Şaîrekî hêja; Mikaêlê Reşîd 1925 – 1985

Şaîrekî hêja; Mikaêlê Reşîd 1925 – 1985

Mikaêlê Reşîd …Helbestvan û rojnamevanê kurdên Sovîyêta berê yê naskirî ye, yê ku bêtir helbestên evini yên pir xweş disêwirand. Mikaêlê Reşîd di sala 1925-an de, li paytexta Gurcistanê T’bîlîsî ji dayîk bûye û di sala 1985-an çû ser dilovanya xwe. Li paytexta Ermenîstanê Erêvanê xwendiye û di sala 1948-an de, xwendingeha Rewanê (Erêvanê) ya hazirkirina dersdariyê qedandiye. Piştî du salan ew li Moskovayê li Înstîtuta Edebiyata cîhanî ya ser navê Maksîm Gorkî tê qebûlkirin. Di sala 1954-an de înstîtutê bi dawî dike û vedigere Ermenistanê. Li Ermenîstanê jî çend salan bi karê rojnamegeriyê va mijûl dibe. Di rojnameya “Kolxoznîkê Eşterekê” û “R’iya T’eze” da dixebite. Gelek salan di radiyoya Erêvanê beşa weşanê kurmancî da wek werger xebitiye. Gelek helbestên wî hatine weşandin û çend p’irtûkên wî hatine çapkirin. Mîkaêlê Reşîd bi 3 zimanan helbest nivîsandin (kurmancî, ermenî û rûsî). Bi wan hersê zimana jî p’irtûkên wî hatine çapkirin. Ji p’irtûkên wî em dikarin çend navan bidin: “Rêdame”, “Mitale”, “Şems”, “P’encere”, “We’de” û hinekê din. Helbestvan û rojnamevanê mezin Mik’aêlê Reşîd di sala 1985-an çû rehmetê û li gundê Qamûşlîyê li Ermenîstanê hatiye binax kirin.

Mina kefa destê xwe Tu kefa destê min dibînî?
Ez niha mîna kefa destê xwe
Ber teme- bê sur,vekirî,
Bi dilê qurna bisti xuliqi,
Ku ber tu kula dilsar namîne.
Bi dilê xwe rût ez niha ber te
Him qewatim,zor û him bêkomek,
Şûre xwe derxe û dile min xe,
Derba şûrê te dibe bona min
Qe xeder nîbe,
Le tu dikarî gilîkî bejî,
U pê gilîkî bikujî tu min,
Le tu dikarî gilîkî bejî,
U pê gilîkî dinê bidî min.
Ez mîna kefa destê xwe
Ber teme temam- tenê bê komek,
Pirsê hubê da ez nizam kême,
Destê te dane – mer bim yan qûl,
Lê pirsê dinda merivim e’se….

Mikaêlê Reşîd..

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev