Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

RÊZIMANA KURDÎ (têorîk û praktîk)

RÊZIMANA KURDÎ (têorîk û praktîk)

Amedekar: Bavê Nazê

«Rêziman ne tenê bi pêgirêdana peyv û ristan radibe, lê berî her tiştî ji bo derbirîna hizrên pêdivîye» Î.G. Mîloslav.

PÊŞEK

Beşên bingehîn li ser zanyariya zimanî

Ew zanyariya ku li ser zimanî radiwest, jê re tête gotin zimaniyasî yan jî lîngvîstîk. Emê jî li ser beşên bingehîn ên vê zanyariyê rawestin. Ev beş jî evana ne:

Fonêtîk – dengesazî (li ser dengên axavtinê ye).

Mofûmîk (li ser pêkhatina bêjeya ye).

Lêksîk (li ser ferhengiya zimanê ye ).

Rêziman-du beşên xwe hene: yek morfolojî ye (li ser beşên axavtinê û guhertinên di wan de ye), beşê duyem sîntaksîs e (li ser bêjeyên lihevhatî, di ristê de ne).

Bi van beşan ve ev warên li xwarê, bi xurtî bi wan ve girêdayî ne:

A-Orfografî-rastenivîs, anko bi şêweyê dirûst nivisîn.
B-Xalnîşan, anko bi awakî dirûst danana wan di ristê de.

C-Orfotêpya, anko bi awakî dirûst bi lêvkirina bêjeyan.
D-Şêwaz, anko ew riyên bi karanîna zmanî, di axavtin û nivîsê de.
Zanîna van waran, di zimanî de, ewê ji bo derbirîna hizrê bi awakî dirûst bibe alîkar, çi di nivîsê de û çi di axavtinê de. Û bi rûniştina van beşên zanyarî, di zimanekî de, ewê bibin egerê hebûna zimanê edebî.

Têgehê li ser zimanê edebî

Li ser xaka welatê me ne weku hev bi zimanê kurdî diaxivin. Ew jî ji ber pirbûna zarav û devokan, di zimanê me de ye. Di zimanê kurdî de, şûwar zaravên sereke hene: kurmancî, soranî, zazakî (dumilî) û hewremanî. Di van zaravan de bi dehan devok hene. Ji bo ku zimanê kurdî yê fermî bête meydanê, fere ku her zaravek ji zaravên sereke bibe xwedî zimanekî edebî. Bi peydabûna zimanên, di zimanê kurdî de, wê bi hêsanî têgihiştin di navbera kesê ku bi van zaravên cûrebecûr diaxivin, peyda bibe.

Zimanê edebî jî, ew zimanê gelêrî ye ku hatiye paqijkirin û tîfilkirin û zimanekî petî û nemûnayî hatiye sazkirin.Ev zimanê edebî normên xwe hene û ji bo kesên ku bi kurdî diaxivin merc e.

Normên (pîverên) zimanê edebî jî evana ne:

1-Normên bilêvkirinê, anko bi awakî dirust bilêvkirina bêjeyê.

2-Normên rastenivîsê, anko bi awakî dirust bikaranîna pîverên rênivîsê û danana xalnîşanan di hevokê de.

3-Normên morfolojî, anko bi dirûstî şêweguhertina bêjeyê.

4- Normên ristesaziyê, anko bi dirustî hevgirêdana bêjeyan di ristê de.
5-Normên şêwazî, anko bikaranîna wesêlên zimanî, li gora rewşa peydabûyî.

Axavtin û nibisîna li gora van pîveran, ji zimanê edebî re dibin destnîşan. Peydabûna van pîveran, di axavtin û nivûsûnê de, dibe egerê asta kulturî ya bilind li cem merovî. Ji xwe derbirîna hizrê jî bi bijartina bêjeyan li gora van pîveran çê dibe. Û ji bo ku merov bighê astek weha, pêdiviye ew baş yasayên zimanî bizanibe. Ev yasa jî, di bingehên beşên zimannaysiyê de, têne dîtin. Emê jî, di nivîsa xwe de yek bi yek li ser wan rawestin. Û ji dengsaziyê (fonêtîkê) dest pê bikin.

1- Dengsazî (fonêtîk):

Têgehê li ser zimanê edebî

Li ser xaka welatê me, ne weku hev bi zimanê kurdî diaxivin. Ew jî ji ber pirbûna zarav û devokên di zimanê me de ye. Di zimanê kurdî de, çiwar zaravên sereke hene: kurmancî, soranî, zazakî (dumilî) û hewremanî. Di van zaravan de bi dehan devok hene. Ji bo ku zimanê kurdî yê fermî bête meydanê, fere ku her zaravek ji zaravên sereke, bibe xwedî zimanekî edebî. Bi peydabûna zimanên di zimanê kurdî de, wê bi hêsanî têgihiştin di navbera kesê ku bi van zaravên cûrbecûr diaxivin, peyda bibe.

Zimanê edebî jî, ew zimanê gelêrî ye ku hatiye paqijkirin û tîfilkirin û zimanekî petî û nemûnayî hatiye sazkirin. Ev zimanê edebî normên xwe hene û jibo kesên ku bi kurdî diaxivin merc e.

Normên (pîverên) zimanê edebî jî evana ne:

1-Normên bi lêvkirinê, anko bi awakî dirust bi lêvkirina bêjeyê.

2-Normên rastenivîsê, anko bi awakî dirust bi karanîna pîverên rênivîsê û danana xalnîşanan, di hevokê de.

3-Normên morfolojî, anko bi dirûstî şêweguhertina bêjeyê.

4-Normên ristesaziyê, anko bi dirustî hevgirêdana bêjeyan, di ristê de.

5-Normên şêwazî, anko bi karanîna wesêlên zimanî, li gora rewşa peydabûyî.

Axavtin û nivisîna li gora van pîveran, ji zimanê edebî re dibin destnîşan. Peydabûna van pîveran, di axavtin û nivîsînê de dibe egerê asta kultuî ya bilind li cem merovî. Ji xwe derbirîna hizrê jî, bi bijartina bêjeyan li gora van pîveran çê dibe. Û ji bo ku merov bighê astek weha, pêdivî ye ew baş yasayên zimanî bizanibe. Ev yasa jî, di bingehên beşên zimaniyasiyê de têne dîtin. Emê jî, di nivîsa xwe de yek bi yek li ser wan rawestin. Û ji dengsaziyê (fonetîkê) dest pê bikin.

1- Dengsazî ( fonêtîk ):
Dengên axavtinê: Li daristan û çiyan, li mal û kolanan em dengên cûrbecûr dibihîzin. Ev pêjna gavavêtina merova ye, awaz û dengên balindan e yan jî xişxişa pelên weşyayî ji daran e û xurxura ava kanî û rûbara ye. Lê dengên axavtinê, ji bêjeyên sazkirî, ji wan dengan têne cûdakirin.

Dengên axavtinê, bi dengên ku bêje ji wan têne çêkirin, bi nav dibin û yektanên herî biçûk di zimanî de ne. Ji xwe, bi alîkariya wan, ji bêjeyekê bêjeyeke din tête efirandin.

Weku nemûne: kar – kor, dar – mar, yan jî zer – ter û y.m. Li vir xweş xwiya dibe, bi cîguhertina dengekî bi dengekî din, bêje hate guhertin û wateyeke din stent.

Bi xwe bêje dişêt ji dengekî, dû dengan û bêtir hebin. Weku dab, emraz (daçek), tîpên pêwendiyê û cînav di zimanî de, yên herî kurt in. Erê ew kurt in, lê di zimanî de giringiya wan pir e. Li vir çend nemûne: Ji yek dengî ; û, ji du dengan; daçek, pirtik û cînav. Weku bi, ji, di, re, de, ve, ez, tu, ew û y.m.

Gere bête gotin ku hindek nav jî bi du dengan hene; aş, ar, rê, pê û y.m. Lê bêjeyên sereke, weku dab ji du dengan û bêtir in.

Dengên axavtinê û tîp (pît)

Em dengan bi lêv dikin û dibihîzin, lê tîpan (pîtan), em dibînin û dinivîsînin, anko axavtin bi denga ye, lê nivîs bi tîpa ye. Lê di zimanê kurdî de, ne herdem tîp li gora dengan tête nivîsîn. Wek nemûne: Em dibêjin (axiftin), li gel ku ew bi (axavtin) tête nivîsîn. Û di zimanê kurdî de haletek heye ku di elifbaya latînî de nayê xwendin û di elifbaya erebî de nayê nivîsîn. Ew jî tîpa (i) ye. Weku nemûne: bira, kirin, û y. m.

Lê belê, arîşa fonêtîk ku di zimanê me de hebûna tîpan ne li gora dengan e. Bi xwe, di zimanê kurdî de, sîh û heyşt (38) deng hene û di elifbaya latînî de (elifbaya Celadet), tenê sîh û yek (31) deng bûne tîp. Ew jî carna tevliheviyê bi xwe re tîne. Weku nemûne: Merovê ker hat. Li vir bêjeya (ker) du wateya distîne, merovê ku nabihîze yan jî merovê bêhiş. Û ew dengên ku di elifbaya latînî de nebûne deng, çiwar ji wan di zimanê me de ne û sê jî ji zimanê erebî. Ew dengê ku di zimanê me de hene û nebune tîp, em dişên weku nemûne di van bêjeyan de bibînin: Kal (li vir tîpa (k) req e ji ber vê çendê vê bêjeyê wateya merovê pîr stend.) Bêjeya (pir), li vir tîpa (r) req e ji ber vê yekê wateya (gelekî) distîne. Bêjeya (par) wateya sala derbasbûyî distîne, ji ber ku tîpa (p) req e. Bêjeya (tên) wateya hatinê distîne ji ber ku tîpa (t) req e.
Mîrê me Celadet, ev deng bê tîp hiştin, ji ber ku;

1-Ew pir hindik, di zimanê me de, bi kar tên.

2-Pirbûna tîpan, di elifbayê de, pirbûn e di nivîsê de. Lê ji ber ku her çendê tîp di elifbayê de kêm bin, jibo nivîsê baştir e. Diyar e, Celadet bi vê hizrê ew nekirin tîp.

Şanek (têbînî): Danana nîşanan, li ser van tîpan: K, P, R û T ewê bibin tîpên serbixwe û dê çiwar tîpan li ser elifbayê bêne zêdekirin û mîrê me ev yek nekir.

Dengên bizwên û ne yên bizwên

Di elifbaya latînî ya zimanê kurdî, me (31) tîp hene, ji wan (8) tîp bizwênin û (23) tîp ne bizwênin.

Tîpên bizwên (5) ji wan dengdirêj in, ew jî ev in: A, Ê, O, Û, Î. Tîpên bizwên yên dengkurt (3) tîp in, ew jî ev in: E, U, I. Bi xwe tîpên ewene yên ku dema têne bi lêvkirin, bi awakî azad ji gewriyê dertên û çi asteng nakevin ber. Weku (A). Û her weha jî ev deng bi lêv dibin bêyî ku dengekî din jê re bibe alîkar.

Lê tîpên bizwên ew in yên ku dema têne bilêvkirin, pêrgî astengiyê dibin û ji gewriyê nayên der. Ji ber vê çendê, tîpên ne bizwên bi alîkariya tîpek ji yên bizwên têne der. Tîpên ne bizwên jî evana ne:

B, C, Ç, D, F, G, H, J, M, N, P, Q, R, S, Ş, T, V, W, X, Y, Z.

(Dûmayîk heye)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev