Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdistan û Roava

Kurdistan û Roava

Helwesta welatên Roavayê û hevalbendên wan di hindava problêma kurdan da – ew mijareke berfireh e û meriv nikare di gotarekê da tam bîne ber çavan. Ez dixwezim her tenê bi çend bawerîyên xwe va li ser wê mijarê bi xwendevanan ra bim û ezê tenê li ser bûyerên van salên dawî yên di tevgera kurdî da qewimî bisekinim. Bona kurdan ew pirs pir giring e, ji ber ku tevgera kurdan ya ji bo mafên xwe bi faktorên derva ra girêdayîne û xwesma bi helwesta Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî û hevalbendên wan yên Ewropayê va.

Helwesta Roavayê di pisa kurdan da bi tevayî bi berjewendîyên dewletên Roavayê li herêma Rohilata Navîn va girêdayî ye, ku bingeh jî ev in:

-dîdema erdnîgarî ya Kurdistanê, dewlemendtîyên wê yên binerd (berî gişkî neft û av), komûnîkasyonên trnasportê yên heyî û yên, ku têne plankirinê û h.w.d.

-helwesta di hindava kurdan û şerê wan da bi helwesta Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî û Ewropayê ya bi dewletên herêmê va (bi Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê) û herwiha bi reqabetîya di hindava Rûsîyayê va girêdayî ye.

-amadekarîya kurdan bona bi Roavayê ra hevkarîyê bikin, platforma wan ya sîyasî û îdêologî, hêza wan ya hevgirtinê ber çav digrin.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku berjewendîyên aborî yên Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî û gelek welatên Ewropayê yên pêşketî li wan welatan hene, ku Kurdistan di nav xwe da par vekirine. Û ev yek tesîr li ser helwesta wan ya di pirsa kurdan da dike. Roava ne bi wî çavî li problêma kurdan dinihêre, ku ew pirsgirêka miletekî 40 mîlyonî ye, ku şerê heq dike. Ji bo sîyaseta navnetewî ya vê demê pirsa kurdan ya di hundurên welatên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê da heye. Û ji ber wê jî Roava (û ne tenê Roava) li van welatan her yekî da bi wî çavî li problêma kurdan dinihêre, ka helwesta Roavayê di hindava wan welatan da çawan e, ku Kurdistan di nav xwe da parvekirine. Ji bo nimûne, problêma kurdan li Tirkîyê, ku endama NATOyê û hevalbenda Roavayê ye, ji problêma kurdan li Îraqê cudatir e, ku li wir Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî gorî qanûnên xwe meselê dimeşînin. Roava di hindava Tirkîyê da desthilata wî welatî her tenê ji bo wê yekê gunehkar dike, ku ew mafên merivan pêpes dike, lê di hindava Îraqê da heta hêzê jî bi kar tîne, bona miletên wira ji zordestîyê rizgar bibin. Kurd gerekê ji vê helwesta Roavayê nexeyîdin. Eva helwesteke normal e ji alîyê Roavayê di hindava kurdan da, ji ber ku sîyaseta navnetewî ya vê demê wisa dimeşe. Di hêlekê va jî dubendî û dutîretîya di nava tevgera kurdan da, lihevnekirin û heta dijminaya di navbera rêxistinên kurdan yên sîyasî da di her çar perçên Kurdistanê da, tunebûna strûktûrayên hemmiletîyê, ku berjewendîyên kurdan li erafê navnetewî biparêzin, tunene, dibine sebeb, ku bi wî çavî li problêma kurdan û Kurdistanê dinihêrin.

Di van demên dawî da li Roavayê zêde guh didine ser mafên merivan. Ew yek xwesma di dema bûyerên li Kosovoyê, Çeçenistanê, Kurdistana Başûr geştir xuya bû. Bi vê yekê ra girêdayî fikira pêşekzanên Înstîtûta Stockholmê ya navnetewî ya lêgerînên li ser problêmên aştîyê balkêş e, yên ku ser wê bawerîyê ne, ku sebebê şerên pêşerojê wê ne daxweza hinek dewletan be, ku li erafê cihanê serdest bin, lê wê pêpeskirina mafên merivan û hewildanên ji holê rakirina gelên kêmjimar bin. Hevalbendîya cihanê wê îdî hew bikaribe ber wan emelan ber xwe bide û heta dikare zirarê bigihîne serbestîya wan welatan, ku emelên dervayî qanûnê dikin. Bi bawerîya min, di goveka pêkanîna vê fikirê da problêma kurdan dikare zûtir çareser bibe û Ewropa û Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî wê prînsîpên moralîyê û heqîyê di praktîkê da pêk bînin, gelên bindest ji xizanîyê û zordestîyê rizgar bikin.

Îdêayên parastina mafên merivan, ku îro welatên Roavayê zêde qîmetê didinê, ji bo kurdan rêyên fireh vedikin bona bigihîjine mafên xwe yên miletîyê. Tenê dimîne, ku kurd bi riya rêxistinên xwe yên sîyasî vê firsendê bi aqilane bi kar bînin û ji dest xwe bernedin.

Gava em behsa helwesta Roavayê di hindava kurdan da dikin, em gerekê helwesta kurdan di hindava Roavayê da jî ji bîr nekin. Ew ne pir zelal e. Partîyayên kurdan yên sîyasî yên cuda-cuda ne bi eynî çavî rola welatên Roavayê di çareserkirina pirsa kurdan da dibînin. Mixabin, di nava tevgera kurdan da hêzên wisa hene, ku Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî û Roavayê dijminên gelê kurd dibînin. Helwesta wan gelek caran ya îdêologîk e û tu eleqê wê bi berjewendîyên kurdan yên rasteqîn ra tune. Bi bawerîya min, ne lazim e tenê bona wê yekê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî û Roavayê dijminên gelê kurd bibînin, ku ew bi wan dewletan ra di nava hevkarîyê û danûsitendinên kîp da nin, ku Kurdistan di nav xwe da parvekirine. Ew helwesteke dûrnedîtî, heta ya ziyandar e û dijî kurdan e, ji ber ku nabe him Roavayê neyarên xwe bibînin, him jî de`wê lê bikin, ku piştgirîya me bike.

Helwestên dijî Roavayê û dijî sîonîstîyê di nava beşeke kurdan da ji demên dijberîya du sîstêmên cihanê yên mezin tê – sîstêma sosîalîstîyê û kapîtalîstîyê. Kurdan zêde mêla xwe dabû li ser îdêayên komûnîstîyê. Tiştekî text-bext nîne, ku li Sûrîyê û Îraqê partîyayên komûnîstîyê yên here xurt bûn li herêmê û serokên wan herduyan jî kurd bûn – Xalid Begdaş û Ezîz Mihemmed. Bi tevayî helwesta kurdan ya nêgatîv di hindava Roavayê da bi helwesta kurdan ya bi Îzraêlê va girêdayî ye. Antîsêmîtîzma kurdan helwesteke pir ecêb e. Di şertên dijderketina Îzraêlê himberî welatên ereban, ku her tevgereke kurdan di nav xwînê da mewicandine, dîsa jî çend serokên kurdan bona “erebên birayên xwe” yên dînî nexeyîdînin, xwe li riya dijî Îzraêlê girtine. Femdarî ye, ku ev yek ne gorî berjewendîyên gelê kurd e û dijî sidqê qenc e. Ez Roavayê di pirsa kurdan da efû nakim. Ewana her tişt gorî berjewendîyên xwe dikin. Lê kurd bi xwe jî gunehkar in, ku Roava zêde guh nade ser problêmên me. Lema jî lazim e kurd careke din vegerine ser helwesta xwe ya di hindava Roavayê da, herwiha Rûsîyayê jî, û qeyde û qanûnên sîyaseta cihanê ya îroyîn bidine ber çavan. Gerekê bê destnîşankirinê, ku bal kurdan di karê helwestgiritina himberî Roavayê, sîyaseta der da yekşivêtî, hemfikirî tune. Lê em gerekê bi heqî bêjin, ku di şertê perçebûna Kurdistanê da sazkirina helwesta yekgirtî di pirsên der va girêdayî, pir dijwar e. Li her perçeyekî Kurdistanê rêxistinên kurdan yên sîyasî mecbûr in sîyaseta xwe ya der gorî şertên li wan welatan heyî saz bikin.

Hinek kurd, rêxistinên wan yên sîyasî hewil didin helwestên Roavayê û Rûsîyayê di pirsa kurdan da derxine himberî hev. Ewana herdem bangî Rûsîyayê dikin kurdan bi kar bînin bona derkevine dijî Roavaya împêrîalîst û Tirkîyê. Heta carna şikyat û gazin jî têne bihîstinê, ku Rûsîya zêde guh nade ser problêma kurdan û gorî wan ev yek dijî berjewendîyên Rûsîyayê ye. Lê di rastîyê da Rûsîyayê gelek caran kurdan di sîyaseta xwe ya li Rohilata Nêzîk da bi kar anîye û bi ser neketîye. Îzbata wê jî dîroka kurdan ya nûdemê ye ji Barzanîyê Mezin girtî heta Ebdila Ocelan. Cêribandina pêwendîyên Rûsîyayê bi kurdan ra didine xuyakirin, ku Rûsîya kurdan bi kar anîye bona problêmên xwe yên bi wan welatên herêmê ra çareser bike, ku kurd lê dijîn. Kurd herdem jî bûne dezmala ser destê Rûsîyayê di pêwendîyên wê yên welatên herêmê ra. Û kurd herdem jî bin ketine û bûne xurê pêwendîyên navdewletî yên Rûsîyayê bi Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê ra. Pêwendîyên bi van welatan ra ji bo Rûsîyayê ji qedera gelê kurd giringtir e. Ez derheqa vê yekê da ne ji bo wê dinivîsim, ku şikyatê xwe li Rûsîyayê bikin, an jî wêya gunehkar bikin. Ev ne çareserî ye. Rêxistinên kurdan yên sîyasî, serekê wan gerekê gorî rewşa sîyasî ya li herêmê û cihanê sazbûyî hereket bikin.

Lema jî kurd gerekê derc bikin, ku hewce nake ber Rûsîyayê, Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî an jî Ewropayê pêşnîyar bikin, ku wana bi kar bînin bona çareserkirina problêmên Rohilata Nêzîk. Mesele di wê yekê da ne, ku dewletên mezin, ku xwedî hêza xurt in bona tesîr li ser wan welatan bikin, ku Kurdistan di nav xwe da parvekirine, alî safîkirina problêma kurdan bikin. Problêma gelê kurd gerekê bibe problêma serbixwe ya jîyana navnetewî ya vê demê. Dem hatîye, ku problêma kurdan ne wek aleteke kardar bibînin bona zor li ser Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê bikin, lê wek problêma miletekî kevinare li cihanê bibînin.

Di dawîyê da pêwîst e bê destnîşankirinê, ku Rojava îro problêma kurdan wek beşeke problêma Rohilata Nêzîk dibîne. Eger em wan berjewendîyên welatên Rohilatê bidine alîkî, ku bi neftê va girêdayî ne, em dikarin bêjin, ku Roava naxweze li wê herêma bi stratêgî giring tevlihevî û xiringêle hebe. Sêkrêtarê dewletê yê berê yê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî Zbîgnêv Bjêzînskî di pirtûka xwe ya bi sernavê “Tetxê kişikê yê mezin” da destnîşan dike, ku ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî ra heta dest nade rewş li Îranê jî xirabtir bibe, ku eşkere sîyaseta dijî Amêrîkayê dimeşîne. Ji vê yekê xuya dibe, ku çareserkirina problêma kurdan dikare ji berê va, beş bi beş bê helkirin.

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev