Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kela dawî: Şengal

Kela dawî: Şengal

Newaf Miro

Di dîrok û dizûrê êzdiyan de, bi qasî Lalişa pîroz, welatê Xalta û ziyareta Qolebaba û Şêxevenda û hin warên din jî ewqas pîroz in û divê êzdî weke roniya çavê xwe biparêzin. Lê li welatê Xalta, an li bakur, êdî êzdî bi tiliyên destan têne jimartin. Bi qasî pêşiyên me digotin; li welatê Xalta 365 gundê êzdiyan hebûne, ji salê heta salê dor vedida, Qewal lê digeriyan, û ne diqedandin. Li Diyarbekirê, ku êzdî weke war û bajarê Şêxobekir dibînin, tenê maleke êzdî maye.

Li nava kolan û şûnwarên Diyarbekirê tu rêç û şop nayên peyda kirin. Êzdiyên ku dixwazin war û gorê miriyên xwe ziyaret bikin, ji bona kes ji wan re astengiya dernexe, diyariyan ji „kirîvê“ xwe re dibin. Helbet gava werin Elmanya jî nabe dest vala vegerin. Li devera Wêranşarê, çend malên maldar û yên ji Ewropa diçin û tên hene. Lê hejmara wan jî, ne diyar e. Lê nagihîje hezar kesî. Ew malbatên rewşa wan xweş jî neçar in, hem malê xwe bi „kirîve“ xwe û rayedar û karmendên dewletê re par ve bikin, daku parastina wan hebe. Mirov dikare bi hêsanî bibîne, ku êzdî ne xwedî gotin in. Û li bakur nikarin bibin hêzeke xwedî gotin jî. Di sala 1987 de, gava em hatin Elmanya, êzdî hê li wan waran hejmareke hêja hebû.

Di nava salan de, me li Ewropa bi hêviya „Kurdistaneke Azad“ sal spartin salê. Piştî ku êzdî ji Elmanya tevî tevgera Serxwebûna Kurdistanê bûn, berê xwe dabûn nav êzdiyên binxetê, başûrê biçûk, îro jî Rojava. Di nava salan re, berê êzdiyên rojava jî kete Ewropa. Baş, xirab hebûneke êzdiyan hebû li Rojava. Bi aloziya li Sûriyê rabû re, û bi hêzbûna nîvdesthelata kurd re, êzdiyên mayî jî berê xwe dan Ewropa. Li Cizîrê kêm mal û gundê şên mane. Li Çiyayê Kurmênc, Efrînê çend gundên êzdiyan hebûn, bi qasî ez agahdar bûme, kêm kes mane û yê mane jî, ger ne hêza kurdan be, ji mêj ve hatibûn daqurtandin. Aqûbeta wan wê ne ji ya Şengalê paktir bûya. Li başûr, êzdî di nava du agira de man û agirê sêyam jî xwe gihandê. Di salên dawî de, hejmareke mezin ji êzdiyên Kurdistana Îraqê, berê xwe dane Ewropa. Û li vir ji xwe re li sî û starekê digerin.

Êzdiyê Ermenistanê û Sovyeta berê jî, piştî ruxandina Sovyetê şerpeze bûn, neçar man berê xwe bidin cih û warên nû, û ji xwe re li çareya serê xwe geriyan. Û hê jî digerin. Ev evdên dilsoz her qibleya wan Kurdistan û warê bav û kalan bû. Hê jî wûsa ye. Piştî hilweşandina Sovyetê hêzên kurd jî di nav wan de xwe rêkxistin kirin. Lê pêşî li mayîna wan ya li ser axa wan nehate girtin û neçar man li welatên cûrbecûr debara jiyanê bigerin. Bi qasî ez agahdar bûme, gellek ji êzdiyan ji neçarî ola bav û kala guhestin û bûna Yahovayî. Ma ev jî ne rengek ji rengê qirkirinê ye?

Nirxandin li we Êzdiyên Elmanya û Ewropa! Ev bi salan e êzdî alîkariya hêzên kurd û taybetî ya PKKê dikin. Lewma jî li Elmanya û di nava çapemeniya elman de, bajarên êzdî lê dijîn weke “kela PKKê“ tête binav kirin. Rast e, vê tevgerê nav û dengê êzdiyan bilind kir û bi rêya çapemeniya xwe êzdî anîn rojevê û bû motora lêgerîna êzdatiyê. Lewma jî êzdiyan weke mal û milkê xwe dibîne. Lê ev ne bê pirsgirêk e û nikare hebûna êzdiya bi rêya siyasî li welatên xerîb mayînde bike. Ev mijareke bi serê xwe ye û divê her rêkxistin û kes ji bo mayîndebûna ola êzdatiyê li rê û rêbazan bigere. Û ji xwe pirs bike; temenê êzdatiyê çiqas maye?

Em werin ser birîna êzdiyan û rûreşiya cîhanê. Karesata Şengalê. Beriya çend salan di konferansa GEA de, min êş û xemên êzdiyê Şengalê ji nêzîk ve bihîst. Lewma jî, me hin gilî gazin nivisîn, lê kî hay ji kê heye. Êzdî her bûne qurbanê hin hêz, hoz û berjewendiyê kesan. Ji bo partî û hêzên başûr êzdî tu car nebû bra, bi qasî brayên misilman. Ango, yê ereb û ecem. Êzdî her ji dêmariyê hatin hesibandin. Lewma jî ew germaya wan dixwest êzdiyan neda wan û wan germaya dilê xwe nîşanî êzdiyan nekir. Bi çend peyvên dila xweş dikin, êzdî nikarîbûn nêzîkî wan bibin. Ji aliyê erdnîgarî ve jî, êzdî bûn benda nav ereb û desthelata kurd de. Di salên dawî de, êzdiyên ji Ewropa çûyî û bi rêya ragihandinê PKKê di nava êzdiyê Şengalê de xwe bi rêkxistin kir. Vê yekê jî kir, ku êzdî bibin sê beş. Heta bandora mîr û şêxê êzdiyan jî kêm kir.

Ev mijar jî dikare were guftûgo kirin. Ne ku ez dixwazim dijberiya hin hêz û rêkxistnên kurd bikim, ev ne kar û marîfete ji bo min. Di parastina PKKê ya êzdiyan de, qet şik û gumana min nîne. Lê ger piştevaniyeke navdewletî nebe, bi parastina PKKê wê êzdî neyên parastin. Heta bi vê yekê PKKe barê xwe girantir dike. Bi raya min. Pirraniya kurdan misilman in û yên weke Erdogan jî vê yekê li dijî wan bikartînin. Ji vê karesatê û pê ve, divê ji bo êzdiyan çi bê kirin? Divê em serê xwe bi vê yekê re biêşînin. Li Ewropa navendeke ku ji aliyê dewleta ve were naskirin û weke sefareteke êzdiyan kar bike. Ji bo Şengalê parastinek navdewletî û otomoniyek taybet. Ger ev neyê kirin, wê êzdiyên li Kurdistanê nemînin bi raya min.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev