîya Komûnîst û dewleta Sovêtê, usan jî karekî hêja dikir ji bo hildana nexwendîtîyê di nav kurdan de, naskirina mafê jina, ji meydanê rakirina edetên zîyankar. Di rûpêlên rojnamê de usan jî propaganda dijî dîn dihat kirin.

Heta sala 1938 an di gundên kurdan de dibistan bi zimanê kurdî bûn û gelekan bi hêsanî rojname dixwend. Jimara kesên ji rojnamê re dinvîsîn ji sal bi sal zêde dibe.

Di demeke kurt de nav û dengê rojnama “Rya teze” ji tixûbê Yekîtîya Sovêt derdikeve û li gelek welatan belav dibe. Çawan em ji hejmara kovara “Hewar” e VIII pê dihesin, çend hejmarên rojnamê digihîjne destên xwedî û berpirsîyarê kovara “Hawar”, Mîr Celadêt Bedirxan û ew bi navê Herekul Azîzan di wê hejmara kovarê de dinvîse: “Rojnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.”

Weşana rojnama kurdî tirs kiribû dilê dewletên welatê kurdan dagirikiribûn. Konsûlên tirka li Yêrêvan û Lênînakanê hejmarê rojnamê gişk dişopandin.

Lê vê xweşîyê dirêj dom nekir. Sala 1938 a, gava desthilata Stalîn elfaba latînî wek ya ‘împêralîstan’ nav kir û perwerdeya bi wê elfabê çawan ji bo çend gelên Yekîtîya Sovêt, usan jî ji bo kurda qedexe kir, bi mena qedexekirina elfebaê, gor biryara hukumatê, weşandina rojnama “Rya teze” bi ‘demkî’ hat rawestandin. Wê ‘demkî yê’ heta sala 1955 an kişand. Wê salê yekemîn sêkrêtarê Partîya Komûnîst ya Ermenistanê, Sûrên Tovmasyan, çendek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd bal xwe berev kirin û pirsa ji nû ve geş bûna çanda kurdî û berî gişkî çapkirina rojnama “Rya teze”, hat danînê. S. Tovmasyan bi xwe ji navça Gorîsê bû, ku ser sînorê Laçînê ye. Wî kurd baş nas dikirin û derdê wan zanibû.

Rojname di destpêkê de li çend navçên komara Ermenistanê, li komara otonome Nexçivan û serbajarê komara Gurcistanê, bajarê Tbîlîsî belav dibû.

Lê ji nîveka salên 70-emîn rojname usan jî diçû komarên Qazaxistan, Qirqizistan û çend bajarên komara Rûsîya.

Konfêransa kurdnasên Yekîtîya Sovêt, ku havîna sala 1934 an li Yêrêvanê berev bû, usan jî biryara ‘zimanê kurdîyî standart’ pejirand. Ji ber ku wê demê ew ziman tenê ji bo kurdên Yekîtîya Sovêtê bû, konfêransê biryar da, wekî çawa bingeha zimanê kurdîyî standart, zaravê kurdên Ermenistanê hildin.

Û pirsa damezirandina ‘zimanê standart’ berî gişkî kete ser milên rojnama “Rya teze”. Zaravê kurdên Ermenistanê zaravê gundîya bû, di wî zaravî da kêmaya gelek têrmînên sîyasî, zanîyarî û aborî hebû. Û karmendên rojnamê û kesên dor rojnamê berev bûbûn, ji bo ‘zimanê standart’ gelek têrmîn ji zimanê rûsî hildan. Ji bo wê demê ev gaveke rast bû, ji ber ku zimanê rûsî li seranser Yekîtîya Sovêt dihat xwendin û ji ber vê yekê têgihîştîn û fêr bûna wan têrmînan ji bo kurdên Yekîtîya Sovêt gişkan, hêsa bû.

Bi salan re ji rojnamê re li hev hat bibe xwedîya zimanekî pir-hindikî standart. Ev rewş bi dilê gişkan bû, lê gava ji nîveka salên 1970-emîn pêwendîyên kurdên Yekîtîya Sovêt bi kurdên Ewrupa û Kurdistanê re çê bûn, pêdivîya guhastina têrmînên rûsî, bi têrmînên kurdîye resen derket meydanê, “Rya teze” ew têrmîn ne pejirandin û dijî wan guhastinan bû. Bi wê nepejirandinê, wan rê li pêşîya bi pêş ve çûna zimanê kurdî li Yekîtîya Sovêt digirt. Û di nav rewşenbîran de gotina “Zimanê ‘Rya teze” derket holê. Û her berhemeke biçûya “Rya teze” gerek bi bêjinga ‘Zimanê ‘Rya teze’ re derbas bibûya, heta destwerdana berhemên wêjeyî jî dikirin. Çendek nivîskarên me jî di berhemên xwe de ji çarçova ‘zimanê Rya teze’ derneketin.

Rojnama “Rya teze” çanda xwendinê di nav kurdên Yekîtîya Sovêt bi giştî, kurdên Ermenistanê bi taybetî, bi pêş xist. Abonetîya ‘Rya teze’, hema bêjî bibû erkekî netewî. Li gundên kurdên Ermenistanê “Rya teze” diçû mala gişkan. Lê kêm mal hebûn, wekî rojnamên ermenî û rûsî biçûnayê. Bê guman, hinek caran nanê xwe dikirin nav rojnamê û diçûne kewşen, ber pêz, dêwêr, lê ew dixwendin jî. Min gelek caran ji kesên gor bawerîya min ji xwendinê dûr bûn, bihîstîye, wekî di rojnemê de ser filan pirsê xwendine.

Tê bîra min, gava gundîyê me ‘ber dikanê’ berev dibûn, hinek caran besa gotarên ji rojnama “Rya teze” jî dihat kirin.

Lê bi bawerîya min rojnama “Rya teze” xizmeta gelek mezin ji bo bi pêş ve çûna wêjeya kurdên Sovêtê kirîye. Hema bêjî yekemîn berhemên nivîskarên kurdê sovêtê gişkan, di rojnama ‘Rya teze’ de çap bûne. Ev yek ji wan re dibû helan, wekî karê nivîskarîyê bidomînin. Ev îmkan tunebûya, ne dûre hinek nivîskarên me bi zimanê ermenî yan rûsî binvîsîyana. Çiqwesî jî kêm, lê dibû berhemên nivîskaran ser rûpêlê rojnamê dihatin nirxandine. Ji talebextan re derê rojnamê ber rexneya wêjeyî, dikarî bêjî, girtî bû.

Rojname ser çar rûpêlên biçûk, hevtê du caran dihat weşandin. Ew organa Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîste Ermenistanê, Şêwra Wezîran û Şêwra Tewrebilind (parlamênt) bû. Bi gilîkî mayîn, “Rya teze” yek ji rojnamên xwedîya statûsa here bilind bû li komarê.

Berpirsîyarê rojnama “Rya teze” Mîroê Esed endemê komîta navendî ya Partîya Komûnîste Ermenistanê bû. Ew usan jî endemê serokatîya Şêwra Ermenistanê ye Tewrebilind bû (parlamênta komara Ermenistana Sovêtîyê). Mîroê Esed di komarê de mirovekî naskirî bû. Bi bawerîya min, eger wî bixwesta dikaribû yan formata rojnamê mezin bikira, yan jî rojname bikira ya rojane. Lê nekir. Gelo sebeb çi bû? Bersiva rast nizanim.

