Gûramê Zihar Acoyêv – fûtbolîstê Sovyetî û Rûsîyayê

Gûramê Zihar Acoyêv 18 meha çirîya pêşîn sala 1961ê li Gurcistana Sovyet ji dayik bû.

Ji sala 1974an heya salal 1979an ew yarîvanê koma fûtbolê ya bi navê ”Dînamo Tbîlîsîyê” bû.

Sala 1980î bû lîstikvanê koma ”Torpêdo” (Kûtaîsîyê). Di heman salê de, piştî xwe bi awayekî pêşketî li stadyonan nîşan da, koma ”Dînamo Moskow” ew vexwend û li wir sê werzan berdewam kir.

Sala 1984 bû lîstikvanê klûba ”Spartak Moskva”yê, ku wî çaxî rahênerê navdar Bêskov serpereştiya klûb dikir, lê ji ber ku ne ji lîstikvanên sereke bû, dest ji ”Spartak Moskva”yê kişand.

Sala 1986 an çû bajarê Xarkovê û tevlî koma bajêr ya bi navê ”Mêtalîst” bû. Li gel koma xwe baştirîn encam di dîroka komê de bidest xistin – cama Yekîtiya Sovyetê sala 1988 qezenc kirin. Ji bilî wê, Acoyêv di lîstika fînalê de li himberî koma ”Torpêdo” baştirîn lîstikvan hate destnîşankirin. 120 lîstik di nav koma Xarkova ”Mêtalîst” encam da û 19 gol jî tomar kir.

Sala 1990an bû lîstikvanê tîma ”Beytar” (Yêrûsalêma Îsraêlê), lê jiber dijwariyên girêdayî bi wergirtina ruxseta kar, 4 mehan nikaribû bilîsta. Tenê di destpêka qonaxa ”Pley-Off” de dest bi lîstikê kir. Koma wî hemû yarîyên mayî qezenc kir û di encamê de pileya 9 an qezenc kir. Jê re hate pêşniyarkirin, ku kontrakta wî dirêj bikin, lê ji ber ku şerê Kendavê yê ewil destpê bû, Acoyêv biryar kir ku vegere mala xwe ya li Xarkovê. Piştî sal û nîvekê li gel Mêtalîst, yarîvanî berdewam kir, paşê çû Macaristanê û du salan di koma macarî ”Diyoşdêr” da lîst û paşê dîsa vegeriya Ûkraînayê.

Li Xarkovê hewil da komekê dirust bike ji bo beşdarbûna di qehremaniya Ûkraînayê de, lê projeya wî ne çû serî – piştgirî peyda nekir. Hate Moskvayê ji bo derbasî…… bibe. Li Moskvayê tevlî koma ”Satûrn” bû û heta sala 1998 an li wê komê ma.

Piştî dev ji fûtbolê berda, demekê di nav tîma fûtbolê ya malnîşan de lîst.

Du bawernameyên xwendina bala wergirtine: aborî û hiqûqî. Demekê bû rahênerê dibistana fûtbolê ya Wezareta Bûyerên Awarta

Ji 18 temûza 2013an heya 1 temûza 2015an – serekê werzîşî yê ”Dînamo” Moskvayê bû. Her weha cîgirê serokê Lîga Hokkêya şevînî ye.

Destkeftên wî:

Cama Yekîtiya Sovyetê – sala1988an

Pila duyem a qehremaniya Yekîtîya Sovyetê du caran – 1984 û 1985

Fînala qehremaniya Ûkraînayê -1992

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev