Tosinê Reşîd – “Çîya”

Ew Çîya ne xalî bû.

Ew Çîya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû.

Ji ber vê jî çîyayên mayî çavnebarî lê dikirin, hevsûdî lê dikirin û ji sê alîyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvaştin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayî tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawarî hebû, têgihîştina mezinayê hebû, lêborîn hebû.

Wî zanibû ew ne tayê wan e!

Gor gotina gotîya di salên xortanîya xwe de ew Çîya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Go gava hêrs dibû, lê-lê bû dinîyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der.

Lê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe.

Û niha kolozekî sipî daye serê xwe, şereke sipî lê pêçaye, rîşîyê şerê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cihana dor xwe mêze dike.

Xelkên dorê gişk ji wî re ‘Çîyayê pîroz’ dibêjin, ew gişk bawarîya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrne wî. Gava sond dixwin, dibêjin : ”Ez bi Çîyayê pîroz kim.” Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serê lodê digire.

Du qotên Çiyê hene, ji dûr ve ew herdu qot mîna heça ne, ji ber vê jî xelkên dorê ji serê Çîyê re ‘Heçe’ dibêjin. Navbera wan herdu qotan de pingaveke biçûk heye. Germa havînê horî ji esmana têne xwar, devê pingavê libasên xwe ji xwe dikin û dikevine avê.

Gor gotina gotîya mirovên tawî, bawî, kî bikeve wê pingavê, wê sip-silamet ji avê derkeve. Ji ber vê navê wê danîne pingava “Tawî-bawîya.”

Qûntara wî Çîya yî gundek heye. Xanîyên gund pişta xwe dane Çîyê û zanin, ji piştê ve kes nikare bê ser wan.

Pişta wan Çîyê ye û Çîya pişta wan e!

Di xanîkî wî gundî de keçeke biçûk hebû. Ew her roj hildikşîya ser banê xanî û Çîyê dinhêrî. Ew bendê bû ka wê kingê mezin bibe û hilkişe wî Çîyayî.

Gor gotina pîrka wê berpala wî Çîyayî, ji alîyê Rojhilatê zîyaretek heye. Misilman dibêjin zîyareta misilmanan e, xaçparêz dibêjin zîyareta xaçparêzan e, êzdî dibêjin zîyareta êzdîyan e, elewî dibêjin zîyareta elewyan e. Û rojeke meha Gulanê xelkê deverê; çi misilman, çi xaçparêz, çi êzdî, çi elewî, gişk diçine ber wê zîyaretê. Stiran, govend, şayî û êvarê dereng vedigerin gundên xwe.

Nêzîkî wê zîyaretê Dara Miraza heye. Tu zîtolek ji kinceke xwe biqelêşî û çiqeke wê darê ve girê bidî, te çi miraz hebe wê bê sêrî, te çi nêt hebe wê mîyaser bibe.

Pîrkê usan jî digot, wekî ser qotê wî Çîyayî şkevftên horîya hene.

Goristana gund berpala Çîyê bû û gora pîrka wê serê goristanê yî jorîn bû. Pîrikê usan temî dabû zarên xwe, wekî li wir bispêrne Dewrêş Erd.

Gava keçik hildikşîya ser banê xanî, wê bi Çîyê re tevayî, usan jî gora pîrka xwe didît.

Wê gelek dixwest rojekê hilkişe wî Çîyayî, zîtolekê ji kinceke xwe biqelêşe û bi çiqa Dara Miraza ve girêde, şikevtên hêwirgê horîya bibîne, pingava “Tawî-bawîyan” de sovekarîyê bike….

Lê mezinan ew bi xwe re ne dibir. Ji bo vê dilê wê gelekî ji mezinan mabû. Wê dixwest zû mezin bibe û bêyî ji mezinan re tiştekî bêje, tenê, bi serê xwe hilkişe serê Çîyê.

…Lê ew miraz di çavê wê de ma.

Rojekê, gava ew hê mezin ne bibû, kamyonek hat ber derê wan rawestîya, firaxên wan, hûr-mûrê wan gişk kamyonê bar kirin, ew jî dane ser barê kamyonê û kamyon ji gund derket.

Heta Çîya qulibî jî, stuyê wê xwar, hema usan li Çîyê dinhêrî. Kela wê rabû û hêstir xweber ji çavên wê hatin xwar.

Wê kula Çîyê bi xwe re dibire xerîbîyê. Lê ew ê wê kulê dirêj di dilê xwe de nahêle. Wê vegere, wê ese rojekê vegere!

Ji wê rojê deh sal derbas bûbûn. Niha ew vedigerîya miskenê zarotîya xwe.

Ji mirovên wan tenê xatîya wê di gund de mabû û ew diçû mala xatîya xwe.

Ew bi rojava re gihîşte gund. Çiqwas jî wê di berê de nêt hebû tenê hilkişe Çîyê, lê dîsan jî ser şîvê ji xatîyê pirsî: “Xatî, gelo kesî usan di gund de tune, sibê bi min re hilkişîya Çîyê?”

“Ê, keça min, ka kî di gund de maye, wekî bi te re jî bê. Çend kal û pîr mane, ew jî heta ji kanîyê katoşke av tînin, di rê de deh caran rûdinên, îcar ku ma hilkişne Çîyê.” Xatî bîstekî bêdeng ma, paşê dîsan vegerîya ser wê: “La-lawo, tê kuda herî, ha, alîkî esker e, alîkî gerîla ne, rojê carekê li van çîya şer çê dibin. Cerdevan me kêm bûn, roja reş, îsal ew jî tên van dera. Îcar tu rabî, tenê hilkişî Çîyê, qet aqilê min nabire.”

“Tişt nabe, xatî, ez ê bi roj herim, bi roj jî vegerim. Kaxazê min jî bi min re ne, kî ji min re çi bêje.”

“Ê, lawo, kes niha kaxwaza nanhêre. Xwedê neke tu bikevî destê wan.”

“Xema nexwe, xatî, sibê berî roj here ava ez ê vegerim.”

Wê ewqas rê dabû pêşîya xwe hatibû, ne tiştê bûyînê bû ji birîyara xwe vekşe. Ev mirazê dilê wê, yê salên dirêj bû. “Serîk heye, ev oxir e”, wê di bîra xwe de got û çû xew bike.

Berî bi xew re here, wê ji xwe re planek çê kir. Wê berê hilkişe Çîyê û dema ji Çîyê peya be, wê here ser gora pîrka xwe û ji pîrikê re bêje, wekî wê mirazê dilê xwe bi cîh anî.

Wê zanibû, wekî pîrik ewqas sal benda vê mizgînyê ye.

Berbangê zû rabû, divêt di hênkayê de rêya xwe biqedanda.

Tûrekî ne mezin li pişta wê bû; di tûr de xwarin bû, têrmosa qehwê, botilek av, devtereke biçûk ji bo têbînyên xwe binvîse û pirtûkek ji bo xwendinê. Wê zanibû jî, wekî ji bo xwendinê dem wê tune be, lê dîsan jî pirtûkeke biçûk, bi şiîrên wê hiz dikirin, bi xwe re hildabû.

Ew bi tivdîr hatibû, ji milê rastê dûrbînek bû dardakirî, ji milê çepê kamêra fotoyê. Wê dixwast ser rêya xwe çi tiştên balkêş rastî wê tên, wêneyê wan gişkan bikşîne, têbînî û nêrînên xwe ser wan binvîse. Wê usan jî dixwest wêneyên Dara Miraza, pingava “Tawî û bawîya”, şikevta Horîya bikşîne. Wê wêneyê herdu qotên Çîyê yek bi yek, paşê jî bi hev re bikşîne.

Wê dixwest foto-albomekê bi navê ‘Çîyayê Pîroz’ çêke! Bê guman pirsê hebin ka ji bo çi wêneyê tenê çîyakî, ji bo çi ji wî çiyayî re dibêjin ‘Çîyayê pîroz?

Niha ew zane, wekî ew Çîya pîroz e, lê ji bo xelkê jî bide bawar kirinê ku ew Çîya pîroz e, divêt wêneyên baş bikşîne, wan wêneyan baş raber bike, têkstên baş ji bo wan wêneyan binvîse. Divêt albom usan bê çêkirinê, wekî xelkên albomê mêze dikin, bi xwe pîrozîya Çîyê texmîn bikin.

Wê çend wêna ji berpala Çîyê, gava teze ji gund derketibû, kişandin. Dema hildikşîya jî li çend cîya rawestîya û wêne kişandin.

Bira wêne pir bin, çiqwas pir bin, jibartina yên baş wê ewqas hêsan be.

Wê di pêşgotina albomê de bi xwe pirsa binvîse û ji bo bersivên wan wê binvîse. “Pîrka min digot”. Wê zanibû gotinên ‘pîrka min digot’ wê têkevin devê dost û hevalên wê gişkan û hinekê bi wan gotinan xweşîyê xwe pê bikin. Evê bawarîyê, tê bêjî, ew gotin bal wê hê şîrin dikirin.

…Esmanê demekê sor dû re gevez, paşê jî mor bû. Kevya Rojê ji piş çîya derket û hêdî-hêdî mezin bû. Roj ser lêvên çîya usan dilerizî, qey bêjî dilê zara bû diavît. Ew rawestîya û li hilatina Rojê dinhêrî. Heta niha wê tu caran tiştê usan ne dîtibû. Çend wêne jî kişandin. Wê yekî ji wan ji bo alboma xwe bijibêre û navê wî dayne ‘Roj nedîr dide’. Pîrikê timê digot ‘Roj nedîr dide’. Wê bilî pîrka xwe ew peyv ji kesî ne bihîstîye. Ji ber vê jî divêt wê peyvê seva bîranîna pîrka xwe bi kar bîne.

Di hundur wê de şabûnek tev radibû. Ew bi xwe tê nedigihîşt ka ev çi şabûn e. Di bedena wê de hêzekê serî hildida, hêzeke ewqas mezin ku wê pê nikaribû. Rêvaçûna wê ne anegor hêza bedena wê bû û wê dest bi bezê kir. Mîna karxezala van çîya di berpala Çîyê ve dibezîya. Usan dibezîya qey bêjî pêşîya wê rêke rast bû, lê ne hevraz.

Wê li bajêr roja xwe bi vexwarina qehwê dest pê dikir. Û niha, di rê de texmîn kir wekî qahwe venexwarîye û kirê qahwê tênê.

Ber sîya zinarekî rûnişt, tûrê xwe ji pişta xwe anî xwar, têrmosa qahwê û botilê avê jê derxistin. Berê çend gulm av hema ji botil vexwarin, paşê dergîlkê têrmosê tijî qawe kir û danî ser selekî ber xwe.

Ji cîyê rûniştî wê gund dinhêrî. Gund çawa ser kefa destê wê be; te dikaribû xanî yeko-yeko bijmartana.

Wê çend wêneyên gund, gir û bestên dor gund jî kişandin. ‘Gundê min ji berpala Çîya ê Pîroz’. wênek jî wê bi vî navî be.

Piştî ji gund çûbûn, ev cara yekemîn bû dihate gund û dîdemê gund, bi vî teherî, cara yekemîn ber wê vedibû. Wî dîdemî dinya wê sero-binî hev kir.

“Bê çira qet dilê yekî ji bo vî gundî nayêşe, bêvla yekî naşewite. Qolîtkê wane li taxên hejaran, berbangê heta tarî bikeve erdê pişta xwe rast nakin û dîsan jî dest ji wan bajaran nakşînin. Bê de vegerin gundên xew, ser milkên xwe, erdê xwe bêcer bikin, pêz, dêwêr xweyî bikin.”

Gund berê mezin bû. Erdê gund bi xêr û bêr bû, ava avdanê hebû. Ji alîkî mayî ve berga gund fire bû, çiqwas dikarî pêz û dêwêr xwedî bike. Kesên jêhatî ji berpalên Çîyê, ji terazin û çayîran ewqas gîha didrûtin dianîn lod dikirin, wekî debir dulika hizêmet didane ser hev. Gelek caran axlêvê xelkên ji gundên deştê dihatin ji wan gîha dikirîn.

Lê ew xweşî ne mabû. Piştî şer dest pê bû, eskeran çend caran ser gund de girtin, çend malbetên ku kesên wan gihîştibûn gerîla bi zor ji gund derxistin, hew hîştin xelk bi havîna malê xwe derxe zozanan…

Ji rewşa aborî ku roj bi roj girantir dibû, ji zordestî û bêqanûnya esker û cenderman jîyan roj bi roj dijwar bû, jîyanê tema xwe unda kir.

Du malên gundîyê wan hê salên 70-emîn çûbûn Îzmîrê û wir bi cîh bibûn. Rast e di gund de jî hebûna wan hebû, milkê wan, kerê pezên wan hebûn, lê li Îzmîrê ji xwe re fabrîkek vekirin û niha gelek dewlemend bûne. Milkê gund çi bû, bixwestana wê temamîya qezayê bikiriyana.

Û gava şer dest pê bû, berê mirovên wan e nêzîk, paşê jî der û cînaran, xwe wan girtin û niha piranîya gundîyên wan li Îzmîrê bi cîh bûne.

Gundê berê dor sed û pêncî malî bûn, niha sî, sî û pênc mal hebûna, yan tunebûna. Ew jî tenê kal û pîr mabûn.

Dilê wê êşîya. Gerek vegerin gund. ‘Gund kelayên parastina kurdayetîyêne’.

Wê qehwa xwe êdî vexwaribû, bîna wê baş hatibû ber. Têrmosa xwe dergîlk da ser, kire tûrê xwe, dûrbîn û fotokamêra jî kirine qavên wan, avîtine milên xwe û xwest ji cîh rabe.

“Ji çih nelpite! Destên xwe bilind bike!” Yekî got.

Ew di cîhê xwe de sar bû û hêdîka serê xwe zivirand binhêre ka ew kî ne.

“Serê xwe nezvirîn!”

Rast e wê ew nedîtin, lê êdî zanibû, wekî esker in. Tirsek kete dilê wê, lê bi xwe ber dilê xwe de hat. “Min çi kirîye, wekî bitirsim. Çira mafê min tune bême gundê xwe û hilkişme çîyayê fêza gund.”

“Tûrê xwe û kamêrayên di milên xwe de dayne û ji wan dûrkeve.”

Wê bêdeng fermana wan bi cîh anî. Wê zanibû li serê vî çîyayî tu rastî, ne rastî, yek e. Bixwezin wê li vir te bikujin û kesê ji wan re nebêje ka we ji bo çi ew kuşt. Wê tûrê xwe ji pişta xwe anî xwar, fotokamêra û dûrbîn danîne kêlekê û wek sê gava ji wan dûr ket. Dema dûr ketinê wê bin çavan re li wan nihêrî; çar esker bûn, herçaran jî lûlê tivingên xwe rastî wê kiribûn.

“Niha destê xwe bide piş serê xwe û berê xwe bide me.” Wê usan jî kir. Ewqas wext wê tu tişt negotibû.

Sê ji wan usan di cîhê xwe de man, lê yê çaremîn nêzîkî wê bû û ew tevtîş kir. Gava wî destê xwe ser pêsîra wê re dibir, ricafek ket nav dilê wê. Na ew ne ji tirsê bû, ji hêrsê û neçarîyê bû. Divêt niha şelmaqek bida dev, diranê wî teresî, lê bi teherekî xwe girt. Xweyê wê kîye li vê çolê, dikarin gullekê hema seva hewasê berî netka wê bidin.

“Hûn çi ji min dixwazin, mafê we tune min tevtîş bikin.” Wê zanibû jî kesê guh nede gotinên wê, lê dîsan jî got.

“Mafê min her tiştî heye, ez bixwazim, ez ê wî zimanê te, yê dirêj jêkim.”

“Na, usa nîne.”

“Usane, usane.” Ew eskerê ew tevtîş dikir got û karê xwe berdewam kir.

Tiştek di berîyên wê û bin kincên wê de nedîtin.

Du eskeran hê jî lûlê tivingên xwe rastî wê kiribûn, lê yê sêyemîn tûrê wê hilda, çi ku tê de hebû ro kire erdê û kete nav. Ji kirina wî hêrsa wê rabû; yan ev çi camêrtîye tu tûrê keça hildidî û usan her tiştî dirêjî erdê. Lê dengê xwe nekir, tenê berê xwe jê guhast, yan çi dixwezî, bike.

Paşê esker dûrbîna wê hida, da ber çavên xwe û Çîyê nihêrî. Dûrbîn usan ber cavê wî pirs kir:

“Ev çîye?”

“Dûrbîn e.” Wê got û dîsan berê xwe jê guhast.

“Ez zanim dûrbîn e, lê te ji bo çi bi xwe re anîye?”

“Ji bo dor, berên xwe baş bibînim.”

“Çira tu nizanî ev devera şer e, mafê te tune dûrbînan bînî vir?”

“Ez cara yekemîn dibihêm wekî mafê min tune dûrbînê bînim.”

“Lê ev çîye?” Wî dûrbîn ji destê xwe danî û fotokamêra hilda destê xwe.

“Foto kamêraye.”

“Ev te ji bo çi anîye vira?”

“Ji bo wêna bikşînim. Ez ji vî gundê binatara Çîyê me. Ez dixwezim wêneyên van deveran bikşînim û bibim Îzmîrê nîşanî dost û hevalên xwe bikim.”

“Hela nîşanî min bike, ka te çi wêne kişandine?” Wî fotokamêra dirêjî wê kir. Wê fotokamêra hilda û usan saz kir, wekî bikaribe wêneyan gişkan pey hev bibîne û dirêjî wî kir.

“A evê bişkojê biguvêşe wêneyê pey hev bên.”

Esker kamêra hilda û wek gotina wê kir. Wêneyê gund ji berpala Çîyê, wêneyê cîyayên dorê, gundên binatara gundê wan, gişk pey hev hatin. Çiqwas çû dêmê esker tirş bû û dawîyê wî bi hers pirsî:

“Te ji bo kî ev wêne kişandine?”

“Ji bo xwe”. Ji van gotinan teherekî tirs kete dilê wê.

“Na, ev wêneyê stratêgî ne, te ev ji bo têrorîstan kişandine û vê dûrbînê jî tu ji bo wan dibî.” Paşê vegerîya ser du eskerên hinekî dûr rawestîyayî.

“Destên wê bi piştê ve girêdin û bibin bikene erebê.”

“Axir min çi tiştekî şas kirîya, wekî destê min girêdin û min bavêjne erebê?” Ew zarî bû. “Min bêrîya van deran kiribû, ez hatime miskenê zarotîya xwe û min çend wêne kişandine. Eger min tiştekî ne qanûnî kirîye, ji min re bêjin.”

“Xwe xamîyê navêje, erê, min yê mîna te gelek dîtine.” Wî got û terse-ters lê nihêrî.

Di nêrîna wî de ewqas kîn, ewqas hêrs, ewqas nemerdî hebû, wekî wê hew dengê xwe kir.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev