Kurd lîstika xwe dilîzin

Kurd lîstika xwe dilîzin

Gava ez gotarên ji çapemenîya rûsî yên derheqa rewşa li Rohilata Nêzîk dixwînim, zendegirtî dimînim ser fikirên derheqa kurdan da. Hema bêje li her deran derheqa karta kurdan da dinivîsin û her kes wê kartê gorî xwe dijî hev bi kar tînin. Tiştekî sade û basît nakeve serê analîtîk û sîyasetzanan – ku kurd lîstika xwe dilîzin.
Maykil Hyûntêr, profêsorê Ûnîvêrsîtêta Tennesî, xudanê 7 pirtûkên derheqa kurdên Tirkîyê û Îranê da û xudanê zêdeyî 75 gotaran bi vê têmayê li Hewlêrê hevpeyvîneke balkêş dabû rojnameya Rudawê. Li wir Maykil Hyûntêr dibêje, ku bi sîyaseta kurdan ya pir mezin va li herêmê zendegirtî maye. Ewî heta destnîşan jî kirîye, ku meriv dikare bêje kurd dijberîyên di navbera Îranê û Tirkîyê da ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin. Îran û desthilata Esed ser wê bawerîyê ne, ku ewana bi destî Partîya Karkerên Kurdistanê zorê didine Tirkîyê. Lê Tirkîye jî ser wê bawerîyê ye, ku bi destî pêwendîyên wê yên baş bi Kurdistana Îraqê ra wê bikaribe hukumî ser Îranê û Sûrîyê bike.
De bira wisa bifikirin. Lê di rastîyê da kurd, bi kêmanî heta niha, rewşê bi aqilane bona kara xwe bi kar tînin. Em, kurd rewşa kurdan ya hundurîn rind derc dikin, hemû dijberîyên îdêologî yên sext di navbera hêzên kurdan yên cuda-cuda li herêmê – ew bi talûke ye, û îro tu kes nikare tê derxe ka ew dijberî wê bibine sebebê çi. Ne dûr e, ku di navbera kurdan da şerê navxweyî dest pê bibe û di dîroka gelê me da çend caran ew qewimîne. Lê di dewrana me ya înternetê û têlêvîzyona esmanî da hêzeke hemkurdîyê ya nû derkete meydanê – ew fikira civaka kurdan e.
Eger îro sîyasetmedarekî kurd an jî partîyak bixweze bi zora çekan dijberîyên kurdan yên navxweyî çareser bike, miletê kurd wê nehêle ew bi ser kevin û serekekî wisa an jî partîyake wisa wê bi tundî bêne şermezarkirin. Kurd rind fêm dikin, ku qedera wan yek e. Bo nimûne, ez bawer nakim, ku wê çar Kurdistanên otonom hebin (an jî gelek kanton) – li Îraqê, Îranê, Tirkîyê û Sûrîyê – ew tiştê nebûyînê ye. Li Rohilata Nêzîk Kurdistan dixuliqe, ku wê bibe dewleteke herêmê ya nû.
Piranîya kurdên bi bawerîyên sîyasî yên cuda-cuda gelekî rind zanin, ku şanseke dîrokî ketîye destê wan, ku eger wek berê ji dest xwe berdin, wê şaşîyeke mezin bikin û ew şaşî wê neyê efûkirin. Ruhê kurdan yê miletîyê îro ser dereceyeke wisa bilind e, ku li cihanê tu hêzek tune, ku bikaribe derkeve dijî wê. Ew xeyal in, lê di dest kurdan da dewlemendtîyên binerd yên mezin hene, ku ew dikarin raberî hêzên xurt yên cihanê yên wisa bikin, ku rewşa cihanê ya gêopolîtîkîyê di dest wan da ne. Carina ji min dipirsin: kurd bi kê ra ne? Bi DAY û Ewrupayê ra, an jî bi Rûsîyayê û Çînê ra? Ez ji wê pirsê metel dimînim. Çima kurd gerekê hilbijartinê bikin? Ji kurdan ra dest dide him bi wan ra bin, him jî bi yên din ra bin.

Yuri Nabiev
Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev