Ji Alma Atayê ber bi Tarasê (1)

Ji Alma Atayê ber bi Tarasê (1)

Çi dibe çi nabe, me got; ‘ev der Asya Navîn e’ lewma em du saet zûtir çûn ber trênê. Kurdên Sovyetê ji trênê re ‘poêz’ dibêjin. Navê otogarê jî, navê îstasyona trênê jî ‘vogzal’ e. Wekî ‘vagzal’ tê xwendinê. Herçî rawestgeha minibus û otobosan e jê re ‘ostanovka’ dibêjin. Ji rawestgeha trênê re jî ‘stansiya’ tê gotin.  Serê we zêdetir bi zimanê Ûrisî neêşînim. Vegerim ser rêwîtiya me. Emê ji Alma Atayê herin Tarasê. Riya me dûr e, rêwîtiya trênên van deran jî bi têra xwe zor û zehmet e.

Ez, rojnameger û nivîskarê emegdar Hesenê Hecîsilêman û kameramanê min Marlîs. Ez û Marlîs cara duyem e ji Bîşkeka Kirgizîstanê têne Alma Ataya Kazakîstanê. Piştî xebata 6-7 rojan, emê herin nav kurdên me yên bajarê Tarasa herêma Cambûlê. Taras navenda herêma Cambûlê ye. Piştî Şoreşa Bolşevîkan 15-20 sal paşê, navê Tarasê dikin Mîrzoyan. Ji ber ku wan salan Levon Mîrzoyan Serokomarê Kazakîstanê bûye, navê wî li bajêr dikin. Bav û kalên Mîrzoyan bi eslê xwe ji ermeniyên Tirkiyê ne. Ji ber ku yek ji payebilindên Partiya Komûnîst a Kazakistanê bûye, dibe serokomarê vî welatî.

Rêwîtiya trêna me, dişibe rêwîtiya trênên zarokatiya min. 20-25 sal beriya niha dema em ji Misircê diçûn Diyarbekirê, trênên em lê siwar dibûn ji trêna ku em niha pê diçim xweştir û leztir bûn.

Di vê trêna ji dema Sovyetê mayî de, xew tuneye! Em diçin seravê av tuneye! Şarza telefonên me rûniştine, lê di prîzan de ceryan tuneye! Trêna xirbende û sar, 15-20 deqeyan carekê li derekê disekine. Her cara disekine jî, bi têra xwe dimîne. Kes nizane wê kengê rabe. Derdor tarî ye. Çav çavan nabîne. Carcaran dengê anonsa xebatkarên îstasyonê tê. Tiştekî ji gotina wan fêhm nakim. Heta Apê Hesen ji min re werdigerîne kurdî, dengê fîskaniya trênê bilind dibe. Êdî wateya wergerê jî namîne! Hecîsilêman careke din berê xwe dide nivîsîna helbesta li ber xwe. ‘Ezê li ser kulîlkên welatê kal-bavan binivîsim! dibêje û berdewam dike: “Berê sibê, beriya em bigihîjin Tarasê, ezê ji te re bixwînim.’ Lê vedigerînim; ‘Em bi helbestvaniya te şa ne apê Hesen, tu şaîrê me kurdan î.’ Kenekî zirav xwe li rûyê wî dipêçe. Bi kêfxweşî ‘zehf razî me, cane sax, emrê dirêj ji te re dixwazim’ dibêje.

Trêna me bi saeta 21.47 bi rê ketibû. Ji wexta rabûnê şaş nebûbû. Emê bi qasî 10 saetan di trênê de bimînin. Li gorî keçika biletfiroşa kazax, emê 8 û nîvê serê sibê bigihîjin Tarasê.

Wekî hemû otaxan, di otaxa me de jî cihê çar kesan heye. Li bin me du kesên kazax hebûn. Beriya ku em hilkişin cihê xwe yê li ser wan, min du şûşe kola dagirtin û direjî wan kir. Yekî ji wan hilda û malavayî kir. Lê min kir û nekir yê din kolaya destê min qebûl nekir. Bi kazaxî bi Apê Hesen re axivî. Tu nabêjî jê re dibêje, ‘Ma kola jî vexwarin e, votka bide ez vexwim!’ Em tev bi hev re keniyan.

Xiraxira her du rêwiyan û Apê Hesen ne bes bû, ji her nîv saet û carekê pencereya li ber serê min, ji nişka ve vedibû û bayê salekê dikete nava hûndir! Bi vî awayî heta berê sibê, xew li me herimî.

Me palda bû. Ji westabûnê çok li me qerimîbûn. Cavên me ji bêxewiyê dihatin girtin. Di rewşeke wiha de xebatkar û konduktorên trênê ketin kompartimana me gotin; ‘xwe bidin hev, nîv saet paşê trên dikeve Tarasê.’

Bi rastî jî saet li dora 8 û nîvê, trên kete Tarasê. Trêna me di wextê xwe de rabibû û di wextê xwe de jî gihîştibû qonaxa xwe. Di rêwîtiya me ya 10 saetan de tiştê herî xweş û baş jî ev bû.

Dema em ji trênê peya bûn, Serokê Navenda Çand û Hunera Kurdên Cambûlê Letîfê Hemzeyê Heydo bi rûyekî geş û xeberdanên xweş pêşwaziya me kir. Me kelûpelên xwe avêtin erebeya wî û rasterast berê xwe da ofîsa wî. Cara ewil em dixwazin çayeke germ vexwin.

Paşê emê berê xwe bidin Bûdyon, Qeşqebûlax û Karataûyê, nav êl û eşîra giran.

Di nivîsara bê de emê ji we re behsa van rêwîtiyên xwe bikin…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev