Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Beria pêşniyar kir, Stalîn fermana kurdan rakir!

Beria pêşniyar kir, Stalîn fermana kurdan rakir!

Ev 75 sal in ku kurd li Asya Navîn, bi taybetî jî li ser xaka Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê dijîn. Yekitiya Sovyeta Sosyalîst 7-ê Tîrmeha 1937-ê biryarek derdixe ku ev biryar dibe sedema koçberî û fermana wan.

Dawiya payîza 1937-ê kurdên Ermenistan û Azerbaycanê ber bi Kazakistanê ve têne sirgunkirin. Sedema sirgunkirina kurdan ev e: “Kesên wiha ne ku mirov baweriya xwe bi wan nayine û bi wan ewle nabe.” Bi hezaran malbatên kurdan, bi trên, qamyon û seyareyên bar û heywanan di nav şertên gelek dijwar de dest bi rêwîtiyeke ‘2 mehî’ dikin.

Îro li Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekîstanê li gorî îstatîstîkên ne-fermî bi qasî 200 hezar kurd dijîn. Beşeke mezin ji kurdên Asya Navîn îro li Kazakistanê bi cih bûne ku pareke ji wan nêzîkî sînorên Çîn û Kazakistanê dijîn.

Sirguna duyem sala 1944-ê di serma û seqemeke zivistanê de pêk tê. Fermana sirgunê ji hêla Stalîn ve tê dayîn.

Komîserê Gel ê Navxweyî Yê Sovyeta Sosyalîst Lavrentî Beria, nameyeke ‘gelek girîng’ û ‘veşarî’ ji Serokê Yekitiya Sovyeta Sosyalîst Josef Stalîn re dişîne û daxwaza fermana kurdan dike. Ferman bi vî awayî ye:

24 Tîrmeh 1944

Bi tevahî veşarî!

Komîteya Parastina Dewletê,

Ji bo Hevrê Stalîn;

Beşeke mezin ji kesên li herêmên Komarên Sovyeta Sosyalîst, ji ber ku li deverên sînorê Tirkiyê dijîn, bi xizmên xwe yên li Tirkiyê ne têkilî datînin; hem qaçaxçîtiyê dikin, hem jî ji bo îstîxbarata Tirk kar dikin.

Ji bo parastina sînorê Yekitiya Sovyeta Sosyalîst, Komîseriya Gel a Navxweyî baş dibîne ku 86 hezar kurd, tirk û hemşîniyên ji 16.700 malbatan pêk tên û li gundên rayonên Axiska, Adigin, Axilkelek, Aspînza û Bagdanovkaya Gurcîstanê û Komara Acarîstana Otonom dimînin, ber bi Kazakistan, Ozbekîstan û Kirgizîstana Komarên Sovyeta Sosyalîst ve bêne tehliyekirin.

Li derdora sînorên navborî, wê ji hêla Komîseriya Gel a Navxweyî ve ewlekariyên taybet bêne wergirtin. Lewre jî ji bo ku reşnûsek bo Komîteya Parastina Dewletê bê şandin, hêviya we ji we ew e ku hûn biryarekê bidin.

Di çarçoveya rapora ku Komîserê Gel ê Navxweyî Ya Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst Beria dabû, biryara Komîteya Parastina Dewletê di nava hefteyekê de yekser tê…

Rojnameyên ku bi zimanê Rûsî li Rûsyayê derdiketin, di Hezîrana 1991-ê de, bi sernavê ‘Dosyayên Taybet ên Stalîn’ behsa kitekitên vê biryarê dikirin. Biryara Stalîn ku bû sedema koçberî û mirina bi hezaran kurdên belengaz û gelên din ên herêmê bi vî awayî bû

Biryara Komîteya Parastina Dewletê

Bi tevahî veşarî,

Moskova-Kremlin

31 Tîrmeh 1944

Hejmar: 6279

Ji bo parastina sînorê dewleta Gurcistana Sovyeta Sosyalîst bê parastin, Komîteya Parastina Dewletê van biryaran wergirtiye:

“Ji 86 hezar kurd, tirk û hemşîniyên ji 16.700 malbatan pêk tên û li gundên rayonên Axiska, Adigin, Axilkelek, Aspînza û Bagdanovkaya Gurcîstanê û li Komara Acarîstana Otonom dimînin, 40 hezarê wan bila ber bi Kazakistanê, 30 hezarê wan ber bi Ozbekistanê, 16 hezarê wan jî ber bi Kirgizîstanê tehliye bikin.

Hevrê Beria bila li ser navê Komîseriya Gel a Navxweyî ya Yekitiya Sovyeta Sosyalîst ve, karê tehliyekirinê heta 11-ê meha 1944-ê temam bike.

Serokê Komîteya Parastina Dewletê

Stalîn

Heta sala 1956-ê jî derketina kurdan ji gundan qedexe bûye. Di bin çavdêriya leşkeran de bûne. Statuya wan jî ev bûye: “Penaberên taybet.”

Balkêş e ku şert û mercên ku kurd lê rast hatine, zêde neketiye belgeyên fermî. Lê heke derbasî belgeyan jî bûbe, gelek veşarî ne û di arşîvên Sovyeta Sosyalîst de mane.

Belgeyeke ku eşkere bûye, di sala 1939-ê de hatiye nivîsandin. 25-ê Adara 1939-ê salê ji rêveberên komûnîst ên Kazakistanê, nameyeke agahdariyê ji Molotov re tê şandin. Molotov, Serokê Komiserên Gel ên Yekitiya Sovyeta Sosyalîst e. Di nameya de wiha tê gotin: “Rêveberên herêmî ên Kazakistanê tu alîkarî nedane Kurdan û Ermeniyan, piştgiriya wan nekirine û jiyana wan a aborî rêkûpêk nekirine.”

Sala 1944-ê gava leşkerên kurd ên ku ji bo Sovyetistanê çûne şer vedigerin welatên xwe, malbatên xwe nabînin û pê dihesin ku ocaxê wan kor bûye!

Kurd piştî sirgunên 1937 û 1944-ê, cara sêyem piştî şerê Azerbaycan û Ermenistanê, ji neçarî berê xwe didin Asya Navîn. Piraniya kurdên ji Azerbaycan û Ermenistanê qesta ber û pismamê xwe kirin, li Kazakistanê bi cih û war bûn.

salihkevirbiri@hotmail.com

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev