SÊ STÛNÊN NASÎONALÎZMA KURDÎ:

SÊ STÛNÊN NASÎONALÎZMA KURDÎ:
  1.  ŞEREF-NAME

Tosinê Reşîd

Gelek caran bîr û bawerîyên nasîonalîzmê bi şorişa fransî re girê didin. Lê du şêweyên nasîonalîzmê yên sereke hene; nasîonalîzma êtnîkî û nasîonalîzna sivîl (bi îngilîsî: civic).

Nasîonalîzma sivîl: ziman, nijad, reng, çand, dîn hesab hilnade; bingeha wê bîr û bawerîyên hevbeş in. Ji bo şorişa Fransîya ew bîr û bawerî: azadî, dêmokratî, wekhevî… bûn.

Lê nasîonalîzma êtnîkî ser nirxên netewî tê ava kirin: ziman, nijad, dîrok, ol, çand, kevneşopî, erdnîgarî… Armanca nasîonalîzma êtnîkî ya sereke, avakirina dewleta netewî ye.

Piştî cenga cihanî yê Duyemîn, ji bo hilweşandina sazûmana mêtînger (kolonîal), nasîonalîzma êtnîkî roleke mezin lîstîye.

Gelê kurd jî, ku bi sedsalan bindest bûye, divêt xwe bisparta nasîonalîzma êtnîkî. Lê ji ber ku li Rojhilata Navîn rola dîn gelek mezin bû, dînê piranîya kurdan û yê gelên serdest yek bû; îslam bû, dîn di xwegirtina nasîonalîzma kurdî de, di bizavên kurdan yên rizgarîxwez de, roleke nêgatîv lîstîye, kurd hê zû bi dewletên dagirker ve girê dane.

Lê dîsan jî nasîonalîzma kurdî di dîroka gelê me de rola xwe lîstîye.

Bi bawerîya me, nasîonalîzma kurdan, di destpêkê de ser sê stûnan hatîye avakirin; “Şeref-name” a Şeref xan Bîdlîsî, destana kurdan ya mêrxasîyê “Dim-Dim” û “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî.

Ji bo makkirina nêrînên xwe, em ê yek bi yek ser van hersê stûnan rawestin.

Kurdzanên rûs V. Mînorskî, B. Nîkîtîn û Yê. Vasîlêva dîroka kurdan piştî hatina ereban, ser sê dewranên mezin par dikin: Dewrana yekemîn ji VII-XV, ew dewrana dagirkirina ereban û monxolan e, gava malbet, dînastîyayên kurdan yên serbixwe dîyar dibin. Dewrana duyemîn ji sedsala XVI heta nîveka sedsala XIX, gava du dewletên deverê; Impêratorîya Osmanêyê û Îran bi hêz bûn û Kurdistan di nav xwe da perçe kirin. Çiqas jî dewletên Osmanîyan û Îranê dixwestin hukumetên navendî bi hêz bikin, dîsan jî şeş mîrgehên kurda yên nivserbixwe dikaribûn jîyana xwe bidomînin – Botan, Hekkarî, Bahdînan, Soran, Baban li împêratorîya Osmanîyê û Erdelan li Îranê. Dewrana sêyemîn ji nîvekê sedsala XIX heta rojên me. Dest bi ji meydanê rakirina mîrgehên kurdan yên nîvserbixwe û bi tam dagirkirina Kurdistanê dibe. Li Împêratorîya Osmanîyê ew di navbera salên 1837- 1852 an, li Îranê – 1860î pêk tê. Piştî undakirina rêvaberîyê, di nav mîr û xanên kurdan de, eger ne bi têgihîstina rojên me be jî, bîr û bawerîyên nasîonalîstîyê bi hêz dibin, dest bi bizavên ji bo azadîyê dibin.

Bi sivikayî belûkirina dîroka kurdan jî dide xuyayê ka cîhê sedsala XVI çiqas giring bûye. Vê sedsalê guhastinên mezin kirin nava dîroka kurdan. Û wek ku dibêjin, “Şeref-name” bi daxweza dewranê hate sêwirandin.

Qewxa 23 tebaxê sala 1514an li Çildiranê (bi bawerîya me ew nav, bi kurdî, gerek Çar Dêran be) gelek tişt guhast. Qizilbaşan bi fermandarîya şah Îsmaîl, qewxe dan der û şah bi xwe, xizna xwe, herêma xwe û textê xwe hîşt û revî. Îranê desthilatîya xwe ser rojava çîyayê Zagrosê heta-hetê unda kir.

Di dû re, bi navçîtîya şêwirmendên siltan, Îdrîs Hakim Bîdlîsî, ku kurdê Bîdlîsê bû, di navbera siltan û mîrên kurdan de peyman hat îmzekirin, ya ku nîvserxwebûna mîrgehên kurdan nas dikir.

***

Mezintirîn dîroknûsê kurd Şeref xan Bîdlîsî 21 ê sibatê, sala 1543 an, li Karaxrûdê ji dayîk bûye. Ew ji malbeta mîrên Bîdlîsê ye. Ji sala 1551ê, heta 1555an, di dîwana şahê Îranê, Tahmasb de, bi kurên wî re tevayî tê perwerde kirin. Di 12 salîyê de dikeve xizmeta şah; mîrtî û hukumdarîya gelek deveran dike. Sala 1578 an derbazî alîyê Împêratorîya Osmanîyê dibe û zûtirkê dibe mîrê Bîdlîsê, ku milkê bav û bapîrên wî bû. Lê di 53ê salîya xwe de, bi armanca xizmeteke ji mîrîtîyê mezintir ji gelê xwe re bike, ew dest ji mîrîtîyê dikşîne û dema xwe bi tam dide lêkolîn û nivîsara dîroka gelê kurd. Ji sala 1588-1596 an ew ji bo berhema xwe malûmetîyan berev dike. Û berhema xwe ya ser dîroka kurdan “Şeref-name”, 13 tebaxê, sala 1597 an temam dike.

Şeref xan Bîdlîsî di berhema xwe de ewqas malûmatîyên hûrgilî di derheqa deverên Kurdistanê yên cihê de tîne, ku ji bo wê demê ji karibûna mirovekî der bû ewqasî bigere, bibîne û binivîse. Em bawer in alîkarên wî jî hebûne.

Şeref xan Bîdlîsî hema bêje di derbarê mîrgeh, xantî, êl û êşîrên kurdan gişkan de, bi dîroka wan re tevayî, dide. Gava van malûmatîyên dîroknûs anî gişkan digihînî hev, nexşeya Kurdistanê tê ber çavên mirovan; nexşeya Kurdistana mezin.

Gelek caran ser pirsa ka lûr, bextîyar, dimilî kurd in, yanê na, tê gotin û nivîsar. Eger di dema xwe de Şeref xan Bîdlîsî ew nekirana nav hozên kurda, ne dûr e îro ew pirs dijwartir bûya. Ev jî mezinayîke Şeref xan Bîdlîsî ye.

Şeref xan Bîdlîsî, raste-rast bangî kurdan ne kirîye, ku bibin yek, dijî dagirkeran şer bikin û welatê xwe rizgar bikin. Ne dûr e, ev bi rewşa wî ya sîyasî re girêdaye. Lê ser derd û kulên wan rawestîya ye. Derdê lapî mezin dutîretîya kurda bûye û di pêşgotina pirtûka xwe de ew dinivîse: “Hozên kurdan guh nadin hev, gura hevdu nakin û yekîtya wan tune”.

Gelo ev bi xwe banga yekîtîyê nîne?

Di beşê “Di derheqa hukumdarên Bîdlîsê de” ew bi keder gotinên Hekîm Îdrîs tîne: “Tu yek ji wan serê xwe ber yê din xwar nake, ji ber wê jî kar gerek bispêrne xizmetkarekê dîwanê. Ew gişk ê bibin destdayê wî”. Bi gilîkî mayîn kurd ber hev danaxun, lê wekî tirk be, gişkê serê xwe ber xwar bikin. Dîsan derdê kurdan tîne ziman.

Bi bawerîya Şeref xan Bîdlîsî, di rastîyê de Kurdistan tu caran bi tam bindest nebûye. Ew dinivîse: “Eger hinek sultanan her tişt kirine, ku Kurdistanê bindest bikin, dawîya dawî, piştî dijwarî û têkçûnên mezin, neçar mane dîsan wê bidin xwedîyên wê.”

Ew bi serbilindî dinvîse; “Kî bixweze Kurdistanê bindest bike, berî gişkî karê wî wê bi hukumdarê Bîdlîsê û hoza Rojkî re hebe”. Çiqas jî Şeref xan Bîdlîsî li gelek cîyan pesinê siltanê Romê dide, lê ev gotina ji dil tê.

“Şeref name” makkirina wê yekê ye, ku bîr û bawarîyên nasînoalîzma êtnîkî, di berê de li bal çîna kurdan ya desthilatdar hebûne.

Şeref xan gelê kurd di yekîtîya wê de dît; bêyî ku cudatîyê bike nav zarava û bawerîyên olî.

Sala 1860 î zanyarê rûsî yekemîn car “Şeref name” çap kirîye V.V. Vêlyamînov-Zêrnov dinivîse, ku di nava 300 salî de li Rojhilatê tu berhemeke wek “Şeref name” dîyar nebûye.

Dûarojê zanyarê kurd Mela Mehmûd Bayezîdî wê seva Şeref xan binivîse “Bi rastî jî Kurdistan deyndarê pênûsa wî mirovî ye, mirovê bi zanebûn û sîyanetê ve tijî, nav û dengtirîn mirovê sedsala xwe”.

Malûmatîyên jorgotî, tên wê bawerîyê mak bikin, ku rehên nasîonalîzma kurdan digihîjine “Şeref name” a Şeref xan Bîdlîsî.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev