Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Îraq-Sûrya-DAIŞ: DAY, Rûsiya, Cîhan, Rojhilata Navîn

Îraq-Sûrya-DAIŞ: DAY, Rûsiya, Cîhan, Rojhilata Navîn

Miraz Acoyêv

Pêwîst e serok-fermanderê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê, lîderê tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xurtî û lez û misogirî tevbigre û li dijî pîlangeriyên nuh ku di derheqa 40 milyon kurd de têne pilankirin, biraweste. Divê kurd jî bi serokatiya serokê Başûrê Kurdistanê ra bibine yek û pêvajoya aştiyê û tekoşîna çekdar ji bo maf û azadiya miletê xwe bikin. Hewildanên hinek dewlet dikin qaşo ji bo parastina yekîtiya xakên Sûriya û Îraqê, herçend armanc û berjewendiyên wan yên stratêjî ne, lihevhatî ne jî, her weha dabeşkirina hêzên şervan yên kurdî li ser bingeha partîtî û îdêolojî ajawakarî ye û pêpeskirina bingehên qanûna navnetewî ye û nîşana siyaseta tawankar a “cot standart e“û desttêwerdana pragmatîk a bê rewişt e.

Divê Rûsiya û Emerîka mafê miletê kurd yê dîrokî û rewa bidine ber çavan û pê pabend bin û bibine alîkar ji bo gelê kurd li Sûriya û Îraqê ku serbixwe biryara çarenûsa xwe bidin û li Tirkiya û Îranê jî rêberiya xweser û mafê otonomî ji wan re misoger bikin. Heger ne wisa be, ev ajawekariyên li gel rewişt û qanûnê ne guncaw, dê bedbextîyên pir giran di warên civakî, mirovanî, aborî û leşkerî-siyasî de encam bide û ne tenê li ser asta herêmî, belê her weha li ser asta navnetewî jî. Hewildanên wisa yên “curbecur“ ku ji bo dîsa kurdan ji hev cuda bikin, bikarbînin, bixapînin û bifroşin, tawankariyeke nevdewletî, ne tenê li dijî netewakê, belê li dijî tevaya civaka şarestanî ye. Waşîngton û Moskow divê li xwe vegerin, berpirsayetiya xwe ya dîrokî bidine zanîn, bang li endamên Civata Ewledariya NY û tevaya dinyayê bikin ku rêzê ji qanûna navnetewî re bigrin û pê pabend bin ji bo dabînkirina ewledarî, aramî, hevkarî û dadweriyê li cîhanê.

Dem ji bo sererastkirina şaştiyên hêwilnak, belê tawanbar, diqede. Divê tedbîr û biryar zû werine stendin ji bo pêşî li krîza global bigirin. Çênabe ku bi mebestî faktorê kurdî yê aştîxwaz, bête veguhestin ser faktorê şer li Rojhilata Navîn. Pêwîst e serokê Emerîka Barak Obama û serokê Rûsiya Vladîmîr Pûtîn ji aniha de helwesta xwe li gel hev guncaw bikin û planeke hevbeş ji rêxistina gitşî ya NY ku meha îlonê tê lidarxistin, pêşkêş bikin da ku encamên krîza Sûriya û Îraqê di berjewendiya netewan de, li gora prînsîpên qanûna navnetewî were çareserkirin, lê helbet li ser asasê mafê dîrokî û rewa yê miletê kurd di serxwebûn yan jî rêvebiriya xweser de, û helbet dewleta Kurdistanê ya mezin li ser tevaya ceografiya xwe. Her weha divê wezîrê derve yê Rûsiya jî lêkolîn û şiroveyên objêktîv, yekwate, dilsoz, zelal û bê layangirî di derbareyê pirsa kurdî de amade bike ji bo serokkomar, hikûmet û perlemanê Rûsiyayê. Ev tişt pir giring e ji bo berjewendiyên netewî yên Rûsiya Federal.

Dîrok û rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê pêdiviya vî karî disepînin. Beramberî gefên li ser rûxandina sistêma navnetewî ku li ser norm û prînsîpên qanûna navnetewî hatiye avakirin, DAIŞ û rêxistinên têrorîstî yên din jî, bi awayekî ne siruştî û bi mebestî weku asteng li pêş aştiyê, ewledariyê, aramiyê, hevkarî û wekheviya mafê hemû milet û netewan, hatine çêkirin. Netewa Kurd naxwaze bê par û maf bimîne û her dem jî amade ye tekoşînê bike ji bo dabînkirin û vegerandina azadî û mafên xwe yên dîrokî. Kurd tenê aştî û dadweriyê dixwazin, lê kengî pêdivî çê bû, amade ne tekoşîna çekdar jî ji bo maf û azadiya xwe bikin. Îca, pêşveçûna rewşê li ser Civata Ewledariya NY û civata navnetewî û, helbet, di nav de Emerîka û Rûsiya, disekine.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev