Guhdarên ezîz, radyoya ‘RIATAZA” vê carê bernameya xwe ya ji rêzenivîsa “Jinên navdar” pêşkêşî we dike. Di dîroka kevn û ya nûjên de gelek jinên kurd yên navdar hebûne, ku ji bo pêşxistina çand û hunera gel rolên mezin leyîstine û dileyîzin. Û bi hunerê xwe gelê kurd li cîhanê dane nasandin. Ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî, jinên kurd yên Sovêta berê jî, bi taybet yên Gurcistanê û Ermeniîstanê, di hemû warên jîyanê de pêş ketine û kedeke mezin dane. Yek ji wan navdarên jin wênekêşa berbiçav – Besa Peyale Cafarova ye. Niha guhdarîya bernameya me derheqa jînenîgarî û ked û hewildanên endama Yekîtîya wênekêşên Gurcistanê, hunermenda şêwekar Besa Peyale Ceferova bikin.