Desteya karmendên rojnamê, bi taybetî berpirsîyarê rojnamê, Mîroê Esed, bi her teherî xwe ji pirsên netewî dûr digirtin. Gor bawerîya wan (wan bawerîya Mîroê Esed danî ziman), rojnama “Rya teze” ne ya kurda bû, ya sovêtê bû bi zimanê kurdî”. Ew yek bi caran digihîşte absûrdê, hinek kirinên wan dibûne kirinên ‘dijî kurdîtîyê’. Awa sala 1963 an kome xwendkarên kurde wê demê ‘Şêwra xwendkarên kurd’ damezirand, ku dûarojê bû ‘Şêwra xortên kurd’. Piştî demeke kurt, ew ‘Şêwr’ ji alîyê Komîta komsomola, ya bajarê Yêrêvanê hate pejirandin, bi fermî bû beşeke wan.

Gor bernameya “Şêwrê”, armanca wane sereke belavkirina hizra kurdayetîyê bû nav kurdên Sovêtê de. Û di demeke kurt de çalakîyên “Şêwrê” di nav kurdan de deng dan, dibû ji gunda dihatin Yêrêvanê, wekî beşdarî wan çalakîyan bibin. Û di derheqa wan çalakîyên ‘Şêwrê’ de hema bêjî rojnamên Ermenistanêye sereke gişka dinvîsîn, rêportaj bi radîo û TV komarê dihatin belev kirin. Lê di rojnama ‘Rya teze’ de tu caran ser wê ‘Şêwrê’ û çalakîyên wê nehate nivîsar.

Bi caran ji Azerbacanê, bi taybetî ji Laçînê, ji rojnamê re neme dihatin. Ew name ne belev dikirin, ne jî bersiva wan didan. Carekê Hesenê Qeşêng nameke usan da min, min bersiv nivîsî.

Bi kêm û kurtîyan ve tevayî, rojnama “Rya teze” çawan di pirsa bi pêş ve birina ziman, çande û wêjeya kurdên Sovêtê de, usan jî di pirsa amadekirina kadroyan de roleke berbiçev lîst

Salên xweşîyê jimara karmendên rojnamê digihîşte 14 kesan, rojname bi tîraja bêtirî 5 hezaran çap dibû.

Rojnama “Rya teze” usan jî mala rewşenbîrên kurde duyemîn bû, cîhê rasthatina me. Tu karê me li rojnamê tunebîya jî, em dîsan diçûne wir.

Ji sala 1955 an heta 1989 an Mîroê Esed berpirsîyarê rojnamê bû; mirovekî xwendî, zane, lê ji çapê der fesal, ku wê fesalbûnê zirareke mezin da rojnamê. Piştî Mîroê Esed Tîtalê Efo, Emerîkê Serdar, Grîşaê Memê berpirsyarîya rojnamê kirin. Niha jî Tîtalê Kerem e berpirsîyarê wê.

Salên cihê Qaçaxê Mirad û Emerîkê Serdar cîgirê berpirsyar bûne.

Yekemîn sêkrêtarê rojnamê Şekroê Xudo bûye, dû re Qaçaxê Mirad, Emerîkê Serdar û Babaê Keleş sêkrêtarî kirine. Salên cihê di rojnamê de usan jî Karlênê Çaçanî, Elîyê Ebdirehman, Tîtal Mûradov, Xelîlê Çaçan, Egîtê Xudo, Şerefê Eşir, Mîkaêlê Reşîd, Hesenê Qeşeng, Babaê Keleş, Têmûrê Xelîl, Grîşaê Memê, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Yûrayê Şawo, Şamilê Casim, Vanîkê Elîxan, Hesenê Ûso û çendekên mayîn kar kirine. Niha jî Tîtalê Kerem û Mirazê Cemal rojnamê çap dikin. Letîfê Emer, Ahmedê Hepo, Porsora Sebrî û Keremê Seyad karê korêktorîyê kirine.

Lê ji ber dijwarîyên aborî, ew rola rojnama ‘Rya teze’ ye berê nemaye û valayîk çê bûye. Em hêvîdar in malpera “Ria taza” bikaribe wê valayê tije bike..

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev