Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Berîa pêşniyar kir, Stalîn fermana kurdan rakir!

Berîa pêşniyar kir, Stalîn fermana kurdan rakir!

Ev 75 sal in ku kurd li Asîya Navîn, bi taybetî jî li ser xaka Qazaxistanê, Qirgizistan û Ûzbekistanê dijîn. Yekitiya Sovyeta Sosîyalîst 7-ê tîrmeha 1937an biryarek derdixe ku ev biryar dibe sedema koçberî û fermana wan.

Dawiya payîza 1937an kurdên Ermenistanê û Azerbaycanê ber bi Qazaxistanê ve têne sirgunkirin. Sedema sirgunkirina kurdan ev e: “Kesên wiha ne ku mirov baweriya xwe bi wan nayine û bi wan ewle nabe.” Bi hezaran malbatên kurdan bi trên, qamyon û seyareyên bar û heywanan di nav şertên gelek dijwar de dest bi rêwîtiyeke ‘2 mehî’ dikin.

Îro li Qazaxistan, Qirgizistanê û Ûzbekistanê gorî îstatîstîkên ne fermî bi qasî 200 hezar kurd dijîn. Beşeke mezin ji kurdên Asîya Navîn îro li Qazaxistanê bi cih bûne ku pareke ji wan nêzîkî sînorên Çînê dijîn.

Sirguna duyem sala 1944an, di serma û seqemeke zivistanê de pêk tê. Fermana sirgunê ji hêla Stalîn ve tê dayîn.

Komîserê Gel ê Navxweyî Yê Sovyeta Sosîyalîst Lavrentî Berîa, nameyeke ‘gelek girîng’ û ‘veşartî’ ji Serokê Yekitiya Sovyeta Sosîyalîst Îosîf Stalîn re dişîne û daxwaza fermana kurdan dike. Ferman bi vî awayî ye:

24 tîrmeh 1944

Bi tevahî veşartî!

Komîteya Parastina Dewletê,

Ji bo Hevrê Stalîn.

Beşeke mezin ji kesên li herêmên Komarên Sovyeta Sosîyalîst, ji ber ku li deverên sînorê Tirkiyê dijîn, bi xizmên xwe yên li Tirkiyê ne têkilî datînin; hem qaçaxçîtiyê dikin, hem jî ji bo îstîxbarata Tirk kar dikin.

Ji bo parastina sînorê Yekîtiya Sovyeta Sosîyalîst, Komîseriya Gel a Navxweyî baş dibîne ku 86 hezar kurd, tirk û hemşîniyên ji 16.700 malbatan pêk tên û li gundên navçeyên Axiska, Adigin, Axilkelek, Aspînza û Bagdanovkaya Gurcîstanê û Komara Acarîstana Otonom dimînin, ber bi Qazaxistan, Ûzbekîstan û Qirgizistana Komarên Sovyeta Sosîyalîst ve bêne şandin.

Li derdora sînorên navborî wê ji hêla Komîseriya Gel a Navxweyî ve ewlekariyên taybet bêne wergirtin. Lewre jî ji bo ku reşnûsek bo Komîteya Parastina Dewletê bê şandin, hêviya me ji we ew e ku hûn biryarekê bidin.

Di çarçoveya rapora ku Komîsarê Gel ê Navxweyî ya Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosîyalîst Beria dabû, biryara Komîteya Parastina Dewletê di nava hefteyekê de yekser tê…

Rojnameyên ku bi zimanê rûsî li Rûsyayê derdiketin, di hezîrana 1991ê de, bi sernavê ‘Dosyayên Taybet ên Stalîn’ behsa kitekitên vê biryarê dikirin. Biryara Stalîn ku bû sedema koçberî û mirina bi hezaran kurdên belengaz û gelên din ên herêmê bi vî awayî bû

Biryara Komîteya Parastina Dewletê

Bi tevahî veşarî,

Moskova-Kremlin

31 tîrmeh 1944

Hejmar: 6279

Ji bo parastina sînorê dewleta Gurcistana Sovyeta Sosîyalîst bê parastin, Komîteya Parastina Dewletê ev biryaran wergirtine:

“Ji 86 hezar kurd, tirk û hemşîniyên ji 16.700 malbatan pêk tên û li gundên navçeyên Axiska, Adigin, Axilkelek, Aspînza û Bagdanovkaya Gurcîstanê û li Komara Acarîstana Otonom dimînin, 40 hezarê wan bila ber bi Qazaxistanê, 30 hezarê wan ber bi Ûzbekistanê, 16 hezarê wan jî ber bi Qirgizistanê bêne şandin.

Hevrê Beria bila li ser navê Komîsariya Gel a Navxweyî ya Yekitiya Sovyeta Sosîyalîst ve, karê tehliyekirinê heta meha 11an sala 1944an temam bike.

Serokê Komîtêya Parastina Dewletê

Stalîn

Heta sala 1956an jî derketina kurdan ji gundan qedexe bûye. Di bin çavdêriya leşkeran de bûne. Statuya wan jî ev bûye: “Penaberên taybet.”

Balkêş e ku şert û mercên ku kurd lê rast hatine, zêde neketiye belgeyên fermî. Lê heke derbasî belgeyan jî bûbe, gelek veşartî ne û di arşîvên Sovyeta Sosîyalîst de mane.

Belgeyeke ku eşkere bûye, di sala 1939an de hatiye nivîsandin. 25ê adara 1939an ji rêveberên komûnîst ên Qazaxistanê nameyeke agahdariyê ji Molotov re tê şandin. Molotov, serokê Komîsarên Gel ên Yekitiya Sovyeta Sosîyalîst e. Di nameyê de wiha tê gotin: “Rêveberên herêmî ên Qazaxistanê tu alîkarî nedane kurdan û ermeniyan, piştgiriya wan nekirine û jiyana wan a aborî rêkûpêk nekirine.”

Sala 1944an gava leşkerên kurd ên ku ji bo Sovyetistanê çûne şer, vedigerin welatên xwe, malbetên xwe nabînin û pê dihesin ku ocaxên wan kor bûye!

Kurd piştî sirgunên 1937 û 1944an cara sêyem piştî şerê Azerbaycanê û Ermenistanê, ji neçarî berê xwe didin Asîya Navîn. Piraniya kurdên ji Azerbaycanê û Ermenistanê qesta ber û pismamên xwe kirin, li Qazaxistanê bi cih û war bûn.

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev