Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kovara “ZAREMA”: rexne û têorî

Di asoya rojnamegerîya kurdî de, stêrkeke nû diçûrise; kovara rexne û têorî ”Zarema”. Kovar çar mehan carekê ronahî dibîne. Xwedîya kovarê Fahriye Adsay e, lêkolînera ku êdî bi berhemên ser pirsên kurdnasîyê yên cuda-cuda hatîye naskirin. Fehriye Adsay usan jî êdîtora kovarê ye. Di licneya weşanê de Burhan Yek, Mihemed Şarman, Ferzan Şêr, Hesenê Dewrêş, Umran Aran cîh girtine; kesên di çandeya kurdî de êdî hatine naskirin.

Hejmara kovarê ya yekemîn bi gotara êdîtor (Feriye Adsay) vedibe, ku di wê gotarê de ew armancên çapkirina kovarê berçav dike.

Ew dinivîse: “Civaka kurd di warê nêrîn, fikir û raman, wêje, çand û hunerê de di nav veguhêrîneke mezin de derbas dibe. Di van weran de têra xwe danehevek çêbûye, ku divê êdî bên tehlîlkirin, rexnekirin ku berhemên nû ji hêza rexneyê îstifade bikin. Di nav çarçove û pîvanên rewşenbîrî de em kurd bi hevdû re bipeyivin û zimanekî navxweyî ku wê xîtabî civaka mûxayyel a ji Silêmanîyê heta Amedê, ji Efrînê heta Mahabadê bike, ava bikin.”

Di hejmarên 1 û 2 de bilî gotarên bi zaravê kurmancîya jorîn (kurmancî), usan jî gotarên bi zaravên kurmancîya jêrîn (soranî) û dimilî (zazakî) cîh girtine, lê di hejmarên 3 û 4 de gotar gişk bi zaravê kurmancîya jorîn in.

Kovarê mijarên rexne û têorî ji xwe re kirine armanc. Ev gaveke hêja ye, ji ber ku ser van mijaran di çapemenîya kurdî de kêm berhem hene, yên heyî jî pirî caran yekalî ne.

Ji bo rênîşîya lêkolînên rexne û têorî, kovar cîhekî hêja dide berhemên pisporên wan pirsa ne, di cihanê de nas kirî. Berhemên wan bi wergera kurdî raberî xwendevanan dike.

Di hejmara duyemîn de bi gotarên mayîn re tevayî dosîya ”Dijmêtîngerî” ”Dijkoloniyalî” cîh girtîye. Bi dosîya dayîna pirsgirêkên giring, ezmûneke baş e. Û hejmara kovarê ya çaremîn, bi tam ser dosîya ”Fêmînîzm”ê ye. Pirsgirêkên mafê jinan û têgîhîya fêmînîzmê, ji bo civaka kurdî, gelek giring in, ew jî van deman, gava di wê civakê de guhastînên mezin dibin, bi taybetî di pirsgirêkên mafên jinan re girêdayî. Jina kurd îro nivîskar e, hunermend e, endama parlamêntan û hukumata ye, lê ji alîkî mayîn ve, jinên kurd, bi piranîya xwe ve, hê jî di malbetê de bindest in.

Çar hejmarên kovara ”zarema”, ya rexne û têorî, tesîreke baş ser xwendevanan dihêlin. Em ji kovara ”zarema” û desta nivîskarên wê re serkevtinê dixwezin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev