Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Konfêransa kurdan ya hemmiletîyê

Konfêransa kurdan ya hemmiletîyê

Di van demên dawî da pirsa derheqa konfêransa hemkurdîyê bi girgînî tê guftûgokirin. Ser vê meselê du bawerî hene: konfêransa ne gelekî berfireh, ku gerekê problêma Partîya Karkirên Kurdistanê çareser bike, ango bangî wê bike çeka daynin, û konfêransa berfireh, ku gerekê «karta rê» amade bike bona çareserkirina pirsa kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê.

Bi bawerîya min, fikira derheqa wê yekê da, ku ev konfêrans wê di nav demeke kurt da her tenê yek ji pirsgirêkên kurdan çareser bike, fikireke dûrnedîtî ye. Derbazkirina konfêransê ji bo armanca bangî PKKê bikin çekan dayne, dikare nav û hurmeta konfêransê bêxe, nuxsan bike û ewê di çavê civaka kurdan da bawerîyekê peyda bike, ku ew di destê partîyên kurdên başûr da aletek e bona safîkirina pirsgirêkên xwe. Ango xwe ji PKKê xilaz bikin, ku wana rehet nahêle û ji wan ra problêman derdixe. Konfêranseke wisa gerekê pirsên mezin yên bi jîyana tevaya kurdan va girêdayî dayne ber xwe. Wê demê ewê konfêranseke giring û xwedî qedir be. Bi awayekî serketî derbazkirina wê konfêransê wê bangawazîyeke xurt be ber bi civaka hemcihanê û wê îzbat bike, ku gelê kurd yekgirtî ye û pirsa kurdan îdî zûda gihîştîye bona çareserîyê.

Di jîyana îroyîn da guhartinên bi lez dibin. Di hêla sîyasî da em heta niha jî mîrata sedsala 20an bi kar tînin, dema di her perçeyekî Kurdistanê da çend partî hatibûne sazkirin, ku hinek ji wan ji bo berjewendîyên xwe bi hev ra diketine nava reqabetê. Û ya balkêş jî ew e, ku ev yek xwesma di nîveka dudan ya sedsalê da qewimî, lê berî wê tevgera kurdî hevgirtî bû û ya hemmiletîyê bû. Lê ew hemmiletîbûn hêza tevgerê zêde ne kir, ji ber ku serok hebûn, lê hevgirtina milet tunebû. Û tevger çiqas pêş diket, bi wê ra tevayî jî partîyên cuda-cuda saz dibûn û wana karê xwe gorî herêma xwe û îdêologîya xwe dimeşand. Bi bawerîya min, dem hatîye, ku tevgerên kurdî hev bigirin, lê li ser bingehên nû û şertên vê demê sazbûyî. Û konfêransa hemkurdîyê wê alî wê hevgirtinê bike.

Gelo qesta min ji şertên nû çi ye? Ew berî gişkî sazkirina «Kurdistana mezin e», lê ne ya sîyasî, ku berê dihate texmînkirin, lê ya ruhanî. Ew sazkirina meydana hemkurdîyê ya civakî, înformasyoin, kûltûrî ye, lê bi alîkarîya wan çekan, ku wê globalîzebûna vê demê bide me, ku sînorên dewletan ji holê radike û tevaya cihanê warguhêzî «gundekî mezin» dike. Ew yekkirina karê sîyasî ye ji alîyê hemû partîyên kurdan yên sîyasî da, di wan govekan da, ku berjewendîyên hemû alîyan didine ber çavan û zirarê nadine hev, ji ber ku femdarî ye, ku pirsgirêk û berjewendîyên hêzên di perçeyên Kurdistanê yên cuda-cuda da ne herdem wekehev in. Û berî gişkî jî, gerekê hêzên li dîyasporê bigihînine hev, ku di rastîyê da di zû da bûye «perçeyê pêncan» yê Kurdistana Mezin.

Du dîyasporên di cihanê da xurt – dîyasporên ermenîyan û cihûyan – dikarin ji bo me bibin nimûneyên baş. Dîyaspora ermenîyan piranî xwe daye dora partîyakê – partîya «Daşnaksûtyûn». Dîyaspora cihûyan (berî sazbûna dewleta Îzraêlê) bi alîkarîya fêdêrasyona Sîonîstîyê hate sazkirinê, ku dervayî partîyan bû û ser partîyan ra bû û hemû kesên bi bawerîyên ji hev gelekî cuda diketine navê – ji marksîstan bigire heta kesên bi bawerîyên rastê û ortodoksên dîndar – her tenê bi şertekî, ku ewana gerekê îdêya sazkirina dewleta cihûyan li Felestînê nas bikin û alî wê bikin. Û di wan deman da nerazîbûnên di navbera komûnîstan, sosîalîstan, lîbêralên rastê û yên din da ji îro gelek serttir û berktir bûn! Hewildanên bona teşkîlkirina dîyaspora kurdan heta niha bi nimûneya ermenîyan hatîye kirinê – li ser bingehê partîtîyê. Di encamê da, ew hewildan bi ser ne ketin. Niha di rojevê da pirsa hevgirtina kurdan e li ser bineghê dervayî partîyan, ango sazkirina yekîtîyeke kurdan ya mînanî fêdêrasyona Sîonîstan. Û ew konfêransa me li jor behsa wê kir, dikare bibe pêpelînga pêşin bona çareserkirina wê pirsê, eger bi awayekî fireh, bi stratêgî berê xwe bidine teşkîlkirina wê.

Bi vî awahî, bi bawerîya min teşkîlkirina konfêransê gerekê çawa be?

1.Ew gerekê ne bi înîsîatîva partîyan be. Gerekê xên ji nûnerên partîyê, nûnerên rêxistinên dervayî partîyan yên bi nav û deng, kesên zane û xwedî qedir, kurdên ji hemû dînan, wek êzdîyan, şebekan, feylîyan, kakayîyan tê da amade bin. Nûnertîya dervayî partîyan ji bo wê yekê jî baş e, ku wê rê veke rêxistinên wisa jî tevî xebata konfêransê bibin, ku di hêla dîplomatîyê da li hinekan ra dest nadin.

2.Konfêrans gerekê belgenameya encamdar qebûl bike – em navê wê daynin «Dêklarasyona miletîyê»-, ku tê da gerekê prînsîpên nû yên tevgera miletîyê ya hemkurdîyê dîyar bibin: destkişandina ji bikaranîna hêzê, dîyalog, mêlgirtina li prînsîpên dêmokratîyê û parastina mafên merivan, piştgirîkirina her cûre dewletbûna kurdan û berî gişkî jî tevaya herêma Kurdistanê û herwiha piştgirîkirina mafên kurdan li welatên Rohilata Nêzîk, ku dervayî axa xwe dijîn. Yek ji xalên dêklarasyonê gerekê banga bona bêy tu şertan pêkanîna xala 140î ya Konstîtûsyona Îraqê be.

3.Armanca konfêransê gerekê ew be, ku mêkanîzmên navnetewî saz bike bona çareserkirina problêma kurdan. Em zanin, ku bona çareserkirina pirsgirêkên Felestînê, Kosovoyê, Qerebaxê û yên din mêkanîzmên navnetewî hatine sazkirinê – çar navçîgarên ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî, Neteweyên Yekgirtî, Rûsîyayê û Yekîtîya Awropayê, koma Mînskê ya bona Qerebaxê û yên din.

4.Konfêrans gerekê sazkirina assosîasyona hemkurdîyê îlan bike û ji bo wê gerekê komîtêya karger û komîsyonan amade bike yên fînansîyê, sîyaseta der, kûltûrîyê, perwerdeyê û h.w.d. û ew jî di hindava xwe da gerekê kar û barên rêxistinên kurdan bigihîne hev. Ji bo nimûne, yek ji armanca wî karî gerekê standartkirina zimanê kurdî be.

5.Gerekê fond bê sazkirinê, ku dikare di paşdemê da bibe bingeh bona vekirina Banka Kurdan, wek Banka Cihûyan, ku piştî kongrêya xwe ya li Bazêlê ji alîyê sîonîstan da hate damezirandin.

Ji bo serketina wê proêktê alîyê pirsê yê fînansîyê pir giring e. Kapîtala pêşin dikare ji pereyên endametîyê yên partîyan saz bibe. Gerekê ji bîr nekin, ku eger gavên pêşin serketî bin, wê ji dîyasporê jî pereyên mezin bên. Bi vî awahî, şanseke me ya rêal heye rêxistineke hemcihanî ya xurt saz bikin, ku wê berjewendîyên gelê kurd biparêze, bona em bikaribin heta-hetayê şerên navxweyî li dû xwe bihêlin û dest bidine hev bona paşeroja me ya gul û geş, ku me hemûyan ber bi bextewarîyê dibe.
Yuri Nabiev

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev