Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nexş-nemûrên Kurdistana Mezin

Nexş-nemûrên Kurdistana Mezin

Niha şika tu kesî tune, ku bûyerên li Rohilata Nêzîk diqewimin, wê di qedera gelê kurd da roleke giring bilîzin. Serokatîya Tirkîyê ketîye tefekûrîya wê yekê, ku dibe desthilata Beesîyan li Sûrîyê birûxe û pişt ra Kurdistana Sûrîyê dikare statuya sîyasî bistîne û ew yek dikare tesîreke mezin li ser kurdên Tirkîyê bike. Û niha her diçe zêde behsa wê yekê dikin, ku hilweşîna desthilata Sûrîyê û sazbûna otonomîya kurdan (dibe otonomîyeke mînanî ya nîvserbixwe be, wek ku li Îraqê) tiştekî nêzîkî aqilan e û dikare di demên here nêzîk da mîyaser bibe. Lê, xên ji Sûrîyê, kurd herwiha li Îranê jî hene, ku desthilata li wir jî wê nikaribe zêde li ser qedeman bisekine û tu kes ne şikber e, ku ewê deh salên din jî dom neke û bi ketina desthilata bi destî Xumeynî sazkirî ra kurdên Îranê, ku xwedî cêribandin û tradîsyonên şerê ji bo azadîyê ne, wê statuyeke nêzîkî statuya kurdên başûr wergirin. Eger rewşeke wisa saz bibe, Kurdistana Îraqê, ya Sûrîyê û ya Îranê wê di hêla sîyasî da bi hevdu ra girêdayî bin, ango kurdên Hewlêrê, Mehabadê û Qamişloyê wê zêde mêla xwe bidine ser hev, ne ku ser Şamê, Tehranê û Bexdayê. Û Hewlêr, wek paytextê xwedî tecrûbe, wê di wî karî da serkêşî bike û dikare bibe navbenda wê yekîtîya hevgirtî.

Rewş li perçeyê Kurdistanê yê Tirkîyê dijwartir e, lê dîsa jî van salên dawî gavên berbiçav û yên pêşketinê xuya dibin. Ji sala 2002an destpêkirî Tirkîyê ne bi gavên lez be jî, xwe ji mîrata kemalîzmê paqij dike. Astengên li ser guhastinên mezin Destûra (Konstîtûsyon) Tirkîyê bû, ku piştî derbeya leşkerî ya sala 1980î hatibû qebûlkirin û gorî wê destûra ordîyê hebû tevî karê sîyasî bibe. Ew Destûr ne gorî dêmokratîya Ewropayê bû, lema jî pirsa guhastina wê kemilî. Di wî karî da hilbijartinên parlamêntîyê yên zûtirekê wê roleke mezin bilîzin. Nêta BDP heye bigihîje wê yekê, ku Destûr bê guhêrandin, eger di hilbijartinan da piranîya dengan bistînin. Lê wisa xuya ye, ku ewê negihîjine armanca xwe. Pirsyarkirinên sosîologî didine xuyakirin, ku AKP wê dengan winda neke, ango, wek berê wê 47 % dengan bistîne. Û partîya kurdan – BDP wê nikaribe 10 % dengan bistîne (pirsyarkirin didine xuyakirin, ku ewê 6-7 % dengan bistîne). Lê şansên BDPê yên baş hene ji herêmên kurdan parlamêntarên serbixwe bêne hilbijartin. Eger sînorkirina 10 % tunebûya, BDPê bikaribûya 40 parlamêntar bidest xista (ji 550 parlamêntaran) û bibûya hêzeke xurt. Em wê jî bêjin, ku sînorê 10 %an, ku ne dêmokratî ye, ji alîyê piranîya hêzên sîyasî yên Tirkîyê da hate piştgirîkirinê û wisa xuya ye, ku Destûra nû wê ewê neheqîyê ji holê bide rakirin û piştî 4 salan fraksyona kurdan wê di jîyana welêt ya sîyasî da roleke berbiçav bilîze, çimkî di parlamêntoya wisa da partîyak wê nikaribe piranîya dengan bistîne, ji ber wê jî wê koalîsyon saz bibin û wê demê kurd wê roleke giring bilîzin.

Herwiha gerekê bê destnîşanklirinê, ku kurd bi kêmanî yek ji çar binecîyên welêt in û eger hemû partîyên kurdan bigihîjine hev, ewê bikaribin heta 100 dengan jî bistînin. Di wî karî da ronahîyek xuya dibe. Hêzên kurdan yên sîyasî koalîsyoneke berfireh saz kirine, ku BDP, HAK-PAR û KADEP dikevine navê û ewê ji vir şûnda yekdest kar bikin.

Rola kurdan di sîstêma navbendî ya Tirkîyê da, herwiha li herêman jî, her diçe xurttir dibe. Berî her tiştî ew bi wê yekê va girêdayî ye, ku rêvebirina Tirkîyê ji navbendê ji berê va ji holê radibe û di serokatîya welêt da jî fêm dikin, ku dem hatîye di hêla rêvebirîya herêman da çav bidine standartên bi cûrê Ewropayê û gorî wê rêvebirî piranî dikeve destê herêman û deveran. Lê eger kurd bikaribin di hilbijartinên parlamêntoyê da zêde dengan bistînin û jimara nûnerên wan di sîstêma desthilatê ya navbendî da pir bin, destûrê bidine kurdan li herêmên xwe bibin xwedî-xudan û çavdêrîya leşkerî li ser kurdan bê rakirin, wê demê xeyal-fantazîya bidestxistina otonomîyê ji bo Kurdistana Tirkîyê wê bibe rastî. Xwesma piştî wê yekê, ku pevgirêdanên di navbera kurdên Kurdistana Tirkîyê bi perçeyên Kurdistanê yên Îraqê, Îranê û Sûrîyê wê di şertên globalîzebûnê da xurttir bibin, astengên ser sînoran dikarin bidine nermkirin-milahîmkirinê. Ew yek jî wê alî vê pêvajoyê bike, ku Tirkîya îro di hêla aborî û sîyasî da di hindava cînarên xwe da nermîyê nîşan dide, sermiyanên xwe dike nava aborîya wan welatan, di nav wan da Îraqê û Kurdistana Îraqê û her tiştî dike bona pevgirêdanên heralî nermtir bibin.

Bi vî awahî, salên 2011-2020 wê bibine salên dagerandinê di nav dîroka kurdan ya demdirêj da û ewê bingehê Kurdistana Mezin daynin. Merivaya cihanê herdem jî zanibû, ku kurd nikarin heta-hetayê wek miletê pirmîlyonê yê bê dewlet bimînin. Lê niha êdî dema avabûna Kurdistanê û nexş-nemûrên (kontur) wê jî xuya dibin.
Yuri Nabiev

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev