Şerê navxweyî an hevkarî

Şerê navxweyî an hevkarî

Îro yek ji astengên sereke li ser riya ku miletê kurd bigihîje mirazê xwe, dijberîya di navbera PDKê û PKK da ne. Ev herdu hêz ber şêmîka şerê birakujîyê sekinîne. Ew yek him li Sûrî xuya dike, him jî li Şengalê. Lê bi çi awahî xwe ji wê telûkeyê xilaz bikin? Fikira civaka kurdan jî ji hev cuda ye. Serekên partîyên kurdan dengê ronakbîrên miletê xwe nabihên. Sebebê dijberîya PDKê û PKK di wê yekê da ne, ku îdêologîyayên wan ji hev pir cuda ne.

Di bingehê îdêologîya PDKê da nasyonalîzma kurdî ye, ku gerekê bigihîne damezirandina dewleta kurdî ya miletîyê. PKK xwe li îdêologîya çepgiran girtîye, ew dixweze berjewendîyên kurdan di goveka konfêdêrasyona gelên heremê û xweserîya dêmokratîk ya li kantonan bêne parastinê, bêy sazkirina dewleta miletîyê. PDK ser wê bawerîyê ye, ku gerekê bi hemû welatên cihanê ra hevkarîyê bikin. PKK xwe li riya dijî împêrîalîstîyê girtîye û derdikeve dijî welatên Roavayê û Îsraêlê. PDK hewil dide dewleta miletîyê ya bi cûrê roavayê saz bike, bi hemû serdestî û kêmanîyên wê va. PKK derdikeve dijî dewleta miletîyê, çimkî ser wê bawerîyê ye, ku her dewletek aletek e bona bi destî wê hêlek zordestî li hêleke din bike.

Hilbet, cudatîya îdêologîyê – tiştekî normal e di jîyana her civakekê da. Eger dewleta kurdan ya dêmokratîk hebûya, wê demê cudatîyên îdêologî wê bi alîkarîya hilbijartinan û parlamêntoyê bihatana çareserkirin. Lê sed heyf, ku îro firsenda kurdan ya wisa tune ku cudatîyên îdêologîyê bi riya parlamêntoyê çareser bikin û ew cudatî dikevine rûpelên çapemenîyê û dibine sebebê şerê înformasyon û eger rêyeke lihevkirinê tunebe, dibe mesele bigihîje şerê çekdarî jî.

Di vê pirsê da dikare faktora ji der va roleke erênî bilîze, wek ku ew yek di nîveka salên 90î da qewimî, gava bi alîkarîya DAY PDK û YNK li hev hatin. Niha bona kurdan rewşeke balkêş saz bûye, dema gelek dewlet, ku di sîyaseta cihanê da roleke sereke dilîzin, hewcê alîkarîya kurdan in di şerê dijî têrorîstên DAÎŞê da. DAÎŞ herwiha him dijminê PDKê ye, him jî dijminê PKKê ye. Lema jî, bi bawerîya min, civaka navnetewî gerekê bixweze ku hêzên kurdan li pêşenîya Îraqê û Sûrî da di şerê dijî DAÎŞê da bigihîjine hev, bi hev ra hevkarî bikin. Ango, gerekê ji DAY û welatên Roavayê bê xwestin, ku helwesta xwe di hindava PKKê da biguhêrin (wê ji nav lîsteya rêxistinên têrorîstîyê derxin). Lê PKK jî gerekê gavên erênî bavêje û dest ji helwesta xwe ya dijî împêrîyalîstîyê bikişîne û dev ji wê yekê berde, ku ew hêza sîyasî ya yekane ye di tevgera kurdan ya miletîyê da.

Gotinên çend serekên PKKê yên van dawîyan hêvîyê dikine dilê me, ku beşa milahîm ya vê partîyê erkê xwe yê dîrokî ber gelê kurd di vê rewşa sazbûyî da derc dike. Em bi hêvî ne, ku kurd bi xwe wê bikaribin di navbera xwe da hevkarî saz bikin, lê eger aktorên der alî nêzîkîhevbûna partîyên kurdan bikin, di wê da tu tiştekî ecêb wê tunebe.

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev