Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şikoyê Hesen: Berxwedan û payîza melûl

Dawîya salên 50-emîn sedsalîya borî nivşeke nû hate nav wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt, ku ji wê nivşe re li hev hat wêjeya kurdên wê deverê ji kêm û kurtîyên salên 30-40-emîn rizgar bike, xwe ji bandor, tesîra wêjeyên ermenîya û rûsa rizgar bike û wêjeya kurdên sovyêt ber bi wêjeya kurdîye giştî bibe.

Şikoyê Hesen nonerekî wê nivşêyî geş bû.

Şikoyê Hesen çawan şayîr hatibû dinê; bi dilê vekirî, bi sitqê qenc, bi wîjdana paqij. Lê dinîya dor wî bi qelpî û derewan ve tijî bû, li dinîya dor wî her tişt dihat kirîn û firotan; heta dayîna xwedê jî.

Şikoyê Hesen ne mirovê vê cihanê, vê dewranê bû, wî ber dijwarîyên jîyanê, ber qelpî û derewan tap nekir û sala 1975 an dawî li jîyana xwe anî.

Ew şayîrê kurdayî duyemîn bû, piştî Ehmed Nalbend, ku bi destê xwe dawî li jîyana xwe anî. Ehmed Nalbend xwe kuşt ku nekeve destên ceşan, Şikoê Hesen xwe kuşt, ku ji destê ceşen candeyî bifilite.

Poêzdîya Şikoyê Hesen pirreng û pir deng e, lê ew berî gişkî dengbêjê têkoşîna gelê kurd bû, wî bi bawerî û hêvîke mezin li bizava gelê kurd e rizgarîxwez dinhêrî.

Abas bira, were îro tas, fîncana em havxin,

Eşqa kurd û Kurdistanê, carekê jî em vexun,

Bira fîncan bikin şingîn, dengê şûra bînin bîr,

Dengê şûrê Şêx Sihîdê, efat Barzan, Êzdanşîr.

Di van rêzan de hêzeke êpîkî heye, qey bêjî dengbêjekî ji paşla gel derketî, ku bûyar gişk ber çavên xwe dîtine, ev êpîk nitirandîye. Ji vê helbestê bîna “Dim-Dim” ê tê.

‘Şinge-şinga şûr, mertalan, qûrtînîya mêrê mêrxas’ di van rêzan de tê bihîsin.

Lê şayîr zane, wekî şerê ji bo azadîyê ne tenê mêrxasî ye, ew şer bi xwe re kujtin, wêrankirinê jî tîne. Û dilê şayîrî nazik ji bo Kurdistanê dişewite, şayîr dinale, şayîr dikewgire:

“Şer e, şer e, lelê can,

Dişewite Kurdistan…

Ji nav mija barûtê

Dengê şîn û girî tê…”

Lê tenê axîn û nalîn nîn in di halbestên Şikoyê Hesen de. Ew usan jî gazîyên serhildanê û berxwdanê ne.

“Rabin, rabin, birano!..

Rabin bi şûr, bi mertal,

Rabin, rabin birano,

Şêr efatê mala Zal.”

……….

“Lêxin, lêxin, biano!

Lêxin bi top û tiving!

Lêxin, lêxin, birano!

Hûn in îro şêr, piling!”

Ev rêz sala 1967 an hatine nivîsar.

Şikoyê Hesen evîndar û parêstvanê zimanê kurdî bû.

Bal me, ew jî salên 60-emîn, pirsgirêka zimanê kurdî tune bû. Kurdên Ermenistanê û Gurcistanê gişkan jî zimanê xwe zanibûn û bi zimanê xwe diaxivîn. Hê agaha me ji tofana Bakûra Kurdistanê û mêtropolên Tirkîyê tune bû. Me nizanibû zimanê kurdî bi mîlîyonan kurdan bi destê zorê dane ji bîra kirin û zimanê wan, yê yekemîn bûye tirkî. Me nizanibû, wekî dayka kurd nikare zaroka xwe bi kurdî bilûrîne, ser hizkirîyê xwe bi kurdî bilûbîne. Lê Şikoyê Hesen bi hesîneke ji me ve ne dîyar ew derd texmîn dikir. Û şayîr di gelek şiîrên xwe de giringîya zimanê kurdî tîne ziman.

Ew sala 1964 an di siîreke xwe de wa dinvîse:

“Ji min pirsîn: “çi hiz dikî

Li vê dinîya kaw, nazikî?”

Min go: “Zarê meyî kurdî,

Ku miletê pirtî-pirtî

Dicivîne û dike yek.

Çiqwas bibe ceng, tarîstan,

Ew e şemsê kurd, Kurdistan…

Herkê vêse şemsê nedîr,

Bira pêşîyê bidim texdîr…”

Belê, ji bo şayîr nizanbûn, unda kirina zimanê kurdî, ji mirinê jî xirabtir e.

Şayîrê sala 1967 an şiîra “Zimanê kurdî” binvîse, ku tê de ev rêz hene:

Beyta Feqî ye,

Sewta Xanî ye

Zimanê kurdî…

Şûrê Barzan e,

Nûra erşane

Zimanê kurdî…

Mertala me ye,

Dest pêşmêrgeye,

Zimanê kurdî…

Zelal û kûr. Ji vê zêdetir tê çi bêjî!

Divêt her kurdek van gotina têke guhar û bike guhên xwe.

Şikoyê Hesen, ku ji dinê dilmayî çû, di dilê wî de gelek derd û kul hebûn, pir caran melûltîya xwe, derd û kulên xwe bi rengên payîzê dipêçan.

Du rengên payîzê hene. Yak ji wan melûl û betreng e; zozan bêxwedî dimînin, belgên daran diweşin, roj kurt û şev dirêj dibin, dest bi mij û dûmanê, sur û sermê dibe. Lê rengekî payîzêyî mayîn jî heye; rez û fêkî digihîjin, dar bi belgên reng-rengî xwe dixemilînin û dest bi şayên kurdan dibin. Dengê dihol, zurnê, dengê stranên kurdî çîya û banîya, deşt û arana tijî dikin.

Û payîza Şikoyê Hesen melûl e. Di payîza Şikoyê Hesen de reşbînî heye, qey bêjî payîz ji bo wî îmkan e ku rê dide derd û kulên di hindur wî de pingav girtî, bidine der.

“Te vir dîtine şevê payîzê,

Ku qetran, reş in wek tenîya dîzê,

Ku mij-dûmana qerisîye keder

Qepeçe dike bajarê neder…”

Yan jî:

“Keçel bûn mêşê por-gulî kurîşk,

Û şev bûne sal, roj bûne bawîşk…

Û wer û zozan man xalî, melûl,

Wir ba bi kund va nivatin zelûl.

Rextê sîng dara rijîyane erdê,

Belgê zer gerîyan wek zarrê bê dê…”

Dîsan:

“Hespê xwe sîyar bûn ba-bahozê dîn,

Şilî-şlope hatin gef û kîn…”

Şikoyê Hesen hostê peyvê bû, ji wî re li hev dihat dîmenên poêtîke rengîn bisêwirîne:

“Ez hatime xwar ji çîyayê sergijik,

Ku por vedçirin bi şeyê tevê,

Ku refê ewra notilî qijik

Ser wan çerx didin tim nava hewê.”

Şikoyê Hesen wek dengbêjekî ji paşla gelê kurd derketî, derd û kulên gelê xwe danî ziman û gotinên wî digihîştine cîh, gotinên wî di dilê gel de cîh digirtin. Şiîrên wî ser zarê evîndarên wêjeya kurd bûn, di ahengan de ew şiîr dihatin xwendin, hinek ji wan bûne stran jî.

Şikoyê Hesen di dîroka wêjeya kurdî de cîhê xwe yê hêja heye.
Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev