Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Êzidiyên Herêma Ebexê

Êzidiyên Herêma Ebexê

Mehmet Gültekin, lêkolîner

Ev pêvajoya koçberkirina êzidiyan ji Ebexê û sancaqên navborî di salên şerên di navbera Rusya û dewleta osmaniyan yên 1854 û 1877’an de jî berdewam kir. Di şerê cihanê ê yekemîn de ji salên 1914 hetanî 1918’an jî koçberkirina wan a dawîn ji van herêman bi destê artêşa osmaniyan û alayên Hemidiyê qewimî.

Herêma Ebexê hetanî beriya 200 salan yek ji navendên kurdên êzdî bû ku wan tê de wek binaliyên qedîm bi nifûseke mezin jiyan dikirin. Navê herêma Ebexê di çavkaniyên dîrokî de gelek caran wek Ebâga û Ebgay derbas dibe, di çavkaniyên fermî yên osmanî de jî ev navan hatine bikaranîn. Piştî avakirina komara Tirkiye’yê ev nav bi ser navê Çaldiran hatiye guhartin. Di rastiyê de navê Çaldêran navekî îranî ye ku ji herêmeke piçûk a li aliyê Îranê ango rojhilatê Ebexe re tê gotin. Çavkaniyên îranî wek cîwarê şerê osmanî û safewiyan vê herêma ku niha dikeve aliyê Îranê destnîşan dikin, lê yên tirkî jî neqil dikin, wekî şer li deşta Ebexê destpê kiriye û li Çaldêrana li aliyê Îranê jî bi dawî bûye. Di hin çavkaniyên derbarê şerê Çaldiranê de qala kurdên Êzidî tê kirin û ew destnîşan dike ku di wan salan de ew li herêma Ebexê diman.

Ebexe ji rûbarê behrê 2050 mêtreyan bilind e û ji deşteke berfireh ya ku ji aliyê gelek çiyayan dorpêçkirî pêktê, mezinahiya wê bi tevehî dora 2000 km² ye. Sînorên wê li aliyê başûr digihêjin navçeya Qerqeli ya girêdayî Wanê, li bakûr Gihadîn û Bazîd, li rojavayê herêmên Bergirî û Erdîşê û li rojhilat jî sînorê îroyîn yê Îranê. Bajarê sereke Bazîdaxa ye, ya ku navê wê jî wek Çaldiran hatiye guhartin. Herêma Ebexê hetanî dawiya sedsala 18’an girêdayî mîrektiya Bazîdê bû, piştre dewleta Osmanî ew ji wir veqetand û bi ser eyaleta Wanê ve girêda.

Ji ber ku Ebexe li bilindciyan e û salê deh mehan berf ji çiyayên hawirdora wê kêm nabe, ji ava ku ji helîna berfê dertê di deşta wê de gelek çem û kanî diherikin. Binaliyên herêmê li bajar û gundên di nav deştê de dimînin û du mehên havînê jî li nêzikî gundên xwe konan vedigirin ji ber ku ev herêm bi xwe ji zozan û zomeyan pêk tê. Herêma Ebexê warê herî sar ê li rojhilata nêzîk e, zivistanê sermaya wê carina digihêje bêhtirî kêmek 40 dereceyan.

Seyyah û lêkolînerê Osmanî Mehmed Hurşîd Paşa di berhema xwe ya bi navê Seyâhatnâme-i Hudûd ya ji nîvê sedsala 19’an de dibêje ku ev herêm berê girêdayî sancaqa Mehmûdî ya li ser Hekkariyê bûye û wek mesken û warekî hezkirî yê eşîrên êzdiyan bûye, êzdiyan her aliyê vê herêmê şên û xweş kiribûne û li cihên minasib jî gelek avahî çêkirine. Wan her wiha ji bo parastina xwe li hember dijminan birc û kela jî avakirine û debara xwe jî bi xwedîkirina ajalan û bi cotkariye peyda kirine. Ew pê re navê hin kelayên kevnare wek Dergezîn, Kelareş, Kelaspî, Alkele û Koşka Şêxan jî dinivîse. Piştî ku Mehmed Hurşîd Paşa salixê kela Dergezînê dide, ya ku bi xwe dîtiye, ew nivîsa li ser kêla qoreke bişeml ya mîreke êzdiyan jî neqil dike ku tê de dema mirana wî diyar dibe:

“Nâm ve şanı tutmuşidi serhadd-ı Van’ı

Tamâm havf edüp cevr eyledi ana bu fani rüzgar

Bin yüz on dörtde ecel peymânesin nûş eyleyüp

Menzil-i dünyâyi kodu tuttu ‘ukbâda karâr”.

Ango ew mîrê ku nav û dengê wî li Wan a Serhedê belavbûyî bûye di sala 1702/1703’an de çûye dilovaniya xwe. Ji nivîsa Mehmed Hurşîd Paşa diyar dibe ku li dor kela Degezînê gelek gor û avahiyên wêrane di dema serdana wî de hin jî diyar bûne.

Em ji Şerefnameyê dizanin ku hin di qûrna navîn de ev herêm di bin hukmê mîrên Çolemêrgê û yên mîrektiya Mehmûdî de bû. Dema Mela Mehmûd Bazîdî jî di nîvê sedsala 19’an de qala eşîrên eyaleta Wanê dike, ew wek eşîrên kurdên êzdî navê Reşî 200 malbat, Mendikî 200 malbat, Barawî 150 malbat û balekurtî 100 malbatan destnîşan dike. Mela Mehmûd her wiha di hin hikyatên xwe de jî navên êzdî û Ebexeyê bi hev re bikartîne. Hin çavkaniyên kurdî jî van eşîrên li jorgotî bi konfederasyona Şemsikan ve girêdidin û dibêjin ev nav ji Sêşims an jî Şemsê peyda bûye. Goreyî hin çavkaniyan Şemsikan berê ji herêma Şengelê berbi Kurdistana Bakûr belav bûye û goreyî hinan jî ew berêv de binaliyên navçeya Sîlvanê bûne û piştre ji wir berbi navçeyên cuda koçber bûne.

Mehmed Hurşîd Paşa di pirtûka xwe ya navborî de bi berdewamî dinivîse ku beriya 50-60 salan ango di dawiya sedala 18’an de hin eşîrên cuda yên ku di havînan de li Ebexê derketine zozanan û sal bi sal zêdetir li wir cîwar bûne ji ber ku şênî û berhemdariya axa wê li wan xweş hatiye. Van eşîran piştre jî dest bi neheqî û zilmê li hember êzdiyan kirine û ew ji wê herêmê bi dûr xistine.

Di zargotina kurdî ya li vê herêmê û li navçeyên hawirdora wê de jî gelek hikyat û serhatiyên li ser van bûyeran tên vergotin. Dema Kemal Süphandağ di pirtûka xwe ya di derbarê Berxwedana Araradê û eşîra Heyderan de salixê ciwarbûna Heyderan li vê herêmê dike, ew ji bo dawiya sedsala 18’an neqil dike ku di navbera rêberê Heyderan Elî Axayê mezin û rêberê êzdiyan Kok Axa de li van herêman de şer qewimîne û piştî ku Heyderan zora êzdiyan biriye, ev herêm ji xwe re dagir kirine. Ev salixdayîn jî ji aliyê dem û pêşdehatina bûyeran ve gelekî dişibîne bûyerên ku Mehmed Hurşîd Paşa neqil dike.

Pişrtî ku artêşên Împaratoriya Rusya’yê daketin Kafkasya başûr û di sala 1828’an de sancaqên Qers, Erzirom û Bazîdê dagir kirin û di sala 1930’an de dîsa vekişiyan, dewleta osmaniyan goreyî hin çavkaniyan di sala 1834’an de dora 300 malbatên kurdên êzdî ku gelek ji wan malbatan berê li herêma Ebexê diman koçberî bakûrê çemê Erezê kir ku ew bi piranî li gundên Elegezê cîwar bûn. Niha jî gelek kurdên Sovyeta berê hene ku ew xwe li ser wan eşîrên navborî û bi taybetî jî li ser Şemsikan dihesibînin.

Ev pêvajoya kocberkirina êzidiyan ji Ebexê û sancaqên navborî di salên şerên di navbera Rusya û dewleta osmaniyan yên 1854 û 1877’an de jî berdewam kir. Di şerê cihanê ê yekemîn de ji salên 1914 hetanî 1918’an jî koçberkirina wan an dawîn ji van herêman bi destê artêşa osmaniyan û alayên Hemidiyê qewimî. Cangîr Axa ê navdar ku li navçeya Bergirî ango li nêzikî Ebexê hatibû dinê, wek rêberê êzdiyên herêma Wanê di wan salan de dijî komkujiyên dewletê û cerdevanên Hemîdiyê tekoşîneke xurt meşand ya ku bû yek ji mijarên sereke ê kilam û serhatiyên kurdî, pişt re tev êzdiyên mayîn wargihuzî welatê Sovyet a ku nû hatibû avakirin bû.

Derheqa nivîskar da

Mehmet Gultekîn

li Frankfurtê di Zanîngeha Johann Wolfgang von Goethe da beşên Fîlolojiyê û Mater a wê qedand// Niha di Mahmekeyê Bilind yên Akmanya da wek Pisporê Ziman û mijarên Kurd û Tirkan kar dike

Qeydên dişibine hev