Kurtegeryanek li ser dîroka guhertina zimanan

Kurtegeryanek li ser dîroka guhertina zimanan

Amadekar: Bavê Nazê

Derwaze

Bêguman, pirsa jêdera zimanî, pêkeftin û rûniştina wî, bi pirsiyara hebûna mirovî ve girêdayî ye. Ji ber ku her endamek ji laşê mirovî, kengî rûniştinek pê re çê dibe, rûniştinek ji dilêma wî re jî peyda dibe. Ev jî, tê wê wateyê, çawa dîroka werariya mirovî vedigere bi milyonên salan, weha jî zimanê wî.

Aya, di wê demê de, zimanê mirovan çawa bû? Gerek em bêjin, berî her tiştî, ew bi hebûna jiyanê radibû. Helbet, vêga têgihiştin û peywendiyên bi riya zimanî pir promatîv (destpêkî ) bûn. Di dema me de, çawa zarok zanîna xwe, bi riya jêst (îşaret) û gotinên bêyî, ku bibin riste, distînin weha jî, mirovê qonaxa pêşîn zanîna xwe ji praktîka jiyana xwe werdigirt. Di wê qonaxê de, jêst û pêkve deng rêgehên têgihiştinê bûn. Û ne lêhatine ku heta roja îro, em pirê caran axavtinên xwe, bi îşaretên dest û çavan dikin. Her yek ji me dikare gelek nemûnan, di vî warî de bîne. Hindek ji van nemûnan: dema em dibêjin hiş, em tiliya xwe datînin ser lêvên xwe û gelek caran, bi riya çavşkênandinê hezkirinê dest pê kiriye û carna jî bûye egerê şer û pevçûnê.

Heger nuha (jêst) ji bo me rola sereke, di peywendiyan de, nalîze, lê ji bo mirovê berê, rola xwe pir giring bû. Lê belê, kengî lêva mirovî ya xwarê hat ser ya jorê êdî hisaniyeke bi lêvkirina deng û bêjeyan çê bû. Evê jî, hişt gotin derbasî hevokê bibe û ziman ji deng û jêstan derbasî axavtinê bibe. Lê heta ku ev yek çê bû, demek dirêj kişand.

Pêşkeftina ziman û zaravan, di qonaxên dîrokî yên curbecur de

Ji ber ku her komek ji bavikên me yên berê, çûdabûn ji hev û peywendî di nav wan de pir lawaz bû, bûne egerê ku di zimanî de, cîwazî peyda bibe. Û ev cîwazî, heta di wan komên ji xelkê ku cîranên hev bûn jî çê bû. Ji ber vê çendê jî, zimanê du eşîran û bêtir,ku li ser xakekê dijiyan li gel nêzîkbûna wan ji hev re, her dûrbûnek jî hebû. Lê kengî dan û stendin xurtir bû û jindayîn di navbera wan de, bû rûniştinek, êdî kartêkirina ziman li ser hev, xweş diyar bû. Ji xwe, rewşa kêm peywendî ji aliyekî ve û nêzîk bûn ji aliyê din ve, hişt ku du haletên çêbûna zimanî, peyda bibe. Bi xwe, ev prosêsa pêşketina du aliyên dijber, di paşerojê de, bûne egerê ku ziman ji hev veqetin û li ser koman dabeş bibin.

De ka em li sistêma dabeşkirina zimanekî li ser çend zarav û zimanan temaşe bikin. Lê fere bête gotin ku ev diyarde, di du qonax û navberekê re derbas dibe.

Ji vê sistêmê, baş xuya dibe ku rojekê ji rojan, zimanek bû çend zarav û dûre her zaravek ji van zaravan bû zimnekî serbixwe. Erê, zarav bûne ji zimanên serbixwe, lê belê diyardeyên weku hev, di van zimanan de mane, lewma jî malbatên zimanan peyda bûn. Weku nemûne: malbata zimanê Îranî: farsî, kurdî, peştûnî, tajîkî û yê mayî.Malbata zimanê silavyanî: Rûsî, Bêlarûsî, Ûkraynî û yên mayîn.

Fere bête gotin ku egerê paydabûna çend zimanan, di bin sîwana malbatekê de, ji ber wekhevî û nêzîkbûnek, di warê fonotîk, sîmatîk û morfolojiyê de ye. Erê, zaravên zimanê kurdî, îro di van waran de, wek heviyek heye, lê mixabin cudabûnek jî peyda bûye ku dibe sedma em ji hev tê neghên.

Heger, di haleta yekem de, ji zimanekî çend ziman çê bûne, lê haleteke din heye, ji çend diyalêkt û zimanan, zimanek peyda bûye. Ev jî, di bin kartêkirina zimanê rêveber yê ku ji diyalêkta herî rûniştiye û xwedî desthilate ku dibe xwedî şiyan, zaravên hemû zimanî yan jî, ji zimanên heman malbetê di xwe de bercest dike.

Di dîroka zimanan de, ev herdû halet peyda bûne û bi berdewamî jî guhertin di zimanan de çê bûne û herdem jî, yek bi rola kartêkirinê radibe û yek jî, dikeve bin barê vê bandorê.

Diyare, ev kesên ku îro doza hilandina zaravê kurmancî, di çarçova zaravê soranî de dikin, hîn di bin kartêkirina van diyardeyên dîrokî de mane. Û ew kesên di vê hizrê de ne, jibîr dikin, yan jî naxwazin bizanibin ku çawa qonaxa serdemî, weha jî taybetiya rewşa gelê kurd û ya van zaravan nahêlin ev diyarda hilandinê, ciyê xwe di zimanê me de bigre. Ji ber vê çendê, hîç nabe, di zimanê me de, zaravek li ser zaravên din bête sepandin.

Erê, ev diyarda sepandina zaravekî, yan jî zimanekî li ser ê din hebû, lê gerek em jibîr nekin ku pêşketina ziman, herdem bi qedera gel û zimanê ku pê diaxive û hizir dike, girêdayî ye. Û ne lêhatin bû, kengî civaka bê çîn, derbasî çivaka çînî bû, çawa guhertin di rabûn û rûniştina civakî de çê bû, weha jî, guhertin di rewşa zimanî de jî peyda bû. Ji şûna zimanê eşîrtî yan çend koman, zimanê gelerî tê meydanê. Û zarav li ser bingehên wan devokên ku di eşîrê de hebûn, peyda bûn. Lê belê, sînorên îdarî ji bo zimanî, li ser xaka xwe firehtir bûn û kesên li ser vê xakê dijiyan û diaxivîn, pirtir bûn. Ji ber vê çendê, carna weha dibe, ev zimanê gelêrî dibû zimanê têkiliyan, çi di navbera çend zaravan de û çi di navbera çend zimanan de. Ev diyarde, li Hind û Rojavayê Efrîqyayê tê dîtin.

Tiştekî eşkere ye, çêbûn û cîgirtina nivîsînê, bû egera peydabûna zimanê nivîsandinê, lê ji ber pirbûna kesên ne xwendewar hişt ku ev ziman (zimanê nivîsînê), di çarçovek teng de, bimîne. Ji xwe, li gora vê rewşê, civak dabeşî ser du sinfan bû: kesên xwedewar (pir hindik bûn) û kesên ne xwendewar ku ew jî gelekî pir bûn.

Bi xwe, li Ewropa zanyarên ayinî ku bi dêrê ve girêdayî bûn û li Rojhilata Navîn kesên mele, şêx û feqe ku ciyê wan mizgeft û hicre bûn, ji nişfên xwendewaran bûn. Ev jî bû sedema ku pisporek teng, di warê xwendin û nivîsînê de, çê bibe. Zimanê nivîsînê jî, kevneperestiyeke xwe hebû ku hîç çê nedbû destdirêjiya pîverên wî bibe û li gora van pîverên req û tund pêdivî bû nivîsîn û xwendin bibe. Ji xwe, ev jî bû egerê ku zimanê gel, bi riya xwe ve biçe û yê nivîsînê bi riyeke din ve. Di vî warî de, zimanê latînî, nemûnak li ber çava ye. Û ji me niyase ku zimanê nivîsînê yê latînî, ji yê axavtînê pir cuda ye. Di zimanê erebî de jî, vê cudabûnê heta roja îro ciyê xwe girtiye.

Em pê dizanin ku ne her netewek zimanê xwe yê edebî hebû û pirê caran zimanên dagîrkeran ji bo wan dibû yê fermî û zimanê netewî dihate qedexekirin (nemûna zimanê kurdî li ber çava ye). Lê carna weha dibû ku zimanê pêşkeftî û rûniştî, ji bo netewên din, dibû zimanê edebî û heya yê fermî. Nemûna zimanê latînî li Ewropa ku bû bû zimanê edebî ji gelek netewan re , ew jî nemûnak li ber çava ye. Weha jî ji me niyase, di wê demê de zimanê farsî li Rojhilata Navîn, yê fermî bû. Lê belê, dûre her netewekê, zimanê xwe yê netewî, ji xwe re kir zimanê edebî û fermî: Lê hinek halet hebûn ku netewak dibû xwediyê du zimanên edebî. Weku zimanê Nerwêcî, ev ziman ji sala 1397- 1814 an zimanekî qedexekirî bû û zimanê Danîmarkî ji bo wî yê edebî û fermî bû. Lê niha zimanê nerwêcî, zimanekî serbixwe ye û du zimanên xwe yên edebî hene.

Di hinek halatan de, zimanê ayinî dibe yê fermî û edebî. Li vir, pirbûn yan jî kêmbûna hejimara kesan ku bi vî zimanî diaxivin ne merce. Zimanê Ovdû li Pakistanê, ji vê diyardeyê re dibe nemûne. Hejmara kesên ku bi vî zimanî diaxvin 7 ji sedî ji danişwanê Pakistanê ne. Haletek din jî heye ku pir bi kar hatiye, ew jî hebûna du zimanên fermî li welatekî. Zimanek jê yê dagîrkera ye û yê din yê netewî ye. Weke nemûne ew welatên ku di bin destê Ferensa, Îngiltera û Purtogalê de bûn, hindek ji wan heta nuha du zimanan di fermiyetê de ji bo xwe bikartînin. Li Hindê, zimanên hindî û înglîzî fermî ne û li Morîtaniya zimanên ferensî û erebî.

Weku em dibînin, ev diyardeyên curbecur, di dîroka zimanan de, li gora rewşa welatan a civakî, siyasî û perçebûna coxrafî peyda bûne.Ne dûre, ji ber vê perçebûnê pêkol çê bû ku zimanekî cîhanî bête efrandin. Ji me niyase ku ev ziman, bi îspîranto dihate binavkirin û li gel ku gelek xebat ji bo wî çê bû, lê her ciyê xwe di zimanên cîhanê de ne girt. Berî her tiştî ji ber ku ew destgirt bû û ew zimanê nivîsînê ku di dema zaroktiya mirovî de, axavtin pê nabe, ew ê tu caran ciyê xwe negire. Weha jî, wê tu caran zaravek ji zaravên zimanekî ranebe, heger ew zarav yê zikmakî be. Ji ber vê çendê, em dikarin bibêjin, heger hat û zaravê soranî, ji bo herêma Behdînan bibe zimanekî fermî, her dê kurmanciya jorîn bimîne. Îca, ji bo çi hindek hene pêkol dikin û berê me didin vê şaştiyê.

Rastiyeke din heye ku di qonaxên dîrokî de weha bûye bi sedan ziman wenda bûne û di paşerojê de jî wê hinek ziman wenda bibin.

Di vê deryaya diyardan de, ku zimanan melevanî tê de kirine û her yek bûye xwedî qederek taybet û xalek di dîroka zimanan de ji xwe re danîne, aya zimanê kurdî, di bin kîjan xalê de derbas dibe? Berî her tiştî gereke em bêjin ku zimanê me, ji ber rewşa ku ew tê deye ji rewşa zimanên hemû cîhanê tê cudakirin. Zimanekî qedexekirî, bi dehan milyon kes pê diaxivin bê ku dewleta xwe hebe û xwe parastiye. Wê neyê bawerkirin, çawa zimanek qedexekirî ye, lê di heman demê de bûye zimanekî edebî. Rastiyeke lê dûrî aqilane.

Erê, dewleta me heta nuha nîne, lê zimanê me yê edebî, ev bûye sêsed sal û bêtir, dest bi hebûna xwe kiriye û di prosêsa berdewamiyê de ye. Ez dibêjim prosêsa zimanê me yê edebî berdewame, ji ber ku heta nuha hemû normên rûniştina zimanê edebî bi temamî hîn di zimanê me de ciyê xwe ne girtine. Mebesta min bi vê axavtinê zaravê kurmancî ye, ji ber ku zimanê soranî rûniştinek xwe ya zimanê edebî heye. Ev rûniştin bi taybet çê bû piştî peymana 11 adarê ya sala 1970 û serhildanê 1991 rûniştinek jê re çê bû û pêşde çû û roja îro bûye zimanekî fermî.

Lê zaravê kurmancî, erê piştî Cezîrî û Xanî werariyek xwe nestend, lê bi sed salan ma li ciyê xwe. Tenê di sedsala 20an de, piştî mişextiya hinek rewşenbîran û cîgirtina li dervî welat, zimanê edebî yê kurmancî ji koncala xwe derket. Ew jî, bi saya rojnama Kurdistan“ û “Hawarê“ bû.

Û dûre mişextên kurd, ev xebat li Ewropa berdewam kirin. Lê mixabin , ew gavên ku di vî warî de hatine avêtin nuha ne li gora demê ne. Weha jî, ew gavên ku li Kurdistana azad têne avêtin, li gora şiyanên hene , xebat ji bo pêşketina zimanê edebî yê kurmancî nayê kirin.

Ez dibêjim, heger xebateke rijdî, li herêma behdînan, li gel zimannasên din yên perçên Kurdistanê bihata kirin, wê rûniştinek ji zimanê edebî (zaravê kurmancî) çê bûba. Lê mixabin heta nuha ev gav nehatine avêtin.

Ji xwe, ji ber vê rewşa zimanê me ya ne rûniştî, hinek zimanasên kurd deng birin xwe û doza yek zimanî kirin. Pêşî, di bin navê sormancî de, xwestin zaravê kurmancî têxin bin sîwana (sîpera zaravê soranî) û nuha jî bi dengekî bilind doza sepandina zaravê xwe li ser hemû zaravên dikin. Ev jî, ji ber wê yekê ye, ku soranî bû ye zimanekî standarat û yê herî pêşketî. Di nerîna van zanyaran de, kengî soranî ji bo hemû kurdên Başûr bibe zimanekî fermî, êdî wê yekbûna zimanê kurdî peyda bibe. Ji şûna çareserkirina arîşên di zimanê me de, van zanyaran arîşak aloztir xistin pêşiya nêzîkbûna zaravên me ji hev re.

Li vir, fere bête amaje pê kirin, bo çareserkirina arîşan û rûniştina zimanê edebî du rê li pêşiya me hene: yek hisane, yek jî aloz û dijware. Yê pêşî hisane lê kambaxî ye ji ber ku dûrî zanyariyê ye û bi fermaneke desthilatî ve girêdayî ye û ya duyemîn jî, gotin ya zanyariyê ye.

Lê mixabin ew kongira, ku 22-24 gulanê sala 2008, li Hewlêrê ji bo zimanê kurdî wezareta perwerdê li darxistibû, bi armanca xwe dûrî zanyariyê bû. Erê nerînên cubecur di komgirê de, hatin gotin, lê tenê arasteyek li dev wezaretê hebû ku zaravê soranî, ji bo danişwarên herêmê bike zimanekî fermî. Li vir, ez dibêjim nerîna fermî ya rêberiya vê komgirê balkêşiyeke xwe heye û emê ji boçûna wezareta perwerdê ku li ser zimanê wezîrî hatiye gotin, destpêbikin. Li ser pirsa kovara “Sewt Al-Axer“(Dengê din) : “hindek doz û xwestek hene ku hînkirin bi zaravê yekbûyî be. Aya li cem wezaretê, çi projeyên taybet, di vî warî de hene?“

Cenabê wezîrê perwedê Dilşad Abdulrehman bi vî şêweyî bersiva xwe da: “Di salên 70 yî de, ji sedsal bihurî, li cem pisporên zimanî, baweriyek peyda bû ku pêwstî bi têkelkirina herdû zaravên sereke heye. Lê, di gel hewildanê de jî, em negihiştin encamekê ku kurdên Kurdistana Îraqê, bi yek zimanî binvîsînin.

Nuha jî, çend nerînên ji hev cuda, di vî warî de têne pêşkêşkirin. Em jî, weku wezareta perwerdê ya hikûmeta Kurdistanê, birêzdarî, bi kûrayetî û ji dil nêzî van nerînan dibin. Em layên negetîf û pozîtîf di wan de diyar dikin û datînin ber çavan. Lê pêwîste em jibîrnekin çi gav avêtin yan jî biryar stendin pêdiviyek xwe, bi lihevhatin û kiryarek siyasî û bi qanûnekê ku li perlemana kurdistanê derê heye. “-werger ji zimanê erebî- kovara “Sewt Alaxer“ (hejmar 144-200).

Gotina wezîrê perwerdê, xweş hatiye gotin lê bi vê dawîbûnê: “dîs jibîrnekin ku çi gav avêtin yan jî biryar stendin pêdiviyeke xwe bi lihevhatin û biryareke siyasî û bi qanûnekê ku ji perlemana Kurdistanê heye“, xweşiya axvatina wezîrî ber bi gumanê ve bir. Erê pêdiviya biryar stendinê bi qanûnê heye, lê bimecekî ku ew biryar li ser bingeheke qanûnî hatibe stendin, lê ne li ser binghê lihevhatineke siyasî. Ne dûre ev kongira wezaretê ku di meha gulanê de li Hewlêrê lidarketibe ji bo biryareke fermî be da ku dûre li perleman şêweyê xwe yê qanûnî bistîne.

Ji xwe nerînên çewt di kongirê de ku dûrî zanyariyê bûn ji bo helwesta wezaretê û derbirîn bû û heta fermî bû. Bi xwe ji bo min nerîna wezîrê perwerdê li gel şanda Dihokê ku li ser zimanê yekbûyî axavtin çê bû balkêşiyeke xwe heye. Cenabê wezîr bi awakî vekirî dibêje ku zaravê soranî ji bo zaravê kurmanciya jorîn bibe alternatîv , anku xwendin û hînkirin tenê bi soranî be.

Bi vê helwestê aya em dikarin arîşên zimanê xwe çareser bikin? Berovajî em rewşa zimanê xwe aloztir dikin û heta têk jî dibin. Ev guhetinên ku hinek soranperest dixawzin di zimanê me de çê bikin wê bi çi şêweyê ne ji berjeweniya gelê me be û weha jî wê nehêle nêzîkbûnek û têgihiştinek di navbera me de çê bibe.

Îca çare çiye? Ev jî pirseke tête xwestin ku em bi firehî li ser bisekinin û di paşerojê de emê hewil bidin di malpera xwe de li ser rawestin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev