Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dengbêja bi dayîna Xwedê

Dengbêja bi dayîna Xwedê

Tosinê Reşîd

Kurdên Yekîtîya Sovêta berê, çiqwes jî bi jimara xwe ve ne pir bûn, dîsan jî îmkanên hebûyî bi kar anîn û ji nav wan çendek nivîskar, zanîyar û hunermendên baş derketin. Ji hunermendan Nazî Şîray, Vladîmîr û Natêlla Ecoêv, Arsên Polatov, Svêtlana Kasyan, Zarayê (Zera Paşa Mihoyan) û çendekên mayîn ji sînorê welêt der jî hatine naskirin.

Em ê îro xwendevanên xwe bi huner û jîyana dengbêjeke opêrayêye bi nav û deng, Svêtlana Kasyanê re bikin nas. D nav gelê me de dengbêj herdem hebûne û rûmeta wan nav xelkê de gelek bilind bûye. Lê gava dengbêjek di opêra de distirê, nav û dengê wê seranser cihanê belav dibe, ew êdî serbilindîya gelê me ye. Svêtlana Kasyan ji wan kesan e.

Dengê Svêtlana Kasyan, sopranoyê, ku dikare partîyên dramatîk bistirê, dayîna Xwedê ye. Lê ji bo dayîna Xwedê, ew dîyarîya pîroz, bikeve xizmeta qencîyê, başîyê, dilovanîyê, gerek meriv seranser jîyana xwe bide wê xizmetê. Svêtlana herdem ser wê bawerîyê bûye, wekî Xwedê rêya rast daye pêşîya wê û wê bawerîyê merdayî dayê.

Svêtlana 24 ê Tebaxê, sala 1984 an, li bajarê Batûmî, di malbeteke kurdên êzdî de ji dayîk bûye. Ji ber ku dayka wê mamosteya sazbendîyê bû, merîfeta wê, ya dengbêjîyê zû texmîn dike û 5-6 salîyê de êdî keça xwe dibe bal pisporên dengbêjîyê. Hingê edî di dengê keça biçûk de solîsta opêrayê texmîn dikin. Ji ber ku dayka wê mamosteya sazbendîyê bû û pîanîno lê dixist, gor gotina Svêtlanayê, hela ji salên zarotîyê wê ji sazbendîya klasîk hiz kirîye û guhdarî kirîye.

Piştî ji hev berdana Yekîtîya Sovêt, pevçûnên êtnîkîye li Gurcistanê, malbeta Svêtlanayê neçar dibe, berê xwe bidine Qazaxistanê.

Svêtlana di malbeteke destteng de mezin bûye û wan salên nangiranîyê, ew neçar dibe 10-11 salîya xwe de li bazarê pêlava bifroşe, paşê li salonekê karê paqijîyê kirîye.

Û pê re xwendîye.

Lê stiran, opêra, solîstî êdî daxweza dilê wê bûn û wê ew daxwez di dilê xwe de zêndî hişt, heta îmkanên xwendina sazbendîyê ji wê re çê bûn.

Ew sala 2006 an kolêca sazbendîyê li Aktûbê temam dike. Lê sala 2011an konsêrvatorîya Moskvayê, ya bi navê P.Î. Çaykovskî, klassa Galîna Pîsarênko dixwîne. Ji bo bi pêşvebirina hostatîya dengbêjîyê ew berê ber destê Dmîtrî Vdovîn, paşê jî, bi alîkarîya dewletê, diçe Waşîngtonê û ber destê Plasîdo Domîngo, xwendina xwe didomîne. Lê heta bigihîje van hosta, Svêtlana demeke dirêj li mamostê vokalê digere.

Êdî wan salan, daxweza bibe solîsta yekemîn li cihanê, dibe xeyala dilê wê. Ew bawerîya xwe bi karebûnên xwe tîne.

Bi bawerîya Svêtlanayê, di her karî de, çiqwes jî zên û zîrekîya meriv hebe, lê 90% meriv bi karkirinê dest dixe.

Sala 2011an, ew êdî di pêşbirka vokalîstaye navnetewîye Pêncemîn de, ku bêtirî 600 vokalîst ji seranserê cihanê beşdar dibûn, xelata yekemîn (Grand Prî) distîne (Nîbo, Çîn). Êdî di cihanê de yekemîn sopranoya genc tê naskirin.

Sala 2009-2011 endema bernema Bolşoy Têatrê ye gencan bûye, ku ji bo dûarojê dibe rênîşeke baş.

Cara yekemîn sala 2010, Svêtlana derdikeve ser dika Bolşoy Têatrê. Di opêra Rîmskî-Korsakove “Berfok” de partîya Kûlava distirê. Dûarojê ew li Bolşoy Têatrê di opêrayên S. Prokofêv û P. Çaykovskî de distirê. Lê di têatra opêrayê, ya Yêkatêrînbûrgê, ew di opêra Cakomo Pûççînî “Toska” de rola sereke distirê. Hema wê salê li Bolşoy Têatrê, ew ji alîyê rojnamevanan de tê naskirin çawan ‘Li seranser cihanê dengê xwedîyê dûaroja here baş’.

Ev êdî destkevtineke mezin bû.

SMLXL

 Svêtlanayê di van salên karîyêra xwe de li ser dikên: “Bolşoy Têatr”, “Kovent Garden”, “La Skala”, “Mêtropolîtên-Opêra”, “Ştatsopêra” û gelek dikên cihanê yên naskirî stiraye. Li Îtalîa cara yekemîn, sala 2011 an di sîmfonîya Bêthovên e IX de distirê. Dîsan wê salê li têatra bajarê Tûrîne – Teatr Regio, opêra “Don Karlos” de partîya şahbanî Yêlîzavêtê distirê. Ew opêra bi TV a şirketa RAI dihat nîşan kirin.

Svêtlana sala 2013, li Sera Konsêrvatîyayê ya Mezin, ji bo nûkirina peykerên Moskvayê arxîtêktûrî, konsêrteke solo dide. Ew konsêrt bi radîoya “Orfey” dihat belav kirin. Konsêrtê 3 mîlîyon dolar berev kirin. Baylozê amêrîkî li Rûsîya, Maykl Makfol, ku li konsêrtê amade bû, dibêje: “Svêtlana Kasyan – stêrka cihanî ye û di jîyana xwe de min tiştê usan nebihîstîye”.

Sala 2012 ew li fêstîvala Afînê, 5500 merivî berev dike. Kompozîtor û dengbêj, Mîkos Têodorakîs wê nav dike: Marîa Kallas a nû.

Sala 2013an li Roma Svêtlana Kasyan konsêrta solo dide, ku bi piştgirîya serokkomarê Îtalîyayê û Şêwra Papa ji bo Çandeyê bû. Hema wê rojê ew dibe mêvana Papa Fransîsko. Gor bawerîya Papa dengê Svêtlanayê dîyarîya Xwedê ye û divêt di xizmeta Xwedê û dilovanîyê de be.

Svêtlana Kasyan bi baştirîn dîrîjorên cihanê re kar kirîye.

Ji mêj ve, di dilê Svêtlana Kasyan da, dengbêja kurde li seranser cihanê naskîrî, daxwezeke pîroz heye: wekî rojekê, li welatê kal û bavên xwe, Kurdistanê, ji bo gelê xwe bistirê.

Gor gotina Svêtlanayê, gelek caran ji wê pirs dikin, ka ew ji kîjan miletî ye û ew herdem bi serbilindî dibêje, ku ew kurd e.

Mirov dikare bêje, wekî di nava çar salan de Svêtlana Kasyan gihîştîye destanînên ewqas mezin, wekî gelek caran jîyana mirovekî têrê nake. Hêvîya me Xwedê, dengbêja bi nav û deng wê hê bi gelek destanînan va me şa bike û navê gelê me bilind bike.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev