Eskerê Boyîk

Eskerê Boyîk

Em, desteya nivîskarên malpera www.riataza.com rojbûyîna Eskerê Boyîk, nivîskar, dramatûrg û lêkolînerê kurdî naskirî pîroz dikin. Eskerê Boyîk hela li dibistanê dest bi nivîsara helbestan kirîye û yekemîn pirtûka helbestan ‘Şiverê’ sala 1966 an li Yêrêvanê çap kirîye. Heta niha Esker bêtirî 20 pirtûkên helbest, çîrok, roman, lêkolîn û pîêsa çap kirîye. Pirtûka helbestan ya bi navê “Kulîlkê çîya”, bi wergera tirkî (werger Kemal Burkay) li sala 1975 an li Stenbolê bûye. Dûarojê gelek berhemên Esker bi kurdî û bi werger li dervayî Yekîtîya Sovêt çap bûne. Pîêsên Eskerê Boyîk, bi taybetî “Sinco qîza xwe dide mêr”, ji alîyê bîneran ve baş dihatin pejirandin. Piştî ji hevberdana Yekîtîya Sovêt, çawan gelek ji me, Eskerê Boyîk jî berê xwe da xerîbîye; berê Qazaxistan, dû re Almanîya. Li Almanîya, bajarê Oldênbûrgê Esker bi êginayî di ‘Mala êzdîyan’ de kar dikir, ser pirsên dîrok û ola êzdîyan konfêransên balkês bi dar dixistin. Niha jî ew serokê navenda lêkolînên ‘Êzdînasîyê’ ye. Em ji hogirê xwe re temenekî dirêj û serkevtinên nû dixwezin.

Desteya nivîskarên malpera www.riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev