Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Wefata Şêrkoh û wezîrtîya Selahedîn Eyûbî

Wefata Şêrkoh û wezîrtîya Selahedîn Eyûbî

Emîn Narozî, lêkolîner

Dîroknasan dîyar kiriye ku piştî mirina Esededîn rewş ji Selahedîn Yûsuf îbn Eyyûb re li hev hatiye, hîmê desthilatdarîyê jê re hatiye danîn û karûbarên wî bi baştirîn awayî bi rê ve çûne. Bi vî awayî cîhan jê re kêm ketîye, wî jî dest danîye ser û ji dana Xwedê re spas kiriye, malê ku dayê jî belav kiriye û dilê gel pê xweş kiriye. Wî dev ji mey û badeyê berdaye, terka kêf û şahîyê kiriye, kirasê xebat û têkoşînê li xwe kiriye û heya mirina xwe her li tiştên qenc û karên ku ew ber bi Xwedê ve dibir, domandîye.

Zanayê me Îbn Şeddad gotîye: “Min jê – mihrîvanîya Xwedê lê be – weha bihîstîye: ‘Gava Xwedê welatê Misrê ji min re bexişand hingê min zanî ku Wî vegirtina qeraxê jî vayîye, çunkî wî ew xiste dilê min’. Vêca ji wextê ku rewş jê re li hev hat û pê ve wî jî bêrawestan dest bi êrişên ser welatên frengan yên Kerak û Şewbekê kir û xelk jî ji wan ewrên bilind yên qencîyê bi awayekî ku heya hingê tarîxê tomar nekiribû, hat avdan. Ev tiştên han hemî dibûn û ew bi xwe jî wezîrê pêşrewê gel bû, lê li ser rêbaza sunnî bû. Wî di welatî de zana, bîrewer, sofî û dîndar digihandin û xelkê jî ji her hêlê ve ber pê ve dilezand û ji her alîyî ve qurban jê re dihatin dan. Wî tu qasidî vale venedigerand û tu peyambirî jî bi şûnde nedişand, heyanî sala pêncsed û şêst û pêncan (565/1169-70)

Li ser sîyaseta Selahedîn ya piştî wefata apê wî Şêrkoh û wezîrtîya wî, Elî Beyûmî jî ku ji berhemên cuda veguhastîye piştî ku gotinên Îbn Şedad yên jorîn weke notekê dide, weha didomîne: “Çawa ku ji van peyvên Îbn Şedad jî tê fahmê ku Selahedîn piştî apê xwe – belkî hê di saxîya wî de be jî – xwe ji bo karê wezîrtîyê qenc çikandîye, ew pir giring girtîye û ji dil û can karê xwe kiriye ne ku çawa hinek çavkanîyên erebî nivîsîne ku wî bê dilê xwe û bi zorakî ew kar girtîye ser milê xwe. Her weha wî bi vê dilxwazîya xwe ya ji dil ya karê wezîrtîyê û xebata xwe ya bi rêk û pêk di destpêkê de bingehê sîyaseta xwe ya pêşerojê û ya malbata xwe jî avêtîye ku ji bo vê yekê jî wî di destpêkê de piştî dilxweşkirin û kişandina serdar û leşkerê apê xwe û yên Nûreddîn ku pê re mabûn, xwestîye bi belavkirina mîrgeh û malê apê xwe, xwe nêzî xelkê Misrê bike û wan jî bikişîne hêla xwe. Wî ev yek jî bêguman dîsa bi belavkirina mal li xelkê pêdivê, rakirina hinek bacan û kêmkirina bacê ji hinek tiştên din jî û rakirina sezayê derenghiştina wê, pêk anîye. Bi vê re wî ji bo qibtî û nemisilmanên din re jî gelek nermayî nîşan daye û ferman kiriye ku divê her kes ji wan re baş be û bihêle ku ew bi hêsanî û çawa bivê wisa perestina (îbadetê) xwe bikin. Lê li hemberî vê jî her ku diçû wî cih li mirovên xelîfe xelîfe Adid û der û dorên wî teng dikir, meraxeyên wan yên mezin ji wan distandin û bi vê yekê jî rewşa wan qels dikir ku hêdî hêdî wan bêxeber bike. Ji bilî vê jî ji ber ku ew ji hêlekê ve hem cihgirê Nûreddîn yê Misrê û serekfermandarê wî yê wê derê bû û ji alîyê din ve jî ew wezîrê xelîfeyê Misrê û serekfermandarê wî bû jî divîya bû ku ew pir bi hostatî dengeyekê di navbera wan de deyne û herduyan jî pêkve car bi memnûnî û car jî bi zorakî îdare bike ta ku karibe meliwa xwe bi kevir bike, desthilatdarîyê tev têxe destê xwe, hêvîya malbata xwe bîne cih û çavê apê xwe Şêrkoh jî vekirî nehêle.[1]

Wextê Selaheddîn bi çûna frengan ya ber bi Dimyatê ve hisîya rabû ji bo wan leşker bi çek kir û her cûre alavên cengê ji wan re amade kirin û soz da wan ku ger ew [fireng] herin ser dê ew leşkerî bişîne hawara wan. Di vê navê de wî jî gelek mal û dîyarî bexşinadin der û doran û ji xwe ew jî wezîrekî wisa zirp bû ku ji ti fermana wî re nanakirin tune bû. Piştre freng bi sîpaheke xurt ve çûne ser û cengeke dijwar kir. Wî jî mihravanîya Xwedê lê be ji derve ve êriş dibirin wan û leşkerî jî ji hundur ve şerê wan dikir ta ku Xwedayê teala bi ray û tevdîrên xwe yên baş serkeftin da Misilmanan û ew hêvîşkestî ji ser rabûn û çûn. Mencenîqên wan hatin şewitandin, alavên wan hatin standin û gelek mêrxasên wan hatin kuştin.

Piştî vê yekê êdî Selahedîn lengerê xwe berda erdê û şand pey bavê xwe Necmedîn Eyûb û hêvîya hatina wî kir. Wî ev yek hem ji bo ku kamîranîya wî temam bibe û hem jî ji bo ku serpêhatîya wî jî bibe mîna ya Yûsufê Rastgo [Yûsuf Pêxember] ewleyîya Xwedê lê be, kir.

Zanayê me Hafiz ‘Îzeddîn îbn el-Esîr ku berê behsa wî derbas bû, di terîxa xwe ya Atabegî de rewşa wezîrtîya Selahedîn weha rave dike: “Tibabek ji wan serdarên Nûrîye yên li Misrê yên mîna Eyn ed-Dewle Yarûqî, Qutbedîn Xusro îbn Tulîl ku birayê Ebû-l-Hîcayê Hezbanî yê xwedîyê Erbîlê bûye (ew xwedîyê medreseya Qutbîye ya Qahîreyê ye), Seyfedîn Elî îbn Ehmedê Hekarî ku kalê wî xwedîyê keleya Hekarî bûye (ew bi Meştûb navdar e û bavê Îmadedîn Ehmed îbn Meştûb e ku jînenîgarîya wî serbixwe hatiye dayîn) û Şehabedîn Mehmûdê Harimîyê xalê Selahedîn, piştî wefata Esededîn xwestine ku hem bibin fermandarên sîpahê û hem jî wezîr. Her yek ji wan ew ji xwe re dixwest û komek peya jî dabûn hev ku dest deynin ser. Lêbelê Xelîfe Adidê xwedîyê Misrê şand pey Selahedîn û ew xweste seraya xwe ku here cubeyê wezîrtîyê wergire û piştî apê xwe desthilatadarîyê bistîne. Sedemê vê kirina Adid jî kêmhêzîya Selahedîn bû. Wî texmîn dikir ku ger Selahedîn bîne ser kar dê ew ji ber kêmasîya leşker û peyayên xwe, di desthilatdarîya xwe de ne serdest be, zêde dijî wî ranebe û dê ew karibe bandorî lê bike.

Li ser vê hilbijartina Xelîfe Adid ya Selahedîn ji bo wezîrtîyê weke ku ji vê derê jî dixuye piranîya çavkanîyên ereban û hinek ji yên din jî qelsîya Selahedîn û dîtina Adid ya hêvîya pêkanîna daxwazî û fermanên xwe tê de nîşan didin, lê Elî Beyûmî li dijî vê dîtinê derdikeve û bi gotinên Îbn Ebî Teyy vê yekê pûç dike. Ew bi kurtî weha dibêje: “Çi çavkanîyên ereban bin û çi jî yên din bin bi yek devekî sedemê di serregirtina Adid ya Selahedîn ji bo wezîrîyê qelsîya kesayetîya wî, aramîya wî û kêmpêwendîya wî ya bi xelkê re nîşan daye û Adid hêvî kiriye ku hem ew dê karibe wî bi kar bîne û hem jî belkî bi vê yekê kes ji leşkerê Şamî mezinayîya wî nepejirîne û pêrên wan dev jê berdin herin û ew jî kengê bivê karibe wî weke dilê xwe bi kar bîne û ger nevê jî bi çotirê wî bigire ji Misrê biavêje.

Lê bi rastî ev dîtineke texmînî ye û bê destek e, lewra Xelîfe Adid ti carî ti wezîrê xwe ne hilbijartîye heya ku Selahedîn hilbijêre; wezîrên wî hemî jî bihêza xwe, xwe pê dane hilbijartin û wî hertim bi ya wezîrê xwe kiriye ne ku wezîrên wî bi ya wî kirine. Ji xwe hatina wî ya ser textê xelîfetîyê jî ne bi xwe bû, lê wezîrê wî Telayi‘ îbn Rizîq ew anîbû ser textê xelîfetîyê. Vêca xelîfeyekî ewqas qels û bêbiryar çawa di yek şevê de karibe bibe xwedîhêz û xwedî raman û planên dûr û dirêj ku digel ewqas serdarên mezin û xwedîhêz ku xwe li ber wezîrtîyê xweş kiribûn, rabe wezîrê xwe li gor dilê xwe û bi planên xwe yên pêşerojê bibijêre.

Belkî dilnermî û aramîya Selahedîn û xwebitenêhiştina wî rast be jî lê ev ti carî nayê maneya qelsîya kesayatîyê û ji bilî vê jî ew xuyê ku jê bahs dikin ew yê dema Şamê bû, bes piştî hilbijartina malbatê ya wî ji bo pêşerojê, şandina wî ya Misrê bi apê wî Şêrkoh re û pijandina wî di nav şerê giran yê hersê caran de digel spartina apê wî ya karûbar lê, êdî ew xwebitenêhiştina wî nemabû. Wî dest bi girtina berpirsîyarîyê kiribû û li hemî karûbarê apê xwe xwedî derketibû. Herweha wî di dorpêçana Îskenderîyeyê de heya ku apê wî gihştibûyê, xweragirtineke pir xurt nîşan dabû û di jiholêrakirina Şawir de jî rolekî sereke leîstibû. Îbn Ebî Tey jî li ser hilbijartina wî ji hêla Adid ve tam dijî dîtina li ser qelsîya wî weha dibêje: “Xelîfe Adid ji ber biryardarî, şarezayî û bi taybetî jî mêrxasî û bêperwayîya wî ya dema kuştina Şawir ew gelekî ecibandibû – – ”.[2]

Ji xwe di dema ku li Misrê mabû de wî qet qelsî û bêbiryarî nîşan nedabû û di karûbarê xwe yê gerandina wezîrtîyê de ti dudilî nekiribû. Ya rastî sedemê hilbijartina wî siyaseta şareza ya Îsayê Hekarî digel giranîya wî di nav serdarên Şêrkoh de û xebata wî ya nav serdarên Nûredîn yên din de bû – çawa ku çavkanî hemî bi yek devî dinivîsin – û hilbijartina Adid jî bes formalîteya prosedurê bûye. Îmadeddîn el-Katib el-Îsfehanî jî gava hilbijartina Selahedîn ji alîyê serdarên Nûredîn ve bi yekdevî dîyar dike weha dibêje: “Piştî sê rojan gava serxweşîya Esededîn qedîya di nav serdaran de cudahî derket, daxwazîyên wan hev negirtin û hindik mabû ku ew li hev nekin, lê piştre di nav wan de yekîtî çêbû, wan bi destê hev girt û bi yek destî alaya Selahedîn bilind kir, li ser wezîrtîya wî biryar da, piştgirîya wî kir, jê re bûne penah û piştek û got: ‘Bila ev têkeve cihê apê xwe, em hemî jî dê di ber fermana wî de bin û xwedîyê sarayê jî ji bo vê hilbijartinê qayîl bikin…”,[3]

Celadet Bedirxan di hejmara 13an ya Hawarê de li ser Selahedîn weha dibêje:

— “Di sala 1316/1898an de gava Împeratorê Almanya hatibû Şamê qesda gora Selahedîn kiribû û berî ku bigihe gorê ji gergeroka peya bûbû û pêleke dirêj [ji bo rûmeta Selahedîn] bi peyatî çûbû ser gora wî. Her ev Selahedîn mirov û serdarê mezin Selahedînê me bû, Selahedîn kurd bû. Ji bona mezinahîya miletekî ma Selahedînek ne bes e.”

Ibn el-Firat jî weha dibêje:

Ibn Firat jî li ser rewşa destpêka wezîrtîya Selahedîn piştî wefata Şêrkoh weha dîyar dike: Dema Xelîfe Adid erka wezîrtîyê didê mîrek û serdarên sipaha Sûrî guhê xwe nadinê û wezîrtiya wî napejirînin û nakevin ber xizmeta wî. Lê Feqihnas û şareza Dîyaedîn Îsayê Hekarî sîyaset û mehareta xwe ya xurt bi kar anîye û ji Mîrê mezin Seyfedîn Meştûbê Hekarî û xalê Selahedîn Şehabedîn Mehmûdê Harimî dest pê kirîye ta ku wan qayil kirîye û anîye hêla Selahedîn. Dû re yên din jî ji bilî Eyne ed-Dewle Yarûqî, Cûrdîk û Qutbedîn Yenal û memlûkên wan pê ve ku ew zivirîne cem Nûredîn, bi yên din hemî wezîrtîya Selahedîn pejirandine û pê re kar kirine û ketine ber xizmeta wî, çawa ku Ibn el-Esîr jî heman tiştî di kitêba xwe ya el-Kamilê de nivîsîye.

Lê belê heçî Selahedîn e gava Xelîfe Adid wezîrtîyê dayê û menşûra/belgenameya wê jê re şand, wî ew bi dil can pejirand û li gorî ku îcab dikir tevgerîya û di dilê wî de qencî û rindî hat çandin, zincîra qencî û minetê bi stuyan ve hat eliqandin, hezkirina xelkê jî jê re çêbû û xweşmêrîya wî li rojava û rojhilat hemî belav bû. Gava nigên wî jî li ser darê wezîrtîyê û mezinatîyê erd girtin, ew jî bi sîyaseta xwe ya baş bi xelkê ve rabû, bi tevdîra xwe ya çê belgenameyên welatê xwe rêz kir û malbata xwe û xelkê xwe anî cem xwe û bi dadmendî bi herkesî re tevlivîya. Wî qencî bi xelkê û derûdorên xwe kir ta ku ew kişandin cem xwe û dest ji şerabê û kêf û xweşîyê berda û ji bo birêvebirineke qenc dest bi başîy û, camêrî û comerdiya xwe li ser gel bêhtir kir û ji bo cahd û têkoşînê ûçikê xwe hilda.

Hinek ji mîrek û serdarên wê serdemê gotine: “Adidê xwedîyê Misrê berê xwe daye ser Melik Nasir Selahedîn Yûsuf û ewqas pir zahf jê hez kirîye ku hiştîye ew siwar here têkeve qesra wî. Gava ew li cem bûye û di qesrê de bi roj û dehyekan di odeyên wî yên taybetî de pê re maye ku kesî nizanibû li kû ye.[4] Ji ber vê piştgirîya Adid rewşa Melik Nasir Selahedîn Yûsuf pir xurt û qewî bû ku serdar û mîrek ji vî qedir û payebilindîya ku gihayê hesidîn û dest jê berdan zivirîn Şamê. Siltan Selahedîn bi demê re dilên merivan bi bal xwe ve kişandin û malê ku apê wî Esededîn Şêrkoh civandibû li hawîrdorên xwe belav kir û hê bêhtir ji Xelîfe Adid jî xwest ku wî jî nikribû nedê û ew jî li serdar û mîrekên dora xwe belav kir û xelk hê bêhtir lê kom bû û jê hezkirin. Bi vê belavkirina mal hêza wî xurt bû û ya Adid jî her ku çû qels bû çawa ku em ê rewşa wî ya dawî bibêjin.[5]

Riataza.com

[1] Bnr. Elî Beyyûmî, b.n., r. 153-54)

[2] Bnr. Ebû Şame Şehabedîn Ebdurehman îbn Îsmaîl el-Meqdesî, Kîtab er-Rewdeteyn fî Exbar ed-Dewleteyn el-Nûrîye we s-Selahîye, Dar el-Kutub el-Misrîye, Qahîre, 1998, c. 1, beş 2, r. 439 ku ji Îbn Ebî Teyy veguhastîye.

[2] Ebû Şame, Rewdeteyn, c. 1, beş 2, r. 409

[4] Gelek caran ji bo niqaş û sohbetên felsefî û tesewifî, digel lîstika setrencê bi tenê diman, çunkî Adid tu carî nedixwest fikir û ranmanên xwe yên taybetî û ne fermî dicivatan de bibêje û bi herkesî re par ve bike. E. N.]

[5] Nasiridîn Mihemed ibn el-Firat, Tarîx ibn Firat, unversiteya Besrayê, bê tarîx., bg. 4, beş 1, r. 63-65

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev