Serokê Kurdên Kazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm

Serokê Kurdên Kazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm

Salihê Kevirbirî

“Ez Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze. Wekî Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv jî tême naskirin. 1-ê Gulana 1947-an, li Zengîbasara Ermenistanê hatime dinyayê. Ev der li ser Çemê Eresê ye û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye. Navê Gundê me Rihanlû ye. Malbata me ji Serhedê ye. Em ji Eşîra Celaliyan in. Kal-bavê min ji Rojhilatê Kurdistanê hatine Bazîdê, ji wir jî li Îdirê bi cih û war bûne.“

Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, rojhilatnas û akademîsyen. Serokê Kurdên Kazakistanê û li Zanîngeha Abaya Alma Atayê Serokê Navenda Zimanên Dinyayê. Piştî Şerê Qerebaxê terka Ermenistanê dike û di destpêka sala 1990-î de li Alma Ataya Kazakistanê bi cih dibe. Li Erîvanê, li Zanîngeha Xaçatûr Abovyan salên dirêj Serokatiya Beşê Ziman û Edebiyata Azeriyan kiriye. Vê gavê Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kazakistanê û Endamê Yekitiya Rojnamegerên Kazakistanê ye. Li hêla din ew Li Kazakistan û Asya Navîn Nûnerê Navenda PEN’a Kurd e û Berpirsê Giştî yê kovara edebî Nûbarê ye ku li Alma Atayê bi zimanê Kurdî û rûsî ronahiyê dibîne. Kinyazê Îbrahîm xwediyê gelek xelatên neteweyî ye. Bi 6 zimanan dizane. Nêzîkî 20 kitêb li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye.

‘Xortê 67 salî’ xwediyê serpêhatiyeke balkêş e. Di 65 salan de, bûye şahidê gelek qewimînan, guhdariya karesatên mezin kiriye. Ji dayîkê û nefîkirina yekem destpê dike:

“Dayika min malxanima Mihemedê Nadoyê Ûso ye. Ji Eşîra Birûkan e. Li Wanê hatiye dinyayê. Di sala 1926-an te bi qasî 2000 malan malbata me jî dersînor dibe, dikeve nav axa Nexçîvana Sovyeta Berê. Wê gavê gelek eşîrên me kurdan ji ber serhildanên Agirî, Şerê Bro Heskê Têlî, Şêx Seîd xwe li sînoran dixistin û ji ber zilma roma reş terkeser dibûn. Rehmetiyê bavê min digot ku ew ji eşîra Bro Heskê Têlî yê Celalî ne. Gel bi halekî perîşan hatiye sirgunkirin. Parek çûye Îranê. Em ji wan eşîran bûne ku 1926-ê salê derbasî axa Sovyetê bûne. Gelek eşîrê kurdan para xwe ji nefiyê standine. Brûkî, Celalî, Sîpkî. Lê zêdetirê wan Brûkî bûne. Heta sala 1937’an li wir mane. Piştî ku derbasî hêla din a Eresê dibin, li aliyê din ji malbata wan gelek kes dimînin. Artêşa Sor a Sovyetê rê li ber wan digire. Êdî nahêle derbas bin. Sînor tê şidandin. Berê di navbera Tirkiye, Sovyet û Ermenistanê de sînor tunebûn. Havînê kurd ji wir dihatin zozanên Egrîce, Qanîgol, Qizilziyaretê. Heta payîza dereng li wir diman. Payîzê dizivirîn Serhedê. Gava ku birek ji eşîrên kurdan li wan zozanan bûne, leşkerên Sovyetê hatine û gotine; ‘Êdî hûn nikarin derbasî hêla din a Eresê bibin!’ Milet perîşan dibe…”

Kinyazê Îbrahîm piştî vê rewşê behsa malbetekê dike ku serî ji vê yekê re rakiriye û tevî kuştina mêran û leşkeran sînor derbas kiriye: “ Çend mal hene, ji Mala Basoyê Ozmên ku Mamkî ne. Şer dikin sînor derbas dikin. Xwe li Çemê Eres dixin, digihîjin qewim, bira û pismamên xwe. Di navbera wan û leşkerên Sovyetê de şer çêdibe. 2-3 kes ji wan, ji leşkerên Ûris jî çend leşker têne kuştin. Piştî wî şerî, Sovyet sînor girê dide. Hinceteke din jî ew bû ku divê kurd ji wir derketana. Digotin; ‘kurdên li nav sînorên Azerbeycan, Tirkiye û Ermenistanê karê îstîxbarat û ajantiyê dikin.’ Desthilatdarên ermenistan û Azerbaycanê jî dixwestin kurd ji wir derkevin. Armanca wan ‘paqijkirina’ kurdan, yekmiletbûna wan bû.”

1937’ê salê, di nava şevekê de kurdan li trênên bar û heywanan siwar dikin, di bin kontrola leşkeran de nefî dikin. Kes nizane bi ku ve jî dibin. Du mehên dirêj di riyan de ‘dê weledê xwe davêje!’ Gava dibînin ku li Kazakistan û li ser hidûdên Kirgizîstanê ne. Sar, seqem, çol, best. Ne ew der bi zimanên wan dizanin, ne ew bi zimanên wan deran!

“Malbata me jî di nav wan de ne. Dê, bav, xwişk-bira, kal-pîr, qewim û pismam. Malbata me li Kirgizîstanê wîlayeta Qizilqeyayê peya dikin. Ew der nêzîkî Oşê ye. Oş li ser sînorê Ozbekistanê ye! Kurdên Ermenistanê tînin Kirgizîstanê. Kurdên Azerbaycan û Nexçîvanê tînin Kazakistanê. Malbata me sê salan li Qizilqeyayê dimîne. Heta sala 1940’î.”

Sê sal paşê destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem e. Camêrek heye, ji wan re dibe dergeh û star! Stara vegera Erîvanê. Ew camêr rewşenbîr, şaîr û nivîskarê mezin Wezîrê Cebarê Nadirî ye. Kinyazê Îbrahîm bi van hevokan behsa wan rojan dike:

“Di nav nefîkiriyan de malbata Wezîrê Nadirî jî hebûye. Ew jî hatine sirgunkirin. Wezîrê Nadirî tê malbata xwe dibe. Dewletê ji bo malbata me digot; “Ev kesên biguman in. Dikarin ajantiyê bikin.’ Lê Wezîrê Nadirî ketibû karê dewletê. Di îstîxbarata dewletê de nav û dengê wî hebû. Rê jê re vekirî bû. Digot; ‘Ez kefîlê vê malbatê me.’ Hat û malbata xwe bir. Mala me jî tevî mala wan, 1940’ê salê zivirî Erîvanê. Li Erîvanê ji bo 10 malan avahî standin, erd standin. 1941’ê salê mala me derbasî Zengîbasarê dibe, li gundê Rûhanliyê cîwar dibe. Wê salê birayê min ji dayik dibe, navê wî Têmir e û niha 70 salî ye. Xwişk û birayekî min jî li Kirgizîstanê dimirin: Yaqûb û Gulnaz. Dê-bavê min bi du zarokan ve tên Kirgizîstanê, destevala dizivirin Ermenistanê! Her du jî 2-3 salî bûne. Di wan zilm û çetinahiyan de dimirin. Lewma jî dê û bavê min her dem digotin; “Me du zarok bi xwe re anîn vir, lê em destevala zivirîn.” Ji dê û bavê min re 9 zarok çêbûn. 7 bira, 2 xwişk: Têmir, Yaqûb, Gulnaz, Ez, Eylaz, Eywaz, Ehmed, Nûrê û Mihemed. Em destpêka 1990’î ji Erîvana Ermenistanê hatin Alma Ataya Kazakistanê. Birayê min Yaqûb 4-5 mehan li Alma Atayê ma û li vir rehma Xwedê kir.”

Kinyazê Îbrahîm di sala 1955’an de dest bi dibistanê dike û heta 1963’yê salê li gund dixwîne. 1963’yê salê tevî zarokên rehmetiyê xalê xwe Balayê Nadir li Erîvanê dest bi dibistana navîn dike. Bala birayê Wezîrê Nadirî ye. Navê dibistana wan Axundov bû. Dibistan li ser navê Azeriyan bû. 65-66’ê salê dibistan diqedîne û diçe Fakûlteya Ziman û Dîrokê ya Zanîngeha Bakûyê. Doktoraya xwe jî li wir dike. 1978-ê salê teza xwe ya doktorayê dinivîse. Teza wî li ser ‘Têkiliya Edebiyata Kurdan û Azeriyan’ e:

“Min di teza xwe de behsa edebiyata me ya bedew xal bi xal nivîsandiye. Edebiyata çar perçeyên welatê me tê de heye. Min edebiyata me û ya azeriyan daye ber hev. Li gorî vê tezê em dibînin ku gelek rewşenbîr û nivîskarên mezin ên Azeriyan, li ser edebiyata kurdan nivîsandine. Di nav wan de gelek kes jî hene ku kurd in. Mesela nivîskarê Azeriyan ê mezin Nîzamî Gencewî dinivîse ku dayîka wî Kurd e. Nîzamî ‘qeraseyekî edebiyata dinyayê’ ye. Wî bixwe ‘Xemse’ nivîsandiye. Xemse ji pênç berhemên mezin pê. Leyla û Mecnûn, Xosrov û Şêrîn 2 ji wan in. Her wiha wî Îskendername nivîsandiye. Nîzamî di berhema xwe ya Leyla û Mecnûnê de dibêje ‘dayîka min kurd e û navê wê Reîse ye. Min terbiya xwe ji malxalanê xwe yê kurd dîtiye.’ Gava dayîka wî dimire gelek xemgîn dibe. Li ser dayîka xwe nivîsandiye, me kiriye kurdî. Lê bi azerkî dibêje: ‘Kürt kîzî anamdır/Bizi Terg ettî/Bîr ana kalbîne dünyadan gîttî/Ne geder yansa da, yaksa da ürek/Anama dîl vêren var midir görek?’ Dibêje; ‘Kürt Kizi Anam/Diya min a keça kurd.’ Jixwe dayîka wî ji bajarê Gencê, ji Êla Şedadiyan bûye. Nîzamî li tu deverî nanivîse; ‘bavê min faris e, an azerî ye an tirk e.’ Naxwe bavê wî jî kurd e.”

Prof. Kinyazê Îbrahîm diyar dike ku mînakên wisa gelek in, di zargotina azeriyan de gelek motîfên kurdan hene û berdewam dike: “Yek ji wan ‘Destana Koroglî’ ye. Koroglî bi kurdî jî hatiye gotin. Koroglî kurdekî Celalî ye. Têkiliya kurd û azeriyan di tarîxê de xurt e. Zimanê azeriyan bi ser tirkî ve ye, lê ew ne tirk in, arî ne. Kurd jî arî û medyayî ne. Îranî jî wisa ne. Li Rojhilat, li Îranê Azerî di nav kurdan de mezin bûne. Rabûn-rûniştin, xwarin, adetên wan gelek nêzîkî hev in. Kurdan nêzîkî xwe dîtine. Mesela gelek şaîr û nivîskarên Azeriyan li ser Komara Mehebad, Qazî Mihemed û Pêşmergeyên Barzanî nivîsandine. Min di teza xwe de behsa van têkiliyan jî kiriye.”

1989-1990, Şerê Qerebaxê. Azerî û Ermenî hev dixwin! Kinyazê Îbrahîm dibêje ku şer mala kurdan jî mîrat kiriye: “Kurdên me –xasma jî kurdên me yên misilman- rastî êş û azareke mezin hatin. Ji neçarî li seranserê Sovyetê belav bûn. Hinek ji wan çûn Sîbîrya û Yaqûtskê, beşek ji wan çûn Rûsya û derdora wê, qismek ji wan hatin Kazakistan, Qirgizîstan û Ozbekistanê. Ev nefîkirin ne wekî nefîkirina 1937’an û 1944’an bû. Ermenî bi darê zorê digotin; ‘ji nav me derkevin herin. Ermenîstan axa Ermeniyan e!’ Di dema Sovyetê de ji bavê kî zêde bû wisa bigota? Sovyet çavê wan derdixist!”

Kinyazê Îbrahîm dibêje ku ev polîtîkaya dewleta Ermenistanê bû, dixwestin kurdên misilman û kurdên êzîdî ji hev cuda bikin û ev polîtîka îro jî berdewam e: “Digotin; ‘Êzîdî ne kurd in!’ Ji ber ku digotin; ‘Em kurd in’, kirin ku gelek rewşenbîr, zimanzan, nivîskarên kurdên me yên Êzîdî terka Ermenistanê bikin. Dewletê bi riya şêx û pîrên Êzîdiyan zilm û neheqî li wan kir. Semendê Siyabend, Şekiroyê Xudo Mihoyî, Karlanê Çaçan, Mîroyê Esed, Çerkezê Reş, Tîtalê Efo, Şerefê Eşîr, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl. Tevahiya van navan digotin; ‘Em Kurd in’, lê Ermeniyan şêx û pîran sor dikirin ku li dijî wan bikin şer. Dikirin jî. Digotin; ‘We miletê xwe firotiye!’ Bi ser de jî li Karlanê Çaçan û Çerkezê Reş xistibûn. Ez bixwe li wir bûm. Ev lîstika Ermeniyan bû. Dixwestin tifaqa kurdan perçe bikin. Ermenî niha tiştekî wiha xistine nav Êzîdiyên me. Ji wan re dibêjin; ‘Nebêjin zimanê me Kurdî ye, bibêjin Êzdikî ye’ Radyoya Kurdî heye. Radyo vekirin bi navê Radyoya Êzîdiyan nemeşiya, rojname derxistin nemeşiya. Nameşe jî! Gava digotin; ‘Zimanê me Êzdikî ye’ jî bi Kurdî digotin! Ez bixwe 43 salan di nav kurdên me yên Êzdî de mame. Piraniya heval û hogirên min Kurdên Êzdî bûne. 43 salan min negotiye; ‘tu Êzîdî yî’ wan negotiye ‘tu misilman î.’ Em diçûne malên hev, me nanê hev dixwar. Kurdayetî îro behrek e. Di wê behrê de Êzîdî jî, zaza jî, Goran jî, Soran jî, Behdînî jî di hûndirê wê behrê de ne. Gelo tu dikarî ji behrê, ava çeman cuda bikî? Nikarî! Tu sax û ez silamet…

salihkevirbiri@hotmail.com

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev