Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Her yek dikare bipirse ji bo çi «Ria Taza»!

Her yek dikare bipirse ji bo çi «Ria Taza»!

Bi xwe, ez yek ji wan kesan bûm ku dema axavtin dihat ser kurdên Sovyetê, du tişt dihatin ber çavên min: Radyoya Êrîvanê bi awaz û sitranên xwe û rojnama «Rya teze» bi navê nivîserên xwe. Heta nuha jî, ev herdû navnîşanên kultûra gelê me li Sovyeta berê bi min re mane. Û kengî min bihîst ku dê malperek di bin navnîşana «Ria Taza» bi zimanên kurdî û rûsî bête weşandin, min ji xwe pirsî: «vaya dê berdewamî û vejînek ji bo «Rya teze» ya berê be, yan jî dê nûjenek jê re be?»

Min bersiv li ser vê pirsa xwe ji dostên ku bi vî karî radibin wergirt : çawa di dema xwe de, «Rya teze» rê û rêgeheke nuh ji xwe re kire armanc, em jî dê bidin ser vê riyê. Bi saya teknîka serdemî, em bi wê hêviyê ne ew gotina ku riya xwe di weşanên kurdî yên din de nabînin, em rê jê re vekin û bi her awayî emê malpera xwe bikin pir reng û pir deng. Bi gotineke din, wê sînga me herdem bo nerînên curebecur vekirî be. Ev jî tê wê wateyê, ku desteya rêvebir ya malpera «Ria Taza», wê derfetê bide nivîseran li gora hizirên xwe gotinên xwe bibêjin».

Tiştê di destê min de, ez bêjim bela serkeftin para we be û kar û xebata we jî pîroz be.
Bavê Nazê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev