Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Elegez, kurd û şîr

Elegez, kurd û şîr

Elegez cih û warên kurdan e. Çiyayê herî bilind ê Ermenistanê ye. Bilindahiya wê 4.095 metre ye. Ermenî jê re Aragats, Azerî jê re Alagoz dibêjin.

Îro li derdora Çiyayê Elegezê 11-12 gundên kurdan hene: Riya Teze (berê jê re digotin Qundexsaz), Sîpan (berê Pampa Kurda), Emirê Teze (berê Karvansere), Dêrik (berê Cercerîs), Otreçiya (berê Qurubxaz), Avşên (berê Çongermes), Çilkanî (berê Korbilax). Navên gundên Elegez, Senger, Camûşvan û Mîrek wek berê mane û nehatine guhartin.

Dema ku tevî xebatkarê rojnameya ”Rya teze” Mirazê Cemal me ji Yêrevanê berê xwe da dorhêla gundên çiyayê Elegezê, çokek berf li erde hebû.

Çiyayê Elegezê bi qasî Çiyayê Araratê bi heybet nebe jî, ji bo kurdan xwedî taybetmendî û heybeteke cuda ye. Beşeke ji wan kurdan sed sal beriya niha, beşeke din ji sed salî zêdetir in ku dorhêla çiyayê Elegezê ji xwe re kirine wargeh. Li welatê bav û kalan, ango li Serhedê debara xwe bi çi kiribin, li Elegeza Ermenistanê jî heman karî hê jî berdewam dikin.

Di serî de gundên Elegez, Riya Teze û Camişvan tevahiya gundên kurdan ên li quntara çiyayê Elegezê bi xwedîkirina pez û dewaran ve mijûl in. Ji ber vê yekê jî jiyana wan li ser şîr, penîr û mast e. Nexasim jî şîr.

Îşxanê Ehmedê Dawetî, tevî birayê xwe Rostem li gundê Riya Teze şîrê tevahiya gundên kurdan dikire. Ne tenê ji gundên kurdan, her wiha ji gundên ermeniyan jî gelek kes şîrê xwe difiroşin wî. Ew ji serê sibê heta berêvarkî li karxaneya xwe ya şîr, di nav karekî giran de ye.

Refîqê Erfûtê Elo 48 sal in ku mamostetiyê dike û ev 35 sal in mamosteyê gundê Camuşvanê ye. Bi awayekî giştî ji me re behsa aboriya gundên dor çiyayê Elegezê dike. Li gorî wî gundê Elegezê paytexta gundên kurdan e û şîr ji bo tevahiya şêniyên gundan gelek girîng e.

Ezîzê Tîtalê Xudo serok û muxtarê gundê Elegezê ye. Ew jî diyar dike ku demeke pir dirêj e kurd li vî gundî dijîn û bi dehan rewşenbîr, rojnameger, profêsor ji gundê Elegezê derketine. Ew bixwe jî kurê birayê profêsor û kurdzan Şekroyê Xudo Mihoyî ye.

Nînaya Savoyê Cindî jî li gundê Elegezê dijî. Bav û kalên wê ji derdora Qersê, ji devera Dîgorê hatine. Diyar dike ku şîr, penîr û mast ji bo wan gelek girîng e, bi jiyana gund kêfxweş e û bi tu awayî nikare li bajaran bijî.

Çendek paşê, vê carê jî tevî ‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo em li mala Casim qesidîn. Casim birayê rewşenbîr û nivîskarê kurd ê rehmetî Çerkezê Reş e. Mirazê Cemal her wekî li gundên Elegezê, li vir jî bi me re bû. Sînem û Casimê Tadaşê Qero xwîşk û birayê hev in. Li gundê Zvartnosa Eçmiadzînê, kar û barê bav û kalan berdewam dikin. Xwedîyê kerîyê pezeke giran in. Malbata wan tevî 2 şivanên ermenî yê bav û kur karekî giran bi kêfxweşî dikin.

Vîktor şivanê malbeta Casim e. Tevî kurê xwe şivantiya mala Casim dike. Dibêje ku ji mala Casim zehf razî ye. Vîktor dibêje ji berê ve kurd û ermenî dost û mirovên hev bûne û niha jî dostê hev in. Ew bi hev re xebitîne, bi hev re jiyana xwe borandine. Ew bixwe şivanê Axilkelekê bûye. Di dema Sovyetê de nêzîkî 40 salan şivantî kiriye. Ev 5 sal in ku şivanê vê mala kurdên êzîdî ye. Pezekî giran di stûyê wan de ye, lê bi qasî dibînim, ew ji xebata xwe kêfxweş in.

Beriya em bên gund min ji apê Egîd hêvî kiribû ku qewlikê xwe yê mey û bilûran bîne. Anîbû. Dema ku Egîdê Cimo ‘Lûr de lûr’ û ‘Qeydê nêriyan’ lê dixist, roj diçû ava û keriyê pez dikete nava gund.

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev