Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nazikaya helbestên wî dilê merivan diso

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û çend berhemên helbestvan Egîtê Şemsî bikin. Ew bername bona xwendinê bi cûrê nivîskî jî di rûpelên malpera me da çap dibe.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê Têmûrê Xelîl e

 Têmûrê Xelîl

          Egîtê Şemsî (Egîtê Hesenê Şemo) sala 1933an li zozanêd Elegezê, li Ermenîstanê, bin konê çarsitûnî da ji diya xwe bûye. Jîyana kal-bava, hewa paqij, çiyayên bilind, eşîrtîya koçeran, erf-edetên kurdî, stiranên dengbêjan û miqamên bilûrê yên şivanan, folklora me ya dewlemend di paşdemê da ew helbest xemilandin, ku ji qelema Egît derketin.

Dema mehên baharê xilaz dibûn, mala bavê wî ji çîyê dadigerîyane gundê xwe – Lûkaşênê, ku li deşta Araratê da ne. Egît hema li vira mektebê temam dike û sala 1955an berê xwe dide zanîngeha Ermenîstanê ya pêdagogî, ku tê da beşa ziman û edebîyeta kurdî jî hebû. Li vira ber destê mamostayên mezin Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Erebê Şemo û yên din di nav ziman û edebîyeta me da kûr dibe.

Pişt ra ew di çend gunda da dersên zman û edebîyeta kurdî dide. Di wan deman da bû, ku destbi nivîsara helbestan kir. Helbesta wî ya pêşin sala 1956a di rojnama kurdî „Rya teze“ da çap bû. Bi helbestan ra tevayî ewî destpê kir miqale, nimûnên folklorê dane çapkirinê. Bi salan ra texmîn dike, ku bona hêlanên bilind xwendina wî têrê nake. Rojekê jî ew xwe li riya paytextê Ermenîstanê – Yêrêvanê digre û di beşa zman û edebîyetê ya Ûnîvêrsîtêta dewletê da tê qebûlkirinê. Dû ra gelek sala di redaksyona rojnama navça xwe da, ku bi zmanê ermenî derdiket, kar dike wek serokê beşê.

Lê daxaza wî ya here mezin ew bû, ku bikaribe alî gelê xwe bike, edebîyeta heyî dewlemendtir bike. Û li ser wê rê çend pirtûk çap kirin – „Şemdan“ (1964), „Hîveron“ (1967), „Hêsirêd biharê“ (1976), „Simil“ (1987).

Jîyana li zozana û li gunda tesîreke usa li ser wî hîştin, ku ew bi erf-edeta, zanebûna zargotina me ya dewlemend dagirtî bû. Xwendina bilind jî alî wî kir, ku dereca edebîyeta me nêzîkî dereca edebîyeta hemcihanê bike. Ji bo wê jî di nav helbest û nivîsên xwe da ew carna dibe gundîkî paqij û dilsax, carna jî dibe zaneyê poêzîayê yê rasteqîn.

Paqijaya ruhê wî yê mînanî hewa çiyayê Elegezê, zanebûnên kûr di dema xwendina li Ûnîvêrsîteyê stendibû, rewşa gelê wî, ku camêr û aqilmend e, lê heta niha jî bindest e, di nav xûna wî da hildigerîya û paşê dibûne xet û li ser kaxeza rêz dibûn. Meriv di nav helbestên wî da lîrîka nazik dibîne, lezeta dilgerm texmîn dike, şabûna hinkûfî zara distîne. Bi gotineke din, hevgîhandina jîyana koçerîyê û întêlêktûalîyê, camêrtîya eşîrtîyê û hajpêhebûna edebîyeta cihanê, welatparêzî, berbihêrî û dilovanîya wî bûne berhemên usa, ku dilê merivan dison.

Baştir e em bi xwe ev gotinên jorgotî di nav helbestên wî da bibînin.

P.S. Piştî min nivîsara jînenîgarîya Egîtê Şemsî kuta kir, besa nebixêrîyê li min tesele bû. Egît li bajarekî Rûsîyayê – Vladîmîrê xatirê xwe ji vê cihanê xwest û çû ser heqîya xwe.

Li jêr çend helbestên wî bixûnin:

Kurd çiya li xwe yar kirîye

Kurd çiya li xwe yar kirîye,
Sura xwe li wan dîhar kirîye
Û ku dibe qûrîn-qûrtîn,
Ew kurdê welête bi kîn
Jorda li çiya dibin dêrî,
Şivan jî namîne ber kêrî…
Ha tên, ha tên, dibin heşêmet,
We dîtîye qet?
Ku bo rastîyê ça mil didin mil,
Kuştin hebe, rev nayê dil,
Çimku reva çiya jî tune,
Reva çiya dewr in, mirin e…
Û kurdê bendehiz, dilfire
Her dikare bo azaya xwe bimre.

Lo kurdo

Lo kurdo, te hezar celeb xwe xem kirîye,
Hêsir û girîyê dayîkêd bêax li cem kirîye…
Hê hîvîyê me… de bihejîn Sîpanê,
Zûda zanim derd û keser te dem kirîye.

Ez û tu va pir hatine rastî hev,
Tu mêrxasî, kuştin hebe, tune rev,
Rast e, şa me, ku te devê xûnê girt,
Axir, axir zef hindik e, çiqas xûn rêt te ro-şev…

Û guman im, hê mecal jî pir heye…
Şûrê rastîyê bive-neve eseye…
Mirin-jîyîn mêrê çê ra tu çi xem,
Çevê kurd û Kurdistanê li te ye.

Kurdistan

Mîna teyrê heftser, sîmir,
Mîna lokê box-berî fir,
Mîna Xano – eynat, avir,
Ezê ser Sîpanê daynim,
Hemd û hedam biqûrim hur…

-Hey, hey kurdno, ka Kurdistan!
Rabin, rakin nas û dostan,
Hûn hene wek ber-berîstan
Û wan ax û warê keser
Bikin dewlet, gul-gulistan.

Bêjin îdî çûye dewra kulik,
Tivingêd xwe nebine milik…
Em sond dixun bi xwe û kulik,
Wekî kurd hedamê çiyan e,
Hûn li ber me weke dilik…

Wekî cotkarê te xwey ax be…
Xwendkarê te her babax be,
Bira dilê xayîn dax be,
Lê tu hebî, hebî ezîz,
Kurdistanam sax be, sax be…

Şerav û yar

Şeravê tême tasekê,
Bidime rex xwe nasekê,
Vexum bo hewasekê,
Can pê şa be qasekê.

Bira îşev serxweş bim,
Alîyê te da ez yan bim,
Ne ser nêta durûya bim,
Weke merî bê ziyan bim.

Paşê dinê tev razê,
Lê bedewê, lê nazê,
Hizkim te gerdengazê,
Lê şîrinê, mirazê.

Şeva nûrîn, şeva gul,
Ez û tu wa qerewil,
Kanî bikine xulexul,
Em sohbet kin xewnêd dil.

Şeravê tême tasekê,
Bidime rex xwe nasekê.

Melle û nimêj

Mellê rûdirêj,
Kûzikê kûrnimêj,
Ser çoka melle,
Melle ditele.
Çoke li ser erd,
Bi duake merd
Dev dike li kûz,
Dike kûze-kûz…
Û dibê, Xwedê
Tu li ezmana,
Ezî arana,
Bêje barana,
Bira ew her car
Li zevîyê cînar
Bikin qulixayî,
Bibe çîk-sayî.
Lê ser ya min herdem
Bira bibin çem,
Bikine leme-lem,
Zevîya mine hişk,
Tijî mar û mişk,
Bira bibe rim,
Bide min genim,
Rûnêm ber sêlê,
Badim simêlê,
Bixum hevrûşka
Qaz û mirîşka,
Bira cînar, gund
Bêjin mellê rind
Bûye qûl welle dûz
Û bawer kin… kûz.
Û rojke nav-deng
Ewra girt govend,
Lêmişta pêlgir
Zevî şûşt û bir.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û çend berhemên helbestvan Egîtê Şemsî kir. Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev