Nimûneyên hostatîya hunerî ya zîvkeriya kurdî

Nimûneyên hostatîya hunerî ya zîvkeriya kurdî

Emê di vê nivîsa xwe da wêneyên balkêş yên nimûneyên hostatîya hunerî ya zîvkeriya kurdî: xemil, xişil, tor û morî raberî we bikin. Pêşda çend melûmetî ji pirtûka “Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzêya Neteweyî ya Gurcistanê”:

“Divêt bête gotin ku di Gurcistana zemanê fêodalî de ber derê qiralê gurcan, kurdan postên bilind kiribûn destê xwe. Di sedsalên XII – XIII de du birayên esilkurd Ivanê (Îvo) û Zakariya (Zihar) Mixargirdzêlî (ji malbeta Çepildirêjan) bi nav û serpereştiya beşek giring ji erdên Ermenistanê bi rê ve dibirin.

Cara pêşî Kurdistan di navbera Îrana sefewiyan û împêratoriya osmaniyan de di sala 1514an piştî şerê Çaldiranê hate dabeş kirin. Lê piştî şerê cîhanê yê yekem de navbera çar dewletên nûsazkirî de hate parvekirin. Di salên navîn yên sedsala XIX beşek ji kurdan kete bin hikumdariya Rûsîya Qeyserî.

Li Gurcistanê piraniya kurdan di sala 1918an de binecîh bûn, dema ku li împêratoriya osmanî ferman û qetlîyama li êzidîyan hat kirin.

Kurdên ku li başûrê Qavkazyayê cî û war bibûn, pey karên bav û kalan diçûn û xwedan terş, pez û dewar bûn anku nîvkoçer bûn. Li Ermenistanê kurd bêtir li parêzgeha Surmelîyê, Ecmîadzînê û Alêksandropolê rûniştîbûn. Li Azêrbaycanê di deverên Arêş, Cibraîl, Cewanşîr û Zengezûrê. Li Gurcistanê di devera Batûmê, qezayên Axalkalakî, Axaltsîxê û Borcelîyê.

Etnokûltûra kurdan piralî û pirreng e, kontakt û pêwendiyên wan yên bi hezar salan hebûne digel miletên cînar, lê dîsa jî kurdan nîşanên xweser yên neteweyî hertim parastine.

Wan nişanên kurdî yên resen bala birevebirên Muzêya Qavqaziya jî kişand yê ku ji dema damezirandina mûzêyê (sala 1852) dest bi berhevkirina nimûnêyên çanda medenî ya gelên herêma Qavqaziya kir û ew di muzêyan de parastin.

Evê pêvajoyê sedsalek dom kir û di encamê de nimûneyên taybet li mûzêyê de hatin kom kirin. Di nav wan de ciyê xwe yê hêja nimûneyên çanda medenî ya kurdî jî girtiye.

Di fonda xemlên rojhilatê ya mûzêyê de nimûnên hunerî yên kurdî wek tor û xişil jî tên parastin. Piraniya wan di sedsalên XIX – XX hatine komkirin. Ew xemil û xişil hostatîya hunerî ya zîvkeriya kurdî nîşan didin û xweseriya wan li gorî dînên sînkretîk dîyar dikin.”

Kerem bikin, cend foto ji pirtûka “Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzêya Neteweyî ya Gurcistanê”.

Daner: Dimîtrî Pîrbarî, Lamara Paşaêva, Eldar Nadîradzê. Sala 2007.

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

Bella Sturkî

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev