Kengî wê projeya Stalîn a derbareyê kurdan de bête xwestin?

Kengî wê projeya Stalîn a derbareyê kurdan de bête xwestin?

Herçend vê carê ne Rûsîya, lê belê DAY mijyariya kurdî tev dilivîne û ne Pişqafqas belê li Rojhilata Navîn!

Generalê Emerîkî Maykil Hayden, ku di dema serokê Amerîkayê yê berê Corc Bûşê law de serokatiya CIA dikir, hinek nepeniyên projeya bi navê Rojhilata Navîn a mezin, ku siyasetmedarên Emerîkî lêkolîn dikirin, eşkere kir. Di hevpevîna li gel rojnama Ferensî “Le Pi Gran” de, helweşîna Îraqê û Sûrîyê pêşbîn kir û got: “û ev tişt bandorê li ser biryara me dike, di nav de jî dana çekan bo kurdan – li gorî, ku ez dibînim li herêmê kurd – baştirîn dost in ji me re. Û rewş bi çi awayî bibe jî, wê Kurd bimînin, çinkû ew jî li ser hevpeymaniya bi Rojava re balkêş in . Heger em destê xwe bi hêviya vejandina Sûrîya û Îraqê ve girêdayî bihêlin, emê pirsgirêkê dijwartir bikin… Heger hûn li dîrokê vegerin, hûnê bibînin, ku di qonaxa împeratoriya Osmaniyan de Îraq li ser sê wilayetan – kurdî, sunî û şîî dabeşkirî bû: Mûsil, Bexdad û Besra. Îraqa niha wê demê tune bû. Çênabe hesabê vê realîteyê neyê kirin“.

Bi rastî jî, kêm kes pêşbîn bûn, ku wê li Rojhilata Navîn dîrok “matrisa” xwe derîne, û weke rojhilatnasê rûs Dmîtrî Dobrov dibêje, hemû bûyer jî wê li derdora projeya “Kurdistanê“ bizîvirin, û “Dewleta Îslamî” jî di warê praktîk de wê xizmeta berjewendiyên Tirkîyê bike û Kurdên Îraqê û Sûrîyê ji hev cuda bike, nemaze piştî, ku koalîsyona Rojava kurd têkelî şerê  li dijî xîlafetê kirin. Serokê Tirkîyê Receb Tayib Erdogan gelek caran ragihandiye, ku welatê wî hîç boçûna damezirandina otonomiya kurdî li ser qada Sûrîyê qebûl nake, di heman demê de Enqere meyldariya hikûmeta herêma Kurdistanê dike û hemû hewildanên Bexda dike ew e, ku desthilata navendê biparêze, têk ve dibe.

Lê pirsgirêk ew e, ku şerê DAIŞ`ê kurdên Îraqê, Sûrîyê û Tirkîyê kirine yek. Zêde ji vê, di warê objektîf de, ji bo herifandina rêkeftina Saykis-Pîko û helweşandina sînorên ne sirûştî li Rojhilata Navîn berjewendiyên wan û DAIŞ`ê, lihevhatin e. Lê arîşe ew e, ku hîn tu kes nikare bersiva vê pirsê bide: ev pêngav bi pêş de ye, yan jî bi paş ve ber bi dîroka derbasbûyê ve ye, û gelo çi mumkin e bête encamdan.

Di arşîvên Partiya Komûnîsta Sovyeta berê de belgenameyeke balkêş a sala 1923 an hatiye parastin. Ew belge naveroka axavtina ataşê balyozxaneya Îngiltera li Tehranê eşkere dike. Ataşê înglîzî dibêje : “Armanca me jihevxistina Rûsyayê ye, da ku em karibin bi hêsanî wê birêve bibin (kontrol bikin). Li hêla başûr divê dewleta Pişqefqazê ya serbixwe, ku ji Komarên Gurcistan, Ermenistan, Azerbêcan û Daxistanê were pê, bê damezirandin. Giring e, di navbera Gurcistanê û Îranê de jî dewleta Kurdistanê were damezrandin. Wê metirsîdariyek real be ji bo Îranê û Tirkîyê û her weha ji bo Pişqefqasê jî. Divê ew jî, ji Kurdistana Tirkîyê, Îranê û herêma Tewrêzê were pêkanîn“.

Sala 1920î Kurdistana Sor di navbera Ermenistan û Ezerbêcanê de diyar bû, lê piştî çend salan hate rûxandin. Piştî, ku 21 temûza sala 1941 Hîtler êrîşî Yekîtiya Sovyetê kir, Stalîn êdî hew bawerî bi bêlayaniya Tirkîyê anî. Li nêzê sînorên Yekîtiya Sovyetê, li herêma Pişqefqasê Tirkîye 30 ketîbeyên xwe yên leşkerî bi cî kir, ji ber wê yekê hikûmeta Sovyetê neçar ma, ku yekîniya siwarîyan bişîne wir û her weha ordîya peyadaran û ketîbeya tankan jî li wir xurttir bike. Sala 1942 an kengî artêşa Almanî nêzî derya Qezwînê bû, xeterdariya Tirkîyê jî mestir bû, gef çêbû, ku Qefqaz û Pişqefqaz ji beşên din ên Sovyetê bêne veqetandin. Wê çaxê dagîrkirina bakurê Îranê derfeta berevaniya Qefqazê misoger kir. Ji Asya Navîn û di riya Îranê re, leşker ber bi Qefqazê ve hatin şandin. Her weha DAY û Îngiltera jî, di riya Îranê re alîkarî rê kirin. Piştî bi dawîbûna şer, artêşa Sovyetê ji bakurê Îranê, ku piraniya nişteciyan li wir ezerî û kurd bûn, venekêşiya. Stalîn dest bi pêkanîna pêngava yekem ji pilanê xwe yê geosiyasî, kir: li sînorên hevbeş bi Îranê re, du dewletên nû hatin ragihandin – Komara dîmoqratî ya Ezerbêcanê û Komara Kurdistanê. Hikûmeta wan komaran jî ji endamên Partiya komûnîsta Îranê û Partiya zehmetkêşên Kurdistanê hatine damezirandin.

Sebaret bi komara yekem, ji xwe pêrspêktîvên yekbûna herdû Ezerbêcanan diyar bûn. Ya dudan jî – damezirandina Kurdistanê ji beşên bi Îran, Îraq û Sûrîyê ve hatibûne girêdan. Pavêl Sûdoplatov di bîranînên xwe de dinivîsîne: “Bi alîkariya kurdan me dikarîbû demeke dirêj rewşa wargehên petrolê li Îraqê (Mûsilê) aloz bikira, ji xwe wê demê ew der giringtirîn dever bû ji bo dabînkirina petrolê ji girûpa leşkerî yên înglîzî – emerîkî ya li Rojhilata Navîn û derya Sipî ya naverast re bû “. Û ne ev tenê. Di baweriya Sûdoplatov de, li gorî plan gerek yekîniyeke taybet -1500 leşker – ji kurdan bihata damezirandin, ji bo pêkanîna êrîşkarî û rûxankariyan li Rojhilata Navîn. Her weha ew hêz mumkin bû ji bo rûxandina desthilata Nûrî Sa`îd li Îraqê bihata bikaranîn, ew yek jî wê biba hokar ji bo lawazkirin, belê têkbirina karîgêriya Îngilterayê li herêma Rojhilata Navîn, her wisa eger şer û pevçûn bihatana lidarxistin, yan jî gefa şerekî atomî li dijî Yekîtiya Sovyetê diyar bûba, wê grûpê dikarîbû boriyên petrolê li Îraqê, Îranê û Sûrîyê biteqandana. Ji xwe lîderê tevgera kurdî yê wê hingê Mustafa Barzanî amade bû rêkeftinê bi hikûmeta Sovyetê re îmze bike, lê bi mercê, ku Yekîtiya Sovyet jî garanta damezrandina komara Kurdistanê bida. Ji bo agahdarkiinê, serekê partiya Komûnîsta Ezerbêcanê Mîr Cafer Bagîrov, bi rengekî çalak piştevaniya boçûna Stalîn di derbareyê damezirandina Ezerbêcana mezin de dikir. Lê weke Sûdoplatov dinvîsî, Stalîn dev ji projeya Ezerbêcanê berda, çinkû ditirsiya, ku li başûrê Yekîtiya Sovyetê “hevpeymaniyeke Tirkî“ were dirustkirin.

Komara Kurdî ya Mehabadê sala 1945 an hate ragihand, lê zû jî hate xeniqandin û serokê wê Qazî Mihemed jî hate sêdarkirin. Çêriya duyem sala 1946 an hikûmeta Îranê bi alîkariya Emerîka û Birîtaniya Mezin hêzên xwe derbasî herêmên bakur kir û cudaxwazên  ezerî û kurd, çewisandin. Lê pêdivî bi amajekirinê ye, ku di wateya xwe ya mezin de, “serê pira Îranî“ ji bo Stalîn ne xelekek ewqas giring bû. Ji bo wî “Doktrîna Turman“ balkêş bû. Çinkû garant dida Turkiyê, ku alîkariya wê bê kirin, gava Yekîtiya Sovyetê êrîş bibe ser. Dawiya sala 1947 an ji Bakûyê hate xwestin, ku sênaryoya avakirin otonomiya kurdî li bakurê Nexçêvanê, bi taybetî li devera Noraşanê ya sînordar bi Ermenistan û Tirkîyê re, amade bike. Di nerîna serkirdeyên Ezerbêcanê yên wê hingê de, ew boçûn wê biba alîkar ji bo dirustkirina têkiliyên baş û xweş bi kurdên Tirkîyê û Îranê re. Li gora planê divyabû pişt re qada otonomiya Kurdî were berfirehkirin û deverên kurdî yên li Tirkîyê – Îdir û Nûr Bayezîd pêkve werne girêdan. Ji xwe Ermenistana Sovyetî dixwest wî beşê Rojavayê Ermenistanê vegerîne bi ser xwe ve. Pişt re Stalîn pirsa qadên erbî yên başûrî, û di gel de jî pirsa damezirandina dewleta Îsraîlî kire rojevê de. Di baweriya Stalîn de, bi taybetî hevpeymaniya kurd û îsraîliyan şiyandar bû, ku hevsengiya hêzê li tevaya Rojhilata Navîn biguhêrîne. Lê Îsraîlê nexwest di gerdûna geosiyasî ya Sovyetê de cî bigere. Di encamê de, projeya kurdî jî dest bi têk çûnê kir. Sala 1948 an hêzên Mûstafa Barzanî ji Îraqê di riya Tirkîyê re gihiştin Ezerbêcanê û ji wir jî ber bi Ûzbêkistanê ve hatine rêkirin.

Ji dêvila ku Yekîtiya Sovyetê sozên xwe bi cî bike û bibe alîkar ji bo damezirandina dewleta Kurdistanê, biryar stend, ku otonomiya netewî ya kurdî li ser qada xwe ava bike. Lê serokê Ezerbêcanê Mîr Cafer Bagîrov têde gihişt, ku Stalîn dixweze kurdan li qada Ezerbêcanê bi cî bike, da ku derfetên pêkanîna boçûna damezirandina Ezerbêcana mezin, lawaz bike. Ji lewra Bagîrov, ku sala 1946 an piştevaniya bi cîkirina kurdan li Ezerbêcanê dikir, salên 1946-47 bi rengekî çalak dest bi koçkirina kurdan ber Asya naverast ve kir. Lê wê çaxê jî Stalîn ew yek weke diyardeyeke demkî dinerxand û bi bawer bû, ku wê projeya kurdî were westin.

Piştî mirina Stalîn “ projeya kurdî“ demeke dirêj hate veşartin, lê ne hate jibîrkirin. Pavêl Sûdoplatov di bîranînên xwe de dinvîsîne: “Mistefa Barzanî jîr û zîrek bû, baş tê dighişt, ku pêşeroja kurdan li ser wê yekê disekine ka heta çi radeyê dikarin ciyê xwe di nav hevdijiyên zîlehêzên xwedan berjewendî li Rojhilata Navîn, bibînin“. Helbet dîrok hel û merciyê qebûl nake. Lê wisa jî diyar e, ku heman bûyer di qonaxeke dîrokî ya din de bêne dûbarekirin. Lê vê carê Rojava, ne Rûsîya û ne li Qefqazê, belê li Rojhilata Navîn, mijyariya Kurdî tev dilivîne. Anku dema, ku li Îraq û Sûrîyê pirsgirêka tekoşîna li dijî DAIŞê dane ser milê kurdan, û ji hêla din ve jî di riya kurdên Tirkîyê re jî, rewşa Tirkîyê tê hejandin. Ya dawî jî, tê hewildan, ku Kurd werine bikaranîn, da ku Îran berê xwe bide arasta dirust û di riya Îranê re derbasî serê pira Qefqazê bibin. Ne ji ber xwe ve Tirkîye xwe ji bo pêşwazkirina sênaryoyê herî nexweş amade dike, û weke tê xuyanîkirin hevalbenda wê ya stratêjî DAY jê re ew sênaryo amade kiriye, bi tevî ku berê dihate diyarkirin, ku “kerta kurdî“ berî her aliyekî wê li dijî Îranê û Sûrîyê bê bikaranîn. Ji ber vê çendê projeya kurdî jî weke ya “Dewleta Îslamî” ji pêkanîna armancên xwe hîn dûr in. Berî cîbicîkirina wan armancan hîn wê gelek bûyer derbas bibin. Divê metirsiyên girêdayî bi diyarbûna sînorên nuh nemînin. Lewma dibe, ku hîn sênaryoyên Stalîn jî têkeve rojevê de û were xwetin.

Stanîslav Tarasov, Stanîslav Strêmîdlovskî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev