Têkilîyên ermenkî û kurdî yên zimên – 2

Têkilîyên ermenkî û kurdî yên zimên – 2

Têmûrê Xelîl

Ev berdewama wê gotarê ye, ku me berî çendekê çap kiribû

Niha em gotinên kurdî-ermenkî bi awayê alfabêtîk binivîsin. Ev gotinên jêrê ji kurdî-îranî derbazî zimanê ermenî bûne:

AX (XWELÎ) – HOX

Zimanzanê ermenîyan yê herî mezin di pirtûka xwe ya zanyarî ya “Hayêrên armatakan bararan” (“Ferhenga têrmînologî ya ermenkî”, 1977, Yêrêvan, rûpel 177) dinivîse, ku kurdan gotina ax di sedsala 11an da ji gotina ermenkî hox hildane. Lê ew şaş e, ji ber ku koka wê gotinê îranî ye. Ew gotin di gelek zaravên îranî da wek xwelî, kozî û tenî hene, wek: di farisîya navîn da xval tê maneya tenî, di goranî (kandûlayî) da xul, hul, bi lûrî xol têne maneya xwelî, kozî, bi zazakî wel tê maneya kozî. Koka van gotinan ji gotina îranîya kevin hwarda tê, di hindawropî da suordo ye. Ango, ev gotin ji îranî derbazî ermenkî bûye.

AXIL (AXUR, AXÛR) – AXOR

Ev gotina îranî ye, bi farisî axûr, bi afxanî axor, bi ermenkî axor dibêjin. Herduyên dawî ji farisî derbaz bûne. Bi farisîya kevin axer e û tê maneya cîyê naxirê û ji gotina a-xer çê bûye, ew jî ji gotina xerten (xwerin /äta/) çê bûye.

AZAD – AZAT

Ji îranî bi eynî maneyê derbazî nava ermenkî bûye û bûye azat. Di îranîya kevin û avêstayî da azate ye, ku tê maneya azad, zane,aqilmend, di farisîya navîn da azat e, di farisî da azad e û tê maneya azad.

EFSÛS – APSOS

Ji gotina farisî efsus. Di îranîya navîn da efsos. Gorî Nyberg H.S. (A Manuel of Pahlavi, Wiesbaden) ew di îranîya kevin da epesreu ra ye, ku ji gotinên epe û srev çê bûye û tê maneya guhdarîkirin. Di îranîya îroyîn da tê maneya heyf, mixabin. Ji wira jî ketîye nava ermenkî û bûye apsos, di tirkî da bûye efsus.

ENDAM – ANDAM

Ev gotina farisî ye û maneya can, laş, perçekî laş dide. Di avêstayî da hendame ye. Di kurmancî da piranî wek uzv, bi swêdî medlem (wek nimûne: endamê partîyê) tê bikaranînê. Di ermenkî da bûye andam û bi eynî fikirê tê bikaranînê.

EMBAR (IMBAR) – AMBAR

Ev gotina di gelek zmanên îranî û ne îranî da heye, lê koka wê ji gotina farisî embar (enbar) e. Di farisîya kevin da: hem-ber (Grundriss der iranishcen Philologie). Di îranîya kevin da “per” tê maneya “dagirtin”. Hema bêje di hemû zmanan da tê maneya kîler, cîyê xweykirina êr, gênim, rûn û h.w.d. Di ermenkî da bûye ambar û bi wê maneyê tê bikaranînê.

Binelî (binecî) – Bnak

Ji gotina îranî buna, ku tê maneya mal, xanî, hêwirgeh û paşpirtika tirkî lî çê bûye û ketîye kurdî û farizî jî. Di farisîya navîn da bunek, di bêlûcî da bunag e û tê eynî maneyê. Di ermenkî da bi eynî maneyê bûye bnak.

Bizîşk (pazîşk, pizîşk) – Bjîşk

Bi avêstayî beêşeze, bi hindîya kevin bhêşeja (kesê qenckir, dermanê pakkirinê). Di farisîya navîn da bêjîşk, bzîşk, bi farisîya niha bizîşk, pizîşk (doktor, qenckir). Di ermenkî da bûye bjîşk.

Çol – Çol

Ev gotina farisî – çûl di kurdî da bûye çol (berrî, lê ne qûmistan). Ji farisî derbazî tirkî bûye, bûye çöl (deşt). Di afxanî da jî çol e. Bi erebî şewl e. Ji farisî derbazî ermenkî jî bûye û bi eynî fikirê wek çol tê bikaranînê.

Dadwer – Datavor

Ev gotin ji gotina farisî dadver (kesê heq), ji wê gotinê jî gotina dawer (hakim) çê bûye; di farisîya navîn da ji vê gotinê ra datavar hatîye gotin, bi ermenkî jî bûye datavor. Di kurdî da dadwer tê maneya hakim, ango kesê ku dadê dike, gotina dad jî tê maneyamehkeme. Di kurdîya me da dibêjin. “Wê dada te bikin”.

Dadxwez – Dataxaz

Wek ku me li jorê got, dadwer tê maneya hakim, lê li vir gotina farisî dadxwez tê maneya kesê ku dadê dixweze (bi tirkî sawcî, bi swêdî åklagare) û ev yek di kurdî da jî wisan e. Ji farisî derbazî nava ermenkî bûye û bûye dataxaz.
DiJi g

jmin – Tşnamî (Dûşman)otina farisî duşman çê bûye, ku ew jî ji farisîya kevin duş-mana, ji avêstayî duş-mainyu çê bûye û tê maneya dijmin. Ev gotin ji farisîya kevin derbazî nava ermenîya kevin bûye û bûye dûşman, paşê guhêrîye û di ermenkîya niha da bûye tşnamî.

Dijwar – Djvar

Ji gotina farisî duşvar (di farisîya navîn da: duşx’ar) çê bûye û tê maneya zehmet, giran. Di kurdî da bûye dijwar û bi wê fikirê ji farisî derbazî nava ermenkî bûye û bûye djvar.

Doşav – Doşab

Doşab tê maneya şerbetê, an jî ava şîrin, ku ji şîreya trîyan tê çêkirinê. Ew ji du gotinan çê bûye: doş û ab (ab/av). Profêsor Tsabolov di pirtûka xwe ya zanyarî “Ferhenga zmanê kurdî ya êtîmologî” da hewil dide îzbat bike, ku gotina doş ji farisî tê û tê maneya xweş (wek doş-aram: xweş, lezet, doş-armih: evîn, di îranîya kevin da dauş, bi avêstayî zaoş, ku herdu jî tên maneya lezet dîtin, di hindîya kevin da jî joşa, ku tê maneya lezet). Lê bi bawerîya min ew ji gotina dotin e, ku bûye doş (ew di gotinên doşanî, çêlekdoş da xuya dibe), ango trî hatîye dotin û bûye doş+av = doşav.

Gamêş – Gomêş

Ev gotina îranî – gamêş ji gotinên gav+mêş, ango ji gotinên ga+mîh çê bûye. Di kurdî da herfa ş maye, ji ber ku esilê wê gotinê ji îranîya kevin maişa tê, ku tê maneya mî. Bi bêlûcî jê ra dibêjin gawaiş, bi bextîyarî gomîş. Û ji îranî jî derbazî ermenkî bûye û bûye gomêş.

Gaz – Gaz

Gaz tê maneya 113 sm, an jî arşînek, ango têrmîna pîvandinê ye. Wek ku akadêmîkê ermenî H.Açaryan di pirtûka xwe ya zanyarî “Ferhenga zmanê ermenkî ya êtîmologîyê ya bingehîn” da (bi ermenî), di cilda 1, rûpelê 479an da îzbat dike, ev gotina ji farisî derbazî nava kurdî û ermenkî bûye. Ango gotina îranî ye.

Gêlaz – Kêras

Ev gotin ji farisî (gîlas, gêlas) derbazî nava gelek zmanan bûye û derbazî ermenkî jî bûye û bûye kêras. Bona himberîhevkirinê em destnîşan bikin, ku bi zazakî dibêjin giryas, tirkî kiras, erebî kerez, kerîz. Koka van hemû gotinan ji     hurumî (yûnanî) tê. Û ji wira jî derbazî latînî bûye (cerasus, ceresia), ji wir jî ketîye fransî cerise, rûsî çêrêşnya, îngilîsî cherry, almanî kirsche û h.w.d.

Gizêr – Gazar

Ev gotin jî ji gezera farisî derbazî nav ermenkî bûye. Bona himberîhevkirinê em bêjin, ku bi afxanî jê ra dibêjin gaz re. Di ermenkî da bûye gazar. Di hindîya kevin da garjere, pencebî gajjer (navê hêşinayîkê ye), bi erebî jezer, tirkîya osmanî gizri.

Gîrfan – Grpan

Ev gotina di kurmancî da tune, lê di soranî û goranî da heye û tê maneya berîk (bi erebî cêb). Bi ermenkî bi eynî maneyê dibêjin grpan.

Gopal – Kopal

Ev gotina farisî ye û tê maneya darê destan, kevezan û ji kob-al çê bûye. Kob ji lêkera koftan, kobîdan e, ku tê maneya lêdan, lêxistin(di kurmancî da kutan heye, ango kut-an). Li vira al paşpirtik e. Di farisî da guhartina herfa b bi herfa p va tiştekî normal e. Ermenî vê gotinê wek kopal bi eynî maneyê bi kar tînin.

Gulor (gilover) – Klor

Bi farisî gotina gulûle tê maneya top, gulle, bi goranî gulûlîa, gule, ku tê maneya gulok, di hindîya kevin da glau top e, bi zazakî dibêjin gilover, gilor. Em wê jî bêjin, ku gulle (fîşek), guloka têlan jî gilover in. Gotineke kurdî heye, dibêje: “Hewşa me klor e, kê tê mala me kil û kor e”. Ev gotin derbazî nava ermenkî jî bûye û bûye klor, ku tê maneya gilover. Em wê jî bêjin, ku di goranî da gotina kulîrî tê maneya “nanê gilover”.

(dûmayîk heye)

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev