Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şexsiyeta kurdan li gorî çavdêr û lêkolînerên biyanî

Şexsiyeta kurdan li gorî çavdêr û lêkolînerên biyanî

Bi sedsalan e ku kurd ji bo çavdêr û lêkolînerên biyanî bûne bingeha xebatên lêkolînî. Eleqeya wan ciwanmêran ne tenê ji bo xak û dîrokê, her wiha ji bo şexsiyeta kurdan jî eşkere bûye. Lewre jî bi dehan berhemên derbarê şexsiyeta kurdan de, ji hêla Soane, Binder, Millingen, Wigram, Lerch, Minorsky û Nikitin ve hatine nivîsîn.

Soane yê lêkolîner ku li Kurdîstanê jiyaye û bi kurdî zanibûye, wiha dibêje: “Heger em Kurdistan û Ewropaya 600 sal berê bînin cem hev û kurdan û ewropiyan ji aliyê îdeal û exlaqê ve bidin ber hev, wê bê dîtin ku kurd zêdetir bi pêş ketine. Hezar kurdên ji rêzê werin hilbijartin û hezar jî Ewropiyên ji rêzê werin hilbijartin, di muqayeseyê de wê were dîtin ku xerabiya Ewropiyan ji ya kurdan zêdetir e.”

James G. Frazer di destpêka sedsala 19an de li Kurdistanê geriyaye û gihiştiye vê encamê: “Di nav kurdan de rûhê feodal ê rastîn gelekî bi hêz e.” Frazer, di navbera kurdên îro û êlên Îskoçî (Higlander) yên berî 300 salan jiyane de, gelek nezîkahî û wekheviyê dibîne: “Rastî û duristiyeke zexim, girêdahiya soza ku hatiye dayîn, ji bo mirovên xwe şefqeteke payebilind, li hemberî jinan li gorî misilmanên din, şêwaz ango tewreke bêhtir însanî, hesta wêjeyeke jîndar, evîna helbestan, ji bo eşîrê fedakarî, ji bo qewm û welat serbilindiyeke ji dil û can, li gorî zaravayê bi serbilindî gotina ‘Ez kurmanc im’ an jî ‘Min kurd im’ divê were dîtin.” Zanyar, peyvên xwe wiha didomîne: “Kurd dilsoz in, yekcar diqehirin, zû hêrs dibin. Li hêla din hîsa qerf û pêkenokan di jiyana kurdan de gelekî pêşketî ye.”

Herçî gerokekî Fransî ye ku sala 1887ê li Kurdistanê geriyaye wiha dibêje: “Gelê kurd her çiqas bêrehm û hov be jî, dîsa jî xwedî hesteke qure û serbilind e. Bi sadiqbûna sozên ku dane, têne naskirin. Heger kurdekî soz dabe ku bi sax û selametî we bibe cihê we, bêtirs bila baweriya we pê were.”

Lêkolîner Binder, di berhemeke xwe de behsa efsaneyekê dike. Li gorî vê efsaneyê, komek ji artêşa xaçiyan ku riya xwe winda kiribûn, tevlî kurdan bûne. Tê gotin ku ew xaçî îro li Qefqasyayê dijîn, hê jî cil û bergên serdema navîn bi kar tînin, navê wan ‘Hewsûrî’ ne û di navbera zimanên fransî û kurdî de zimanekî bi kar tînin.

Qumandar F. Millingen, di pirtûka xwe ya bi navê “Di Nava Kurdan de Jiyana Hov” (Wild Life Among the Kurds) ku di sala 1870yî, li Londonê çap bûye de, bi bûyerên balkêş behsa kurdan dike: “Di şexsiyeta kurdan de hêviya xisletên qenc û neqenc hene. Tevahiya eşîran; çi ereb, çi kurd û çi jî qirgiz, gelek nêzîkî hev in” dibêje û kurdan li dijî wan eşîrên din wehşî dide nasandin.

Misyoner W.A Wigram jî, di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Dêrên Suryaniyan” (History of the Assyrian Church, London, 1910) de, derheqê şexsiyeta kurdan de wiha dibêje: “Kurd zexm in, jîr û çeleng in. Gelek karmendên Îngîlîzan şa dibin ku dostên wan ên kurd hene. Lê belê gelo ji dengvedana çiyan e, yan jî ji kêmasiyekê afirandinê ye ez nizanim, kurd nîvmirov in. Ji aliyê pêşveçûna civakî ve kurdan tu carî xwe ji jiyana eşîrî xelas nekiriye.”

Kurdzan û Rohilatzanê navdar ê rûs Vladimir Feodoroviç Minorsky (Владимир Фёдорович Минорский) di civînekê de bersiva pirsa; “Gelo li gorî te kurd kî ne?” bi awayekî balkêş wiha bersivê dide: “Kurd ew in ku ji bilî gelê xwe, ji tirk, ereb û farisan re leşkeriyê dikin!”

Herçî nivîskarê navdar ê ermeniyan Abovyan e li ser kurdan wiha dibêje: “Eger kurdan jiyaneke dêmanî bidomanda, wê vê gavê bibûna ‘şovalyeyên rojhilatê’. Şexsiyeta şervan, rast û durist, hurmet û girêdahî ji bo mezinan, mêvanperwerî. Ev ji bo qewmekî, bext û xisletên hêja û hevpar in.”

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev