Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Xwedîyê kurmancîya dewlemend

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û 2 berhemên nivîskar Babayê Keleş bikin. Ew bername bona xwendinê bi cûrê nivîskî jî di rûpelên malpera me da çap dibe.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Sed heyf, ku piştî amadekirin û xwendina vê bernameyê nivîskarê me yê mezin Babayê Keleş 10ê îlonê, sala 2014an ji nexweşîya dil li Rewanê wefat bû.

TÊMÛRÊ XELÎL

Babayê Keleş yek ji wan nivîskarên kurd yên Ermenîstanê ye, ku him bi kûrayî zanebûna zmanê kurdî, him bi kûrayî zanebûna edebîyeta cihanê edebîyeta kurdên Sovyeta berê gîhande dereceke diha bilind.

Ew sala 1947a di maleke kurdperwer û zaneyê folklora miletê me da mezin bûye. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Ewî nebîyê xwe – Baba bi hikyat, destan, beyt û çîrokên kurdan va mezin kir.

Babayê Keleş beşa kurdzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê xilaz kirîye. Pişt ra weke 18 salan di redaksyona rojnama kurdî ya “Rya teze” da kar kirîye, gihîştîye heta qulixa sêkrêtarê cabdar, ku beramberî cîgirê berpirsyar bû.

Heta niha pirtûkeke wî çap bûye bi sernivîsara “Nîşanî”, ku tê da 14 serhatîyên bijare hene. Û eger her yek ji me wan hemû serhatîyan bixûne, tu şik tune, ku kurmancîya wan wê baştir be. Ez vê yekê li ser xwe jî texmîn dikim. Ji ber ku min ne tenê serhatîyên Babayê bira xwendine, herwiha em bi hev ra weke 15 salan di redaksyona rojnama kurdî da xebitîne.

Ev pirtûka Babayê Keleş (û pirtûka Xelîlê Çaçan Mûradov ya bi sernivîsara “Morîyên Nenê”) usa li nivîskar Delîlo Îzolî xweş hatibû, ku ewî herdu jî ji tîpên kîrîlî kirine latînî û li Hollandayê dane çapkirinê.

Xênji vê pirtûkê, gelek serhatîyên wî di almanaxa “Bahara teze” da çap bûne, ku her sal li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatîyên wî bi ermenî, rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke wî ya dinê jî ber çapê ye. Û eger weşanxanên kurda yên welatparêz alîkarîyê bikin bona çapkirina pirtûka wî, edebîyeta me wê diha dewlemendtir be.

Sed heyf, ku Babayê Keleş 10ê îlonê, sala 2014an li nexweşîya dil li Rewanê wefat bû.

Em li jêr du berhemên wî raberî we dikin:

Bûka baranê

-Li vê obê da qert qîzêd cahil tunene? –Kalikê min hêrs ket. –Ca rabin Bûka baranê çel bikin, serê keçeloka girêdin, singa bikutin. Van şilîya em pizinandin, heyran…

Rastîyê jî, heftêya duda bû, ku li çiya şilîya serî kutabû hev. Kon û çadir şil bûbûn, danizilîbûne erdê. Avêd barana tev hev bûbûn, bûbûne cew, nav obê ra dikişîyan. Pez komî ser hev bûbû, serî kiribûne bin zikê hev, îdî li ber baranê teyax ne dikirin, dadikutane hundurê kon, ku xwe sitar bikin. Sa û mirîşka kêleka hev holikêd sergîn da xwe qincilandibûne ser hev.

Mêrêd obê mala me da berev bûbûn, ji hêrsa cixare dikişandin.

-Axir wê çawa be? –Hesenê kal got,- kambaxa kambax karê me hemû derengî êxist. Wextê birîna pêz derbaz bû. Hewayê kengê xweş be, hirîya pêz ziha be, ku em bibirin. Me qiranê qiran bibira bifirota, hezar derd û kulêd me hene…

Tevîke baranê kire şîpe-şîp hat, derbaz bû. Kalikê min destexan avîte ser serê xwe, ji kon derket, ezmanê ewrayî nihêrî û bi hêrs got:

-Bê rûvîya te neqetîya?

-Çi heye, ewir veneqelişîne? –Hesenê kal dey li kalikê min kir.

-Çevê te ronik, wê ewira girêş daliqandine, tên, tê bêjî mîyêd virnî ne berbi berxa direvin,- kalikê min bi ekis kenî.

Kalikê min hate hundur û gote mêra:

-De bira ev şilî-şoyana têkevine gora pêşîyêd me, ku hatine van çiya-zozana danîne. Axir me li van çiya çî xwe unda kirîye? Emê niha li gund bûna, qulika xanîyê xwe da. Ne ji ba-barana, ne jî ji gur û deba bitirsîyana.

-Erê welle,- Hesenê kal got,- yan ev çi hal e em tê da ne; him heywan qir bû, him em ji dest xwe diçin.

Diya min zar dane dora çaberê, carcimek avîte ser çokêd me. Baran dîsa dihat, pêra jî bakî qalim rabû. Bû şeqe-şeqa sing-sitûna, kon mîna babirkê werimî.

Tanga çaberê da kon dilop kir. Me zara destê xwe dida bin dilopa û dijmirî, çika kê geleka berev dike. Birê minî biçûk, ku dilop nedigihîştine destê wî, girîya. Kalikê min ser me da hêrs ket.

-Hela van bêdûya binhêrin,- bi baranê ra şa dibin,- û bi hêrs çevêd xwe li xûşka min gerandin.

Meyanê postekî pêz avîtibû ser singê golikê, hirîya wî dikişand.

-Lê vê obê da qet qîz tunene, koka wan qelîya ye, çawan e,- kalikê min bi hêrs got. –Ca Bûka baranê çel bikin, serê keçeloka girêdin, singa bikutin…

Xûşka min post bir avîte kulînê, paşê gazî qîzêd obê kir.

Hesenê kal pê dara bûkeke darîn çê kir, qîza kincêd reng-rengî jê ra dirûn.

Hinekî şûnda qîz û zarêd obê berbi kendalê jêrîn çûn. Bin zinarekî da me çeleke biçûk kola.

Xûşka min li ezmîn nihêrî û got:

-Tu li me bêyî rehmê, Xwedê. Aqas baran barî, aqas baran barî, ku tofan rabû, bûka me ya destbihine xeniqî. Bira eva bibe dergê hesin, ber derê te keve, ya rebî, bira baran nebare, baran nebare…

-Amîn,- me bi hev ra got û min tirê ezman lerizî, lema baran diha gurr bû…

-Bira kur qerewilîyê bikin, ku nişkêva zarêd biçûk Bûka baranê dernexin,- xûşka min got,- yanê na rebê minê hêrs keve û tofanê rabe, me jî bi xwe ra bibe… sê roja şûnda emê xêra Bûka baranê bidin, ku hûn miqat bin, ezê şorbeşîrê tasêd mezin da bidime we…

Wexta em vegerîyane kon, xûşka min têlekî rîs anî û got:

-Lê niha, zarno, navê heft merivêd keçel bidin, ku ez serê wan girêdim.

-Zoro,- Sehîdê biçûk şa-şa got.

-Bavê te şaş e, kurê kerê,- Efendîyê kurê Zoro xwe dirêjî Sehîd kir. –Him jî bavê min keçel nîne. Ser hespê ket, dexme ma, niha porê wî dîsa şîn dibe…

-Nekine qare-qar,- xûşka min got,- ezmanê hêrs keve, îda ro dernakeve…

Lê me gelekî dixwest tav bidê, hewa xweş be, em jî li kera siyar bin û li çiya-banîya bigerin…

-De pak,- xûşka min got,- navê merivêd obê yên din bidin.

Qerez, em gelekî çerçirîn hetanî me navê heft merivêd keçel da. Xûşka min heft girê li benê rîs xistin, ben avîte ser konê me û got:

-Xwedê, hewa usa biqijilîne, tav usa biqijilîne, ku serê keçeloka bişewitin.

Paşê xûşka min gazî qîzikekê kir.

-Meyane, obê da tenê navê min û te yek e. Were em singa bikutin.

Me darikekî biçûk anî. Xûşka min serê darik nikande erdê, hestîv girte xwe û gote Meyana dinê:

Meyane nav li min,

Were em singa bikutin,

Bira sayî raweste,

Erdik daweste…

Û pê hestîvê li darik xist. Meyana dinê jî ev xeber wekilandin û pê hestîvê li darik xist. Hey wekilandin, hey lêxistin, hetanî darik temam di erdê da çû xwerê.

-Xwedê bi we ra be,- mêrê zomê gotin û belayî malêd xwe bûn.

Lê şilî wedekî dirêj nehatine birînê.

-Bo ew jî soz in, ji pêşîyan mane,- kalikê min got,- îsal sale şilî ye.

Paşê me fem kir, ku li zozana koçer ne tenê ji şilîyê aciz dibin, lê usa jî ber xwe dikevin, wexta dibe qurlixî. Hingê dibêjine qîza, ku avê bireşînine bê, kera şil kin, belkî ezman gunê xwe li wan tîne, baran dibare.

Lê wê salê rojekê jî şilî hatine birînê. Ezman bû sayî û tavê diqijiland. Pez kete korîyê, dêwêr da moza, ketine hêşîya kona.

Kalikê min kûpê araqê bi kasa va hildan, pêşkonkê sekinî, gazî mêrêd obê kir, kasêd wan dagirtin, kasa xwe hilda û li çiyayê bilind, deştêd şîne qutnî nihêrî:

-Em evê kasê vexun bira rehme gora pêşîyêd me be, ku hatine van çiya-zozana kirine edet. Yanê na vê germê, vê qije-qijê me qe dikaribû li gunda teyx bikira?

Dijmin jî gotî qayan be

Kalikê minî rehmetî gelekî ji min hiz dikir. Di kuda biçûya: mala cînara, yanê ser “hoşka” gund, li ku gundî berev dibûn û derheqa rojêd buhurî da, hal-wextê dinyayê da xeber didan, ez ese bi xwe ra dibirim. Û timê ev şîret li min dikir: -Guhdar be lao, bibhê mezin çi dibêjin, gilîyêd wan têke guhar, bike guhê xwe. Kî gurra mezina bike, dinyayê da lingê wî li kevira nakeve…

Rojekê jî, wexta mêrêd gund li ser “hoşkê” berev bûbûn, kalikê min eva serhatîya han gilî kir, ku tu wexta ji bîra min naçe û îro min qirar kir evê serhatîyê teslîmî kaxezê bikim.

-Eme hela li welêt bûn – li Sînekê,- kalikê min serhatîya xwe wa destpê kir. –Ew sê roj bûn berf dibarî û pêra jî dikire bager. Berfê kurşe girtibû û cînar nikaribû biçûya mala cînêr. Roja çara, nêzîkaya nîvro, bagerê vekir. Me pê bêra berfa hewşê hevekî temiz kir û pez dirûnge kir. Ezî cahil bûm. Min qapût avîte navmila xwe û nava pêz da sekinîm.

Wextekê min bala xwe dayê wê peyakî xwe rast li mala me girtîye û tê. Min texmîn kir, ku ne gundîyê me ye. Gelo kî ye vê berf-baranê daye ser rê? Hat-hat, min bala xwe dayê – eva Silêmanê kurê Elîyê destebirakê bavê min e. Ez ecêbmayî mam. Mala bavê Silêman çend sala pêşda li gundê kêleka me dima. Silêman gund da mêr kuşt û wana mala xwe bar kir, çûne alîyê Qersê…

-Kuro Silêman, li te xêr e? –Ez di ber da çûm.

-Şikir li min xêr e,- Silêman kenî.

Em çûne dest û rûyê hev, paşê min gotê:

-Kuro, Silêman, bela te ji Xwedê be, vê berf-bagerê te çima daye ser rê, tu ji ku têyî?

-Mala Evdîyê Qaso,- Silêman cawa min da.

Min li guhê xwe bawer ne kir. Silêman Keremê birê Evdî kuştibû.

-Kuro, derewa meke, hûn dijminê hev in, te birê wî kuştîye, tu çi qewî çûbûyî mala Evdî?

-Serma dikim,- Silêman gote min,- em herine mal, ezê ji te ra gilî kim.

Neferêd malê li Silêman şa bûn, ha-hanga çarix-gorêd wî êxistin, agirê bexîrê gurr kirin, nan anîn. Silêman nan xwer û gilî kir:

-Îro sê roj e ez ji mal derketime. Elîyê bavê min got lao, eva sê-çar sal e em ji alîyê Sînekê hatine, haj mala destebirakê xwe tuneme. Hema xweş e, tu jî cahilî, rabe bide ser rê, here serîkî bide mala destebirakê min, were.

Pêra jî temî da, ku ez ji ku va bêm, seba rastî merîyêd mala Evdîyê Qaso neyêm. De, min jî tiving avîte situyê xwe û da ser rê. Ez hatim derbazî xwelîya Sînekê bûm, tarî li min kete erdê, berf barî û pêra jî kire bager. Çara min hate birînê. Min nihêrî ezê bixeniqim. Lê di kuda herim? Min zanibû, ku heta gundê we êpêce erd e, çawa bikim? De, min go, ser riya min gelek gund hene, ezê herime malekê, îşev bibime mêvanê wana, sibê rabim, herim.

Zivînîya bagerê bû. Min texmîn kir, ku sureke sar mînanî şûrekî hestû-hinavê min dibire. Gundek kete pêşîya min. Şevereş e, nizanim gundê kê ye. Lo, min go, cenimêda, çi dibe bira bibe, ezê derê vê mala hane qeraxê gund bikutim. Îşev vira bimînim, sibê herim. Min derî kuta. Derî vebû û hulma bexîrê ya germ bi carekê ra li dêmê min xist. Ez dibêm min qet êvarxêrî jî ne da xweyê malê û çûme hundur. Wexta ser milê xwe vegerîyam, di cî da bûme risas. Ber dêrî Evdîyê Qaso sekinîbû. Min xwest paşda vegerim, lê ewî milêd xwe dane rexderîya û pêşîya min girt. Min dest bire tivingê.

-Dest nebe xwe, xorto,- Evdî hêdî gote min.- Mêvan mêvanê Xwedê ye, hizkî bira dijmin be, birê te jî kuştibe. Tu îşev tu cîya da naçî.

Min xwexwe ji xwe şerm kir, ku dest bire tivinga xwe. Lo cenimê da jî, min dikuje, bira bikuje. Bira merî kuştî be, lê kuştîyê mêrê çê be. Ez sekinîm.

-Qîzê,- Evdî gazî kulfeta xwe kir,- were çarix-gorê mêvan bêxe.

Jina Evdî jî ez nas kirim û metelmayî li mêrê xwe nihêrî.

-Qîza Cindî, Xwedê xenîmê min be, gava birê min, yanê gedê me pê bihesin, ku Silêman mala meda ye, tu sax ji vê malê dernakevî.

Rabû hebûrekî terikî wê şevê li erdê xist. Qerez, du roja bagerê venekir. Evdî ez bernedam. Du roja ez mala wî da bûm, xwerin-vexwerin, ezet-qulix. Heta îşev dest berbangê bagerê vekir, Evdî gazî min kir:

-Silêman lao, bagerê vekirîye, gundê mala destebirakê bavê te jî nêzîk e. Rabe ez te verê kim, hela gund hişyar nebûye. Cahil-cûhilê me bêterbîyet in, nişkê va ecêbekê bînine serê te. Paşê êl-eşîrê heta-hetayê gora bavê min bêjin. Kurmanc di mala xwe da tu wexta, hizkî birê wî jî bikujî, nabeze mêvanê xwe.

Em rabûn. Tivinga mine sivderê da dardakirî bû, lê min şerm kir hilda. Evdî tiving avîte milê xwe, ez anîm ji gund derbaz kirim. Kew îdî ketibû sibê.

-Silêman, lao, ewî han gundê mala destebirakê bavê te ye, ewa hana jî mala wan e.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û du berhemên Babayê Keleş kir. Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev