Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ziman weku diyardeyek civakî – 2

Ziman weku diyardeyek civakî – 2

Bavê Nazê

Ziman, kultur û hizir (berdewamî)
Bi xwe, çawa zimanniyas şaşitiyê di ware îdêolojiiyê û zimanî de dikin, weha jî di warê kultur û zimanî de jî. Şaşiya zimanniyasan ew e ku zimanî bi kulturê re dikin yek. Ev nerîn ne dirûst e, ji ber ku kultur bi îdêolojiyê ve tête girêdan, lê ziman pê ve ne girêdayî ye.

Yekkirina zimanî bi kulturê re, çend encamên ne dirûst bi xwe re anîne. Berî her tiştî ziman û kultur ne yek in. Kultur bi cûdabûna xwe ew e ku ew dişêt çînî be (derebegî, bûrjuwazî), lê ziman weku rêgehek pêwendiyê, her dem milkê gel hemûyî ye, çawa ew ji bo kultura bûrjuwazî xizmetkar e, weha jî ji bo kultura derebegî.

Aya ji bo çi, pêwendî di navbera ziman û kulturê de hene? Guman têde nîne ku zimanê netewî şêweyê kultûra netewî ye. Weha jî, guman nîne ku ziman bê kultur nabe û ji derveyî wê bê wate dibe. Lê kultur jî bêyî ziman tiştekî durî aqila ye. Lê ziman bi îdêolojiyê ve nayê girêdan

Lê belê, çi pêwendiyên zimanî bi hizrê re hene?

Sebaretî vê pirsê, dû aresteyên berevajî hev hene û her dû jî weku hev ne dirûst in:

1-Derbirîna zimanî ji hizrê re û hizir ji zimanî.
2-Yekbûyîna zimanî û hizrê bi hev re.

Ziman – bi destxistinek komeleyatiye û bi dilemma pêwendiyan, di navbera endamên koma civakî radibe û dihêle agahiyên pêdivî li ser diyardeyên di warê giyanî û kerestî (madî) di jiyana merovayetiyê, bêne parastin. Ziman weku bi destxistinek komelayetiye, bi sedsalan hatiye ser hev û çê bûye.

Lê belê, hizir ji zimanî zûtir bi pêş ve diçe û tête nuhkirin. Lê hizir bê zimanî, ew tiştekî ji bo xwe ye. Derbirîna hizrê bêyî zimanî, ne ew hizra zelal e ku ji bo merovî dibe alîkar, da ku xwe bighîne armanca xwe di hemû warên jiyanê de. Merov her dem dikare keresta amedekirî ji zimanî (bêje û riste) weku hevkêşe ji bo tiştên kevin û nuh bi kar bîne. Ji ber vê çendê, têgeh ji bo wî dibe têgihiştî û bi endamên civakê yên din re niyasîn çê dibe, dû re bi hêsanî, di warê civak û zanyariyê de, bi kar bîne.

Di dema xwe de, feylesofê yûnanî Eflatun li ser vê yekê weha nivîsîbû: “…tişt ji re zelal dibin, kengî ew bi wêhekêşiya tîp û birgan çê dibin.” Çi mamostê ku heye dizane ew dikare wana xwe, bi axavtin bide, dema hemû warên wê jê re zelal bin. Û ne bi derewa romaniyan digotin: “Em fêrî hînkirinê dibin”.

Heger hizr bêyî zimanî nikare riya xwe bibîne, ziman jî bêyî hizrê, wê şiyanên derbirînê peyda nebin. Em bi hizir diaxivin û dinivîsin û pîkol dikin, bi wirdî û bi awakî zelal derbirîna hizrên xwe bi zimanî bikin. Yek dikare bibêje ku ekter û bêjer axavtinên xwe, bêyî hizir dikin. Ma kê gotiye ku ew weku papugayê axavtinên xwe dikin? Bêyî hizir û hest, wê axavtin bi çi şêweyî dê negihê armanca xwe. Û heta di axavtinên de ku bûne rûtînî, her li gora rewşê bi tonên taybet, têne gotin. Her çendê, axavtina kesekî ji yên cûda be jî, lê her ew di bin sîwana kiştî de, axavtina xwe dikin. Lê ku ew ji vê çarçova giştî bêne der, wê neyê pesendkirin yan jî wê neyê têgihiştin. Li gel weha jî, çi cara em dikevin hizrê û dixwazin wê bighînin kesên din, em dariştina wê bi şêweyî zimanî datînin. Ew ziman dikare devokî be ku li herêmekî ciyê xwe girtiye yan jî bi zimanê edebî ye ku bi piranî bi riya xwendinê ye. Di her halan de, xweş xwiya dibe ku hizir û ziman pêk ve hatine cebilandin.

Bi vî şêweyî em dikarin bibêjin ku hizir li ser bingehê zimanî çê dibe û têde xwe digre. Lê tevî weha jî yekitiyek di navbera zimanî û hizrê de heye. Çawa ziman bê hizir nabe, weha jî hizir bêyî zimanî. Di heman kat de, hizir û ziman, di dîroka merovayetiyê û pêşkeftina wê de beşdar in.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev