Nimûneyên çekên kurdî

Nimûneyên çekên kurdî

Nimûneyên çekên kurdî di beşa êtnografî ya fonda çek û zirehan li Mûzeya Neteweyî ya Gurcistanê parastîne. Kurd hertim di nav şer û cengê da bûn û di jîyana wan de çek û zirehan ciyê yekemîn digirt. Li Kurdistanê çêkirina şûr, mertal, rim, demançeyan pir pêşketî bû û bibû wek huner. Çek û zireh bibûn beşek ji cil û bergên kurdî û di dema aştîyê de jî mêrê kurd wek xemil, çekên xwe digerandin. Wêne ji Albûma ‘Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzeya Neteweyî ya Gurcistanê: ÇEK U ZIREH (XVIII – XIX) ya kurdên qeza Ecmîyadzînê parêzgeha (gûbêrnîya) Êrîvanê û ya kurdên wîlayeta Wanê”.

Berî 7 salan rewşenbîrên Gurcistanê yê berbiçav Pîr Dîma û doktor Lamara Paşaêva bi alîkariya maddî ya bîznêsmênekî kurd Sûlîko Korkitî Sîmaêv dest bi lêkolîna kelepûra kurdî li fondên girtî yên beşa êtnografîyê ya Mûzexaneya Gurcistanê kirin. Nêzîkî pênc mehan ser dokûment û belgenameyên kurdî xebateke mezin hat kirin. U hema wê salê (2007) albûmek gelek hêja, bi kalîteyeke xweşik ji wêneyên kelepûra kurdî bi navê “Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzeya Neteweyî ya Gurcistanê” li aliyê doktor Lamara Paşaêva, Pîr Dîma û zanyarê gurcî Êldar Nadîradzê hat amade kirin û bi alîkarya maddî ya bîznêsmênê kurd Emîrxanê Elîxan Morî çap bû. Di hevpêyvinekê de derberê amadekirina pirtûkê da, Pîr Dîma dibêje:

“Armanca hazirkirina vê albûmê ew e, ku kurd bi xwe û paşê jî miletên cînarên kurdan çanda kurdî ya dewlemend nas bikin. Gelek tiştên kurdî di mûzêyê da hene: çek, kinc, xemil-xişir, xalîçe û hwd. Me hemû tişt nikaribû di albûmê da nîşan bida, ji ber ku pereyekî zor lazim bû. Me tenê wêneyên tiştên berbiçav di albûmê da nîşan dan. Bi çapkirina vê kitêbê (albûm) me belgeyek hazir kir û heke ev dewlemendiyên kurdî winda bin jî, qet nebe wêneyên wan dimînin. Ez dixwazim bêjim ku ev hemû tiştên kurdî ku di Mûzêxaneya Neteweyî ya Gurcistanê da hene ji wextê Rûsyaya Qeyserî hatine kom kirin”.

Çend foto ji fonda çek û zirehan ya kurdî ji pirtûka “Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzêya Neteweyî ya Gurcistanê”

Bêlla Stûrkî

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

 Riataza.com

 

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev