Tosinê Reşîd – “XEWNEROJKÊN TENÊTÎYÊ”

Tosinê Reşîd – “XEWNEROJKÊN TENÊTÎYÊ”

Ber kompyûtêrê rûniştî dinivîsî, gava texmîn kir, wekî milê wî, yê çepê, sist dibe. Berê guh ne dayê; tiştekî mezin nîn bû, sist bûye wê derbas be û karê xwe domand. Lê piştî bîstekî di defa sîngê xwe de êş texmîn kir; êşeke ko, êşeke nîvîşkan ku te dikaribû qet guh nedayê jî. Lê derbas ne dibû û wê berdewamîyê nedihîşt êşê ji bîra bike.

Wî hê jî karê xwe didomand, ji nevîyê xwe re email dinivîsî.

Nevî şîrînin, lê ev nevî zêde nêzîkî dilê wî bû, wî di xeysetê wî de, di tevgera wî de, di xwendin û zanebûnên wî de, beşekî ji xwe didît. Di navbera wî û nevî de teherekî dostanî çê bibû.

Tiştekî balkêş bû, wekî salên zarotîyê ew bi apê xwe re usan nêzîk bû, hema bêjî bi wî re hevaltî dikir. Dûarôjê, salên xortanîyê jî di nav dost û hevalên wî de kesên bi temenê xwe gelekî ji wî mezintir hebûn.

Piştî pêncîyî pêwendîyen wî bi xortan re xurt bûn, bi taybetî bi xwendkaran re. Çûyîn, hatina xortan ji mala wî kêm ne dibû.

Lê niha ew tenê bû. Tip tenê! Ne mezinan derê wî vedikir, ne jî biçûkan.

Belê, bi hevtêyan kesî derê wî venedikir, bi hevtêyan kesî ji wî re têlêfon ne dikir.

Derî û têlêfona wî niha kompyûtêr bû. Pêwendîyên wî bi cihana ji xanîyê wî der re tenê bi rêya kompyûtêrê bûn. Wî hê jî bi kompyûtêrê xweşîyê xwe dikirin, rengekî eger ne şad û bêxem be jî, yekî ne gor rewşa xwe raberî dost û hevalan dikir.

Paşê cîhekî nêzîkî dilê wî çîk da. Û ji nişka ve kete bîrê (nizanibû li cîhekî xwendîye, yan jî bihîstîye), wekî qeyrana dil hema wa dest pê dibe.

Ji dilê xwe, ji tendurustîya xwe ne gazin bû, lê çi fêde. Ma qasidê mirinê tendurustyê dipirse? Gava çok da ser sîngê te, êdî xweş, nexweş, ji bo wî yek e; eger hatîye, wê amenetê xwe bibe.

Û tirs kete dil.

Bi xwe ne mirovekî tirsonek bû. Di jîyana xwe de rojên gran gelek dîtibûn, du caran bi mirinê re rû bi rû bibû û berê xwe jê neguhastibû, jê netirsya bû.

Lê niha tirsîya.

Berê xwest ji ambûlansê re têlêfûn bike, lê ji wê biryarê poşman bû. Bên û rewşa wî binhêrin, wê nebêjin ka te ji bo çi gazî me kirîye. Axir, eger bi çavên xelkê binhêrî, ne nexweşê usan e, wekî gazî ambûlansê bike. Em bêjin hema gazî kir, ha; wê bên, germa wî, fişara xwînê bipîvin û ew bawer e, herdu jî normal in. Erê, dikarin guh bidin dilê wî jî, lê tirpînya dil jî wek hercar bû. Pey ewqasî re ne dûre di nav wan de mirovên usan jî hebin, ku bêjin: “Te seva netiştî bangî me kirîye, lê niha dibe ku nexweşên giran benda me ne”. Wê çi bersivê bide? Bêje ez tirsîyam? Nabe. Wê bêjin eger tu ji tiştê tune ditirsî, hingê pêvîstîya te bi ambûlansê tune, here bal doxtirê pisporên derûnî.

Na, nabe niha gazî ambûlansê bike.

Di cihê xwe de ber kompûtêrê rûniştî ji bacê derva nihêrî. Lê tişt nedît, hê zû çavên wî li tiştekî ne digerîyan, wekî bidîta. Çavên wî vekirî bûn, lê tişt ne didîtin. Cihana dor-ber niha ber çavên wî di nav xumamekê de bû. Dîtina çavan niha bo wî ne giring bû, niha di serê wî de fizildûmana fikran bû, fikir ketibûne gêjgerîngê; ser hev, bin hev re diçûn, pê li serê hev dikirin û dawîya dawî ew gişk dor peyvekê dizivirîn.

Mirin!

Wî heta niha hesabê wê ne dikir. Ser xwe bû, planên mezin danîbûn pêşîya xwe û wê bawerîyê bû, wekî wê wan planan gişkan pêk bîne.

Lê niha di navbera wî û wan planan de ‘mirin’ nik bû. Wî nizanibû jî ka ew mîrat ji ku ve hat. Wî heta vê gavê hesabê wê ne dikir.

Lê va, hat û mîna reşê şevê ber wî rawestîya!

Erê, hesabê mirinê ji bo xwe ne dikir, lê dîsan jî gava gilî dihat ser mirinê, wî ew wek tiştekî normal didît. Mirina mirovan hebûye, heye û wê hebe. Hê tu kesî pêşî li mirinê ne girtîye û xwedê neke bigrin jî.

Piştî sêsid salî Ezrahîl ser sîngê Mûsa pêxember jî çok da.

Hesabê mirinê ji bo xwe ne dikir, hela seva mirina xwe carna xweşîyên xwe jî dikirin: “Piştî kirasguhêrînê gîyana min wê ber keçekê de bê; keçeke xweşik, jîr û zane”. Wî bi xwe jî nizanibû, ji bo çi hema ber keçekê de. Carekê usan gotibû, niha êdî ne dixwest ji gotina xwe vekşe, şaxên nû ji bo kirasguhêrîna xwe bihûne.

Bi rastî wî bi caran tiştên usan digotin, wekî bi xwe jî ji bîra kiribû ka rast in, yan wî ji ber xwe derxistine.

Salên xortanîyê, wî carna ji bo ken tiştên nebûyî disêwirandin. Lê gava ew tişt pir caran nijar dikirin êdî ji bo wî xwe jî wan kirasê rastîyê werdigirt. Tişt hebûn wî bi xwe êdî nizanibû rast in, yan ji ber xwe derxistine. Lê eger ew derew jî bûna, derewne usan bûn, wekî zirara tu kesî di wan de tune bû. Wî qet pesnê xwe jî bi wan ne dida, ewqasî wan derewan rengê sohbetê xweşiktir dikir.

Lê va, mirin bi qilxekî ne bi dilê wî ber wî rawestîya bû.

Erê, tirsa wî ji mirinê tune bû, lê mirina bi vî teherî ne dixwest. Wî dixwest di nav bira û pismaman de, kinêz û omidan de, di nav dost û hevalan de bimre. Wî dixwest termê wî bispêrne axa goristana gundê wan, cîhê gorên dê û bavên wî lê.

Wî dixwest şîneke kurmancî ser wî bikin; bi kotel û al, bi hewarî, bi dîrok, bi şêx û pîr… Wî dixwest kinêz û omidên wî ser wî bilûbînin. Wî dixwest şîna wî usan bikin, çawan di gundê wan de şîn dikirin.

Ne kêm, ne zêde.

Lê niha milê wî yê çepê sist bibû û ber de hatibû xwar, êşeke ko di defa sîngê wî de hêlîn hûna bû û car-carna dilê wî jî çîk dida. Wî nizanibû li ku xwendîye yan jî bihîstîye, wekî ev nîşanên qeyrana dil in.

Lê wekî niha ji qeyrana dil bimre?

Heta vira jî wî bûyar normal didîtin, tiştê ne normal wê piştî mirina wî bibûna. Û niha di serê wî de tenê ew pirs bû, ka piştî mirina wî wê çi bibe?

Bi hevtêyan kesî derê wî venedikir, bi hevtêyan kesî ji wî re têlêfon nedikir û wekî niha bimre, bi hevtêyan kes wê nizanibe. Dibe ku piştî demekê bîn bikeve termê wî û cîran, yan jî kesên ber mala wî re derbas dibin, ji polîs re têlêfon bikin.

Wî ev yek qet ji dijminê xwe re ne dixwest û li rên derketina ji vê rewşê digerîya. Lê tu rê nedît û hewara xwe daxiste xwedê. Xwedê çara bêçaran e, dema tu rê pêşîya mirovan namînin, hingê hewara xwe dadixne xwedê. Niha hêvîya wî jî tenê yekê jorîn mabû. “Ya xwedê, min jîyaneke bi rûmet derbas kirîye, min gunehê tu kesî nekirîye stuyê xwe, çiqwas ji dest min hatîye, min alî kesên kesîv, feqîr û ketî kirîye. Serê min qurbana te be, tu gişkî zanî, mirineke gor jîyan û kirnên min bike para min. Ez zêde ji te naxwezim. Nehêle sera pîra nav xelkê xerîb de bibim pêkenî”.

Peyva ‘pêkenî’ ne bi dilê wî bû, lê nexwest du’a xwe ducar bike.

Belê, wî jîyaneke bi rûmet derbas kiribû û dixwest mirina wî jî bi rûmet be. Lê eger jîyana bi rûmet pir-hindikî di dest wî de bû, ji talebextan re, mirna bi rûmet êdî ji destê wî derketibû. Hê rast ne ku ji destê wî derketibû, lê dest wî nediket. Ev bû derdê ser derdan. Wê mirna bi rûmet ji ku bîne? A, em bêjin niha li vir bimre, wê çi bike? Çi dikare bike? Çi ji destê wî tê?

Ew dikare niha bimre û bi hevtêyan kesê nizanibe, wekî mirîye.

Ji vê hizrê keleke xwîdanê hatê û wî texmîn kir, wekî kiras, derpê wî êdî ji xwîdanê ter dibin.

Ev jî di jîyana wî de tiştekî nû bû; gava ji tiştekî fikar dikir, yan texmîna bûyareke ne baş bal wî peyda dibû, tirs dikete ser û bi carekê ve xwî dida. Eger dinya sar bûya, piştî demeke kurt ew xwîdan ser sar dibû û car dibûn ricafê lê digirt.

Bi xwe jî nizanibû ji ku, lê şîna birê kete bîrê, hê zû çi ku di der heqê wê şînê de ji wî re gotibûn. Bi tayebetî ew beş kete bîra wî, wekî dema şînê, gava dîrok avêtine ser birê wî, dîrok avêtine ser wî jî.

Dibe ku koçberî jî teherekî mirinê ye!

Xwedê xirav bike, mirov nikaribe here ser şîna birê xwe, êdî jîyan çend quruşan hêjaye!

Lê êşa di defa sîngê wî de hêlîn çê kiribû, hêdî-hêdî şax vedida, niha pişta pîlê wî jî çîk dida. Milên wî hemîn di ber de hatibûn xwar, niha jî çokên wî sist dibûn. Kela xwîdanê ji nû ve hatê, kiras derpên hê jî ziha ne bibûn, bi carekê ve bûne av.

Na, ha nabe! Awa here wê di vî xanî de, ku bi hevtêyan kes derê wî venake û kes jê re têlêfûn nake, bimre û tu nizanî çend rojan kesê pê nehese, wekî mirîye. Dibe bîn jî bikeve termê wî û ji bînê der cînar, kesên ber xanîyê wî re derbas dibin bizanibin ku mirîye.

Ji vê hizra dawî dilê wî tijî bû, dibe ku hêstir jî ketin çavan. Wê ev yek qet ji dijminê xwe re jî nexwesta.

Niha wî dixwest yek li tenişta wî hebe; jina ku çend sal bû ji hev dûr ketibûn, kurê ku bi wî re ne dipeyivî û ne jî zanibû niha li ku ye, keça ku ji bo têkçûnên xwe gişkan ew tawanbar dikir…

Bira mirovek niha li tenişta wî bûya, kî dibû, bira bibûya!

Bira yekî dijmin niha li tenişta wî bûya! Yekî dijmin!

Lê niha li tenişta wî kes tune bû, ew tenê bû.

Tik, tenê!

Milên wî sist bibûn û ber de hatibûn xwar, cîhekî nêzîkî dilê wî çîk dide û wê çîkê carna davête pişta pîlê wî jî…

…Rabû, potê xwe avête navmila xwe, ji hundur derket û bi kolana ku hat û çû lê zêde bû, berê xwe da navenda bazirganîyê.

Hêdî diçû, gavên xwe nêzîkî hev davêtin.

Milên wî bi girmilkan ve darda bibûn, serê wî di navmilan de çûbû xwar, pişta wî neyîseyî kûz bibû…

Bayê hênik xwîdana ser wî sar kir û ricafekê lê girt. Divêt meşa xwe bilezanda, wekî germ bûya. Lê ew dîsan hêdî diçû, wî dixwest qudûmê wî heta navenda bazirganîyê têrê bike. Niha serma û ricaf jî wî re ne xem bûn, niha wî tenê dixwest xwe bigihîne navenda bazirganîyê.

Li wir mirov pir bûn, qerebalix bû, çawan jî hebûya yekî wê ketina wî bidîta.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev