Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bîranîna Xelîlê Çaçan Muradov û Çîroka çîrokeke wî

Bîranîna Xelîlê Çaçan Muradov û Çîroka çîrokeke wî

Mehmet Gültekin, lêkolîner û nivîskar

Şagirtên dibistan û lîseyên Almanîyayê bi berhemeke Xelîlê Çaçan va têne perwerdekirinê

DEMA DI VAN ROJAN DA 90 SALIYA JIDAYÎKBÛNA SEROKÊ RADYOYA REWANÊ A PARA KURDÎ, NIVÎSKARÊ EYAN XELÎLÊ ÇAÇAN MURADOV TÊ BÎRANÎN Û EM BI SAYA SERÊ GOTAR Û MIQALEYÊN TÊR Û TIJÎ JI JÎNENÎGARÎ, KAR Û XEBATÊN WÎ AGAHDAR DIBIN; BI CAREKÊ DA SERHATIYEKE MIN A DI DERBARÊ XEBATEKE JI DESTPÊKA SALÊN 1990Î HAT BÎRA MIN. EZ BI ZÛTIRKÊ LI PIRTÛKA BI NAVÊ „ORIENTALISCHE FRAUENMÄRCHEN (ÇÎROKÊN JINAN JI ROHILATA NAVÎN)“ A BI ZIMANÊ ALMANÎ GERIYAM…

Eşkere ye ku di pêvajoya pêşdaçûyîna milletan da civak herdem hewcedarê şexsiyetên xwedî roleke sosyokulturî ne ku parastina hebûna civakê a wek komeke xweser gelekî bi vê rola wan va girêdayî ye. Gelek meriv hene ku xwedî mevkîyekê ne, lê belê piraniya wan xebatên xwe wek erkeke di çarçova destûra kar û barên wê mevkiyê dibînin û dimeşînin. Lê divê bona ku meriv bikaribe ji civaka xwe ra zêdetir kêrhatî be û di dîroka civakê da bibe xwedî qedirekî bi rûmet, divê ew kes ji sînorên mevkiya xwe wetrê bibe xwedî roleke sereke. Ji bona civakbûnê, hebûn û berdewamiyeke civakê a qenc û kêrhatî hewce ye ku mîrata wê a kulturî û a netewî bi awakî rêk û pêk bigihêje nifşên nû. Di hemû civakan da ev bar berê pêşîn dikeve ser milên şexsiyetên di civakê de xwedî roleke kêrhatî nin. Ew wê demê dibin xwedî roleke taybet, çewa stûnek bingehîn ê civakê. Ev şexsiyet in ku nirxên civaka xwe yên dîrokî û kulturî baş tespît dikin, wan verast dikin û bi awakî rêk û pêk digihînin nifşên nû bona parastina hebûn û berdewamiya civakê.

Helbet qise li ser Xelîlê Çaçanê Muradov e (1924-1981), kîjan ger hin di jiyanê da bûya ê di van rojan da bigihîşta temenê xwe yê 90 salî. Ew ne tenê ji ber serokatiya xwe a bo Radyoya Rewanê para Kurdî ya ku bona civaka mevkîyeke sereke ye, lê ew bi piranî ji ber rola xwe ya wek şexsiyetekî barkêşê kultura netewî a civaka Kurd navdar e. Tenê berhevkirin û amadekirineke rêk û pêk bona weşana radyoyê ya 1800 kilamên kurdî bi serê xwe bûyereke sereke ye. Ez dê li vir ne bi berfirehî li ser jînenigeriya Xelîlê Çaçan bisekinim, ji ber ku nivîskarên me yên eyan wek Eskerê Boyik û Wezîrê Eşo gelek agahiyên berfireh û balkêş anîne ziman, û her wisa ne jî li ser rola Radyoya Rewanê ji bo civaka Kurdan rawestim, nexwe li ser vê mijarê jî pir lêkolîn û xebat di destên me da henin.

Em warin ser çîroka çîrokekê. Em dizanin ku Xelîl Muradov wek nivîskar jî navdar e. Pîrtûkên wî Kilamên cimaeta kurdan 1963; Du poêm (destanên Memê û Eyşê û Zembîlfiroş) 1965; Qisên cimaetê 1969; Morîyê Nenê 1976; Benê min qetîya 2000 ûCewahirên Kurdî 2010 çap bûne. Van dawîyan jî weşanxaneya ”Lîs”ê 4 pirtûkên wî bi carekê re çap kir.

Dema meriv bi xwendekarên dibistana navîn û lîseyê yên li Almanya li ser çîrokan diaxife, gotin jixwe bi awakî tê ser çîroka kurdî a bi navê Nimm Dich in Acht vor den Ränken der Frauen (Ji şerê Jina bitirse). Di bîra wan de maye ku naveroka vê çîrokê destnîşan dike, ka meriv çewa dikare, -ne tenê bi riya bikaranîna qanûnan- lê her wisa bi awayê zimanşîrînî, bi rêya henek û bi hîndarî wekheviya jin û mêrê bi dilxweşî pêk bîne, qedir û qîmetê hevdu baştir bi hevdu bide zanîn. Ev çîrok wek mînak di dersên wêjeyê da tê bikaranîn û şirovekirin. Herçî xwendekarên Kurd ên dibistanên almanî in, ew hema di destpêka axaftina li ser vê çîrokê ji alî dersdarê xwe da beşerxweş dibin û bi refleksekê destê xwe bilind dikin û dibêjin; „ew çirokeke kurdî ye, ez jî Kurd im.“

Çiroka Ji Şerê Jina Bitirse di nav xwendekarên li Almanya da gelek navdar e; pirtûka ku vê çîrokê tê da cîh girtîye jî hema hun bêjin, di gelek malan da û di hemû pirûkxaneyên Almanya da peyda dibe. Ji wan salan virda ye ku Hannelore Marzi wek nivîskar û her wisa wek çîrokbêj ji aliyê dibistan û saziyan tê vexwendin, wisa ku çi bajarên mezin û çi ên piçûk yek nemaye ku ew li wir beşdar nebûbe û ev çîroka sereke jî nexwendibe. Hammelore Marzi dibêje, dema ku ew di beşdariyan da çîrokan dixwîne û carina dora xwendina vê çîroka Xelilê Çaçan hildide dawiya bernama xwe ji bona ku guhdarvanên wê heta dawiyê bimînin. Ew vê çîrokê êdî ji zûda ye ji ber xwe dizane û wê bi zarbêjî pêşkêş dike. Bi ser da ev çand sal in ku ev çîrok wek şano jî hatiye amadekirin û di sahneyên bajarên Almanyayê tê pêşkêskirin.

Bi kurtasî, ger ku hûn navê vê pirtûkê Orientalische Frauenmärchen û/an jî navê çîrokê Nimm dich in Acht vor den Ränken der Frauen bidin Google’yê hûnê rastî piştrastiya van gotinan û pêra gelek agahiyan li ser pirtûkê û bi taybetî jî li ser vê çîrokê bên.

Nivîskara vê pirtûka Almanî Hannelore Marzî a Almanî a navdare. Di destpêka salên 90î bû, wê ji bo projeya xwe ya amadekirina pirtûkeke çîrokên ji welatên rohilatê daxwaz ji min kir, wekî ez hin çîrokên kurdî pêşniyar bikim ku ew du heban ji wan bona pirtûka xwe bijbêre. Piştî ku min naveroka gelek çîrokan bi zarbêjî ji wê ra vegot, wê di dawiyê da ji wan du çîrok destnîşan kir ku yek ji wan ji aliyê Xelîlê Çaçan Muradov da hatibû nivîsandin. Çapa pêşîn a pirtûka Hannelore Marzi di sala 1995 an di nav weşanên weşanxaneya Almanî a herî bi nav û deng Fischer bi sernavê Orientalische Frauenmärchen (Çîrokên Jinan ên Rohilatê) da pêk hat. Pirtûk piştî demekê bi sernavê Frauenmärchen aus dem Orient di nav weşanxaneyên din da jî hat weşandin. Pirtûk ji 24 çîrokan ên duwanzde welatan pêk tê. Piştî demeke kurt ev pirtûk bû bestseller û ji nû va hat çapkirin, di salên pey da jî êdî çapekê da pey a din û her car jî hemû hatin firotin.

Ev mînaka, dibe ku piçûk xuya be, lê wek em dibînin dikare nav û dengê miletekî bi destnîşanên weha ên ji çanda wê bi dinyayê bide nasandin.

 

Derheqa nivîskar da

Mehmet Gultekîn

li Frankfurtê di Zanîngeha Johann Wolfgang von Goethe da beşên Fîlolojiyê û Mater a wê qedand// Niha di Mahmekeyê Bilind yên Akmanya da wek Pisporê Ziman û mijarên Kurd û Tirkan kar dike

Qeydên dişibine hev