Ji bo 60 salîya aqilmendê dema me – Çerkezê Reş

Ji bo 60 salîya aqilmendê dema me – Çerkezê Reş

Çerkezê Reş ji wan kesan e, ku ji wan ra dibêjin ”Merivên ha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin”. Ew merivekî bi her alî pêşketî bû û di her karekî xwe da jî serketî bû. Ew kesekî wisa bû, ku ser dereca komara Ermenîstanê dihate naskirin û qîmetkirin. Lê berî her tiştî jî ewî aqilmendîya xwe kiribû xizmetî gelê xwe – kurdan, û welatê xwe – Kurdistanê. Wek edebîyetzan, ji nav kurdên Sovyeta berê da yekî ser wî ra tunebû. Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê ye, ku fîlosofîya wî ya şayîrtîyê tam nehatîye fêmkirin û qîmetkirin. Û dema kurdên Ermenîstanê dixwestin di komarê da xwe di hêla zanebûnê û ulm da rûsipî bikin, Çerkezê Reş didane pêş û ewî her caran serê me bilind dikir, guhdarên xwe bi aqilmendîya gelê me va zendegirtî dihîşt. Me bi hebûna wî xwe bextîyar didît û me zanibû, ku ewê li her deran bikaribe aqilmendîya gelê me bi îzbat bigihîne gelên din.

Çerkezê Reş, ku navê wî yê fermî Çerkezê Dadaş Mistoyan e, 25ê tebaxê sala 1955an, li bajarê Êçmîadzînê ji diya xwe bûye, ku demekê paytextê Ermenîstanê bû, lê niha navbenda ruhanîya dînê ermenîyan e. Piştî ku fakûltêta zimanzanîyê ya Înstîtûta Pêdagogîyê ya Ermenîstanê bi dîploma dereca pêşin va xilaz kir, li weşanxaneya wê Înstîtûtê wek berpirsyar kar kir. Sala 1980î aspîrantûra bi serketî temam kir, pişt ra 4 salan li fîlîala wê dayîreya xwendinê ya bajarê Gorîsê da bû dersbêj. Sala 1990î ewî bingehê para kurdzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta ser navê ”Davît Anhaxt” danî û dû ra jî sê salan li Ûnîvêrsîtêta Moskow ya Dostîya Gelan  dersên ziman û edebîyeta kurdî daye kesên, ku di paşdemê da bûne zanyarên kurd. Ji sala 1993an heta sala 1997an berpirsyarîya kovara ”Kurdistan Raport” kir, ku li Moskow bi zimanê rûsî derdiket. Di salên 2001-2003an da bûye serwêrê kafêdra ziman û edebîyeta ermenîyan li Înstîtûta Gorîsê. Di wan salan da herwiha berpirsyarîya rojnameyên ”Welatê Royê” û ”Mêsopotamîya” kirîye, ku li paytextê Ermenîstanê – Rewanê, bi zimanê ermenî derdiket, lê hemû nivîsên wan ser kurdan û Kurdistanê bûn. Ew ji sala 1997an heta roja mirina xwe – 20ê adarê sala 2008an serokatî li rêxistina ”Komîtêya Kurdistan” li Ermenîstanê kirîye. Ew herwiha cîgirê serokê ”Şêwra Ronakbîrên kurd li Ermenîstanê” û serokê Rêxistina xwendkarên kurd ya bi navê ”Ro” bûye.

Helbestên wî yên pêşin hela di salên şagirtîyê da çap bûne. Pirtûkeke wî ya helbestan ya pêşin di cildeya Antologîya bi sernavê ”Bihara teze” da çap bûye û dû ra jî her deh cildên wê da ronahî dîtine. Lê pirtûka wî ya helbestan ya bi sernavê ”Şorişa xeberan” – sertaca efrandinên wî yên edebîyetê ne, ku sala 1986an bi zimanê kurdî çap bû. Ji wê salê berhemên wî li çapemenîya ermenîyan, rûsan û kurdan da çap bûne, di nav wan da li Kurdistanê jî.

Berhemên wî yên zanyarîyê di salên xwendkarîyê da çap bûne. Sala 1980î berhema zanyarî ya bi sernivîsara ”Veçêkirina zargotina (folklora) kurdan di edebîyeta ermenîyan da”. Sala 1984an bi têma ”Jîyana kurdan di nav edebîyeta ermenîyan da” têza doktorayê qedandîye. Bi salan gotarên wî yên edebîyetzanîyê di çapemenîya ermenîyan û kurdan da ronahî dîtine.

Dema li Sêksyona Nivîskarên kurd ya li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê pirtûkeke nivîskar an helbestvanekî me dihat lênihêrandin bona biryara çapkirin an çapnekirinê bê dayîn, sipartibûne Çerkez ku pêşî ew wê berhemê raber bike, fikira xwe bêje, dû ra her kes dikaribû fikira xwe bigota. Wek dibêjin, wey li wî, ku fikira wî dijî fikira Çerkez bûya.

Ewî qîmetekî mezin dida karmendên kurdan yên mezin, ku kedeke bêhempa kirine nava pêşketina çand û edebîyeta kurdî. Wek nimûne, piştî mirina nivîskarê kurd Xelîlê Çaçan ra Çerkezê Reş helbesteke bi sernivîsara ”Zar-zimanê min nagere” ser wî nivîsî, ku di paşdemê da sazbend Xelîlê Evdile ew kire kilam, ango li ser wê helbestê sazbendî sêwirand.

Têma wî ya doktorayê ya bi sernavê ”Janra çarxetan di nav edebîyeta kurdan da” îdî hazir bû. Ewî çend gotarên zanyarî jî amade kiribû bo çapê wek ”Bedewnivîsara kurdan ya sedsalên navîn”, ”Rêyên dîroka edebîyeta kurdî”, ”Çavkanîyên ermenîyan derheqa kurdan û Kurdistanê da”, ”Edebîyeta kurdan ya ji bo zaran” û yên din. Ewî gelek qewil û beytên êzdîyan û nimûneyên hunermendîya sitiranên êzdîyan yên sedsalên navîn ji kurdî wergerandibû ermenî. Lê di van karan da ya here berbiçav ew e, ku ewî ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî kire ermenî, ku ji 7 hezar xetan e. Lê mirina bê wext ne hîşt, ku ew armancên xwe pêk bîne. Em hîvîdar in, ku ew mîrata, ku Çerkezê Reş li dû xwe hîştîye, wê bê çapkirinê û di wî karî da çi ji destê min bê, ezê bikim, ji bo bîranîna wî zanyar û welatparêzê kurdan yê bi nav û deng herdem geş bimîne û venemire.

Min ev gotar bi hesîneke xemkêş destpê kir û bi hewaseke nebînayî va xilaz kir. Xemkêşîya min ji wê yekê bû, ku hevalê min, zanyarê mezin, şayîr û nivîskar, welatparêz Çerkezê Reş ser hev 53 sal emir kir. Lê hewasa min jî ji wê bû, ku piştî mirina wî ”Mem û Zîn” a Ahmedê Xanî bi wergera wî ya ser zimanê ermenî li Ermenîstanê çap bû. Yek jî: min karibû gorî karebûna xwe di vê gotarê da keda wî di nav pêşketina edebîyet û ulmê kurdî da bi we bidim naskirin.

Min û Çerkez me bi hev ra çend gotar nivîsîne û dane çapkirin. Yek ji wan gotareke zanyarî ye bi sernivîsa ”Cegerxwîn derheqa êzdîyan û êzdîtîyê da”, ku emê di hejmareke malpera xwe da çap bikin.

Niha jî çend helbestên Çerkezê Reş:

Ji Kurdistanê ra

Dibek tu ji xwe ra hema çîrok î

Û gihîştî me ji mijê wede?-

Ku me ra yekser kul-derdan rokî

Û ha birêjî xûnê bêxede!

Li qûmistana ruhaye qirac

Dibek tu xwe ra hema sêrav î?

Em ber bi te tên bi kel, heyra ac,

Lê peyda nakin çilke qiravî!

Na!… Tu hebûyî hê berî bendê,

Tacpoş bûyî tu, xwey zerp û hurmet,

Lê ku mencenêq ketine govendê,-

Tu avîtine nav delkbazîyên rûmet!

Ber pîyê terîqê ketî piştosan!

Û li te kenîyan durzîyên welêzin…

Peranîyên hişyar li xeznê te hesîyan

Û hê jî devê hevdu dalêsin!

Tu niha bûyî Sfînksa Şerqê

Û leber dikî xiyalên kurdan,

Çimku lawên te mînanî xelqê

Wextê da caba terîqê nedan!

Ser me hilnayê yazîya ewrayî,-

Tu xûna me da bûyî êşa ac,

Em ji dê dikevin zedelhildayî

Û dadibirin bê eyd, bê îlac!

Bêjing

Pûnga hemû girara me,

Xûnga hemû qirara me…

Ez heme nav pêçekan da,

Nav wan çeltên piçengan da,

Dîwaran da, kulîlkan da,

Hest-pestan da, gustîlkan da,

Nav burxan da û zerzan da,

Şilopan da û terzan da,

Gujeguja asoyê da,

Nav xîzgê da û soyê da,

Nav pirîskên hesinan da,

Hêlûnan da, qalçikan da,

Dûkêşkan da, belçikan da,

Bayê beza kihêlan da,

Nav agirê bin sêlan da,

Şîşikan da, xizêman da

Qanatan da, avzêman da,

Reqasan da, kilaman da,

Nav kilîtê memikan da,

Tuluzma da û cêran da,

Nav werşeqê vê hîvê da,

Nav kel-kirrê vê tavê da,

Nav recalê hevalan da,

Mexsûd-malên qewalan da,

Nav diraxtê Lalişê da,

Nav xewn-xweşîyên miletan da,

Pîvandinên sehetan da,

Nav rewaca xwê û nên da,

Nav hijm-heyrê mifriqê da,

Sed û seyrê mişriqê da,

Rehm-muhbeta şimalê da,

Bişkivokê şemalê da,

Nav xêr-bêra cenûbê da,

Mîrajan da, tixûbê da…

…Ez heme nav her tiştî da,

Tuneme tek dilê te da,

Tuneme tek milê te da,

Tuneme tek birca te da,

Tuneme tek xurca te da,-

Dêmek – tu cîyan tuneme ez

Û çiqasî guneme ez,

Ax şêra min,

Bêkêra min!…

Niha jî çend fikirên şayîr bi helbestên duxetkî va:

Pirsxana berdest

Herkê şivan e gurê birazî

Hesabê heqîyê ji kê bixwezî?

Herkê xût gewrîya te ra çû desî,

Gelo neheq in vêderê mesî?

Herkê tu bi xwe çûyî nav guran,

Qîlê tûjkirî neheq in wira?

Herkê tu bi xwe dixapî her ro,

Yên dixapînin, neheq in gelo?

Herkê hevalekî te derket xayîn,

Neheq e gelo cimaeta mayîn?

Herkê nexwendî dibe nivîskar,

Bo ewledê wî hurmet e, yan qar?

Herkê bi yekî ra kar dikî bê par,

Heq e, ku dîsa derkevî deyndar?

Herkê serekvan yê qaftune ye,

Ew, yan berdestîyê aqil gune ye?

Herkê cimaeta kurd bê weten e,

Xerîta dinê li me nakene?

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev