SÊ STÛNÊN NASÎONALÎZMA KURDAN

SÊ STÛNÊN NASÎONALÎZMA KURDAN
DIM-DIM

Kurdayetî, xwenaskirina netewî bal gelê kurd bi taybetî bi “Şeref-Name” a Şeref xan Bîtlîsî va xurt dibe. “Şeref-Name” bi destana mêranîyê “Dim-Dim” û “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî ve dibin bingehên sereke ji bo kurdayetîyê, ji bo xwenaskirina netewî, ji bo nasîyonalîzma kurdan. Lê eger “Seref-Name” û “Mem û Zîn” ji alîyê mezintirîn rewşenbîrên kurde dewranên xwe de hatine sêwirandin, “Dim-Dim” ji dilê gelê kurd daye der, daxweza dilê gelê kurd e, ji alîyê gelê kurd de hatîye sêwirandin.

Destana “Dim-Dim” ku usan jî bi navên “Qelayî Dim-Dim”, “Xanê Çengzêrîn”, “Xanê Lepzêrîn”, “Xanê Çengzêrînî Kurd” dîyar e, yek ji hêjatirîn peykarên têkoşîna rizgarîxwez a gelê kurd e.

“Dim-Dim” bîrewarîya gelê kurd, a giştî ye, ku dikare bibe bingeh ji bo bihêzkirina yekîtîya kurdan ya netewî.

Destana mêranîyê “Dim-Dim” ser bingeha bûyareke dîrokî, serhildana Emir xan Biradostî hatîye hûnan. Salên 1608-1610 li rojhilata Kurdistanê gelê kurd dijî desthilatdarîya şahê Îranê, Şah Ebbas serî hildide. Serhildan ku armanca wê avakirina dewleteke serbixwe bû, deverên Tergewerê, Mêrgewerê, Biradosta û Ûşnû hildigre nav xwe.

Tiştekî balkêş e, ku gor malûmatîyên dîrokî, Emir xanê Biradostî, ku serokê berxwedana kela “Dim-Dim” bûye, ji malbeteke torinan bûye, lê di destanê de, Xanê Çengzêrîn ji malbetên torinan, esilzadan nîne; di destpêka destanê de, ew revoçîyê hespa ye, mirovakî ji paşla gel derketî.

Navenda serhildanê kela Dim-Dim bû li navça Mêrgewerê, li çîyayên Dimdim.

Naveroka destanê bi kurtî ev e; Xanê Çengzêrîn ji bo serxwebûna Kurdistanê kela Dim-Dim ava dike û serdestîya şahê ecem napejirîne.

Şah Ebbas çend caran ji Xanê Çengzêrîn dixweze, wekî kela “Dim-Dim” bihilşîne û ji wî re bê rayê, lê Xanê Çengzêrîn nayê rayê. Û Şah Ebbas bi artêşeke giran ve tê ser kela “Dim-Dim”. Xanên ji gelek deverên Îranê bi artêsên xwe, bi topên giran ve tên pişta artêşa şah. Çendek xan û begên kurdan jî digihîjne şah Ebbas.

Lê di meydana şêr de ji şah Ebbas re li hev nayê berxwedana kurdan bişkêne, kela “Dim-Dim” hilde.

Mehmedê Melekanî, ji bo şîvekê, ku bêyî wî xweribûn, ji xelkê kela “Dim-Dim” û Xanê Çengzêrîn re xayîntîyê dike. Ew ser kaxazekê dinvîse ka ava kelê ji ku tê, kaxazê serê tîrê ve dike û davêje nav artêşa şah.

Avê ser kelê dibirin û ev yek dibe sebebê têkçûna serhildanê.

Xanê Çengzêrîn bi mêrxasên xwe ve li meydana şêr tên kuştin.

Gava serbazên şahê ecem tijî kelê dibin, dayka xan, Guhar xanim, piltê davêje nav barûdxanê û kela bi serbazan ve tijî, diteqîne.

Berî wê, jina xan (di hinek şaxan de bûka xan) ku bi zar ducan bû, ji kelê derdikeve û dûarojê kurekî tîne.

Ew kur mezin dibe û ji bo azayî û serbestîya Kurdistanê şer dike.

Şerê ji bo azayî û serbestîya gelê kurd berdewam e…

Di der heqê serhildana Emir xan Biradostî de, dîroknûsê şah Ebbas, Eskender beg Turkman di berhema xwe “Tarîx ê alem ara yê Ebbasî” de malûmatîyên balkêş tîne. Emir xan Biradostî û Evdal xan Mukrî seroketî li serhildanê dikin.

Destana mêrxasîyê ya “Dim-Dim”, bi peyvên “Xurmîne, ha xurmîne…” dest pê dibe. Êdî ji van peyvên destpêkê guhdar texmîn dike, wekî wê behsa şerê giran bê kirine. Beşê destanê ku dide kivşê ka mêrxasên Xanê Çengzêrîn, çawan yek bi yek peya dibin deşta şêr, bi van gotinan tê ziman “Ha rabû, rabû, rabû…” Ev beş tê stran û awazê wê marşa serbazîyê tîne bîra me.

Destan bi nîgara xanê kurd, ‘Xanê Çengzêrîn’ ve xemilîye, mirovek ku jîyana xwe, jîyana kurên xwe, mal û hebûna xwe gişkî ji azaya gelê xwe re dike cangorî.

Kurd têne kuştin, lê nayêne rayê! Ev bawarîke bingehîn e di destanê de.

Sedsalê derbasbin, heta nivîskarê înglîs James Aldridge di romana ‘Diplomat’ de vê rastîyê jî nû ve dîyar bike.

Di destanê de nexweşîya kurdan ya dîrokî jî dîyar dibe. Yekîtî, tifaqa kurdan tune, gelek eşîrên kurdan digihîjine artêşa şah. Lê dîsan jî tenê bi xayîntîya kurdekî ji kelê, Mehmedê Melekanî ji artêşa Şah Ebbas re li hev tê berxwedana kurdan bişkênin.

Kurd li meydana şêr nadine der; bêtifaqî û xayîntî ye ku pişta kurdan dişkêne! Ev jî bingehekî destanê yê mayîn e.

Gelê kurd bêtirî çarsid sal berê di destana xwe ya mêranîyê de, di vê bîrawerîya giştî de, ew rastî ji xwe re dîyar kirîye. Dûarojê Ehmedê Xanî wê bi dilê keder û hostatîke şayîrtîyê ya mezin, wê rastîyê ji nû ve bîne ziman.

Destana gelê kurde mêranîyê “Dim-Dim” çawan li seranser Kurdistanê, usan jî di nav kurdên Yekîtîya Sovêta berê de hatîye gotin û hê jî tê gotin.

Ji Alêksandir Jaba girtî heta rojên me gelek şaxên destana mêranîyê, ‘Dim-Dim”, hatine berevkirin û çapkirin. Lê dîsan jî hindik e. Divêt pêşewitîyên folklor û çanda kurdî ji nû ve bikevin gund-gund, bajar-bajar, zome-zome û şaxên “Dim-Dim”ê berev bikin. Divêt beşên destanê yên tên stiran bên tomar kirin û notayên wan bên nivîsar. Divêt hunermendên me beşên tên stiran têkin program, CD û DVD ên xwe.

Folklora kurdî bi destanan ve dewlemend e; “Memê Alan”, “Sîyamend û Xecê”, “Ker û Kullikê Silêmanê Silîvî”, “Dewrêşê Evdî” û gelekên mayîn. Lê dîsan jî cîhê “Dim-Dim”ê di wê cêrgê de, cihê ye. Hema di “Dim-Dim”ê de gelê kurd mezintirîn daxwaza dilê xwe, serxwebûna Kurdistanê bêtirî 400 sal berê anîye ziman.

Tosinê Reşîd

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev